Behice Feride Demir: Ulysses; Romana Sed Salê, Sed Sala Romanê

“ Alim e b’daxê fu’dan gezmeyên wan nûn û sadan, Çûne dil hetta bi radan yengiyê reşgoşe ye. „

Cara ewilî min Ulysses li kullîyê xwend. 

 

Ulysses wek gilokeke gotinan li welatan, di nav civakan de û di civatên edebî de dihate bihîstin û ristin. Herkesî li gor xwe jê re nav û nasnamayek werdigirt û belav dikir. Û Ulysses bi nav û naveroka xwe ya giran pervedabû. Wek siruşta xwîneran, pirtûkhezan û derdorên entelektueliyê dihate qalkirin.

Lê disa jî kesî nizanîbû ev pirtûk çi ye, çima û çer hatîye nivîsîn

Di sed sala modern de yekem berhem bû, di navbera xewn û xeyala jîyanê de rastîyeke xwe ya cuda îlan dikir.

Ulysses wek lojistîka bîrbirîya epop û epoka edebîyata nuh xwe rayê dida û nêzîkatîyeke cidî dixwast.

Ev xwestek jî xwedî mafdarîyek rasteqine. Di vê sed salê de: li pişt nivîskar, nivîs, lehengan hikayetên trajîk, peyamên giring hene. Hikayeta jiyana joys à bi zihmet û zelulî, peyamdarîya ulsysessa  netewhez û parastîna welatek bi edebîyatê ve romanê bi serê xwe jî hemû romana vediqetine.

Tevî vê xwastin,guhdarî û  meraqdariyê min jî derê Ulyssesê  vedikir.

Hejmar, stîl, bihîstin û şêweyên  zimanê wê hemû cuda bûn. Ne famkirî bû, ne jî nefamkirîbû. Wek dengekî jî nedî ve di serê meriv de bixwîne, aqil, hesab, mentiq , ziman û şîpa hişî hestên meriv li hev dialîne.

Mirov kengê berde û dest pê bike, dikare bi rehetî bidomîne û bişopîne. Bi van hincetan min tirs û cangiranîya xwe ya derbarê vê pirtûkê de  şikande.

Çend sal derbas bû. Dîsa bihîsitineke din kete rojevê û gerîya. Îja pal û pênase jî bona kurdî bûn.

Wergêreke Kurd ev epope ya edebîyata modern werdigerine kurdî û james joysî bi kurdî jî dikare biaxife.

Sal û  meh li dora vê gotinê bihurîn û heta bi derfetekê min ev werger bi dest xist û xwend.

Xwendina duyemîn li Parisê û bi kurdî bu. 

Yekem tehmm û terîfa Ulysses à kurdî ev bû ku ew mefhûma joysî ji bona Ayerlandîya û çêkiribû, pir li kurdî jî hatibû û kurdî yê jî bi payeberziya xwe ew hesibandibû.

Ew Ulysses a ku ziman û zanistîya edebîyatê ser û bin kiribû, êdî bi kurdî jî bû.

Pirs, tirs, rîsk, meraq û meram gelek bûn. Lê Ulysses bi kurdî li ser rûpelên spî yeko yeko dibiriqîn.

Rojeke Buck Milligan, hezar xem û meremên me girti bûn nav xwe û li me jî hatibû.

Min Ulysses a me ya kurdî, wek nanê di hebanê de, rojê pare ke jê digirt û dixwend.

Di trênê da, li ser kar, li gar an de  bi xwe re gerand. Ev kitêb careke din li Parîsê hatibû dinê lê îja bi kurdî bu.

Ne ayerlendîyan, ne fransîyan ne jî netewên ku berîya me ev epopa Belle Époque a edebiyatê dîtibûn  qasê me li benda wê nemabûn belkî.

Him ziman him jî zemanê me di ber kêra mirinê de derbas dibe û Ji me re raperîneke ji dil û hiş lazim bû.

Lewma ev pirtûka bi kurdî kêra tûj a kû ji hiş û meşa bindestîyê hatibû tûjkirin, herf bi herf, heyf bi heyf dikare bibe kewa soz û raserîya rewşenbirîyek ji me jî. 

NivîskarJamesJoyswergêrKawaNemirWeşanên

Awesta.

√ Çil Çilleyên Parisê √-2023

İlginizi çekebilir