Fırat Aydınkaya: Dîroka Bêziman; Li Ser “Mîrnameya Hekarîyan” Çend Not

Ev çend mehên vê dawîyê li ser dîroka gundîtîyê dixebitim. Mixabin mirov dema li ser dîroka Kurda dixebite ji bilî Şerefname û çanda devkî çavkanî nayên dîtin. Bi taybetî jî çavkanîyên niviskî nayên dîtin. Ji Şerefxanê Bitlisî heta Mele Mahmudê Bazidî valahîyeke kûr heye. Li alîyê din berhemên ku hatine nivisîn jî, bi taybetî elîtist in û dîroka qesr û bûyerên dev dorê qesrê qewimîne wan tînin ziman. Feqet hejmara berhemên bi vê awayhê gelek kêm in. Di van rojên dawî de berhemeke nû bi navê “Mîrnameya Hekarîyan” ji weşanxana Peywendê derket.  Û ev berhem ji hêlên çanda mîrektîyê, huquqa nav Kurda û bi taybetî felsefeya dewletbûna Kurdan ve gelek anekdotên balkêş û sereke nîşanê me dikin.

Di beşa dîrokê de berhemên niviskî gelek muhîm in. Heta li gor Hegel, dîroka gelan bi nivîsê girêdayî ye. Heger di tarîxa gelan de tiştên hatibin nivisîn tune be, mirov dikare bêje ew gel bê dîrok e û gelên bêdîrok jî pêşeroja wan tune ne. Hegel him ji bo Hindîstanê him jî li ser Haîtîyê diaxive û dibêje, ev gelên bê nivîs lazim e li ser rûyê dinyayê winda bin. Û lazim e dewletbûn jî nebe para wan. Herwiha Engels jî di binê tesîra vê teorîyê de dimîne û dibeje gelên bê dîrok bila winda bibin. 

Ya rastî Ranajît Guha jî giringîya dîrok, nivîs û dij-mêtîngerîyê bihev ve girê dide. Bi dîtina wî hîmê teorîya dij-kolonyalîzmê û azadîyê jî li vir derbas dibe. Heger di dîroka gelê bindest de kitêbên tarixê tune be wê demê dîroknasê gelê bindest carna bi mecburî dikeve nav arşîva dewleta serdest û bi saya van arşîva tarîxa gelê xwe dinivîse. Rastî şewaza bi vê rengê tiştek ne baş e. Ji ber ku dîroka gelê bindest, bi amurên gelê serdest tê çêkirin. Dîroknivisandina bi vê terzê li gorî Guha xelet e û ev dîroknivîsîn bi ya wî bi şêwazên kolonyalîzmê ve girêdayî ye.

Bi saya pîrtûka “Mîrnameya Hekarîyan” di tarîxa kurda de valahîya me li jor behs kir hinek tije dibe. Pirtûk, ne tenê di warê tarixê de agahî dide me, di warê sosyolojî, jîyana rojane, felsefeya dewletbuyînê û herwiha di gelek alîyan din de jî agahîyên berfireh dide. 

Mixabin ev pirtuk jî wek Şerefnamê bi farisî hatîye nivisandin. Lê cudahîya pirtukê ya sereke şêwaza nivîsandina wê ye. Bi tarzek edebi, wek mesnewî hatîye nivisandin û bi vî cudahîya xwe dişibe Mem û Zînê. Jixwe nivîskar gotîye: “Destanekî bi helbestî diaferînim”. Rastî wergerandina mesnewî her daîm zehmet e. Lê Xalit Sadînî bi hessasîyeta zêrfiroşan xebat kirîye û vê berhemê bi rihê Kurdîya klasîk wergerandî ye.   

Di pirtukê de ya herî bala min kişand di nava Kurdan de kurahîya felsefeya “lehengbûnê” ye. Mirov dikare bêje çawa di nava Yewnana antîk te lehengbûn di civak û sîyasetê de cihek sereke digire, di nava Kurdan da jî wateya lehengbûnê bi vî awayê ye. Xuyaye felsefa lehengbûnê bi kuştinê ve ne girêdayî ye. Yanê lehengbûn ne tenê mêrxasî an jinxasî ye. Wek lehengên mîtolojîk dixwazin mohra xwe li cîhanê û li dîrokê bixwe û navê wan heta dinya ava be bê gotin. Xuyaye lehengên Kurdê wî demê ji bo nav û nîşana navê xwe tevdigerîyan. Wek nivîskar gotîye: “ji dinyayê naxwazin ji bilî nav bibeyîn / Xweşî bi wan ku bi nav û namus miribin”. Her wiha: “Ku xirabnavî ji mirinê jî betertir e.”

