Mihyedîn Nahrîn: Jin û Pisîk, Mêr û Kuçik

Çawa pisîk û kuçik ji hev cuda bin hewqasî jin û mêr jî ji hev cuda ne.

Çawa pisîk û kuçik tim dijminatîya hev dikin hewqasî jin û mêr jî dijminên hev in.

Çawa pisîk û kuçik şer dikin hewaqasî jin û mêr jî şerê hev dikin.

Pisîk çawa azadîxwaz bin jin jî mîna wan azadîxwaz in û li hemberî qefesan derdikevin.

Kuçik çawa gîyankole bin mêr jî mîna wan gîyankole ne.

Jin û Pisîk

Pisîk ji zemanê berê ve heta niha tim sembola esalet, keybanû û xwedavende bûne.

Kengî keybanûyek poz dabe rengvanan li kêleka wê tim pisîkek jî heye. An jî gelek caran Xwedavend li gel pisîkan têne xêzkirin. Bi vî alîyê xwe ve pisîk ji bo jinan tim bûye sembolek.

Pisîk hem di mîtolojî û hem jî di dîrokê de ji xwe re cîyek saxelem çêkirine. Li her derî derdikevin pêşberî me. Di zemanê berê de Sfenks (gewdeyê sfenksan ji pisîkên mezin dihat çêkirin. Serê wan mîna yê însana ye. Baskên wan jî yê eyloya ye) dihatin çêkirin û ji wan Sfenkasan du heb danîn ber derîyê têketina bajêr. Da bajar ji xirabî nexweşîyan bên parastin. Ev çanda qedîm dema Şaredarîya Bajarê Amedê di destê me de hebû hatibû zindîkirin. Li ber têketina şaredarîyê du heb Sfenks hatibû danîn. Lê mixabin ew her du sfenks me ji xirabîyên hovan ne parast û şaredarîyên me ji dest çûn. Werheasil kelam li her derî pisîk derdikevin pêşberî me û bi hebûna xwe mal û bajaran mîna jinan diparêzin. Çawa paqijî û avakirina û mudafakirina malê di destê jinan de ye di dîrokê de jî heman tişt para pisîkan bû.

Dema tu ji pisîkekê hez dike, jê re gotinên xweş dibêje û pê re eleqedar dibî xwe hewqasî nêzî te dike. Hezkirina pisîkê mîna normên Hammurabî ye. Tu çi bikî ew jî wê dike. Tu çiqasî jê hez bike ew jî ji te hewqasî hez dike. Dema hezkirina te kêm bû an jî tenê ji bo kêlîyekê te pisîk vala hişt hema di cî de pisîk berê xwe ji te dizîvirîne û berê xwe dide alîyek din û bi rêya xwe de dimeşe. Pisîk tim eleqeyaê dixwazin. Dema tu bi wan re leqedar nebî dest bi neperûşkan dikin û canê te diêşînin. Ti carî ji gotina “nayê” fam nakin. Divê meriv tim ji wan re bêjê “erê”. 

Heman tişt ji bo jina jî derbas dibe. Jin tim eleqayê dixwazin. Her daîm gotinên xweş dixwazin. Her tiştî dixwazin û her demê ev daxwaza wan zindî ye. Her daîm dixwazin mêr ji bo wan romantîk be. Dema kêlîyekê ji van tiştan mehrûm man hema di cî de wekî pisîkan neperûşkên xwe derdixin û canê hevalê xwe diêşînin. Berê xwe didin alîyekî din û wekî pisîkan çavsorî nankorîyê dikin. 

Pisîk û jin gelekî dişibin hev. Her du jî dizanin xwe çê bikin. 

Her du jî dizanin xwe xwînşêrîn bikin.

Lê ji bo tiştekî biçûçik dikarin dinyayê xira bikin. 

Jin û pisîk di her temenî de xwedî esalet in.

Jin û pisîk di her temenî de bal dikşînin ser xwe û timî jêhatî ne.

Mêr û Kuçik

Kuçik bi qasî pisîkan xwedî esalet nîn in. Tenê di dinê de hin cînsên wan xwedîesalet têne qebûlkirin lê wekî din kuçik mîna berdûşan jîyanek stoaîst dijîn.

