Halil Dalkılıç: Li dijî êrîşan helwestekî Kurdistanî

Rojeva Kurdan a siyasî her diçe germtir dibe. Li seranserê Kurdistanê  Kurd neçar li dijî êrîşên Tirkiyê û Îranê di nav şer de ne.

Bi manîpûlasyona dewletan pêkhateyên giştî mîna bûyerên herêmî bêne pêşkêşkirin jî, li her çar parçeyên Kurdistanêli dijî hebûn û nirxên Kurdan êrîşeke giştî li dar e.

Tirkiye dagirkeriya xwe ji Bakur ber bi Rojava û Başûr ve berfirehtir dike. Di heman demê de Îran jî bi ahengiyeke bi Tirkiyê re ji Rojhilat ber bi Başûr ve êrîşên xwe zêdetir  dike…

Wer xuya ye; ku Tirkiye wekî ku li Efrîn, Cerablûs, Ezaz û Grê Spîyê pêk anî, dixwaze ji Efrînê heta Xakûrkê û Biradostê û herwiha ji Bakur heta Şengal û Mûsilê di navbera Kurdan herêmên  tampon ava bike, wan deran dagir bike û Kurdan ji wan deran derêxe, li şûna wan piranî ên Ereb, çeteyên cîhadîst û malbatên wan bicîh bike, nirxên Kurdî, kurdewarî û Kurdistanî ji holê rake…

Îranê jî wekî ku êrîşên Tirkiyê wekî firsendekî bikar bîne; dixwaze bandora xwe ya siyasî û fîzîkî li ser Başûr zeximtir bike û her wiha Kurdên Rojhilatê û yên Başûr ji hev qût bike..

Armanc; ji bo berdewamiya rejîmên xwe yên zordest û totalîter, jiholêrakirina vîn û hemû dînamîkên zindî ên Kurdî û vemirandina hêviya Kurdan a Kurdistanî ye.

Belkî hinek kes ji van gotin û nêrînê re bêjin; “ev ne mimkûn e! Hêzên wekî Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê pêşiya vê yekê venakin”. Lê dema dîrok û bûyerên pêk tên bi giştî bêne nirxandin, meriv bi vê nêrînê qet îkna nabe…

Ji destpêka ‘Bihara Erebî’ heta niha, di şerê Sûriyê û niha jî di ê Lîbyayê de rewşeke wiha derdikeve holê: Her hêza navdewletî bixwaze ji hêla stratejîyê ve bandora xwe ya li herêmê hê zeximtir bike jî, ji hêla taktîkî ve xwedî tîfaq, rê û rêbazên teqez nîn in. Têkîlî, tifaq û taktîk gorî berjewendiyan û gorî dem û cografyayê diguhere.

Eger mirov li têkîliyên di navbera Amerîka-Tirkiye-Rûsya-Sûriye-Îranê mêzeke rewş ê hê zelaltir xuya bibe. Kî li ku, heta ku derê û bi kê re hevkariyê an dijberiyê dike, ne zelal e…

Beriya ku Tirkiye bikeve Efrînê; ne Kurdan ne jî raya giştî ya cîhanî bawer dikir ku Tirkiye ê Efrînê dagir bike, ê Kurdan jê derêxe û çeteyên selefîst li wê derê bicî bike. Lê her tişt li pêş çavên mirovahiyê pêk hat û bi alîkarî û pêşîvekirina Rûsya û Amerîkayê hebûn, nirx û şopên Kurdan û kurdewariyê ji Efrînê têne tunekirin û Efrîn tê talankirin…

Tirkiye û Îran di heman demê de hewildidin nakokiyên di navbera hêzên Kurdî de hê mezintir bikin û di dîsa şerekî birakujiyê derêxin. Êrîşên Tirkiyê ên li Başûr û Rojava û herwiha xebata îstîxbarata Tirk (MÎT) a li van her du parçeyên Kurdistanê heta îro bandoreke wisa li ser siyasetên Kurdî kir û tansiyona di navbera hêzên Kurdî de bilindtir kir. 

Rewşa îro ji bo Kurdan xetere û metirsiyên mezin  dihundirîne…

Divê her siyaseta Kurdî him retorîk û hişmendiya li hemberî hevdu û him jî ya bi dewletên dagirker re berçav re derbas ke, zimanekî nû û ji bo helwestên nû serî biêşîne. Pêvajoya li Rojava destpêbûyî gaveke girîng e û divê siyaseta Kurdî vê gavê ji bo zeximkirin û bibandorkirina siyaset û dîplomasiya Kurdî û Kurdistanî wek firsendekî bikar bîne.

Her çiqasî li ser medya civakî Kurd hê jî bi zimanekî tûj êrîşî hevdu bikin jî, daxuyaniyên siyasetên Kurdî hinekî dilê meriv hênik dike. Piştî Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji her hêzên Kurdistanî xwest ku li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyê helwestekî netewî  nîşan bidin, Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) jî bang li Yekîtiya Neteweyan (YN) kir ku li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyê bikeve tevgerê û bertekekî nîşan bide. 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hê wek partî tu daxuyanî neda be jî, Endamê Polîtbûroya PDKê Hoşyar Zebarî êrîşên Tirkiyê wekî “bûyereke jeopolîtîk” nîşan da û got: “Ji ber berdewamkirina êrîşan em xemdar in. Daxuyaniyên rayedarên Tirk ên wekî ‘xwedîderketina wîlayeta Mûsilê’ xemê hê girantir dike.” 

Xema ku Hoşyar Zebarî ê PDKî nîşan dide, bi xema ku rayedarên KCKê û YNKê jî vedibêjin, heman xem e. Xema jiholêrakirina vîn û îradeya Kurdî a serbixwe ye. Xema binpêkirina hemû maf û nirxên Kurdî û kurdewarî ye. Xema dagirkirin û talankirina tevahiya axa Kurdistanê û koçberkirin û pêrîşankirina Kurdan e. 

Li dijî êrîş û dagirkeriya Tirk di serî de serhildana xelkê Başûr û Rojava û herwiha bertekên Kurdên li diyasporayê nîşan dide ku Kurd bi giştî di bin xemeke hevpar de ne. 

Êrîş bi giştî ye, divê berxwedan jî bi giştî be…

İlginizi çekebilir