Dused sal şûnve Mele Mahmudê Bazidî jî qala mêrxasê Kurda dike û dibêje dema mêrxas dihat kuştin seremonîyek şînê dihate organîzekirin û hesp û şûrê mêrxas jî pê re dibirin ser merzela. Her wiha rîtuelên porjêkirinê û kincqelaştinê jî çê dibûn. Di nav Cihûyan de jî wexta bûyerên mezin çêdibû wan jî kincê xwe diqelaştin û çul li xwe dikirin.

Mamafîh li gor Platon thymos tiştek girîng e û xwestina navdarîyê bi hîmê dewletbuyînê ve girêdayî ye. Di pîrtukê de çend cihan de tê gotin ku, egîdên Kurda dixwaze mohra xwe li dîrokê bixe û diqayîle heta dinya ava be bila navê wan bijî:“bimînitin li vir xweşnavek”.  Di nava Yewnanan de lehengbûn sembola hêza gel bû, ya herî girîng jî felsefeya lehengbûnê bi xwedîderketina welat re tekildar bû. 

Ev mijar bi ya min gelek gelek muhim e. Ji ber kû Marx dibêje hîmê dewletê sîteyên Yewnan hopplîte bû û destêkî wan şûr digirtin, destê din jî bo zevîyê bêr digirt. Yanê ne tenê xebatkarê aborîyê bû, herwiha leşkerê dewletê jî bûn. Kitêb dide xuyakirin ku di nava Kurdan de jî kategoriyek wiha hebûye. Wek mînak dema Melik beg bi saya Rumîyan dibe desthilatdar û di mîrektîya xwe de tiştên ne baş dike, wî demê niqaşên tund lê tên kirin. Serî de sîpahî, eşîr û re’yayê mîrektîyê îsyan dikin û Mîr nikarê otorîteya xwe bidomîne û welat terk dike diçe. Heta paşayê Rumîyan jî nikare dest biavêje buyerê.

Li alîyê din ev mînak ji bo felsefa dewletbuyînê an jî felsefa hêzê (otorite) fikrek kûr dide me. Xuyaye ku hêza Mîrê Kurda bêsînor nîne. Tenê qebîlîyeta şexsî, an hêzgirtina ji derve (ji Romîyan), an jî rêxistinek despotîk têr nake. Bikaranîna hêzek tund jî ne çare ye.  Hêza paş perdê destê gundî, eşîr û re’ya da ye. Heger ev civak ne razî be Mîr nikare hukum bike. Heger ev rast be wê demê gotina Marx belovajîye û di nav Kurdan de kesên gundî, ne çewalek kartol e. Li alîye din heger rewş bi vê awayê be, tespîta Hobsbawm jî rast e. Herwiha Hobsbawm dibêje gundî an jî kîtleya pelçiqandî heger bixwaze dikare nûnerek ji bo xwe biafirîne. Mijara durxistina Mir Melik bi temamî Hobsbawm mafdar derdixe. Bi ristên nivîskar: “Eger xelkê eşîretan li cem kom bibe / Êdî def’ekirina wî ewqas hêsan nabe”. An jî “Dema e’şîret ihsana min bibihîzin / Seranser hemî dê bihêne aliyê min”. Di mijara Mîrektîya Melik beg de meselekî gelek watedar heye. Melik beg bi fermana sultanê Romîyan dixwaze bibe Mîr u demekî tê ser textê jî. Lê di demekî kin de Kurdên Colemergê him li dijî Melik begê him jî li dijî xwundkar (hünkar) serî ra dike û Melik beg neçar dimîne text terk dike, ji welat derdikeve. Xuyaye ku gelê Colemêrgê naxwazê di bin sîya ecnebîyan de bijîn.

