Rohat Alakom: Sînega Êzdîya 

…de lê lê dînê zozanên Sînegê çem kanî ne / de tu rabe destê min evdalê xwedê bigre /  nava çem û kaniyan, gul û gulçînên Sînegê bigerîne… (Ji kilameke kurdî)

Warê gundê Baş-Sînegê (Foto: Ahmet Çolak)

 

Destpêk

Herêma Sînegê di navbera sînorên Qulp/Îdir û Agiriyê de dimîne, herêmeke çîyayî ye. Li dewsa Sînegê gelek caran îfadeyên Çîyayên Sînegê û Zozanên Sînegê tê bê kar anîn. Dema mirov ji Qaxizmanê derdikeve berê xwe dide Îdirê, di qezaya Qulpê (Tuzluca) re derbas dibe. Mirov li Qulpê disekine û li ser milê rastê dizivire ji dûrve çîyayên bilind, di orta wan çîyan de bestên mezin dibîne, ew herêma Sînegê ye. Sîneg heta sînorê Agiriyê dirêj dibe, warekî ji seviya behrê 2000 metro bilind pêk tîne. Piraniya vê herêmê li aliyê Qulpê ye. Peyva Sînek herwiha navê gundekî ye jî.

Angorî Salnameya Qefqasê (Kavkaskiy Kalendar) di sala 1909an de qasî 174 kes li gundê Sînegê mane. Tiştekî balkêş di eynî çavkaniyê de navê gundekî bi navê Baş-Sîneg jî (li herêma Surmeliyê) cîh girtiye. Mirov baş nizane gelo ev heman gund in yan jî du gundê cihê ne(1). 

Kurdên êzdî li Serhedê bi sedsalan di nav sînorên Agirî, Îdir, Qers û Rewana îroyîn de jîyane. Ji destpêka sedsala 19an heta sedsala 20an di navbera dewletên herêmê de bi taybetî di navbera osmanî û rûsan de gelek şer çêbûne. Ew cîhên ku kurdên êzdî lê diman, gelek caran dest diguhirandin. Di van demên qûrfbar û şkestî de kurdên êzdî jî çawa em dibînin, ji xwe re warên ewlekar, emîn digeriyan, piştî hewldanên mezin derbasî nav sînorên dewlet û bajarekî din dibûn. Bona jîyana xwe bidomînin û debara xwe bikin, ew jî mecbûr mane ji xwe re dost û hêzên stratejîk bibînin. Bi rûs, ermenî û kurdên nêzî rûsan re wek kurdên Şemsedînov re hevkarî kirine. 

Êzdîyên vê herêmê di sedsala 16an de hatine li Ayintabê cîwar bûne(2). Navê nehiya Ayintabê di sala 1894an de dibe Tutax ku bi qezaya Eleşgirdê re girêdayî bûye. Ev devera niha di nav sînorên Agiriya îroyîn de dimîne. Paşê çawa xuya dibe ew li herêmê belav dibin, warên nû ji xwe re peyda dikin. Di dawiya sedsala 19an de nifûsekî mezin yên kurdên êzdî ji nehiya Ayintabê koçberî aliyê Dîgorê dikin, li wir qasî 16 gundên êzdî ava dikin. Ji berê de beşeke kurdên êzîdî jî li hêla Surmeliyê, Bazîd û Rewanê diman. Mehmed Hurşid Paşa dema nivê pêşîn yê sedsala 19an de li herêmê lêkolîna dike, hejmara xaneyên kurdên êzdî ku li qezayên sencexa Bazîdê dimînin wek 376 nîşan dide(3). Beşeke kurdên êzîdî di sedsala 19an de ji Bazîdê derbasî aliyê Sînegê dibin. Paşê ew vê herêma çîyayî wek warekî mayende ji xwe re hildijbêrin.

Di navbera herdu herêman de (Dîgor û Sînegê) robarê Erez dikişe, herdu herêm ji hev bi dûr dikevin. Hemû şêniyên van gundên êzdî li herêma Serhedê, di salên rev û bezê de (1918-1920) dikevin rê, derbasî nav sînorên Rûs/Sovyetê dibin. Êdî di destpêka sedsala 20an de li Welatê Osmanî / Tirkiyê tu kurdên êzdî namînin. Ev kurdên êzdî ku bi qasî sedsalî li Ermenîstanê û cîhên din mane, di sala 1991an de piştî serobinobûna Yekitiya Sovyetê vê carê ev herêma hîştin, terkeserî dinê bûn, li hemû cîhanê belav dibin. Beşeke wan ya mezin diçe welatên Ewrûpayê û hundirê Rusyayê. Divê em li vir wê gotina pêşiyan ya kurdên êzdî, careke din li vir dubare bikin: “Me du miriyên xwe li tu cîhekî gor/çal nekirin!”.

