Mihyedîn Nahrîn: Ji Axê Dîsa Ber Bi Axê ve

Li gorî Navajoyan Di binê rûkê zemîn de çar dinyayê din jî hene. Bi rêya derz û şikeftên li ser rûkê zemîn meriv dikare derbasî wan cihan bibe an jî ji wan cihan derbasî ser erdê bibe. Di zimanê Navajoyan de ji bo rûkê zemîn ‘Naestsan’ e. Wateya wê jî ‘Jina dirêjkirî’ ye. Rûkê zemîn ango dinya ji bo Navojayan dayîk e.

Dî mîta Navajoyan de berê ser rûkê zemîn vala bû û însanan di binê zemîn de di wan çar welatên din de dijîyan. Rojekê însanekî binê zemîn ji derzên (terkên) cîhana binê erdê derdikeve û leqayî drûkê xemîn tê. Li ser rûkê zemîn xezalekê dikuje û tevlî goştê wê vedigere binê erdê. Ji însanên wê derê re behsa dinya nû dike û dibêje: “Min ev ajal li wê derê dît û kuşt. Cîhana me tarî ye û qet ronahî nîn e lê li wê derê ronahî heye.” Bi însanên cara pêşî derketî ser rûkê zemîn însanên din jî pê re derdikevin ser rûkê zemîn û li vê dinya nû însan belav dibin.

Di hemû çîrokên mîtoljîk de çi yên semawî bin û çi jî yên din bin li gorî bawerîya wan em însan ji axê hatine û em ê dîsa li axê vegerin.

Di eşîra Umatîllayan (Çermsor) de remildar Smohalla heye û ev remildar li dijî ajotin û çandina axê dike û dibêje: “Ax dayîka me ye. Dema em axê diajon em dayîka xwe  birîndar dikin. Dema em gîya, fêkî û heşînahîyê wê jê dikin em zirarê didin pora wê. Ez nikarim zerarê bidim dayîka xwe. Heger ez zerarê bidim wê û dema ez mirim ew ê min hembêz neke û laşê wê dê min qebûl neke.”

Ev rewşa dayîkbûna axê li gelek cihan derdikeve pêşberî me. Ax wek laşê dayîkê tê qebûlkirin û nebat û darên li ser wê şîn tên jî porên wê ne.

Bi çi awayî be bila bibe. Ha em ji binê erdê (ji zike dayîka axê) ha jî bi destê Xwedayekî ji axê hatibin strandin. Li herî tê qebûlkirin ku em bi axê ve girêdayî ne. Em ji axê hatine û rawestgeha me ya dawî dê ew der be. Herî dawî em ê dîsa li axê vegerin.

Li gelek cihên dinyayê û li Kurdistanê hin cihên pîroz hene. Jinên ducanî nabin diçin wan cihên pîroz û li wê der carna şevekê derbas dikin û ji bo rûhê zarok têkeve bedena wan li wê derê îbadetan dikin. Gelek caran ji cihên pîroz (Axa pîroz) axê tînin û wê didin jinê. Dema jin ji wê axê dixwe an jî dema diçe li cihên pîroz dimîne û îbadet dike ducanî dimînin. Di vir de bi eşkere xuya dibe ku jinên ducanî nabin an jî civak ji bo jin ducanî bibin hewara dighînin Dayîka Mezin (Dayîka Axê). Dema jin xwe dispêrê laşê dayîkê dayîkê tovê jîyanê jê re dike dîyarî.

Jîyan ji axê dest pê dike û dîa li axê vedigere. Sîsik/dendik/tov dikeve nava axê (malzarok) di nava axê de piştî demek şûn de hêdî hêdî mezin dibe û herî dawî axê diqelişîne (zayîn) û derdikeve derve. Ji axa ku sar dixwîye jîyan çê dibe. Çêbûna me însanan jî bi vî rengî ye. Zilam spermên xwe dişîne cihê malzarokê û li wê derê hêka jinê spermê hêbêz dike. Ji vê gihaştinê hêdî hêdî zarok di hundirê zikê dayîka xwe de dikemile û dema wextê xwe temam dike ji zikê dayîka xwe derdikeve û dikeve hembêza wê. Wisa dixwîye ax ‘Dayîka Qedîm’ e û jinên ducanî (dayîk) nûnerî Dayîka Qedîm in. Her du jî diafirînin û her jî Xwedayî ne (Jin Niv-Xwedayî tên qebûlkirin).

Li hin cihên dinyayê, piranî li Sibîryayê dema zarok tên dinê wan deynin ser rûyê axê û pêşî ax zarok hembêz dike. Bi vî awayî di navbera zarok û Dayîka Qedîm ew rewşa mîstik bi qewettir dibe. Pişt re jî zarokê ji ser rûyê axê radikin û didin ber destê dayîka wê. Dayîka wê zaroka xwe hembêz dike.

Di dawîya jîyanê de tiştên ji axê çê bûne dîsa li hembêza dayîka xwe vedigerin. Dema însan dimire em laşê wan dispêrin axê. Em wan teslîmî dayîka qedîm dikin. Dayîka qedîm wekî her dayîkî ew jî zarokên xwe cardin û cara dawî wan hembêz dike. Dema termê însan dişewîtinin wê xwelîya dîsa li li ser laşê dayîka qedîm belav dikin. li cihên em tên dinê rewşek mîstîk heye û em bi wî cihî ve girêdayî ne. Meriv berê xwe bi ku derê jî em girêdana me ya mîstîk dewam dike. Ew girêdan heta em xwe dispêrin laşê Dayîka Qedîm dê dewam bike.

Ji ber van sedema ye em li ser kîjan axê (welat) hatibin dinê û em çiqasî gerîyabin jî em dîsa dixwazin li cihê xwe vegerin. EM tim dixwazin meskenê me yê pêşî bila bibe meskenê me yê dawî. Lewma însanên dimirin bi piranî wan tînin û li cihê ew hatine dinê têne veşartin. Hem gîyanê wan û hem laşê wan bi gihaştina dayîka qedîm pir kêfxweş dibe.

 

İlginizi çekebilir