Di warê felsefa dewletbunê de nivîskar bala me dikşîne ser edaletê jî. Wer xuyaye ku mîrektîyên Kurda li ser du hîma hatine avakirin: “şûr û edalet”. Dema şûr edaletê dibire, hîmê mîrektîye jî tê birîn. Niviskar jî bi taybet nivisîye, “Bi hukm û edalet hêzdar dibe mîr”.  Wer xuyaye ku çavkanîya otorîteya dewleta Kurd çiqas şûr be jî, herî kêm ewqas jî edalet e. Heta li gor nivîskar heger Mîr hakimek hîlebaz be Xwedê nimêja etbaîyê wi jî qebûl nake. Bi vî awayê Mîrê zulumkar dibe sedema dîn û îmanê. Bingeha felsefeya otorîterên Kurda alîkî çavkanîyên sekuler e û alîyê din jî ol e. Di vir de ev kitêb ji Şerefnamê cuda tiştek dibêje. Şerefname bi gelemperî dibêje: bingeha otorîteya Kurda şûr yanê hêz e. Lê Mîrname dibêje divê destek şûr be destek edalet be. Wek wezîrê Napolyon, Talleyrand gotîye bi şûr her tişt tê kirin, lê li ser nayê rûniştin. Ev tespît ji bo mîrektîyên Kurdan jî rast e. Mîrên bi edaletê hukum kirine ew hatîye hezkirin û gel bi wan serbilind bûye. Tam di vir de di nava Kurda û Yewnanan de prensîbek cuda gelek bi wate xuya dike. Lehengên Yewnana wek di destana Îlyadayê de tê gotin Achilles ji bo navê xwe dest diavêje şûr û tevlî herbê dibe, bi vê awayê dixwaze navû dengê wî ebedî bibe. Rastî di nav usul û edetên Kurda de jî bi saya şûr ku dixwazin meşhûr bibin heye. Feqet ferqa Kurda ewe ku Kurd bi edaletbûna xwe jî qayîlin meşhûr bibin. Wek niviskar gotîye: “ku xwiya bibît nav û edaleta wî”, “bi dadwerî başîyê navdar bibu”. An jî “Ne dîwana wî adil û ne îhsan di dad / Ji wî dûrketin xelq hemî bê dilmirad”.

Wek tê zanîn Hobbes dibeje heger şûr tunebe tu peyman ji tiştek ra nabe. Li alîyê din Îbnî Haldun û Maverdî jî dema behsa felsefa dewletbunê dikin balê dikşînin ser girîngîya şûr, feqet lê zêde dikin û dibêjin edalet jî lazim e. Nivîskar li dijî Hobbes difikire û dibeje “xelq bi şîrî bindestê te nabin”. Meseleya Melîk beg de nivîskar dewam dike, “dewletên weha payidar nemayîne / heke aha feqîran li wir bilind bibe”. Ev hişmendî, bi rastî jî nêrinek modern e. Piştî şoreşên Ewropayê û tevî bandora Marksîzmê dewletên modern, ketin nava hewldanek nû û di nav felsefeya dewletbuyîne de sosyalbûn jî êdî gelek muhîm e.  

Mirov dikare bêje ev kitêb serî heta binî qala felsefa dewletê dike. Jixwe nivîskar jî di qada dewletê de wezîfedar bûye û ew jî dixwaze bibe Firdewsîyê Kurda. Rastî jî kitêba Temerxanê Yazîcî wek Şehname bi xeml û sinet e. Nivîskar hema her deverê de qala dîwanê dike. Tê xuyakirin ku, dîwan wek meclîsa modern hatîyê damezrandin. Biryarên herî muhîm di diwanê de hatiye gotûbêjkirin, biryara şer an jî biryara ji bo qedera Mîr bixwejî di dîwanê de hatîyê nîqaşkirin. Dîwan him wek şêwirmend, him wek meclîs, him wek dadgeha mezin, him konseya bilind, him jî wek wezaretê rol hildaye. Mirov dikare bêje carna dîwan di warê hîyerarşîyê de ser Mîr ra bûye. Heger ev rast be mirov dikare bêje di Kurdan de felsefa sazîyên dewletê bi şexsîyetê ve ne giredayîye, bi kollektîvîzmê ve girêdayîye.

