Halil Dalkılıç: Kembera erebî û kemberên Tirkiyê; Bêkurdkirin!

Ber bi zivistanê ve ye, lê hewayê siyaset û dîplomasiyê hê jî pir germ e. Bi taybetî jî li serê kurdan ewrên reş û hewayê mijdar qet kêm nabe. Kurd li her çar hêlên Kurdistanê di bin êrîşên dijwar de ne û ji mafên mirovî ên herî normal bêpar in…

Tirkiye li Bakur kurd bêyî deng û nefes hiştine; hinek beşên Başûr û Rojava dagir kiriye û dixwaze vîna kurdan a ku pê statûyekî siyasî ava bikin û deriyê aramiyê vekin, ji holê rake. Îran jî him li Rojhilat û him jî li Başûr dixwaze jiyanê ji kurdan re bi jehrî bike. Tirkiye û Îran bi hevdemî li ber çavên cîhanê di êrîşa çilmisandin û lewazkirina jiyan û hêviyên kurdan de ne.

Rêveberiya Tirkiyê tehdîdên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî kurdên Rojavayê bi rojane dewam dike. Serokê Tirk Erdogan her roj gefan li kurdan dike, ku “kurd ji sînorên Tirkiye-Sûriyê ber bi başûr ve 30 km vekişin.” Erdogan daxwaza xwe ya guhertina demografiya herêmê jî aşkere dike, ku ewê kurdan ji wan deran derxînin û li şûna wan bi ereban dagirin.” Gorî Erdogan, “ji xwe ew herêm ne gorî jiyana kurdan û kurdewariyê ye!..” Rejîma Sûriyê heta îro nikanî pêk bîne, lê rejîma tirk bi israr e…

Ji destpêka şerê li Sûriyê heta niha nêzî du mîlyon penabêrên ereb ên hemwelatiyên Sûriyê li ser xeta binxet-serxetê; li Kîlis, Dîlok, Riha, Mêrdîn û li bajarên din ên Bakur ên li derdorê hatine bicîkirin. Wekî tê zanîn; Efrîn jî bi giştî di destê terorîstên cîhadîst ên hevkarên arteşa tirk de ye. Tirkiye wekî ku li Efrînê pêktîne; dixwaze li bakurê Rojavayê bi avakirina kembereke erebî ya mayînde a bi 30 km’yî rastiya Rojava, hebûna kurdên li wir û şopên kurdewariyê ji holê rake.

Benzer haberler

Eger ev proje pêk were; piştî wê belkî xeta di navbera Bakur-Başûr de jî dê bi ereban an jî bi komên din ên wek pênaber têne Tirkiyê ve bê dagirtin û kurdên her du parçeyan ji hev werin dûrxistin. Ji xwe projeya Tirkiyê ya qutkirina têkiliya Başûr û Rojava jî bi avakirina deriyekî nû li 10 km rojavayê deriyê Xabûrê, li gundê Korava (Ovakoy) ya Sîlopyayê hê di rojevê de ye. Tirkiye bi vî projeyî dixwaze dîrekt bi Bexdayê re xetekî rê ava bike. Helbet armanca wê ya bi vî projeyî avakirina kemberekê di navbera Başûr û Rojava de û ji hêla aborî ve bênefeshiştina kurdên Başûr û Rojava ye…

Opozîsyona Tirkiyê (Hevkariya Mîlet an jî Altili Masa-Maseya Şeşanî) di polîtikaya dijkurd a hikûmeta Erdogan de bi giştî piştgiriyê dide hikûmetê û bi hikûmeta îslamî-nijadperest a AKP-MHPê re dikeve pêşbirka neteweperestiyê. Di derbarê êrîş û dagikeriya hikûmetê ya li ser Rojava, her şeş partiyên tirk ên opozîsyonê yên ‘Altili Masa’yê ev daxuyanî belav kirine: “Di siyaseta derveyî de ewlekariya me ya netewî berî her tiştî ye û em têkoşîna li dijî terorê ya hêzên me yên çekdarî û hêzên me yên ewlekariyê teqdîr dikin û bi minet pêşwazî dikin…” Ji xwe di pêşnûmaya makezagoneke nû ya opozîsyonê de bahsa mafên kurdan jî nayê kirin.

Di projeya Tirkiyê ya bêkurdkirina Kurdistanê de xeynî kurdan kesekî ku dengê xwe hinek bilind derêxe xuya nake. Cîhana rojava (Amerîka û Yekîtiya Ewropayê) û Rûsya gorî berjewendiyên xwe helwestê nîşan didin. Xema kurdan û mafên mirovan xema tu kesî nîn e. Ji xelkên tirk, ereb û faris tu organîzasyonên xurt û bibandor ên ku bi kurdan re hevkariyê bikin jî tune ne.

Kurd neçar in, serê xwe bi xwe bixurin. Bo wê jî perspektîf û motîvasyoneke netewî, dîplomasiyekî rasyonalîst û hevkariya siyaset û rêxistinên kurdî ên civakî pêwîst e. Heta ku helwestekî wer ê nû neyê nîşandan, jixwe Tirkiye û Îran li ber çavên mirovahiyê Kurdistanê ‘bêkurd’ dikin. Eger wer dewam ke belkî serîxurandin jî feyde neke…

İlginizi çekebilir