Halil Dalkılıç: Hilbijartina Tirkiyê û namzet û projeya kurdan…

Li Tirkiyê hilbijartina serokkomariyê û a parlementoyê ê herî dereng roja 18ê hezîrana sala têyî bê lidarxistin. Dema meriv balê bide ser vegotinên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganî; pêkan e, ku hilbijartin hê zûtir jî bê lidarxistin. Serokê Şîrketa Lêkolînê Metropolê Ozer Sencar îdia dike; ku hevkarên hikûmeta AKP-MHPê xwe wer amade dikin, ku ew ê dîroka hilbijartinê vekişînin payîza îsal. Ji xwe Erdoganî namzetiya xwe ya bo cara sisêyan a serokkomariyê ji niha ve aşkere kir.

Gorî qanûna hilbijartinê kesek dikane tenê du caran bê hilbijartin. Lê Erdogan bi darê zorê be jî, ê xwe ji bo serdema sisêyan jî bike namzetê serokkomariyê. Ji rewşa siyasî ya Tirkiyê wer tê zanîn, ku ne yasa û saziyên dewletê, ne jî partiyên qaşo muhalefetê nikanin li pêşiya namzetiya wî astengiyekê derêxin.

Helbet gengeşeyên hilbijartinê bi xwe re mijara rewşa kurdan jî tîne rojevê. Di çapemeniya Tirkiyê de pirsa kurdî dîsa bi rojane bi pirsên wekî, ‘gelo AKP ê pêvajoyekî nû bo çareseriya pirsa kurdî bide destpêkirin?’, ‘kurd ê bi kîjan partiyan re hevkariyê bikin?’ û ‘kurd ê piştgiriyê bidin namzetê kîjan hevkariyê (cumhur an milet)?’ û hwd tê gengeşî kirin.

Ev gengeşeyana bi êrîşên bênavber ên rojane ên daraz, arteş, polîs û saziyên din ên dewleta tirk ên li dijî kurdan ve, bi hevdemî têne kirin. Dema ku di çapemeniyê de pirsên têkildarî rewş û helwesta kurdan tên gengeşî kirin; êrîş û zilma bênavber a (li Bakur, Başûr û li Rojava) li kurdan tê kirin û daxwazên kurdan qet nayên rojevê.

Her çiqas kurd û pirsa kurdî wek mijarekê bê gengeşîkirin jî; nûnerekî siyaseta kurdî an jî çalakvanekî kurd tevlî van gengeşeyan nayê kirin. Him çapemenî û him jî siyaseta Tirkiyê di gengeşeyan de wer bahsa kurdan dikin, ku wekî ku qey kurd tune ne, îradeya wan tune ye û ew nikanin bi îrade û nasnameya xwe tevlî rêveberî, siyaset û jiyana li Tirkiyê bibin…

Wekî hişmendiya dewletê, siyaset û çapemeniya Tirkiyê jî ji rastiya kurdan wer qut bûye, ku çarenûs û pêşerojeke çawa ji kurdan re rewa dibînin, ne aşkere ye! Di nîqaş û gengeşeyên wan ên di derbarê kurdan de jî hebûn, îrade û pêşeroja kurdan tune ye. Yanî ne tenê rejîma dijkurd a AKP-MHPê, herwiha ên wek muhalefet xwe didin nasandin jî hebûn, vîn û pêşeroja kurdan ji hişmendiya xwe avêtine. Ji ber vê yekê ye; ku ne hikûmet û ne jî partiyên muhalefetê ji bo çareseriya pirsa kurdî û pêşeroja kurdan nikanin tu gotinan bikin û projeyekî çareseriyê pêşkêş bikin…

Wekî ku rûspîyê siyaseta kurdî Ahmet Turk gotiye; “xelkê kurd ne askerên kesekî ne!..” Bo siyaseta kurdî tespîteke rênîşandanê ye. Ahmet Turk di derbarê nêzikbûna dema hilbijartinê û helwesta hikûmet û muhalefeta tirk de wiha deng kiriye: “Bo me îhtîmalek tune ye, ku em bi desthilatekî evqas wêranker re bibin. Lê tenê guherîna çovdaran jî bo me bêmane ye. 6 partî kombûne û dixwazin desthilatê biguherînin… Lê ji HDPê ditirsin û xwe nêzikî wê nakin. Mesele ev e! Eger hûn îro wer bitirsin; dema bibin desthilat, hûn ê çawa pirsgirêkan çareser bikin?!.”(Vecdi Erbay, gazeteduvar.com.tr)

Hêla tirk ji kurdan re hê jî nikane xeynî ‘tunebûnê’ tiştekî nû bibêje û ji bo pêşerojê planekî wan ê çareseriyê jî xuya nake. Divê kurd hest û helwesta xwe di hişmendiya wan de ase nekin. Kurd bi libendêmayînê û bi siyaseta hîsî a bi gotinên glover û bi perspektîfeke şêlo nikanin rewşa xwe ya îroyîn jî biparêzin.

Pêvajoya hilbijartinê ya serokkomarî û parlementoya Tirkiyê bi helwestekî wer bê pêşwazîkirin; ku bi siyaseteke analîtîk a ‘xwebûn’ê jiyan bi hest, reng û dengê kurdî bê arastin û bi namzetekî kurd û bi projeyên şênber bandor li siyaseta Tirkiyê bê kirin…

İlginizi çekebilir