Behice Feride Demir: Li ser Golda Meîrê çend têbinî

Heger nivîsarîya bîranîn û biyografîyan nebana wê dirok ji giranîya xwe birizîya. Gelek kesayetîyên dirokê jî wê bê temî û bê wesîyet bimana. Nivîsandina biranîna an jî biyografîya jî bona xwedîyê xwe wesîyete, jî bona dîrokê jî materyaleke. Her du jî pir cara ji kûrte çirokan an jî hikayetan çêtir tesîr dikin.

Fexriya Adsaya kû xwedî kullîyatek jî wergerên dîroka cihûyane,çendek berê  berhemek bîyografîk li ser jîyana Golda Meîrê bi navê my Life ji ingilizi wergerande kurdî û pirtûk bi navê Jîyana Min-Golda Meîrê, ji weşanên avesta ye derçu.

Hîna çilê pirtûkê derneketibû li rojhilata navîn tevlihevîyek din derket. Helbet di navbera Golda Meîrê û rewşa rojhilata navîna îroyîn de direkt eleqeyek nîne. Lê li heremê teyreke perê xwe biweşîne jî israîlê tê zanîn  û hemu çav vedigerin ser israîlê.

Di serî de pan erebî, pan parsî û pan tirkîzm di her firsendê de sîyonizm û israilê wek maka xirabîya nişan didin û heremê li derdora vê populizmê tevlihev dikin. Ya ku van klîkan dike dostê hev û dujmînê israilê çîye ?

Ecêb dewletek ,piçûk û tevî neh milyon welatîyên xwe çer dikare bibe tirs û eksa milyarek Cînarên xwe yên xwedî bi dehan dewletî?

Helbet mirov dikare pirs û bersivên cihê cihê bide,lê kareset û feraseten dîrokî encax  jî şahîden wê derê ,wê serdemê, wê dersê û wê derûnîyê dikarên bên tomarkirin. Çavderî û ceribandinên  kesen kû di wan buyeranda bune leheng an jî lider tenê dikarin doneyên bersîvandinê bidin pirsên iroyîn.

Wer xuyaye jî Golda Meirê û Jiyana bêhtir jî hîna kes nikare bersivek têr û tijî bide Ji bo realita rojhilata navîn. Lewra Golda Meir, ji şênîkîrîna israilê vê bigre heta mirina xwe di politika cîhanê,israilê û jiyana israilîyan de bênavber cîh girtîye. Rewîtiya bi Ben Gourion, Levî Eşkol, Moşe Şaret , David Remez re li israîlê destpêkirîye bi  Nixon,Kruschev ,Cemal Ebdulnasir,Henry Kissinger,Enver Sedat,Qral Huseyin û gelek diplomat û liderên cihanê re  domandîye. Wek diplomatek dewleta xwe di nav her buyerê de bi aqîl û insiyatifek diplomatik pêşêngî kirîye.

Golda Meir, jîyana xwe bi xwe nivîsandîye. Çer jîyaye wer nivîsandîye.  Bi awayek biyografîk,bi şêweyek  sivîk,zelal,xemgin û bi anorek netewparêzî di derbarê xwe de gelek anekdotên taybetî û malbatî ji parvekirîye. Bê kompleks ,ji zîman dirêjîyê dûr û wek jineke rasyonel, bi xwebawer, xwedî aqlekî dewletî,bi exlaqek kur dîroka xwe nivîsandîye. Ji xu jiyana wê dîroka welatê wê bi xwe ye.

Lewma ji meriv nikare kesayetîya Golda Meirî bi peyven piçûk, mitolojik, wêjê yî an bi qestek xwedayane filan bevan bide nasin. Golda Meîr jineke pir rasyonalîste, rasyonelbûna wê ji bawerîya wêya bi siyonizma sosyalist û dewletek demoqrat tê. Di ciwantîya xwe de sîyonizma sosyalist di pejirîne û hemû peykên xwe bi vê stratejîyê ve girêdide. Bi sê tişta dijî: vegera filistînê,netew dewletek bi hêz û pêşerojek demoqrat, aşîtixwaz. Van pîvana li her derê di parêze û pê bawere lê ne bi nijadî,partîzanî,an jî bi fantazîyên atmosfera rojhilatîyan.

