Halil Dalkılıç: Ji Lozanê heta Zaxoyê…

Li ser peymana Lozanê 99 sal derbas bû, lê rewşa polîtîk a li Rojhilata Navînê hê jî mîna ya wê çaxê (24.07.1923) ye. Tirkiye û Îran ji ber mîrasên ‘dewletbûn’a xwe û bi piştgiriya hevkariya navdewletî li ser pê bimînin jî; 99 sal e, ku ji ber hişmendiya rejîmên xwe yên paşverû û ne demokratîk bi heman pirsgirêkên siyasî û civakî ve mijûl in. Dewletên Iraq û Sûriyê yên ku ji hêla dewletên mezin ê wê çaxê ve bi awayekî ‘çêkirî’ hatina damezrandin, hê jî nikanin xwe wekî dewletên nûjen organîze bikin. Bi siyasî, civakî û leşkerî; ji her hêlan ve pirparçeyî û wekî qadên lîstîkên dewletên mezin û ên cîranên wan, tim di nav şer û pevçûnan de ne. Wek rejîmên totalîter, bi hişmendiya îslamîzm, mezhebîzm û etnîsîzmê hemû bingeha aramiya civakî ji holê rakirine.  

Peymana Lozanê 24ê tîrmeha 1923yan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hate îmzekirin. Di nava îmzeyên nûnerên tirkan, Brîtanya, Îtalya, Fransa, Japonya, Romanya, Yûnanîstan, Sirp, Hirvat û Slovanan de îmzeye nûnerên kurdan tune bû. Lê ew îmzeyana bi taybetî ji bo ‘bêstatû’ û ‘bêdewlet’hiştina kurdan hatin avêtin. Kurd û Kurdistan hatin çar parçe kirin û qedera wan teslimî rejîmên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê yên despot hate kirin. 

99 sal e, hê jî li hinda Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraqê herwiha Amerîka, Rûsya, tevahiya dewletên pêşketî yên Ewropayê û piraniya dewletên ereb, di nav xwe de pir nakokî û probleman bijîn jî, ji bo bêstatû û bêdewlethiştina kurdan û mafên wan ên civakî, kulturî û siyasî bi ‘ahengiyeke de facto’ tevdigerin. 

Îro li herêmê kurd wekî xelkê herî polîtîk û xwedî perspektîfeke siyasî û civakî bin jî, statûyê wan ên siyasî û civaki hê wekî yê 99 sal berê ye, nayê naskirin û daxwaziya wan a ji bo mafên civakî bi darê zorê tê pêşwazîkirin.  

Li derve, li qadê navnetewî û navdewletî hal wisa ye; lê qey li hundir rewşek e cûda heye?! Mixabin; belkî neyartiya ku hêzên serdest li kurdan dikin, qasî wan jî kurd li hev dikin. 99 sal piştî Peymana Lozanê kurd û Kurdistan her hene û doz û têkoşîna ji bo mafê kurdan û Kurdistanê jî zindî ye. Li Başûr statûyek heye, lê çiqas ji bo maf û berjewendiya kurdan û Kurdistane ye, ne zelal e. Li rojavayê Kurdistanê kurdan deriyê statûyekî siyasî û civakî vekirine, lê bo pêşerojê xeynî hêz û helwesta xwe tu dewlet û hêzeke ku hêviya xwe pê ve girê bidin, tune ye. 

Kurd gorî 99 sal berê hê bêhtir ji hev haydar in; lê gorî wê çaxê hê bêhtir paçeyî ne. Wê çaxê kurd û Kurdistan kirin çar parçe, lê îro ew di nav xwe de bûne sed parçe. Siyasetên kurdî şûr û çek rayî hevdu dikin, bi zimanekî dijminane bi hevdu re xeber didin û ji bo pirsgirêkên netewî nikanin bi hevdu re ji bo nîşandana vîneke netewî ya kurdî, bidin û bistînin.

Him cîhana serdestan ji bo statûyekî kurdî bêdil û bêliv e û him jî siyasetên kurdî ji bo çirandina vî kaosî û yekkirina vîna kurdî ji hiş û helwesteke netewî dûr in. Ji ber vê yekê ye, ku kurd nikanin dengê xwe bigîhinin xelk û alemê û êşa kurdan jî ne xema kesekî ye. 

Hê çend roj berê li Zaxoyê 9 turîstên ereb ji hêla arteşa Tirk ve hatin kuştin, ji Sekreteriya Yekîtiya Neteweyan heta Yekîtiya Ewropa, Amerîka û Yekîtiya Ereban bi awayekî şermok kujeriya Tirkiyê şermezar kirin. Li dijî Tirkiyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Jixwe gorî raporê rêxistina CPT Iraqî Kurdistanê ji sala 2015an heta îro di êrîşên arteşa tirk de li başûrê Kurdistanê 129 kesên sivîl canê xwe ji dest dane, lê jiber ku ew kurd bûn û Tirkiyê ew wekî ‘terorîst’ binav kirin; deng ji tu kesî derneket, mixabin ji hinek kurdan jî…

Ji Lozanê heta Zaxoyê; gelo rewşa kurdan mîna ya 99 sal berê ye?..

İlginizi çekebilir