Kuçik di tabloyên rengvanan de bi piranî li gel zilaman û di nêçîran de hatine xêzkirin. Bi sadiqkbûna xwe tim bal kişandina ser xwe. Dema tu gezek nan bidî an jî carekî jê re keyfa xwe bînî û serê wî miz bidî timî di keve nbin xizmeta însanan de. Kuçik tim gîyankole ne. Dema carekî ben kete stûyê wan bi kêfxweşî wî benê koletîyê di stûyê xwe de digerînin.

Kuçik dema bû kole an jî xizmetkar tu çiqasî neheqîyê lê bikî jî dengê xwe dernaxe û tim berê xwe dide xwedîyê/a xwe.

Li ser sadiqbûna kuçikan gelek çîrok hatine qeydkirin û gelek fîlm (Hachiko: A Dog’s Story) jî hatine kişandin. Meriv gotinên xweş ji wan re nebêje, xwarinên xweş nede wan û dîyarîya wan re nekire jî kuçik dîsa hezkirina xwe dewam dikin. Kuçik mîna pisîkan nakorî û çavsorîyê nakin.

Heman tişt ji bo mêran jî derbas dibe. Mêr jî mîna kuçikanin û mîna kuçikan dijîn. Dema yekê ji wan re gotinek xweş got an jî ji şerbata lêvan carek ava jînê da wan tim dibin evîndarê wê. Bi evînek saxlem gîyanê xwe teslîmî yara xwe dikin. Çiqasî neheqî bête kirin jî mêr dîsa rûyê xwe ji yara xwe venagerin. Mêr di hezkirinê de mîna kuçikan xwedî gîyankole ne.

Çawa kuçik malê û candarên malê diparêzimn mêr jî wisa mal û malbata xwe diparêzin.

Çawa kuçik  sadiq in, mêr jî mîna wan sadiq in.

Çawa kuçik li xwe nanêrin; pîs û genî ne. Mêr jî mîna wan li xwe nanêrin; pîs û genî ne.

Çawa kuçik ji esaletê dûr in, mêr jî mîna wan ji esaletê dûr in.

Lê helbet her tiştê hatî nivîsandin ji sedî sed rast nîn e. Jinên mîna kuçikan hene û zilamên mîna pisîkan. Ev jî me dibe çîroka Ezda û Melekê Tawûs. Çîrok wisa ye:

Ahûramazda (Ezda) rojekê ji rojan gazî Melekê Tawûs dike û jê re emir dide, dibêje: “Min wezîfeya xuliqandina dinyayê daye te. Here û dinyayê biafirîne, bila di hundirê wê de şînahî, insan û heywan hebin.” 

Melekê Tawûs ji hizûra Ezda derdikeve û dest bi wezîfeya xwe dike. Wezîfeya xwe di şeş rojan de diqedîne. Gava wezîfeya wî diqede diçe hizûra Ezda û jê re dibêje: “Min wezîfeya xwe anî cih ezbenî.” 

Ezda berê xwe dide dinyayê û lê dinêre. Dibîne ku di dinê de hejmara heywanan ji ya insanan zêdetir e û bi piranîya heywanan li Rojhilata Navîn kom bûne. Ezda cardin ferman dide Melekê Tawûs û dibêje: “Li gellek cihên dinyayê lê bi piranî li Rojhilata Navîn hejmara heywanan ji ya insanan zêdetir e. Here ji wan heywanên ku te afirandine hinek ji wana bike insan.” 

Melekê Tawûs cardin bi hurmet ji hizûrê derdikeve û tê dinê. Li dinê wekî Ezda ferman dayî ji heywanên ser rûyê erdê insanan çêdike.  

Dibêjin ku ji wê rojê heta niha di nava komên insanan de lê bi piranî di Rojhilata Navîn de insanên heywanî hene. Her çiqasî bi şekil bûbûn insan jî lê bi tebîet nebûne insan û ji insanetîyê dûr mane.

Gelek caran jinên/mêrên ji însanetîyê dûr û mîna pisîkan xedar derdikevin pêşberî însanan.

Gelek caran jinên/mêrên însanên baş û mîna kuçikan sadiq derdikevin pêşberî însanan.

Divê merib însanên derdora xwe baş bineqîne û wan wisa têxe nava jîyana xwe. Lê em însan heta tecrûbeyê tecrûbê nakin fêr nabin. Lewma em şaşîyan li ser hev dikin û emê bikin jî. Dema meriv dît rêya meriv tê de şaş e û rêhevalên me xirab in. Divê meriv rê û rêhavleên xwe xwe biguherîne.

Emanet qencî û başî…

 

 

İlginizi çekebilir