 

Du tekstên ser Sînegê

Berî demekê ez rastî du tekstên balkêş hatim. Yek ji van tekstan di dawiya pirtûkeke gramatîkê ya zimanzanê kurd Çerkez Bakaev de (1912-1998) cîh girtiye. Pirtûk di sala 1983an de di derbarê rastnivîsa kurdî de hatiye weşandin. Di vê çavkaniyê de bi hezaran peyvên kurdî bi tehrekî alfabetîk hatine rêzkirin. Di dawiya pirtûkê de teksteke kurdî qasî 33 rûpelan cîh girtiye. Ev teksta bona rastnivîsîna peyvan wek teksteke mînak hatiye dayîn. Di dawiya rûpelê pêşîn yê kurdiya tekstê de redaksîyona pirtûkê bi stêrkekê cîh daye dazanînekê. Li wir tê gotin ku ev teksta ji aliyê nivîskar de hatiye amadekirin û teksteke otobîyografîk e. Wisa xuya dibe kal û bavên Çerkez Bakaev ji vê herêmê bûne. Ji aliyê din tekst wek çavkaniyeke erdnîgarî (coxrafîk), edebî û dîrokî jî dikare bê hesibîn. Ev teksta bi navê Rojên Buhurî ji çar beşan pêk hatiye:

Gundê Me, Fêrîk û Sûsik, Rev, Etîmxane(4). Teksta din perçe-romana nivîskar Qaçaxê Mirad e (1914-1979). Qaçaxê Mirad berî mirina xwe dest bi nivîsîna vê romanê kiriye, lê belê pê re negihandiye vê berhemê xelas bike, wek destnivîs li pey xwe hîştiye. Ev romana nîvcomayî 87 rûpelan pêk tê, navê wê jî Rev û Star e. Nivîskar vê tekstê wek “romana nekutakirî” dide nasîn. Piştî mirina wî ev teksta ligel çend çîrokên din wek pirtûk hatiye weşandin(5).  Em ê li jêr bi hûralî qala van herdu nivîskarên sînegî ku herêma Sînegê bi me didin nasîn, bikin.

 

Sînega Ezdîya

Ew herêma ku gundên kurdên êzdî lê bûne di kilameke Evdalê Zeynikê de wek “Sînega Êzdîya” derbas dibe(6). Yek ji wan êlên mezin yên êzdiyan êla Heseniya bûye. Di destpêka sedsala 19an de ji Bazîdê derbasî qezaya Surmeliyê dibe. Wê demê herêma Surmeliyê di bin hikimdariya rûsan bûye. Paşê ev kurdan li herêma Sînegê cîwar dibin(7). Tê gotin ku kurdên êzdî berê li herêmên aran/qişlan diman. Dema havînekê derdikevin zozanan ew wê demê Sînegê keşf dikin. Ew mêze dikin ku ev der cîhekî gelek xweş e, êdî payîzê danakevin jêr, hema ji xwe re li wir gundan ava dikin. Angorî Ahmedê Gogê hejmara van gundan 7 bûne(8). Nivîskarê kurd Erebê Şemo di romana xwe Şivanê Kurmanca de dîyar dike ku ew berî Şerê Cîhanê yê Yekem çûye Sînega Heseniya, Tendûrek, Sarîbulax û Qiznefer, nas û xizmên wî li wan gundan hebûne(9). Dema diçe gundê Qiznefer li wir dibe evîndarê Kidê (keçxatiya xwe).

Gundîyekî ku îro li gundê Zerebxaneyê dijî hejmara van gundên êzdî wek 5 nîşan dide: Astaflî, Baş Sîneg, Dutax, Onbulax, Zerebxane. Zozanên Sînegê berê wek warê kurdên êzdî hatiye nasîn. Dema salên rev û bezê de (1918-1920) qasî 600 kurdên êzdî li zozanên Sînegê bêçare û bêgav dimînin, nizanin çi bikin(10). Angorî Silêman Kutlay li herêma Sînegê qasî 8 gundên kurdên êzdî hebûne. Silêman Kutlay di bîranînên xwe de dibêje ku dema kurdên êzdî malên xwe bar kirin çûn Ermenîstanê, kesên ji eşîra wan li van 8 gundên êzdî cîwar dibin. Bavê Silêman Kutlay jî diçe gundê Tendûrekê (Yaylacik) dimîne. Ev yeka nîşan dide ku wê demê li Tendûrekê kurdên êzdî mane. Li gundê Eslanliyê jî kurdên êzdî jîyane.

