Halil Dalkılıç: “Dinya gûzan ser dilê me dişikêne û kakilan jî dide xelkê!”

Civîna asta bilind a NATOyê rojên 28-30ê hezîranê li Madrîd a Spanyayê hat lidar xistin. Daxwaziya endambûnê ya Swêd û Fînlandê û helwesta NATOyê ya li dijî êrîşkariya Rûsyayê wekî mijarên sereke derkevin pêş jî, ji ber helwesta Tirkiyê doz û rewşa kurdan jî wek mijareke sereke him di dîplomasî û him jî di çapemeniya cîhanî de derket pêş û hate gengeşîkirin.

Tirkiyeyê wek siyaset û dîplomasiya xwe ya sereke; dîsa hewlda, ku civîna NATOyê jî wekî platformeke ‘terorîzekirin û krîmînalîzekirina’ kurdan bikar bîne.

Siyaseta Tirkiyê ya dijkurd di civîna NATOyê de gîhişt armanca xwe, an na? Erdogan di bazartiya li ser xwîna kurdan de çi bi dest xist û li beramberî wê çi da; ne zelal e. Ev mijar hewceyî analîzên kûr û fireh e.

Qey di civînên NATOyê de ji kurdan re tiştekî nû pêk hat, an na? Bersiva vê pirsê jî şêlû ye…

Dîplomasiya beriya civîna NATOyê, bi taybetî jî ji ber siyaseta Tirkiyê ya êrîşkar û tehdîdkar; helbet kurd ji bo xwe ne li benda encameke destketinekê bûn. Ji destketinê wêdetir; kurd di xema ji vê civînê ew ê çawa bi zirareke hê hindiktir xwe xilas bikin de bûn. Ji ber ku him berdevkên Swêdê û him jî ên Fînlandê li hemberî tehdîdên Tirkiyê xwe stûxwar dikirin û mesajên ku ew ê ji ber daxwazên Tirkiyê ên dijî kurdan ji rêgezên rejîmên xwe yên aram, mafparêz û demokrat tawîzan bidin, didan. Bi taybetî Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg wekî berdevkê rejîma Erdoganî deng dikir û bahsa mafdarbûna Tirkiyê dikir…

Li hemberî pêşketinên dema vê dawiyê, ev gotina nivîskar Omer Dilsoz, hîs û psîkolojiya kurdan radixe ber çavan: “Dinya gûzan ser dilê me dişikêne û kakilan jî dide xelkê!..”

Daxuyaniyên berdevkên Tirkiyê, Swêd û Fînlandê yên piştî civînên NATOyê ji me re tiştekî aşkere nake. Wekî tê zanîn; Erdogan û hikûmeta AKP-MHPê ketine derdê wendakirina hilbijartina ku heta hezîrana sala têyî bê kirin de. Piraniya qîreqîra berdevkên hikûmeta Tirkiyê ji bo amadekariya hilbijartinê ye. Helbet di mijara doza kurdan de, êrîşên li sê parçeyên Kurdistanê û amadekariya dagirkirina Rojava ne tenê siyaseteke ji bo hilbijartinê ye. Ew siyaseta sereke ya Tirkiyê ye.

Helbet Tirkiye heta îro bi piştgiriya NATOyê li hemberî têkoşîna kurdan li ser pê sekinî, bi piştgiriya vê hevkariya navdewletî êrîşî kurdan dike û hemû sûcên xwe yên dijînsanî bi piştgiriya wan vedişêre. Lê eger meriv bi perspektîfeke demdirêj pêşketinên dîplomatîk hilîne dest; ew ê bikane analîzên hê rasttir bike. Ne kurd ê bi hinek pêşketinan her tiştî xwe wenda bikin. Ne jî ew ê tenê bi hinek pêşketinan ji nişkave azad bibin.

Desthilatê Erdoganî di salên vê dawiyê de bi nêzikbûna Rûsyayê ve rewşa Tirkiyê ya di hevkariya NATOyê de pir lewaztir kir. Dema meriv ve yekê bi civîna dawî ya NATOyê ve girê bide; Tirkiye neçar e, ku biryarekî bide, ka ew ê di mîmariya ewlekariyê ya Ewropa û NATOyê de cihekî çawa bigire? Di civîna dawî ya NATOyê de Rûsya wekî “dijminê stratejîk” hat îlankirin. Wê çaxê meriv ê bipirse; gelo têkîliya Tirkiyê ya bi Rûsyayê ji îro şunde ê di kîjan radeyê de dewam bike?

Tirkiye him NATOyê û him jî Rûsyayê ji bo lewazkirina hêza kurdan û bêstatûhiştina wan bikar tîne û heta niha ahengê têkîliyên NATO û Rûsyayê bo berjewendiyên xwe baş bikar anî. Lê ew ê ji îro şunde di navbera van her du “dijminên stratejîk” de çawa here-were û ji bo wêrankirina mala kurdan ê çi û kîjan statûyê xwe bifroşe wan?..

Ji hêla kurdan ve ji bo ku “dinya gûzan ser dilê me neşikêne û kakilan jî nede xelkê” pêwîstî bi çi heye? Divê neyê jibîrkirin; ku Kurd jî îro li Rojava bi NATOyê ve hevkariyê dikin û sempatiya raya giştî ya navnetewî jî heta radeyekê hê heye. Ew jî dikanin rewşa heyî herî kêm ji bo xweparastinê û helbet ji bo xwedîstatûbûnê bikar bînin…

İlginizi çekebilir