Halil Dalkılıç: Çekên kîmyayî, asebûna kurdan û çare…

Dema meriv guh dide ser gengeşeyên di derbarê çeken nükleeri û kîmyayî yên ji hêla berdevkên dewletên serdest ve roj bi roj tê gurkirin; ji xwe re dibê qey ew ên ku van bombeyên komkujiyê çê dikin ew bi xwe nîn in! Qey ew ên ku bi siyaseteke dijînsanî û bêwijdanî tevahiya mirovahiyê tim bi komkujiyan re rû bi rû dihêlin ew bi xwe nîn in!..

Ji destpêka êrîşa dagirkerî ya Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê heta îro berdevkên Amerîkayê û yên Yekîtiya Ewropayê her roj bahsa tehdîda Rûsyayê ya bikaranîna çekên nûkleerî dikin. Rûsya jî bi gotinên şêlû û nezelal van gotinan red nake û meseleye tim di rojevê de dihêle.

Li hemberî ev îdiayên dewletên rojavayî, vê carê Rûsya jî îdia dike, ku Ûkrayna bi xwe din ava lîstekê de ye û ew ê bi xwe bombeyên kîmyayî (wek ‘bombeyên qirêj’ tên binavkirin) bikar bîne û ew ê vî sûcî jî biavêje ser Rûsyayê ku îmaja wê hê xirabtir bibe…

Wekî ku şanoyeke xwînî ya navdewletî ya ku bi mîlyonan lîstikvan (helbet ne rêveber) û temaşevan bi hev re zirarê dibinin û tevahiya mirovahiyê dixe metirsiyê li dar e.

Dewletên mezin ên cîhanî Amerîka û Rûsya bi bikaranîn û çekên kîmyayî û biyolojîk hevdu bitirsînin jî, tevahiya dîplomasiya navdewletî li hemberî li dijî kurdan bikaranîna çekên wisa ên komkujiyê bêdeng in. Çend roj bere hinek dîmenên çend şervanên kurd ên ku ji ber bombeyên kîmyayî yê ku arteşa tirk bikaranîye hatine jehrdayî kirin û paşê canê xwe ji dest dane, hate weşandin. Herwiha hate aşkerekirin ku tev 17 şervanên kurd ji ber van çekan canê xwe ji dest dane.

Dewletên serdest ji her êrîşên Tirkiyê yên li sê parçeyên Kurdistanê bi metodên dijînsanî li dijî kurdan pêk tîne re bêdeng in. Hinek doktorên ewropî yên ku çûne başûrê Kurdistanê û li herêmê lêkolîn kirine jî bang li saziyên navnetewî kirin ku rewşeke cidî li dar e û divê lêkolîneke berfireh bê kirin. Lê herkesî dîsa çav, dev û guhên xwe ji hovîtiya arteşa tirk re girtin. Dema komkujiya Helepçê û ya Enfalê jî deng ji wan derneketibû…

Wekî tê zanîn; dema li Cizîrê di jêrzemînan de bi sedan kurd hatibûn şewitandin, dîsa deng ji tu kesî derneketibû. Di şerê di navbera arteşa tirk û şervanên kurd ê di çel salên vê dawiyê de bi dehan caran bang li raya giştî ya cîhanî û li saziyên navnetewî hate kirin, ku arteşa tirk çekên kîmyayî û metodên dijînsanhi bikaranîye. Lê tu caran ne raya giştî, ne saziyên navnetewî ên bi mijarê ve elaqedar û ne jî dîplomasiya navdewletî xwe livand û lêkolînek kir…

Herwiha rojnamevaneke rûsî ya ku ji ber şer protesto kiriye, hate girtin, bû mijara rojeva tevahiya çapemenî û siyaseta ‘dewletên pêşketî’. Lê du meh carekê bi dehan rojnamevanên kurd têne binçavkirin, rastî êşkenceyê tên û tên girtin, dîsa herkes ker, kor û lal e!..

Di rojên ku dîmenên cankişandina şervanên kurd ên bi çekên kîmyayî hatin jehredar kirin di medya kurdî de dihate belavkirin de medyaya ewropî nûçeyên li Hollandayê çalakiyên protestokirina kuştina bi mîlyonan çêlikên nêr ên mirîşkan belav dikir. Mirina kurdan qasî mirina çêlikên mirîşkan bala raya giştî ya cîhanî nekişandîbû…

Dewletên pêşketî yên rojavayî (Amerîka û Yekîtiya Ewropayê) dema ku kurdan bi qehremanî li dijî hovên Daîşî li ber xwe didan û dimirîn, pesna wan didan. Lê dema kurd bi çekên kîmyayî yên arteşa tirk dimirin û di jêrzemînan de bi komî têne şewitandin, qet pê nahesin. Yanî rewş wer tim gorî siyaseta qirêj a navdewletî dewam bike; kurd ê tim wekî ‘qehremanên mirî’ bin.

Siyaseta navdewletî belkî vê çarenûsê ji kurdan re rewa dibine; lê bi giştî siyaseta kurdî jî him xwe û him jî kurdan di çembere vê qederê de ase dihêle. Dem û çax hewceyî gotin û pratîkên nû, ên ku kurdan ji vî girdavî derêxin e…

İlginizi çekebilir