Fırat Aydınkaya: Taşrakirina Enqerê* 

Bêşik, em zûde memûren îdeolojîyên Enqerê ne. Qet îcaba xapandinê nake, ev bajar ji bo fikr û ramanên me, ji bo armanc û îdeolojîya me navendeke sereke ye. Em li gor Enqerê difikirin, li gor wê dikevin nav hewldanan, heta navnîşana çalakîyên me yên berxwedêr jî Enqere bixwe ye. Bê Enqerê em ne dizanin bifikirin û ne jî dikarin fikra berxwedanê lidar bixin. Ev paytext zûde ye bûye paytexta hişmendîya me ya nûjen.

Heger ev tespît di cîh de be, wê demê di nav fikra me ya Kurdayetîyê, di nav heyata me ya rojane de gelo em dikarin Enqerê bikin taşra? Ji bo mesele baştir were fehmkirin, pirseke din: “navenda Kurdayetîyê û Kurdistanê çima hîn Enqere ye?” “Û çima Enqere hîn jî di nav fikr û ramanên me de cîhekî sereke digire?” Bi ya min ev mijar gelekî girîng e. Ji ber ku ev mesele zêdetir bi rihê xwebûnê ve û bi têkoşîna azadîyê re tekîldar e. Pêwîst e em li ser vê babetê bi baldarî bisekinin.

Mamafîh li gor nivîskarê Hindistanê, Chakrabarty, ji bo hişmendîyeke azad, taşrakirina Ewropayê pêwîst e û bivênevê ye. Heger gelên bindest di bin tesîra fikra Ewropayê de bin, wê demê Ewropa usul û qeîdeya berxwedana gelê bindest jî tayîn dike. Ji ber vê yekê divê di her warî de Ewropa bê taşrakirin. Ya rastî di hişmendîya me de Enqere roleke sereke dilîze. Em hîn jî bê Enqerê nikarin bifikirin û nikarin çavên xwe vekin. Pirî caran em jî wek dewlet û Tirkperestan difikirin. Taşraya me jî, taşraya Kurdayetîya me jî Kurd û Kurdistan e. Çima? 

Wer xuya dike ku ji dema Celadet ji Mustafa Kemal re name şandîye vir ve, çav û berê me li Enqerê ye. Ji wê rojê şûn ve Enqere him ji bo me kirde ye, him bav e, him doxtor e.  Tevî vêya jî xwendevanên Kurd dema hatin Enqerê û ketin nav hewldanan,  Enqere îja bû wek navenda îdeolojîya me jî. Mesela di fîlma Sürüyê ya Yilmaz Guney de Enqerê wek cîhê şîfaxane rava me dide. Di filmê de Şivan, ji jina xwe ya nexweş Berîvanê re dibêje, “Enqere ji hemû nexweşîyan re derman e.”  Her wiha Şivan lê zêde dike û marşa Kemalîstan di guhê jina xwe de dixwîne: “Ankara Ankara seni görmek ister her bahtı kara”. Wer xuya ye ku dema ev fîlm hatîye çêkirin, Enqere ji bo Kurdên xwenda wek dermanxane hatîye fikirîn. Yanê Enqere bûye pharmakona Kurdan: hem jehr e hem derman e. Hunermendê mezin Şivan Perwer wê demê ji bo jehrîya Enqerê, “mala burjuva, stara burokrasî” digot di strana xwe de. Feqet dîsa jî Kurdên xwenda dema li Enqerê bi çepê Tirkan re ketin nav niqaşên îdeolojik ên tund, ji Enqerê dûr ketin. Lê ev dûrketin di warê îdeolojîyê de fikreke stratejîk bû. Xwendayên wê demê digotin em ê Kurdistanê azad bikin, paşê bizivirin Enqerê û em ê ji bo proleteryayê jî Enqerê bînin ser rê. Yanê dema Kurdistan azad bibe, wê kedkarê Tirk jî azad bibe. 

Mirov dikare bêje di vê ramanê de Enqere hîn jî têra serê xwe kirde ye û faîleke qet’î ye. Ji ber ku azadkirina Kurdistanê dibe pêlika çepê Tirkan. Wisa dixuye ku Enqere him di fikra Kurdên çepgir de, him jî di ramanê Kurdên dijmêtînger de cîhekî sereke digire. Çima gelo? Ma di fikra Mandela de wateya Londonê çawa bû? Her wiha Parîs ji bo Fanon dihat çi ma’neyê?  