 

Dostaniyeke nedîtî

Dema kurdên êzdî di nav erdê rûs de dijiyan ligel komeke kurd ya misilman Torina Mala Kose re têkilîyên gelek baş pêk anîne. Carina bi kurtî ji vê komê re Torin dibêjin(11). Rûsan navê van kurdan danîbûn Kurdên Şemsedînov û di nav eşîra mezin Zîlan de cîwar dikirin(12). Wek mînak, gundên wan di çavkaniyên rûsî de hin caran li ser eşîra Zîlan hatine hesibîn. Torin wê demê û niha jî li Serhedê wek giregir û arîstokratên kurd hatine nasîn. Di sedsala 19an de ji vê koma Torinê, axayê kurd yê herî hêzdar Huseyîn Axayê Çonk-Deve alîkariya kurdên êzdî kiriye bona ku ew li Sînegê cîwar bibin(13). Huseyîn Axa bi xwe jî havînan bi tevî eşîra Zîlan li Sînega Mam Zeydî dima(14). Angorî Jaba dema Huseyîn Axayê Çonk-Deve wefat dike, li gundê Pifîka Jêrîn (Pifîka Şêxan) nêzîkî Qaxizmanê tê binaxkirin.

Şêniyên gundên Torina Mala Kose ku berê havînan diçûn zozanên Sînegê, paşê ji xwe re zozaneke nû li aliyê Dîgorê nêzîkî wan 16 gundên êzdî dibînin. Heta niha jî ev kurdan ji baharê heta payîza dereng li vê zozana bi navê Nebîyurdê dimînin. Piştî mirina Huseyîn Axayê Çonk-Deve, ji heman malbatê kesine din sereketiya Kurdên Şemsedînov dikin. Ji wan hin kes paşê dibin general û serbazên rûs wek Gulî Cewar Axa, kurê wî Elî Eşref Paşa. Mezinekî din Hemîd Beg bû. Kurdên êzdî û kurdên Torina Mala Kose wek alîkar û piştgirê rûsan hatine nasîn, hevkariya wan, ew di jîyana rojane de jî nêzî hev kirine. Warên wan jî nêzîkî hev bûne. Ji Qaxizmanê, Pernavûd û Qulpê bigre heta Îdirê gelek gundên Torinê hebûn. Dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê jî di kilameke xwe de navê Sînega Êzdîya û navên çend mezinên Torina Mala Kose bi hevra dide: 

…Lêxe, di Sînega Êzdiya re

Di Çemçê re, di warê Huseyîn Axa de xar be

Li ber derê Gulî Cewar Axa

Axayê Torina Kose û Huseyîn Axayê Çonk-Deve peya be

Fîncanek qawe vexwe

Bira can û bedena te belav be

Bira ji bona kekê min zewk û şîfa be…(15) 

Tê gotin ku di sedsala 19an de axayê kurd Huseyîn Axayê Çonk-Deve bi xwe jî havînan bi eşîra xwe ya bi navê Zîlan li zozanên Sînega Mam Zeydî dima(16). Wek mînak li gundê Onbulaxê gelek mînakên dostaniyên biriqî, germ û nejibîrkirî di navbera kurdên êzdî û kurdên Torina Mala Kose (Kurdên Şemsedînov) de derbas bûne. Bi taybetî jî giregirên Torina Mala Kose wek Gulî Cewar Axa û kurê wî Elî Eşref Paşa (generalên rûs) gelek hewl dane bona ev dostanî her mayende bimîne(17). Kurdekî Ermenîstanê Qeymezê Mihê Pîrê ku 120 salî bûye di bîranînên xwe de qala van mezinên Torinê û rojên bihurî dike(18). Em di edebîyat û folklora kurdî de jî rastî hebûna wan tên. Mijara keçên Torinê yên bedew wek mînak di vê kilama bi navê Sînegê de jî şopa xwe hîştiye. Di cîhekî kilamê de em van rêzan dibînin: “Torinê ezê terka çav û birûyê teye belek nadim/heya ser ruhê min peya nebe qasidê vê felekê”. Kilama Sînegê cara pêşîn ji aliyê dengbêj û hunermend Ordiyê Kotê de hatiye gotin, şaxeke wê ya ku Hozan Şemdîn dibêje jî heye.

 

Romantizma Zozanên Sinegê 

Havînan gelek gund û êl derdikevin zozanên Sînegê. Sîneg bahar û havînan gelek şên dibe. Hewa wê zef paqiş û hênik e. Bedewî û xweşikbûna çîyayên Sînegê bala nivîskaran kişandiye, Seîdê Îbo di gelek destpêkên beşên romana xwe ya bi navê Rêwî de çîyayên Sînegê wek bûkeke xemilandî dide nasîn. Wek mînak dema bahar tê nivîskar wiha dibêje: “Li quntara çîaê Sînegê kerî pez kito kito bûbû diçêriya. Wexta merva dûrva lê dinêriya, te digot zozan xalîçeye, kerê pêz nexşekî wê”(19).

