Mihyedîn Nahrîn: Qedrê Qelemê; Têlîf

Dema eli li hunermendên xwe xwedî derketin dê ew jî li netewa xwe xwedî derkevin. Di her qadê de dê bi serfirazî netewa xwe temsîl bikin. Wekî Cizîrî gotî dê ji me re bibin “şebçiraxê şebê Kurdistanê”

Heger însanek tenê li ser karekî bixebite û tim bi wî karî re mijûl bibe li ser karê xwe dibe pispor. Kesê li ser karê xwe bû pispor dê bikaribe karên hêja derxe meydanê. Karê hêja û baş dê ji bo her kesî encamên baş derxe meydanê.

Netew û dewlet li qada cîhanê bi karên profesyonelî û pisporî li pêş in. Kîjan welat û netew baştir xebatan bike li cîhanê ew çend dibe xwedî deng. Kesên dibin xwedî deng dê bikaribin ji kesên din re jî bibin mînak. Lewma divê em ji zanyar, nivîskar, şanoger, hunermend, rengvan û hwd re bibin alîkar û sponsorîya wan bikin. Çiqasî derfet bête dayîn dengê wan dê bêtir belav bibe. bi demê re dengê wan dê bibe dengê netewa wan.

Yê Leonardo Da Vîncî û Îsmaîl Ebu El Cezerî kirî hosta û pispor sponsorên wan bûn. Bi saya sponsorên xwe bêtir wext ji xebatên xwe re veqetandin. Li ser karên xwe bêtir bi hurgulî xebîtin. Di encamê de û bi pisporî karê hêja derxistin meydanê. Hîn jî li dinê navên wan heye û bi xebatên xwe gihiştine ebedîyetê. Bi saya xebatên wan nav û dengê netewa wan jî li dinê belav bû.

Ji bo pêşketinê  sê sitûn hene: dem, ked û sermaye. Ger meriv her sêyan saxlem deyne wê demê li ser her sê linga meriv çi bixwaze bi rehetî dikare ava bike. Lê heger sitûnek kêm ma wê demê berhem jî qels dimîne. Lewma divê meriv dema xwe, keda xwe û sermaya xwe ji bo armanca xwe xerc bike. Dema her sê bûne yek serfirazî jî dê li pey bê.

Xanî di Mem û Zîna xwe de wisa digot: “Şîrê hunera me bête danîn / Qedrê qelema me bête zanîn”. Wî dizanibû dema qedrê Qelemê hebe dê serfirazî li pey wê bê.

Xanî dîsa di Mem û Zînê de wisa bang dikir: “Tekmîl dikir me dîn û dewlet / Tehsîl dikir me ilm û hîkmet”. Dema Qelem qedir dît wê demê tehsîl û ilm jî bi qîmet dibe û bêtir belav dibe. Dema netew pêş ket û di zanînê de kemilî li pey wê jî tekmîlkirina dewletê tê. Lê sed mixabin ji zemanê Xanî û heta niha hîn jî qedrê Qelema me (Qelema kurdî) nehatîye zanîn. Cîyê lê hibir neherike mixabin cahiltî wekî lehîyê her derî dixe bin kontrola xwe û netew/însan li paş dimîne. Netewên/însanên li paş bimînin jî tenê dibin xizmetkarê netewên/însanên din.

Weşan, kovar û medyaya kurdî li gorî salên berîya mîlenyûmê zêdetir bûne û hêvî dikim hejmara wan zêdetir bibe jî.  Ji bilî çend nivîskarên wan, nivîskarên din têlîfa xwe nastînin an jî têlîf nayê dayîn. Dema têlîf nehate dayîn qedrê qelemê kêm dibe. Dema qedir kêm bû dilê nivîskar li hemberî nivîsê sar dibe. Dilê sar bûyî bi heft tenûran jî nayê germkirin. 

Ji bo têlîf nayê dayîn xebatên baş jî dernakevin. Ji bo xebatên baş lêkolîn pêwîst e û ji bo lêkolînê jî pêdivî bi wext, ked û sermayê heye. Dema her sê heval gihatin ba hev xebatên baş derdikevin meydanê. Kesê heqê qelema stend dê bêtir li nivîsê sor dibe û dê bêtir dixwaze binivîse.

Hema bêje hemû nivîskarên me ji bilî nivîskarîyê ji bo jîyana xwe bidomînin karekî din dikin û li gel karê xwe mîna hobîyekê karê nivîskarîyê dikin. Di rewşên wisa de nivîsên wan û xebatên we li gorî yên cîhanê gelekî li paş dimînin. Hemû cîhan nivîskarîyê wekî karekî dibînin û kesên vî karî dikin nanê xwe bi saya qelema xwe distînin. Bi vî rengî nivîskarên wan bi demê re di karên xwe de dibin pispor û berhemên baş dinivîsin.