Mijar helbet ne dîkotomîya navend û taşrayê ye. Mesele cuda ye, kûr e. Pirsgirek bi temamî ev e: Em tekîlîya Kurd û Tirkan çawa dibînin. Di navbera me û Tirkan de tekîlîyeke çawa heye? Li gor tarixê pêwendîya her du gelan çawa tê terîfkirin? Heger em Enqerê wek bav bizanin wê demê Enqere helbet navend e, meskenê dê û bavan e. Dîsa heger em wek metafor a “çerm û neynûk”  bifikirin, çiqas neynûk lî Enqerê bê jêkirin jî, Enqere wê bibe serê me, em jî dibin dest û pîyê wan. Her wiha heger em bi bawerîya biratîya olê, an biratîya gelan tevbigerin, Enqere helbet navenda îdeolojîya me ye. Çimkî Enqere sembola van tiştan e. Ji alîyê din ve derdê me yê hezar salan heger bi demokratîzekirina Tirkîyê çareser dibe wê demê dîsa Enqere bo me şîfaxaneyeke taybet e. Feqet heger navbera her du gelan de hîyerarşîyeke kolonyal hebe, wê demê divê em li ser Enqerê taybet bifikirin û fikrên xwe yên berê jî ji ber çavan re derbas bikin. Heger têkilîyeke kolonyal hebe, Enqere çima hîn qibleya me be?

Problema ku  di nav her du gelan de qewîmîye heger mêtîngerî be wê demê demokratîzekirina Enqerê tê çi ma’neyê? Her wiha demokratîzekirina demokrasîyê wê çawa be? Tê zanîn ku ne Gandi bi demokratîkbûyîna Londonê re eleqedar bû, ne jî Mandela di rêya demokratîzekirina mêtîngeran de emrê xwe feda kir! Dîsa tê zanîn ku gelên Afrîkayê, serdestên xwe dawetî demokrasîyê nedikirin û wek mînak demokratîkbûyîna Parîsê qet di xema têkoşerên Cezayîrê de nebû. Li alîye din,  armanca A. Cesaire ne ew bû ku ala Marksîzmê li ezmana Parîsê bide bakirin. Heta di nameya xwe ya ku ji partîya Komunîst re şandî de, dibêje enternasyonalîzma çepgiran pirî caran dibe maskeya desthilatdarîya spî. Dîsa armanca feylesofê Biko ne oldarkirina Londonê bû. Bi kurtasî heger kevneşopîya gelên bindest wiha be, wê demê em çima xwe seferber dikin ji bo oldartîya Enqerê, ji bo çepgirkirina Enqerê û bo demokratîkbûyîna Enqerê? Çima bo başkirina Enqerê em xwe didin kuştin?  

Dema mirov li ser hîyerarşîya kolonyalîzmê bifikire, bibe nebe teorîya Hegel a meşhur, dîyalektîka “kole-efendî” tê ber çavên me. Her wiha kole li dû azadîya xwe bûne, an li dû demokratizekirina efendîyên xwe? Hege efendî bibe demokrat gelo di qedera kolê de wê çi biguhere? Wek mînak di berhema Shakespeare a bi navê Firtone de, ma Caliban dikare efendîyê xwe Prospero demokrat bike, mumkîn e? Dema keştîya Prosperoyî parçe dibe, camêr çavê xwe li giravê vedike, Caliban xwedîyê giravê ye û bi hemû mêvanperwerîya xwe, xwe ji Prosperoyî re dike paspas. Paşê Prospero dest datîne ser giravê û Caliban dike kole. Di berhemê de ya herî balkêş ew e ku, Caliban dixwaze efendîyê xwe biguherîne an jî ji ser text bixe.  Weke din qet carek jî başkirina Prosbero nayê hişê wî.    

Tarîxa demokrasîyê jî wê fikrekê bide me. Li gor hîn teorîsyenan bi gelemperî cîvata Ewropayê bi xêra burjuvazîyê hatîye demokratîzekirin. Li alîyê din, li gor hinek zanayan jî Ewropa bi saya têkoşîna kedkaran demokrasîya xwe ava kirîye. Mirov dikare bêje di tarîxa gelên bindest de tu car nehatîye dîtin ku gelên bindest bi temamî stratejîyên tekoşîna azadîya xwe bi başkirina serdestê xwe ve girêdane. 

Lê tam di vir de em behsa Marx nekin, qet nabe. Marx mafdar e ku dema qala mêtîngerîya Îngilîzan ya li ser Hindistan û Çînê dike dibêje ancax bi du şertan dawî li vê mêtîngerîyê tê. Yan bi saya têkoşîna gelên bindest, yan jî bi qelsbûna aborîya Îngilîztanê ku êdî nikare mêtingerîyê fînanse bike. Yanê dema mêtîngerîya welatan cêva Îngilîzan vala kir, dawî li vê polîtîkayê hat.  