Dema payîz tê herêmê, vê carê nivîskar wiha dibêje “Kulîlkê Sînegê êdî çilmisibûn…Te digot Sîneg pîr bûye”(20) û “Çîaê Sînegê xemla xwe daweşand”(21). Hin lêkoler dibêjin ku peyva Sînekê ji peyva rûsî sneg (berf) tê, Sînek jî tê wateya herêma bi berf. Wisa xuya dibe peyveke hîndo-ewrûpî ye(22). Ev peyva di zimanê tirkî de jî tê wateya mêş yan jî vizik. 

Ne tenê ev tekstên pexşan, çend berhemên zargotinî, bi taybetî hin kilamên kurdî jî me dibin Zozanên Sînegê. Wek mînak kilama Sînegê ku bi dengê hunermend Ordiyê Kotê hatiye gotin balkêş e. Di şaxeke vê kilamê de ku Hozan Şemdîn dibêje em rastî van gotinan tên: “De lê lê dînê zozanên Sînegê çem kanî ne / De tu rabe destê min evdalê xwedê bigre / Nava çem û kaniyan, gul û gulçînên Sînegê bigerîne”. Di kilama bi navê Sînega Hesiniya de jî wiha tê gotin: “Kawê Sînega me Hesinya wê bi xarda/Morî-mircanê xelqê têlî delal giranin, ser sîngê zer silav da/Bira Xwedê mirazê mirazxaza bike, mirazê min kawa-kubar ji êvarda”(23). Şeroyê Biro di kilama Şevavê de dirêjî Sînegê dibe: “Ez teyrim teyrê van bilindan, ketime bereka Sînegê…”

Di dawiya kilamê de Şeroyê Biro dengê xwe bilind dike: “De negrî nelorîne, van hêsiran li ser suretên sor-gevez de nebarîne”. Yek ji wan kilamên Aramê Tîgran jî ser Sînegê ye. Ev kilama bi navê Sîneg, bi vê rêzê dest pê dike: “Sînegê ber zinêr de”.  Di cîhekî de rêza “Min jimêrî sed sî mal tê de” derbas dibe, ev yeka nîşan dide ku dilketiyê mêrîn berê xwe daye gundê Sînegê. Paşê em van rêzên evîndariyê dibînin: “Ez hatim yalê we de…Şiklê min paşla te de”. Mirov baş dibîne van salan di kilamên kurdî de romantîzmeke Sînegê peyda bûye.

Jîyaneke aram di bin konên reş, çadirên spî û di nav keriyên pêz de 

 

Teksteke otobîyografîk di derbarê Sînegê de

Zimanzan Çerkez Bakaev di destpêka teksta xwe ya ku qala Sînegê dike, pêşiyê gundê xwe Zerebxaneyê dide nasîn(24). Li vir tê gotin ku gundê Zerebxaneyê li devera “Çela Sînegê” cîh girtiye. Du navên gund hebûne: Zerebxane û Gundê Mistê Kalo. Navê vî gundî di tekstê de wek Zerîbxane derbas dibe. Di hin çavkaniyên din de wek Zerîfxan(25) yan jî Zerîfxane(26) hatiye nivîsîn. Di cîhekî de jî wek Zarîbxana derbas dibe(27). Ev gunda li hêla Sûrmeliyê, nêzî bajarokê Qulpê li herêma Sînegê bûye(28). Li gund qasî 25-30 mal diman. Angorî Salnameya Qefqasê sala 1909an di vî gundî de 295 kes hebûne. Herdu navên vî gundî di kilamên kurdî de jî derbas dibin. Di kilama bi navê Ahmedê Hesiyê Dûdê de wiha tê gotin: “Çawa dengê tvinga Elî, Ahmedê bira kekê Karê, apê Bedir, Zurbe nayê gundê Mistê Kalo, Sînega şewitî, Zerîbxanê, binatara gêlî”. Di kilamê de qala “Gul û sosinê zozanê Sînegê” tê kirin: “Li Sînega xopan gul û sosin hevra tev seridîn”(29).

Ji alîkî de jî stranbêja jinîn ji ber girtin û kuştina hersê birayan vê zozana xweş wek cîhekî “şewitî” û “xopan” dinavîne, êş û kedera wê mezin e. Ev kilama ku ji aliyê Şeroyê Biro de jî tê gotin wek kilama “Gundê Mistê Kalo” û “Ehmedê Hesê Silo” jî tê nasîn. Ehmed, Elî, Emer, sê bira bûne. Elî keçeke Sîpkî direvîne dibe gundê Xirbê Sor. Li wir şerek derdikeve ev hersê bira kesine din dikujin, malbat tarumar dibe. Kilam ser van hersê birayan e. Şeroyê Biro di kilama Gundê Mistê Kalo de wiha dibêje: “Heyfa mi tê li wê heyfê, heyla korê nemayê/Çawa mal da mane cote bûkê serbixêlî”. 

