Halil Dalkılıç: Serweriya dewletan û dewletbûna kurdan

Li Îranê serhildana gel a li dijî rejîma zordest a mollayan, ku piştî kuştina jina kurd Jîna Amînî dest pê bûyî, berdewam e. Her çiqas dîmenên çalakiyên xwepêşandanên girseyî derkeve pêş jî, merasîmên cenazeyên kesên ji hêla hêzên rejîmê ve hatine kuştin jî di medya civakî de roj bi roj zêdetir têne dîtin.

Li ber çavan e, ku ev raperîn gorî ên berê xwedî taybetmendiyên cûda ye. Ji hêla etnîkî ve her xelkên li seranserê Îranê tevlî çalakiyan dibin; jin û ciwan pêşengiya serhildanan dikin. Lê ji ber ku heta niha ji bo hêzeke siyasî ya pêşeng nîşaneyên berbiçav xuya nake; dil nexwaze jî, îhtîmalê têkçûna raperînê heye.

Di aliyê kurdan de tenê berdevkên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ji bo hevkariyeke kurdistanî bang li hêzên din ên rojhilatî kir. Lê di encamên vê bangê de pêşketineke çawa dê pêk bê hê ne diyar e. A rastî, ne tenê ji hêla kurdan ve û herwiha ji hêla xelkên din ên Îranê ên wekî belûc, azerî û ereban ve jî rewş dê bigîhije kîjan qonaxê; ji niha ve bo vê bahskirina pêşbînîyekê zehmet e.

Helwesta hêzên navdewletî jî hêviya xelkên Îranê ya ji bo guherînekê lewaztir dike. Ji dîrokê û ji pêşketinên li Rojhilata Naverast wer tê zanîn; ku dewletên mezin ên rojavayî (Amerîka û Yekîtiya Ewropayê) li hemberî binpêkirina mafên mirovan, siyasetên komkujiyê û zordariya li dijî xelkên ji sînorên xwe dûr, helwesteke berbiçav nîşan nadin. Di gotinê de pir tişt têne gotin û çîrokên xwedîderketina mafên mirovên di bin rejîmên zordest de dijîn tên vegotin. Lê di pratîkê de wekî ku Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê îtîraf kiriye; “ji derve guherandina hikûmetekî ne pêkan e. Ev parçeyekî hiquqa navnetewî ye û a girîng û esas serweriya dewletan e.“ Baerbock alîkarîya ji bo çalakvanên li kolanan li dijî rejîma zordest a îslamîst têdikoşin, pêkan nabîne û dibêje; “Rewş erjeng e. Em ji bo alîkariya ew kesên ku ji bo azadiya xwe derdikevin kolanan çi ji destê me tê, dikin. Lê zehmetiya siyaseta derveyî ev e, ku em nikanin ji derve mudaxileyekê bikin.”

Helbet meriv dê li hemberî vî helwestî vê pirsê bike; gelo Iraq, Sûriye, Lîbya û gelek dewletên din çawa û bi destê kê ketine vî halî û hêzên navnetewî îro li Ûkraynayê rolekî çawa dilîzin!?. Kî alîkariya çeteyên cîhadîst dike, ku bi hovîtiyê dest danîne ser warên kurdan, her tiştî talan dikin, demografiyê diguherînin û însanan dikujin!?.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ji çalakvanên îranî yên ku bi slogana “Îranê azad bike” ji wî ji bo raperîna li Îranê helwestekî aşkere xwestine re gotiye; “meraq mekin; em ê Îranê azad bikin.” Paşê wer xuyaye, ku ‘serweriya dewletan’ hatiye bîra wî jî û gotina vegerandiye; “Di demeke pir nêzik de ew ê bi xwe, xwe azad bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê yê nû Tobias Billström jî daxuyandiye, ku ew ê ji bo endambûna NATOyê mesafeyê deynin navbera xwe û kurdên Sûriyê (ew dibêje PYD û YPG).

Gorî vî hişmendiyê, ‘esas girtina serweriya dewletan’ zilm û zordestiya rejîm û pratîkên hikûmetên zordest rewa dike! Gelo wê çaxê xelkên bêdewlet ên wekî kurdan, belûcan û ên din dê xwe û mafên xw çawa biparêzin!?.

Di meseleyên bi kurdan ve elaqedar de rewşa navdewletî û navnetewî wiha pir zelal e û tu hêviyê nade kurdan. Ji bo wan ‘serweriya dewletan’ li pêşiya mafê kurdan tê. Li hemberî vê yekê rewşa aktorên kurdî şêlû, aloz û tevlîhev e. Bi taybetî di medya civakî de di gengeşiyên li ser dewletbûnê êrîşî hev dikin. Lê ya zelal ew e, ku berî her tiştî pêwîstiya kurdan bi avakirina îradeyeke kurdî ya siyasî heye. Kengê otorîteyeke wisa a netewî saz bibe, kurd wê çaxê dikanin gengeşiyê li ser statûyekî siyasî bikin; federasyon, otonamî an dewletbûn!..

İlginizi çekebilir