Nivîskarek hebû lê ne nav tê bîra min û ne jî navê berhema wî lê wisa digot: “Nivîskarî ne karê hobîyê ye. Nivîskarî kar e; çawa meriv her sibeh diçe ser karê xwe û dixebite divê nivîskar jî her sibehê rabe û li ser masa xwe rûne û binivîse.” Dema meriv li dîroka wêjeyê binêre meriv baştir fam dike. William Shakespeare ji bilî nivîskarîyê karekî din nedikir û niha bi xebatên xwe hem bûye nemir û  hem jî welatê xwe daye nasîn. Bi heman awayî Orhan Pamuk dev ji zanîngehê berdide û dibêje: “Ez ê bibim nivîskar”. Li mala xwe rûdine û dinivîsê; di encamê de jî Xelata Nobelê distîne. Hem navê xwe li dîroka wêjeyê dide nivîsandin û hem jî welatê dide nasîn. Sponsorên Shakespeare hebûn lewma pêdivîya wî bi karekî din çênedibû tenê nivîskarî dikir. Orhan Pamuk bi malbatî dewlemend bûn û pêdivîya wan bi pere nebû, piştî hate nasîn jî sponsorên wî jî çêbûn. Her duyan jî bi qelema xwe ziman, çand, dîrok û netewa xwe bi cîhanê dane naskirin.

Di wêjeyê me de nivîskarên baş hene. Di nava ciwanên me de yên qelema wan xurt hene. Divê ew bêne teşwîqkirin û qedrê qelema wan bête zanîn. Da bêtir ji bo xebatên baştir bixebitin û bi saya wan em bên nasîn û cîhan wêjeya me jî qebûl bike. Çiqasî hibir biherike pêşketina me û zanîna me dê baştir bibe. Dema hal û rewşa me baş bû dê azadî û xweşî li welatê me mîna kulîkan vebibe.

Gelek caran nivîskarên me ji bo bê derfetîyê pişta xwe dane/didin nivîsê û dev ji nivîsandinê berdidin. Her nivîskarekî pişta xwe da nivîsê ji bexçeyê me rengekî bi xwe re dibe. Çiqasî nivîskarê me zêde bin rengînbûn û dewlemendîya bexçeyê me xurttir dibe.

Mixabin, qedrê qelemê li ba me hîn jî baş nîn e. Ji ber vê sedemê û hin sedemên aborî yên malper û kovaran mixabin têlîf nayê dayîn. Mafê têlîfê li alîyê din lê dema nivîs di kovarê de derdikeve hejmara kovarê ji nivîskar re jî nayê şandin. Ev jî rewşek sosret e.

Her kar bi saya sponsoran pêş dikeve. Sponsor nebin ne Michelangelo, ne Da Vinci, ne Van Gogh, ne Wagner, ne  Shakespeare û ne jî Îsmaîl Ebu El Cezerî derdiketin meydanê. Lewma divê em li hunermendên (rengvan, nivîskar, şanoger…) xwe xwedî derkevin û  sponsorîya wan bikin da xebatên baştir û hêjatir derxin meydanê.

Her hunermendê me li gorî rewşa xwe xebatên xwe diafirîne. Di nava derfetên kêm de xebatên hêja dikin. Ger derftên baş bên dayîn dê bikaribin xebatên baştirîn jî derxin meydanê. Ji bo vê yekê pêdivîya wan bi sponsoran heye.

Bi qasî pênc sal berê min ji malpereke ku nivîskarîya wan dikir re maîlek şand û min ji wan ev daxwaz kir: “nivîskar, muzîkjen, rengvan û hwd. hemû hunermendên me bi dildarî dixebitin. Heger hûn qebûl bikin em li ser navê malperê salê carekê em xelatan belav bikin da hunermendên me kêfxweş bibin. Hemû hunermendên me ji kîsê berîka xwe xerc dikin û tiştekî dikeve berîka wan yan nîn e yan jî gelekî kêm e. Dema em wan teqdîr bikin û plaketekê bidin wan dê bêtir li karê xwe xwedî derkevin û dê xebatên baştir jî bikin.” lê mixabin daxwaza min qebûl nebû. Ji wê rojê şûnde min jî dest bi hevpeyvînan kir. Heta ji min tê bi hunermendên me re hevpeyvînan dikim da xebatên wan û ew bêne nasîn û bêne teqdîrkirin.

Dema em li li wan xwedî derketin dê ew jî li netewa xwe xwedî derkevin û di her qadê de dê bi serfirazî netewa xwe temsîl bikin. Wekî Cizîrî gotî dê ji me re bibin “Şebçiraxê şebê Kurdistanê”

 

 

İlginizi çekebilir