Gundê Zerebxaneya îroyîn (Foto: Ahmet Çolak)

 

Angorî teksta Bakaev gundê Zerebxaneyê binpêya çîyakî mezin, li ser dûzekê cîh girtiye(30). Navê wî çîyayî Dûmanliyê bûye. Serê çîyayê Dûmanliyê wek di wêneyê jorîn de jî xuya dike gelek zinar û kevirên mezin hebûne: 

Wexta meriv li wan zinarêd terikî dinhêrî, ecêb dima, saw dikete dilê mêriv. Wekî ew nişkêva ji cîêd xwe bileqîyana, ewê rast tot bibûyana ser gundê me û wî çaxî wana wê di nava çar û pênc deqada gund batmîşkirana. Lê bi bextê gundîara ev yek nediqewimî. Wan kevira wusa ser hevda pal dabûn, hev mehkem girtibûn erdêda çûbûn, ku tu qewata nikaribû wan ji cî bileqîne. Eva xilxilê kevira cîê gura, rûvîa û tabêd dinê bû, lema jî navê wî danîbûn ”Xilxilê gura”. Vira gele mar, margîsk, dûpişk jî hebûn. Nava van kevirada şîlan û pincarêd başqe başqe hêşîn dibûn, lê gundî tirsa gura û mara nediwêrîn biçûyana wê derê ew berevkirana, kê jî dil dikir, wan bi mêşoka tirşo, şîlan, catirî û pincarêd mayîn danîne malêd xwe”(31).

Çerkez Bakaev di vê teksta xwe de bi hûralî qala şivanên gund dike. Şivanên bi navê Memo (apê nivîskar) Çoloyê Kalo, Sûtoyê Kakil û Kotê Emo mî çêrandine. Mistoyê Dado û yên din ku ji gundê Asîblaxê hatine jî kavir diçêrandin: ”Şuxilê şivana wê demê zef çetin bûye. Apê minî Memo jî (birê bavê minî helal) şivan bû. Ewî nava şivanêd êla hesenîanda dihate hesabkirinê çawa şivanekî başî pispor…Memo usa jî dengbêj, bilûrvan û çîrokbêjekî eyan bû, ewî gele serhatîêd başqe başqe jî zanibû…Êvarekê, çaxê mîna berê oda meda dîsa tijî merî bûn, ewî eva serhatîa hana, ya ku hetanî naha jî ji bîra min naçe, hazirara gilî kir”. Wek li vir jî dîyar dibe yek ji beşên dirêj yê vê tekstê, ango serpêhatiya Fêrîk û Sûsik e ku ji aliyê şivan Memo de hatiye vegotin. 

 

Serpêhatiya Fêrîk û Sûsik

Di nav teksta Bakaev de beşa here balkêş bêgûman serpêhatiya Fêrîk û Sûsikê ya trajîk e ku li herêma Sînegê derbas bûye. Dema şivanên gundê Zerebxaneyê pezên xwe dibin serê çîyê bona çêre, ew li wir rastî du kesên nenas, xortekî bi navê Fêrîk û keçeke bi navê Sûsikê tên. Paşê rûdinên ew xwe bi şivanan didin nasîn. Fêrîk qala hemû serpêhatiya xwe û Sûsikê dike. Ew ji gundê Tendûrekê bûne. Dayîkên wan qîzapên hev bûne, xwestine Fêrîk û Sûsik dema mezin bibin bi hevra bizewicin. Dema salên wan yên xortaniyê û keçaniyê tên, êdî dilê wan dikeve hev. Paşê dê û bavên Fêrîk diçin xwezginiyê Sûsikê, wê ji kurê xwe Fêrîk re dixwazin.

Dema diçin xwezginî, qelend dibirin û şîranîyan dixwin, êdî lingê Fêrîk bi şabûna erdê nagrin, dixwaze wek teyran bifire. Berbe êvarê dikeve nav mitalan, dibe pirtepirta dilê wî. Paşê mizgînî tê, êdî nûçeya zewaca Fêrîk û Sûsikê zû li gund belav dibe. Demek derbas dibe, bavê Fêrîk nexweş dikeve û paşê dimre. Vê carê bavê Sûsikê, Mîlo poşman dibe, tîne keça xwe dide kesekî din, Sosinê kurê Sebrîyê Kalo. Sebrîyê Kalo kesekî dewlemend bûye, xweyê 600 serî pez û gelek dewar bûye. Sê jin û gelek kurên wî hebûne.

Piştî ku Sûsikê bêdil didin Sosinê kurê Sebrîyê Kalo, êdî dinya Sûsikê tarî û reş dibe, hildiweşe. Paşê Fêrîk û Sûsik bi dizîka gotinên xwe dikin yek, cîhekî hev dibînin, rojeke bi baran, dema ewr dikin teqereq ji gundê Tendûrekê derdikevin, berbi aliyê çîyayê Dûmanliyê direvin, li wir xwe di şkeftan de vedişêrin. Dema Fêrîkê ji gundê Tendûrekê gotinên xwe bi dawî tîne, şivanên gundê Zerebxaneyê dixwazin alîkariya wan bikin, wan bibin gund. Ew çi dikin nikarin wan wan îqna bikin. Şivan kêr û şiveke xwe didin wan, paşê berbi pezê xwe diçin.

