Osman Aytar: Birîneke nekewandî ya 95 salî

Birîneke nekewandî ya 95 salî: Şêx Saîd û 46 hevalên wî

 95 sal berê 28 Hezîrana 1925an bû, ji ber pêkanîna Serihildana 1925an a ji bo Kurd û Kurdistanê, bîryara îdama Şêx Saîdê kal û 46 hevalên wî hatibû dayin û ji înfazê wan re seet mabûn.

Hin serok û kadroyên vê serîhildana 1925an, ji aliyê dewleta Turkiyeyê ve berê hatibûn dardekirin û dardekirina Şex Seîd û 46 hevalên wî dê bibûya noqteya herî girin a tolgirtina dewleta dagirker û serokê wê Mustafa Kemal ê li hember Kurd û Kurdistaniyan.

Hetta dawîyê jî xwestin kesayetiya van serok û kadroyên me biçûk bixînîn û ji bo vê yekê her rê mubah dîtin, lê nîyeta wan tolgirtin bû, çi bibûya jî wan biryar dabû ku Şêx Seîd û hevalên vî dardebikin.

Bi vê dijminatî û hovîtîyê şeva ber bî bi 29 Hezîranê di berbanga sibê de, Şêx Seîd û hevalên wî li Deriyê Çiyê (Dagkapi) hatîn îdamkirin.

Hêsir ji sûrên Diyarbekira xemgîn hatin, xweza û teyr şîn girtin, lê dagirker û hevalbendên wan ên herêmî, ji kêfan difiriyan, ji ber ku wan ‚talûkeyek‘ berteref biribû. Lê wan nizanibû ku ew ax û gel, serî danayne û dê her serîhilde. Serîhildanên Agiriyê û Dêrsimê nîşanên vê axa bereketa serîhildanan bû.

Gellek hukûmat li Tirkiyeyê hatin û çûn, lê ji wê demê ye ku gorên Şêx Seîd û hevalên wî  ‘wenda’ ne û ev dewleta tolgir û ceberrut hîn jî cihê wan nîşan nedaye yan jî negotiye çi bi sere wan hatiye. Ji xwe ew hovîtiya li hember serok û kadroyên Kurd û Kurdistaniyan du re jî dewam kir û hîn jî cihên gorên gellek serok û kadroyên Kurd û Kurdistaniyan ne diyar in û wekî ku ‘bivik’ be hemû hukûmat ji bersiva vê pirsê direvin.

Sebeb dikarin gellek bin, lê yek ji wan dikare ew be ku wan hin tiştên gellek xirab anîne ser canên van serok û kadroyên me yên Kurd û Kurdistanî ku ji tirsan nikarin eşkere bikin. Lê heta ku ev rastî derkevin dê destên me her di qirika dewletê de be.

Tolgirtin û bêbextiyên dewleta Tirkiyeyê bê vê jî nema û malbatên serok û kadroyên me jî sirgun kirin, anîn beramberê gellek zilm û zordestiyan. Bi ser de jî xwestin nevîyên van serok û kadroyan bi riya hin partiyên sîstemê bikin xizmeta dewletê. Pir mixabin di vir de bi aliyekî ve bi ser ketin, lê bi pêlên şiyarbûna neteweyî ya salên 1990î û heta îro ev plana wan ji gellek aliyan ve têk çû.

Di gel ku hîn jî hin ji van malbatan xizmeta partiyên dewletê dikin jî cudabûneke xurt hatiye holê ku êdî dewlet ketiya taya gelo dê çawa dîsa serdestiya xwe bidomîne. Perçeyek van pêlên şiyarbûna neteweyî Kurd û Kurdistanê bi awayekî gellek fireh xwedî li serok û kadroyên xwe yên serîhildanan derdikevin, çi van şehîdên dîrokî, çi Pêşmerge û gerîllayên îro ku di gellek waran de qehremaniyan li hember dagirkeran û hevalbendên wan dikin. 

Şêx Seîdê kal, di 95 saliya şehîdbûna te û hevalên te de, dixwazim hin mizginiyan bidim we. Tovên ku we û hemû serok û kadroyên wekî we çandin li gellek cihên Kurdistanê gulvedane. Ji ber wê ye ku Şêx Seîdê hêja, dikarim bibêjim ku hûn her di cihên xwe de musterih bin.

Bi van hestan û bi vê munasebetê têm dest û çavên we hemûyan, têm dest û çavên hemû serok û kadroyên ku di riya parastina doza Kurd û Kurdistanê de di deme cuda de şehîd bûne. Em bi we serbilind in, hûn hemû her hebin.

Şêx Seîdê nemir û hevalên wî yên hêja, bi vê munasebetê bi îzna we dixwazim li rûyên nevîyên celladên we jî biqîrim û bibêjim:

Ey serokkomar û serokwezîrê Tirkiyeyê, dewleta we çi bi canên serokê me Şêx Seîdî û 46 hevalên wî anî û gorên wan li kuderê ne? Wekî mînak ji bo Adnan Menderes û hevalên wî ku dewleta we bixwe ew dardekirin, ji bo Turgut Ozalê ku tê gotin ku dewletê ew bi ‚derman‘ kuştiye, hûn goristanên mezin û taybetî avadikin, ji bo goristana Suleyman Şahê ku berê vê nêzî 790 sal li Ava Feratê li Suriyeyê xeniqîye û çiqas ‚ata’yê we ye ne bellî ye, hûn her tiştî dikin û hetta amadeyî şer in.

Mînakên weha pir in. Ya ji bo serok û kadroyên Kurd û Kurdistaniyên ku dewleta we wekî hêzeke dagirker bi hovane dardekirin e, yan jî bi awayên cuda kuştine? Hûn hîn cihê gorên wan nabêjin û em nizanin we çi bi serê wan aniye. Ji Şêx Seîd û hevalên wî heta Seîdê Kurdî, lîsteya sûcên nemirovî û hovîtiya dewleta we dirêj e.

Ma ev e cîrantiya we? Ma ev e bi Xweda û Pêxember baweriya we? Ma ew e heskirina we ya; „Yaradılanı severiz, yaradandan ötürü“, yanê „Em yê çêbûyî hesdikin, ji ber yê çêkir“?

Di eslê xwe de we hemû gotinên giran heq kirine, lê terbîyeya me dest nade. Lê divê hûn bizanibin ku heta ku hûn rastiya van serok û kadroyên me dernexînîn ortê destên me dê di qirikên we de bin. Wekî Seyid Rizayê me li rûyê ‚Ulu Ataturk’ê we, Mustafa Kemalê we yê destbixwîn gotiye û di eslê xwe de merama hemû Kurd û Kurdistaniyên ku li hember we serbilindî çûne mirinê: „Bila ew jî ji we re derd be.“

Birîna qetilkirin û wendakirina Şêx Saîd û 46 hevalên wî ya 95 salî hîn nekewandî be jî, zû yan dereng hûn dê hesabên van bêbextî û hovîtiyan bidin…

İlginizi çekebilir