Di hişmendîya me ya Kurdên bakur de hîn jî rêya azadîya me ji Enqerê derbas dibe. Bê Enqerê em nizanin bifikirin. Pirî caran ji gelek alîyan ve em ji Enqerê sûdê  werdigirin. Em dixwazin Enqerê têkin Misilman, em dixwazin Enqerê têkin şoreşger, em dixwazin Enqerê têkin demokrat. Bihasilî em dixwazin Enqerê têkin keleha rojhilata navîn. Ma gelo Enqere jî van tiştan dixwaze an na? Divê em pirseke krîtîk êdî bipirsin: mixatabên me yên Tirk çi dixwazîn gelo? Hema ne ji bo me, ji bo xwe çi dixwazin? Dixwazin bibin demokrat, misilman, şoreşger, hwd?     

Ya rastî halê civata Tirkan baş dîyar e. Jixwe civata oldar û rastgirên wan bi dewletê re radibin rûdinin. Yên mayî jî çavê wan li dewletê ye. Herkes xwe dide ber sîya dewletê û dewlet bo gelekê wan wek putekê ye. Dema dibin mixalîf demokrasî dikeve bîra wan. Dema dibin desthilatdar jî demokrasîyê dixwin. Ji bo wê jî mirov nikare bi dilê rihet bêje, belê ew jî demokrasîyê dixwazin. Ya diduyan, bi taybet jî di konjoktura navneteweyî de jeo-kultura demokrasîyê di van salên dawî de êpêje şûnve ket. Di qadên navneteweyî de jî demokratîzekirina gelên serdest wek xebateke pîroz nayê xuyakirin. Hele dinya îroj zivirîye ser rengê sersala nozdehmîn û tê zanîn ku sersala nozdehmîn sembola dagirkerî û ya hêzdarbûyînê bû. Ji ber vê yekê di sedsalîya cumhurîyetê de armanca têkoşîna Kurdan tenê demokratîzekirina komarê be, mirov dikare bêje ev hewldan serkeftina cumhurîyetê ya herî mezin e. Ya rastî, ji bo vê stratejîyê tundîya polîtîk jî ne hewce ye.   

Li alîyê din mixalîfên Tirkan hatine cem hev û maseyek ava kirine. Di hişmendîya gelê bindest de û di tarîxa gelê bindest de metafora “masê” çiqas tiştên neyînî heye hemûyan dihundirîne. Di wêjeya antî-kolonyalîzmê de “mase” mêrê spî ye, navdayîna “zencî” û sembola dagirkerîyê ye. Her wiha mase, tayîn dike, te’rîf dike, ferman dike.  Gelên bindest mixatabên masê nabînin tu caran. Dîsa jî ew her daîm li ser masê ne, lê wek menu tên ser masê. Ji wan re paldan nayê veqetandin. Jixwe ew bixwe paldan in.  

Mixabin hîn jî çavê hinek hevalên me li masê ye. Bi dîtina wan, welew kî bi şiklên menuyê be jî, heger bi awayekî em bi masê re têkildar bin, wê mase me geştir bike. Bêşik mirov dikare bêje, divê mirovên bindest wek qehremanên Dostoyevskî tevnegerin û dema ew ji masê an jî ji şahîyê hatine dûrxistin melankolîk nebin. Lazim e wek qehremanên wêjeya antî-kolonyalizmê tevbigerin û pehînek li masê bixin û wê wergerînin.   

Xulase carna dîmen zêde zelal dibe. Di berhema Conrad ya bi navê  “Zencîyê Narcîssus” de sehneyeke gelek bi wate heye. Ji xebatkarên keştîyê “zencî”, li mirovên spî vedigere û dibêje “heke ez nîvmirî nebûma te nedikarî ji min re bigota zencî”. Lê heyf û xebînet ew e ku ahwalê me Kurdan di bersiva vî mirovê spî de veşartî ye: “tu sax bî jî nikarî bibî spî”. Rastî jî halê me ev e bi temamî. Em Masê jî, heta temamîya Tirk, Ereb û Farisan jî serî heta binî bikin demokrat jî dawîya dawî em nabin spî. Çimkî spî bi reşan spî ye. Divê êdî dawî bi “halusînasyonên me yên spî” were.

*Ji bo sererastkirina nivîsê ji Bilal Ata Aktaş re gelek spas.

 

İlginizi çekebilir