Di vê navberê de çend roj derbas dibin, şivanên Zerebxaneyê dîsa berê pezê xwe didin serê çîyayê Dûmanliyê bona ka mêze bikin Fêrîk û Sûsik hela hê li wê derê cîhê xwe yê berê ne, yan na. Diçin digerin, diqîrin, diqîjin lê belê tu bersîvekê nagrin, rastî tu kesî nayên. Paşta dîsa vedigerin nav pezê xwe. Çend roj derbas dibin şivanên Zerebxaneyê biryar digrin rojekê berê xwe bidin aliyê topên Tendûrekê, gundê Fêrîk û Sûsikê, belkî ew rastî berxvanên vî gundî bên û fêr bibin ka tiştek nehatiye serê vî xortî û vê keçikê. Ew di rê de rastî berxvanekî tên, hevalekî Fêrîk bûye. Paşê ew ji van şivanan re dûr û dirêj qala çîroka Fêrîk û Sûsikê dikin. Piştî ku kur û xulamên Sebrîyê Kalo hîn dibin wekî Fêrîk aniye Sûsik revandiye hemû çek û sîlahên xwe hildidin, li pey şopa wan dikevin. Demekê lê digerin wan nabînin. Wextek derbas dibe, carekê mêze dikin ku Fêrîk û Sûsik wê li ber şkeftekê rûniştine. Diçin pişt ve lêdixin Fêrîk dikujin, ji jor de davêjin jêre. Wê demê Sûsik jî direve hildikişe ser kevirekî bilind disekine. Sosinê mêrê wê dema nêzîkî wê dibe, ew mêrê xwe dixapîne bona alîyê din binêre, nişkêva kêrê ji pişta xwe derdixe Sosin dikuje. Paşê ew tîne xwe jî davêje jêrê can dide.

Paşê 6 kurên Sebrîyê Kalo û xulamên wî bedenên Fêrîk û Sûsikê li wir dihêlin, tenê bedena Sosin hildidin, vedigerin gund. Kirasê Fêrîk yê bi xwîn jî dibin nîşanî dayîka wî didin bila ew bizanibe ku êdî kurê wê can daye. Dema dayîka Fêrîk dibihîse û dibîne ku kurê wê kuştine, dîn dibe: ”Gelek wext ji wê rojê bûhuriye. Lê gilî dikin, wekî heta naha jî, şivan, gavan, rêwî li çîa dengê wê jinika marûm dibihên, ew gazî kurê xwe dike: Fêrîk…lawo… were mal,  were”(32).

Çerkez Bakaev ku qala Sînegê  û kurdên li herêmê dike

 

Koça ji Sînegê

Bakaev di dawiya teksta xwe de cîh dide salên rev û beza kurdên êzdî ku di sala 1920an de Sînegê vala dikin. Kurdên êzdî ku li Sînegê mane piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dijwarî û tengasiyên mezin dibînin. Dixwazin derbasî Ermenîstanê bibin. Berî ku koç bikin çend kesên serwext wek Reşît, Cemal û Arşakê ermenî ji gundê cînar dişînin Ermenîstanê bona ka bizanibin rewşa wan çawa ye û angorî wê jî ew tivdarekê xwe bikin. Dema ew vedigerin, êdî kurdên Zerebxaneyê bahara sala 1920an ji gund bar dikin, diçin Ermenîstanê. Rêber didin pêşiya koçê, rê nîşanî şivan û koçê didin.

Ev cara yekem bûye ku ji gundê xwe derdiketin, berê xwe didan welatên nenas û gumanên teze. Wan zanibûye êdî ew heta hetayê lingê xwe navêjin vê axê: ”Çaxê koç hinekî ji gund dûrket, mêr û jin gele caran disekinîn, paşta dizvirîn, li gund û malêd xwene avîtî dinhêrîn û hineka ji wana xwe nikaribû zevtkira, çavêd wana tijî hêsir dibûn”. Di nav robarê Erez re derbas dibin, tên Ermenîstanê. Pêşiyê li gundekî dimînin, paşê berê xwe didin kûraya welêt. Çerkez Bakaev di dawiya teksta xwe de qala jîyana xwe ya di nav êtîmiyê de derbasbûyî, dike: “Min nedixwest, wekî şagirt, hevalêd min zanibin, ku dê û bavê min tunene, ku ez êtîmim. Mim şerm dikir, ku ez êtîmim, lema jî pey dersanra ez diçûme bûlvarê. Li ku hembel û pale berev dibûn, hîvîa xebatê disekinîn, wekî merîkîra pevkevim ku ew çawa bavê min bê bal dîrektorê mektebê”(33). 

