Mihyedîn Nahrîn: Li ser albûma Hêja çend pirs û bersiv

Hunermend dema dest bi afrandinê dike êdî sekin ji wan re tune ye. Dema neafirînin aciz dibin û ev yek bêhtir rê li ber afirînerîyê vedike. 

Hêja albuma pêşî weşandibû û niha jî albuma duduyan weşand. Ew ê hîn gelek xebatên hêja bike. Her diçe rêyê xwe nûtir û her diçe rêya xwe firehtir dike.

Li ser albuma nû me çend pirs ji Hêja kirin û wê jî bersiv da pirsên me.

 

Pistepistek dikare bilind bibe? Pistepista kî bilind dibe û ya kî tune dibe?

Ya rast pistepist ji axaftinê girantir e. Dengekî wisa ye ku mere nikare pir dirêj derxe. Çimkî qirika mere pê diêşe. Ev him bi awayê fizîkî wisa ye him jî ji alîyê sembolîk. Û di eslê xwe de pistepistek nikare bilind be. Lê ez wê dixwazim. Kurdistanek azad mesela. Pêkan e an na? Ne xema min e. Ez wê dixwazim. Min helbesta Şêrko Bêkes ya bi navê pistepistek kir stran. Di wê helbestê de em çîroka  Hemokê biçûk yê boyaxçî dibînin ku di ber xwe de dike pistepist. Bêkes xwestîye pistepista Hemo bilind bike, ez jî alê ji destê wî digrim û bilind dikim. Hemû ji bo Hemokên Kurdistanê ye. Di vê navberê da doh ne pêr salvegera mirina Şêrko Bêkes bû. Xwezî ew jî sax ba û li pistepistek bilind guhdar bikira.

Pistepista bêkesan dikare tune jî bibe û bilind jî bibe, û ewên nebêkes jî, ji xwe nakin pistepist, ew dikin barabar.

 

Tu jî pênaberekî ji welatê xwe dûr î. Gelek însan dixwazin lêxin û ji vir herin. Gelo çûyîn zehmet e an jî mayîn?

Zehmetîyên çûyinê jî heye, yê mayinê jî. Berî hertiştî divê were zanîn ku pozîsyona pênaberîyê hertiştê mere ji mere distîne. Mere dibe sifir. Mere dibe yek ji wan bîyanîyên li welatekî ku li wir nayên xwestin. Dema Tirk me naxwazin em dibêjin cehnima wan kirîye. Ev der welatê me ye. Lê dema Alman mere naxwaze ne ew qasî hêsan e ku mere bêje cehnima wan kirîye. Tu hatîyî welatê wan. Helbet civaka Alman ne bi qasî civaka Tirk faşîst e. Ji alîye aborî jî jîyana Ewrûpa hêsan e. Wek mînak li Almanya kes bêkar namîne. Piştgirî ji bo huner û zanyarîyê heye. Lê welatê mere jî welatê mere ye.

 

Tu di stranê de dibêjî: “Mirina nava avê, xweştir e ji vî halî”. Gelo mirin ji bo însanan dibe bersivek e an jî aramîyek?

Piştî ez ji hepsê derketim û cezayê min hat pejirandin. Divîyabû min biryarek bida. An 5 salan têkeve hepsê û li welatê xwe bimîne. An jî here wê rîya bêveger. Dibe ku yek li ser rê bimre jî. Lewma min ew peyv bi vî rengî nivîsand. Dûre ez li Alan Kurdî fikirîm. Mirina wî di heman demê de bû. Ez li dayik û bavê wî fikirîm. Mere nebêje “mirina di nav avê xweştir e ji vî halî” mere zarokê xwe tîne ser wê rîya xetere?   

 

Te di stranê de bi wêrekî gotîye: “Mala Xwedê ne ava”. Dema te ev hevok nivîsand û te bi lêv kir û kire stran qet ji rexneyên dê bên tirsîyayî?

Ez hinekî tirsîyam ya rast. Navê stranê jî ewil Xwedê bû. Dûre min got ez wê mijarê pir nekirpînim. Mesele îsyankirin e. Lê tirs nikare min bisekinîne. Helbet ev tirs ne tirsa rexneyan e. Tirsa dilhiştina oldaran e. Û dema ez li Alan Kurdî difikirim. Ez dîsa dibêjim “mala xwedê ne ava.”

 

Çima “Mala Xwedê ne ava”? Yên zilmê dike evden wî ne an Xweda ye û an jî her du ne?

Xwedê heye an tuneye ez nizanim. Lê ên zilmê dikin helbet mirov in. Û sîstem jî vê zilmê qebûl dike. Divê mere hertim şikir ji xwedê bike. Bes di rewşa me ya îroyîn de tiştekî ku mere şikir bike heye gelo? Di stranê de herwiha ez dibêjim ne ser sera û ne çava. Di wê stranê de yek dikeve nav avê û dimre. Alan Kurdî mir. Em bejin çi? Mala xwedê ava an ne ava?

 

Li dinê gelek alav û enstruman hene lê te gotîye: “Meytê min têxin nav gîtarê”. Di nav hewqas tiştan de çima gitar?

Wê demê min hê nû dest bi gîtarê kiribû. Herwiha min ew stran jî bi gîtarê çêkir. Û ez pir li ber diketim ku ez ê nikaribim gitara xwe bi xwe re bînim Almanya. Heke ez bihatama girtin û tiştek bihata serê min, wê ev stran bimaya. Lê tiştek bi min nehat. Bes her roj gelek însan li ser vê rîyê dimrin.

 

Te strana ewil weşand, stranên mayîn dê kengî bên weşandin?

Em her roj yekê li ser Youtubê diweşînin. Lê hemû albûm niha li ser platformên dîgîtal e. Spotfy û Apple Music û hwd. Mere dikare ji ser Bandkamp albûma min bikire jî.  Wê demê pere hûn didin bi piranî digihêje min. 

 

İlginizi çekebilir