Di warê felsefa dewletbûnê de tişta herî ecêb ewe ku, dema gelê Kurd em bêjin li dijî Mîr be wî demê wek gelê Romayê azad tevgerîya ye. Dema gelê Romayê împaratorekî nedixwest li dijî wî İmparatorê diketin nav helwestên protestoyê. Carna dema împarator tev li lîstikan an olîmpîyatan dibû gelên li dijî împarator ya pişta xwe pêve dikirin yan jî bi awayek sîvîl wî protesto dikirin. Xuyaye ku di nava Kurdan de kevneşopîyek sîvîl birengê protestoyê hebûye. Dema gelên Hekkariyê Melik beg naxwaze protestoyê rengîn dikin: “Şevekê bo qesra wî tîr virê kirin”, “Şevekê xwîna se rêtine ber derê wî”, “Hilawîstin leşê se bi çengalê derê wî”, “Şeveke dî qenara wî şikenandin”.

Pirtûkê da behsa tekilîyên Kurd, Ecem û Romîyan jî tê kirin. Wek hostayê mezin Xanî gotîye dema Rom û Tacik hereket dike, Kurdistan dibe gola xwînê: “Ez qulzumê Rom û behrê Tacik/ Gava ku dikin xurûc û tehrik/ Kurmanc dibin bixwûnê mulettex”. Marx ji bo İtalya û Hindistanê dibêje di dîroka xwe de ev her du welat ji ber erdnîgarîya xwe li nav lingan de têk çûne û yekîtiya wan çê nebûye. Mirov dikare Kurdistanê jî tev li vê tespitê bike. Rastî jî ji ber koçberîya qewma û ji ber seferên artêşa Ereb û bi lîstikên Farisa Kurdistan nêzikî hezar sal e nehatîye ser hemdê xwe. Gelên Hekkarîyan ji Romîyan gelek aciz in û naxwaz in bikeve binê nîrê wan. Alîyê din ji Farsîyan re jî dibêjin “gawir” û gel li dijî wan jîtim hişyar in.

Pirtûk ji bo kevneşopîya feodalizma Kurda jî çavkaniyek balkêş rava dike. Di nav civakê de bermayîyên feodalizmê çewa tê parvekirin an kê dest dide ser van amûrê aborîyê, zelal dike. Wer xuya dike ku feodalizma Kurdan ya otantik gramera wî gelek cuda ye. Mîrektî ji eşîra û ji xwudanê zevîya par digire û ji bo wî jî ewlekarîya wan pêk tîne. Wer xuyaye ku temelê dewletên Mîrektîya bi mutabaqata xanedana mîr (mîrên destvekirî, adîl û şurbirek) û ya eşîr-gundîya pêk hatîye. Wek nivîskar dibeje, “re’yeta wî seranser dê tengdest bibe / Hukmê hukumeta wî jî dê şikestî be”.  Dema herbê de jî ev re’yet dibe leşker. Wek Marc Bloch jî gotîye ev kesên bi vî awayê tevdigerin, him wek şovalye him jî wek serfa dijîn. Pirtûk her wiha behsa xulaman jî dike. Lê ji bo xulaman statûyek çewa hatî dayîn ne dîyar e. Carna bo hemwelatî (yurttaş), carna bo sınıf, carna jî bo itaetê xulam tê bikaranîn. Rastî firqa serf û ya xulaman heye an tuneye ne dîyar e. Lê mirov dikare bêje gorê pirtûkê xulam ne kole ye. Statûya wî ji kolebunê bilindtir e. Feqet dîsa ji xuyaye ku ev xulaman, xulamê nav malê ne, ne yê cotkarîyêne.

Xulasê kitêba “Mîrnameya Hekarîyan” li ser civata Kurdan bi taybet li ser felsefa îdarekirina Kurdan gelek xeber û şiroveyên balkêş nîşanê me dide. Çend qisûrên vê berhemê jî heye helbet. Lê ez tenê diduyan bînim ziman. Ya yekem di pirtukê de dema behsa civata Kurdan tê kirin, qet nav û dengê jinan derbas nabe. Bi vê awayê Mîrname wek Mêrnameyê çêbûye. Ya duyem mirov dikare bêje êdî Şehname ya Kurdan jî heye. Di pêşgotina Şehnamê de Firdevsî wiha dibêje, “qet tunebe sî sal ez xebitîm, di dawîyê de min bi zimanê Farsî, gelê Îranê afirand”. Xwezî Firdevsîyê duyem Temerxanê me di warê ziman de jî li ser şopa hostayê xwe tevbigerîya. Bila sî sala ne, sê sala bixebitîya lê bila Mîrname Kurdî ba.

*Ji bo sererastkirina vê gotarê Ji Ekrem Malbat re gelek spas dikim.

 

İlginizi çekebilir