Bakaev di dawiya teksta xwe de dîyar dike ku herdu kurapên wî Biroyê Memo û Rizganê Memo di sala 1929an de ligel komeke kurd diçin Lenîngradê. Ji wan Rizgoyê Memo di sala 1930an de nexweş dikeve, li wir dimire. Biroyê Memo jî piştî xwendina xwe vedigere Rewanê û çend salan dibe serekê Teknikûma Kurdaye Pedagogiyê ku li wir mamosteyên kurd perwerde dibûn. Bakaev jî di heman dibistanê de dersdarî kiriye(34).

Dîmenek ji zozanên Sînegê (Foto: Ahmet Çolak)

 

Teksteke din

Romana Qaçaxê Mirad: Rev û star

Nivîskar Qaçaxê Mirad ku li gundê Tendûrekê hatiye dinê, di destpêka perçe-romana xwe de pêşiyê qala çîrokbêjî û destanbêjiya kurdî, dike. Yek ji wan çîrokbêjan Şêx Şeroyê ji Sînegê bûye ku berî sedsalî koçberî Ermenîstanê kiriye. Nivîskar wî, wek “Padîşahê çîrokbêjan” dinavîne. Di derbarê van çîrokbêjan de jî nivîskar wiha dibêje: “Her yek ji wan kitêbxaneke terîx û medenîyeta cimaeta xweye zêndî bû”(35). Ev çanda devkî: “milkê wan yê neparevekirî” bûye. Beşa yekem ya vê berhemê bi xweşî û bedewiya herêma Sînegê dest pê dike(36). Piraniya bûyerên romanê li gundên Sînegê û Tendûrekê derbas dibin. Li gundê Sînegê axayekî navdar dijî, Kolos Axa. Bi zilmkariya xwe hatiye nasîn û bi paşayê tirk Demîrlî Paşa re hevkariyê dike. Xizmetkarên wî jî wek wî kesine xirab in. Malbata Eslan û malbata Abas kesine belengaz û xebatkar in, bi keda xwe jîyana xwe didomînin.

Evîna kurê Eslan yê bi navê Şîrin û keça Abas ya bi navê Nazê di nav gund de zû belav dibe. Him cînarên hev bûne, him jî dema alîkariya hev dikirin Şîrin û Nazê gelek caran hevdu didîtin: “Gundîyan texmîn kir wekî Naza bîstsalî û Şîrin bin çavada hevdu dinêrin û surek orta wanda heye. Dê-bavên wan jî ev yek texmîn kiribûn û gilî dabûne hevdu, wekî Nazê Şîrinra bixwazin. Lê van mehêd paşinda îdî hemûyanra eyan bû, wekî zûtirekê bizna kûvî wê destê Şîrinda bibe ya kedîkirî. Neferêd mala Abas û neferêd mala Eslan, ewqasî nêzîkî hevdu bûbûn, wekî ne ku tenê xebatêda alî hevdu dikirin, lê derheqa pirsêd ferzda li hev dişêwirîn”(37).

Carina dema kar malbatên wan alîkariya hev dikin, Şîrin û Nazê jî tevî wan dibin, ji xwe re laqird û henekan dikin, carina Nazê “soromoro” dibe(38). Dilê kurê Kolos Axa, Têmûr jî dikeve Nazê. Kolos Axa dixwaze wê ji kurê xwe re bûk bîne. Diçe xwezgînî jî. Naza ku wek “Xezala çîya” tê nasandin, dema vê yekê dibihê bi çolê dikeve. Şîrin paşê wê dibîne. Di dawiyê de Şîrin tîne Nazê direvîne dibe mala kirîvê xwe Xêço ku wê demê bi zarokên xwe ve tevayî li Qersê dimîne. Kirîvê mala Eslan, Xêçoyê ermen ev qasî sî salan e her baharê tê Sînegê, li wir kar dike, payîzê careke din dikeve rê diçe Qersê. Di navbera wan de dostaniyeke nedîtî di van salan de pêk tê.

Dibin destbirakên hev. Kurên Xêço, Surên û Karo jî gelek alîkariya malbata Eslan dikin. Dema Şîrin, Nazê direvîne têkiliyên axayê hêzdar Kolos Axa û gundiyan berbi xirabiyê diçe. Di navbera zilamên Kolos Axa û gundiyan de şer derdikeve, gelek kes tên kuştin û birîndar dibin. Paşê ev gundî ji gund Sînegê bar dikin, diçin li gundê Tendûrekê cîwar dibin(39). Qasî 8 salan li wir dimînin. Êdî Eslan û kirîvê wî Xêço ne li jîyanê ne, mirine. Jina Eslan, Şemê jî diçe dighêje kurê xwe Şîrin ku li Qersê dimîne. Şîrin carekê tê Tendûrekê dixwaze here Sînegê heyfa bavê xwe ji Kolos Axa hilîne. Lê birayên wî bi aqilane li hemberî vê sergermiya Şîrin derdikevin, nahêlin.

