Mihyedîn Nahrîn: Emanet, Neyên Provakasyonan!!!

Bûyerên li Parîsê qewîmî dilê me Kurda şewitand. Dilê me kir perçe perçe. Ev êş û kul bi tu peyvan nayê tasvîrkirin û nayê gotin jî. Gotin sar dimînin û tiştek ya dilê me nikare bîne ziman. Serê me teva sax be û mekanê mirîyên me jî bihuşte ebedî be. Xwedê sebrê bide malbat û nasên wan. Vê êrîşa hovane şermezar dikim.

Li vê dinyayê bi mantik û xwînsarî divê meriv tevbigere. Dema meriv bi mantiq û xwînsarî tevgerîya hemû rê li ber me vedibin û meriv jê îstîfade dike. Lê heger meriv bi xwîngermî tevbigere wê demê îhtîmal heye meriv şaşîyan bike. Şaşîyên me kirî jî dibe ku zerarên nû bîne pêşberî me.

Dema meriv mafdar be divê meriv li gorî heq û hiqûqê tevbigere da mafê xwe bistîne. Lê heger meriv heq û hiqûqê biavêje alîyekî û meriv bêmantiq tevbigere di wir de meriv sûcdar dibe. Ev rewşek bi talûke ye. Dema meriv mafdar be divê meriv ji axaftin û xebatên xwe haydar be da meriv ji mafdarî derbasî alîyê din nebe. Heger em ji mafdarîyê derbasî sûcdarîyê bûn wê demê çû ji me…

Em Kurd tim mezlûm in û tim neheqî li me hatîye kirin. Lê dema em jî mîna wan bibin zalim wê demê tu ferqa me ji hev namîne. Lewma divê em ji mezlûmbûnê derbasî zalimbûnê nebin. Lê timî di kategorîya mezlûmî de jî bisekinin dirist nîn e. divê em li gorî qanûnên dinyayê tevbigerin û li mafê xwe bigerin. Dema me mafê xwe stend wê demê serfirazî û azadî dê bibe para me jî.

Fransa wekî her dewletan loi gorî berjewendîyên xwe tevdigere û dê tev bigere jî. Ev rewşek gelek normal e. Ji bûyerên Rojava û vir de Fransa tim destê Kurda girtîye û her du ji hev re bûne mutefîk. Lewma divê em hay ji îttîfaqa xwe hebin û îttîfaqa xwe xurttir bikin. Ji ber van sedeman divê gelê me yê li Fransayê neyê provakasyonan. Divê ew û destbirakên xwe yên Fransî li gel hev li mafê xwe yê hiqûqî bigerin. Ji ber vê yekê emanet neyên provakasyonan!

Benzer haberler

Ji serokên Fransayê heta parlementeran ev êrîşa hovane şermezar kirin û sersaxî ji me Kurdan re xwestin. Ne tenê sîyasetmedarên Fransayê yên dewletên rojavayî tevde peyamên alîkarî û sersaxîyê ji me Kurdan re şandin. Ev qonaxek nû ye û divê em qedrê vê qonaxê bizanibin. Divê em têkilîyên xwe yên derve xurttir bikin. Çiqasî têkilîyên me xurttir bibin em ê zûtir bigihin armanca xwe. Ji ber vê yekê emanet neyên provakasyonan!

Gelek caran ji bûyerên xemgîn tiştên baş û xweş jî derdikevin. Divê em jî ji vê bûyera dilêş ji hemû Kurdan re rêyek xweşî û azadîyê ava bikin. Ev yek di destê me de ye. Bi îttîfaq û hiqûqê em ê bikaribin bi ser bikevin. Piştî şevê ronahî tê, piştî zivistanê bihar û piştî nexweşîyê jî tim xweşî tê. Divê em li mafên xwe bigerin û ji xwe re rêyên azadî û xweşîyê ava bikin. Ji ber vê yekê emanet neyên provakasyonan!

Fransa dewletek pêşketî û xwedî demokrasî ye. Çareserkirina her tiştî ji hiqûqê derbas dibe. Li dewletên pêşketî bi rêya hiqûq û demokrasîyê divê em li mafên xwe bigerin. Li Fransayê her rê ji me re vekirîye. Lewma karê herî zehmet li vir dikeve ser sazî, komele û sîyasetmedaran. Em ê jî tim li kêleka wan bin û bi rêyên demokratîk em ê meş, daxuyanî û mîtîngên xwe li dar bixin. Bi vê rêyê em dikarin bi ser bikevin. Ji ber vê yekê emanet neyên provakasyonan!

Bi rêya şewitandina hin cîyan û li hemberî polîsên Fransayê tundî tiştekî naxe destê me. Bi vî rengî em nikarin bi ser bikevin. Ev yek dê zerarê bide îttîfaqa me. Divê em îttîfaqa xwe xira nekin û wê îttîfaqê xurttir bikin. Ji ber vê yekê emanet neyên provakasyonan!

Hin Kurdên me, yên tiştên şaş dibêjin û parve dikin helbet hene. Dibe ku ev kes zanyar, hunermend an jî sîyasetmedar bin. Heger li hemberî Fransayê û Fransîyan we provake bikin emanet bi gotina wan nekin. Ji ber vê yekê emanet neyên provakasyonan!

 

İlginizi çekebilir