Meir,Ji malbatek cihûyên kievî ye. Di malbatek pir feqîr de tê dinê.Him dixebitê ,him dixûnê.Jî ber pêlên antisemîtizmê ku li avrupa yê hey diçe gurdibin, malbata wê koçî dewletên yekbûyî dike. Piştî çend salên li amerîka yê îja bi malbatî koçî filistînê dikin. Ya kû Golda Mayersonê dike Golda Meir jî salên li filistînê ne. Ev vegera filistîne ne tene vegera malbate ke ye. Ev veger wê biba Şênkirîn û şixûlandina fikran, xeyalan, têgihîştîna çendin Lider û qedera milyonan. Vegera siyonê, daxwaza dewleta cihûya û siyonizma sosyalistî di nav demê de dibe idealên berserê Meirê û hevalên wê. Lê dîrok jî bona ideala zevîyek bi dirike. Meir û hevalên xwe jî ji vê zevîyê bê şer, tekoşin, zihmetî û mirînê bi rihetî derbas nabin.

Mirina kû tê ber derê wan ne bi awayek normale. Helbet li filistînê  gengeşîya bi ereban re didome. Lê tehdita mezin li avrupa yê kom dibe û pêl bi pêl li qeraxê sîyona bê pişt dixê.Antî semitizm li kolanê avrupa yê û rusya yê hey diçe bilind dibê, nazî û alikarên wan dest bi progroma, komkirina cihûyan û avakirina qampên mirînê dikin. Xilaskirîna cihûyên li derveyê israîlê dikeve pêşîya avakirîna dewletê û xwe parastîna li filistînê. Meîr û hevalên xwe bi hemû derfet û xireta xwe dixazin rê li ber kareseta nêzîkî gelê wan dibe bigrin. Diplomasî,hişyarî,lava,heta heta  daxwaza şerê li dijî nazîyan bile pêşnîyarê  paytextên mezin dikin,mixabin bersiveke ciddî nagrin ji wan navendan. Lê dîrok wê Golda Meirê û hevalbendê wê mafdar bike û wê jenosîdek mezin di serê cihûyan re derbas be. Holokost diqewime, şeş milyon cihû tên kuştin. Piştî holokostê Netewên Yekbuyî daxwaza dewletek cihûyan qebuldike. Êdî dewletek wan heye lê jêra zagon,pere,ordî û sazî lazimin. Meîr wê demê nûnera partîya sîyonista sosyalîstê, dora ewîlî dibe yekemin sefîra jin û diçe sovyetê. Paşê dibe wezîra berevanîyê û wezîra karê derveyîn. Golda Meîra ku di gelek dem û biryarên jîyanî de cîh çareserî temsil kirîye  vê carê bi serok wezirtîyê tê wezifedarkirin. Ew stêrka welatê xwe ye êdî. Gel pê bawere,dewlet jê piştrastê diaspora bê qaîlê.

Dibe Seyêmin serok wezîra cîhanê. Lê ne serok wezîra sistemek  runiştî,sermîyanek dewlemende. Mil bi mil bi hevalên xwe ra dixebite. Xwe digihîne her karî, li qada şer stratejiste, li New-York ê diplomate, li tel avîvê endezyare, bi bazirganên diaspora xwe ra hesapkare. Ji bona dewletek serbixe çî lazim be Golda Meîr li ber serê wi karîye. Bi dehan cara tere ber nigê burokratên ereban, tu carî jî aşîtîyek mayînde dest bernade.

Meîr di pirtûkê de di derbarê aktorên vê demê de jî analîzên balkêş dike.Li gor analizên Meîrê: şerê heremê jî ber eksa liderên ereba hatîye ber neçarîyê û piştgirîya Rusya yê û bûrokrasîya di milletên yekbûyî de cûret dayê kralîyetên ereba .

Dîsa Meîr bi berfirehî behsa şerê şeş roja, sîna û Yimkipour ji dike û piştî serkeftînên israilê liderên ereban  mesela filistînê çawa kirîne kartek propoganda hûndurîn û derveyîn.

Gava meriv li jîyana Golda Meîrê dinêre Ji jiyaneke bêhtîr avakirina dewletek û kom kirina neteweyek çawa hatîye damezrandin dibine. Helbet Em kurd  vê peyvê tiştê wek dîstopîya dibînîn. Lê na!

Jîyana Golda Meîr û diroka cînarên me yên heri demoqrat û serkeftî ispat kirîye kû her utopia mimkûne heger mirov bixaze. Du hezar sal jî derbas be mimkûne.

Bê utopia nemînin! Li Golda Meîrê guhdarbin!

İlginizi çekebilir