Halil Dalkılıç: Ha Kiliçdaroglu ha Îmamoglu; eger rejîm neguhere…

Li Tirkiyê ev demeke dirêj e, ku gengeşiya namzetê serokkomariyê wekî mijareke sereke ya siyasetê di rojevê de danakeve. Ne tenê li hundir; herwiha li derve jî di siyaset û dîplomasiya bi Tirkiyê û bi mijarên siyasî yên li Tirkiyê ve têkildar de ev mijar derdikeve pêş. Mijar ev e, ku ka kê li hemberî Recep Tayyîp Erdoganî bibe namzet?

Desthilatdariya Tirkiyê bi hevkariya nasyonalîst û îslamîstan li ser pê ye. Pratîka hikûmetê jî gorî îdeolojî û daxwaziya van kilîkan tê rêvebirin. Dema meriv ji vê rastiyê ve bi rê keve, ji bo aramiyeke li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê ji siyaseta muhalefeta tirk qet hêvîdar nabe. Ji ber ku partiyên opozîsyona mezin (Hevkariya Mîllet) CHP, ÎYÎP, DEVA, SP û ên din jî hê nikanin siyaseteke bi argûmanten cûda ji yên hikûmeta AKP-MHPê bikin û hê jî programeke demokrasiyekî nûjen aşkere nekirine. Ew ê pirsgirêkên sereke yên Tirkiyê çawa çareser bikin û ji bo vê yekê pêşniyarên wan çi ne, ne diyar e. Ew di derbarê mafên kurdan de çi difikirin û ew ji bo çareseriyê dermanekî çawa amade dikin, ne diyar e. Ew ê ji bo demokrasiyekî nûjen têkiliyên navdewletî çawa sererast bikin û bi taybetî ew di derbarê siyaseta Tirkiyê ya bi dehan salan a dagirkirina axa beşên Kurdistanê yên li Sûriyê û Iraqê de çi difikirin, ew jî ne diyar e…

Muhaleta CHP-ÎYÎPê heta niha tenê bahsa “têkbirina Erdoganî û jinûve bi fonksîyonîkirina sîstema parlamenterîzmê dikin û li hinda vê yekê, di zordestiya li kurdan tê kirin de piştgiriyê didin Erdogan û hikûmeta wî. Wekî din; mijar tenê “gelo namzetê serokkamariyê dê kê be?” ye.

Xeynî beşa muhalefetê ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşengiyê dike, Hevkariya Ked û Azadiyê, heta niha ji Hevkariya Mîlletê helwestekî ku baweriyê bide gel, ku ew ê vê rejîma despot biguherînin û atmosferekî wer amade bikin, ku xelk pê bêhnekê bistîne, nehatiye dîtin. Berovajî hêvîdayînekê, bi gotin û helwestên xwe xelkê bêhêvî dihelin; bi taybetî jî kurdan. Di derbarê mafên kurdan de tiştekî aşkere nabêjin; lê di her zordestî, êrîşkarî û dagirkeriya ku hikûmeta Erdoganî li kurdan dike; piştgiriya xwe jî kêm nakin. Belkî ji Serokê DEVAyê Alî Babacan carinan daxuyaniyên demokratîk bêne bîhistin jî xuya ye, ku bandora gotinên wi hê li siyaseta giştî ya ‘Maseya Şeşî’ an jî ‘Hevkariya Mîlletê’ nake.

Benzer haberler

Muhalefet a ‘Hevkariya Mîllet’ê tenê bi argûmantên Erdoganî û ên berdevkên hikûmeta wî siyasetê dikin û li derûdora mijarên ku ew tîne rojevê çerx dibin. Ne CHP û ne jî hevkarên wê nikanin ji çemberê siyaseta ku Erdogan nîşan dike, derkevin. Eger ‘Hevkariya Mîlletê’ yan jî ‘Maseya Şeşî’ xwe wekî rejîma AKP-MHPê di hişmendiya nasyonalîst-îslamîst de ase bike; wê çaxê ew muhalefetê çi ne? Xelk bi çiyê wan bawer bike? Meriv dikane wiha jî bipirse; gelo Kemal Kiliçdaroglû an Ekrem Îmamoglû namzet bibe; ew ê bikanin çiyê vê rejîmê biguherînin.

Ew ê bikanin kevirekî ji bingeha vê rejîma zordest bikişînin an na? Muhalefet siyaseteke wer dike; ku qey eger Erdogan biçe, rewş ê aramtir be! Gelo eger hişmendiya rejîma tirkperest-îslamîst neguhere Kiliçdaroglû an Îmamoglû bibin serokkomar, ew ê bikanin çi bikin û bikanin çi biguherînin? Kiliçdaroglu belkî derveyî siyasetê însanekî rind e; lê ew jî siyasetmedarekî rejîmeke zordest e.

Kaniya pirsgirêkan bi giştî hişmendiya dewletê ya tirkperest-îslamîst bi xwe ye. Eger muhalefeta tirk tiştekî di derbarê vê yekê de nebêje û programeke çareseriyê bi taybetî jî ji bo mafên kurdan û mafên tevahiya xelkê daneyine holê; kî bibe serokkomarê vê rejîmê, ew ê neçar xwe di pozîsyoneke wekî lîderê rejîmeke zordest a wekî ya îroyîn a Erdoganî de bibîne. Yanî mesele ne tenê namzet e. Mesele çavkaniya pirsgirêkan, yanî hişmendiya rejîma zordest bi xwe ye. Dîvê beriya namzetekî sedem û çareseriya pirsgirêkan bê gengeşîkirin…

İlginizi çekebilir