Hasbey Köksal:  Ziman û Zeman- 2

       Zimannas/zimanzan, zimanên ku li ser gerdûnê tên qezîkirin, bi gelemperî ji du alîyê ve  tesnîf/senifandin e.

  1. Senifandina Çeşnî: Zimanên ku bi alîyê rêzimanîyê ve dişibin hev. Di navbera van ziman da têkilîyên xizmî tinene. Weke mînak; Di navbera Îngilizî û Çînî da têkiliya xizmî tine. Encax, herdu ziman jî, ji alîyê rêzimanî ve eynî çeşn da cih digirin. Xwedîyê eynî tîpolojîyêne. Li gorî zimanzanan,  senifandina çeşnî jî, ji sê beşan pêk tê. 

       a- Zimanên bi tek kîte: Her peyv ji tek kîteyekî pêk tê. Qertafa pêvekî û kişandî/tewandî di van zimanan da tineye. Mînak: Çînî, Tîbetî, Sîyamî…

        b- Zimanên kişandî/Tewandî: Peyv, ji tek kîte û ji pir kîteyan pêk tê. Di van zimanan da rêmanên kok û qertafa pêvekî hene. Peyv, pêşqertaf, navîn û paşqertaf digire. Di çêkirina peyvên nuh da kok/rayeka peyvê pirî caran vediguhare. Mînak: Kurdî, Fransî, Erebî… 

       C-  Zimanên pêvekî: Peyv, di kişandinê da paşqertaf digire. Kok/Rayek û gewdeyê peyvê nayê guhartin. Mînak: Tirkî, Macarî, Japonî…

  1. Senifandina  Dîrokî: Di pêvajoya dîrokê da, zimanên ku ji alîyê yek binemal, kok/rayekê ve pêk hatîye û di navbera zimanan da xizimtîyê dihewîne. Herçiqas di navbera van zimanan da ziman xizimtî hebe jî, di yek binemal kok/rayekê ve pêk bên jî, ji alîyê avadanîyê ve cudahî jî heye. Mesela, Ûrisî û Îngilîzî di komzimanê Îndo Ewropa yê da bi cihîne, lê, ji alîyê  tîpolojîyê ve di nav van zimanan da lihevşibî  tine ye. Di senifandina dîrokî/genetîk da, bi hêsanî dîyarnekirina pîleyên xizimîtya zimanan, bi daneyên pîvana coxrafîk, ew ziman/zimanana di yek binemalê da tê senifandin.

        Hin zimannas/zimanzan, li ser rûzemîna gerdûnê , qasî 30 -40 grûp; hin zimanzan jî, ji hejmara  100’î zêdetir grûbên bi yek malbatî ziman  hene dibêjin.  Bi senifandina dîrokî/genetîk da ziman, di bin sê beş sernav da hatîne komkirin.

        a- Zimanên Îndo – Ewrupa. 

        b – Zimanên Hamî – Samî.

        c – Zimanên Ûral – Altay  

        Zimanên ku di bin serenava  senifandina dîrokî (genetîk) da hatîye komkirin, ji alîyê rêzimanî û coxrafîyê ve bi kurtasî wiha hatîye hûr lê nêrîn û nirxandin. 

        Zimanên Îndo – ewrupa:  Ji rêzeçîyayên Ûralan  hetanî girava Azor, ji Îzlandayê hetanî Hîndîstanê dirêj dibê û gelek erdnigarîyekî mezin digire nav xwe. Wek zimanên Hîtîtî, Sanskrîtî, Latînî yên  kevnar, di vê beşê da cih digire. Zimanê Kûrdi  [Kurmancî  (Kirdasî, Behdînî, Şikakî), Soranî (Kurmancîya jêr, Kurmancîya navîn/Kurdî, Babanî), Kirmanckî (Kirdî, Dimilkî, Zazakî), Goranî ( Hewremanî), Loranî] şaxekî binemala zimanê Îndo û Ewrupayê ye. Binemala zimanê Îndo Ewrupayê, bi awahîya xwe yên nûjen,  li van herêmana par e. 

  1. Gumlata Hînd – Îranî: Ji rojhilata Îranê ve hetanî sînorê Hîndîstan – Brîmanya yê dirêj dibe. Di nav xwe da  vediqete du gumlatan.
  2. Gumlata bin Îran: Derdor niştîman/welatên cîranê Îranê digire nav xwe. ( Farisî, Kurdî, Afqanî…hwd.)
  3. Gumlata bin Hînd: Heremên Pakîstan, Hîndîstan, Srîlanka, Nepal digire nav xwe. (Hîndî, Urdî , Nepalî, Magar…hwd.) Li vê herêmê 22 ziman tên qisekirin.
  4. Gumlata Baltiq – Îslav: 
  5. Gumlata bin  Îslav: Ûrisî, Bulxarî, Çek…hwd.
  6. Gumlata bin Baltik: Lîtvanî, Letî.
  7. Gumlata Îtalîk – Kelt: Îtalî, Fransî, Îspanî… hwd.

       ç. Gumlata Kelt: Galî, Îrlandî.

       d.Gumlata Îngilîz – Frîz: Îngilîzî, Frîzî.

  1. Gumlata Felemenk – Alman: Almanî.
  2. Gumlata Îskandinav: Danmarkî, Swêdî, Norwejî.

       Ji xeynî van gumlatan, li van coxrafîyan, tenê bi serê xwe, zimanê Grekî, Ermenkî, Arnawidî jî cih digirin.

       Bi gelemperî qala  tîpolojîya zimanên Îndo – Ewrupayê kirin  xeletî dibe. Lêkolîn û vekolînekî pir fireh, hûr û kûr hewce dike.

        Zimanên Hamî – Samî: Ji gumlatên Misr a kevnar, Hebeş, Samî, Kûşî pêk tê. Di taybetmendîya  zimanên Hamî – Samî da, zimanê herî berçav  û taybetdar, Erebî ye.

        Zimanên Ûral – Altay: Ji Tirkî, Moxolî, Tunguz hwd pêk tê. Di van zimanan da, ji alîyê tîpolojîyê ve guncanîya dengdêran heye. Hin pêvek, him çêkerê peyvan in, him jî  kişanên lêker/fiilan in. Di nava van zimanan da deng, tîprêzitîya bêje û çeku hevşibîn heye.

        Ji xeynî van sê beşan, zimanên Japon – Kore, Çîn – Tîbet, Aborjînên Awistralyayê, Çermreşên Efrîqayê, Çermsorên Emerîkayê, Qefqaz û Dravîdî jî hene.

       

 

İlginizi çekebilir