Di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem de (1918) hemû kurdên êzdî yên li aliyê Dîgorê/Qersê û êzdiyên Sînegê/Surmeliyê berê xwe didin Ermenîstan û Gurcistanê. Navê vê romana nîvcomayî ya Qaçaxê Mirad, “Rev û Star” jî van salên mihaciriyê tîne bîra me xwendevanan. Wê demê şer, belangazî, xela, gelek kul û derd di carekê de ser hev tên. Dema gundê Sînegê vala dibe, hêrsa Kolos Axa bilind dibe û gotinên tehdîtkar ji devê wî derdikevin: “Hûn diçin bibin xulamê uris û ermenîyan. Poşman nebin! Bira lingê we daha li Sînegê nekeve! Kî ku para vegeriya sax ji destê min xelas nabe”(40). 

Di vê koçberiyê de kurdên êzîdî dikevin rê dero dero dibin. Şîrin bi zarokên xwe yên piçûk jî tevî koçê dibin. Di rê de dayîka xwe Şamê û keça xwe ya piçûk Kawê – hezkiriya xwe ya delal di rê de winda dike. Ev berhema êdî berbi dawiyê tê. Zarokên mayî birçî ne, nan dixwazin, ew du roj û du şev in di rê de ne. Bavê zarokan Şîrin dilezîne, dixwaze here gundekî nêzîk bona parî nan bibîne, lê belê ji paşva venagere. 

 

Qaçaxê Mirad ku di romana xwe ya nîvcomayî de qala herêma Sînegê dike

 

Aliyên hevbeş yên herdu tekstan

Cîh û demên bûyerên ku di teksta Bakaev de derbas dibin, vê teksta Qaçaxê Mirad tîne bîra me. Warê kal û bavên herdu nivîskaran jî Sîneg e. Bi vî awayî herêma Sînegê û bi taybetî jî gundê Tendûrekê di van herdu tekstan de jî derdikeve pêşiya me. Di teksta Çerkez Bakaev de kesên bêçare ji Tendûrekê direvin û di teksta Qaçaxê Mirad de jî kesên di tengasiyê de berê xwe didin Tendûrekê. Çerkez Bakaev zêdetir gundê Zerebxaneyê û Qaçaxê Mirad jî gundê Sînegê derdixe pêş. Bona ku ev nivîs di hişê xwendevanan de şopekê bihêle divê ez piçekî bala wan bikşînim rojên îroyîn. Dema îro qala Tendûrekê tê kirin, tavilê navê nivîskarekî me yê nûjen Nacî Kutlay tê bîra min. Çimkî ev gund, gundê kal û bavê wî ye. Ew di bîranînên xwe de dîyar dike ku di gundê wan Tendûrekê de berê kurdên êzdî û hin malbatên ermenî hebûne(41).

Di gund de niha gelek malbatên bi paşnava Kutlay dijîn. Bi saya van tekstan em xwendevan jî dikarin di vê coxrafya zêde nenas de derkevin seyraneke edebî, folklorîk, dîrokî û coxrafîk. Herdu çavkanî jî ji xwendevanan re du serpêhatiyên evîndariyê yên bi dilşewad pêşkêş dikin. Bakaev evîna Fêrîk û Sûsikê, Qaçaxê Mirad jî evîna Şîrin û Nazê bi zimanekî gelek xweş vedibêjin. Peyva dil di van herdu tekstan jî rolekê mezin dilîze. Di herdu çavkaniyan de ji dilketî gelek hewl didin bona biçin bighêjin mirazên xwe, bi mirazê xwe şa bibin, wek dawiya her çîrokekê.

Lê belê gelek caran jî wek di folklora kurdî de jî cîh digre, ew dibin kesine “bêmiraz”. Tevî ne bi daxwaza wan be jî dil wek hêzeke efsûnkirî formekê dide jîyana van evîndaran. Ev yeka kilama Mihemed Şêxo ya bi navê “Dilperîşan im” û kilama Şakiro ya bi navê “Dilê rezîl” tîne bîra me. Şakiro têgehê diguhirîne jî: “Rezîlo dilo”. Di kilameke kurdî de jî em rastî vê bêgaviyê tên: “Lawiko destê min berde/Evînî kul û derd e”. Çawa em dibînin tam berî sedsalî li zozanên Sînegê evîndariya dilketiyan ji ber çend tengasî û dijwariyan bûye derdekî bêçare.

Çend jin û zarok ji gundê Tendûrekê, ji malbata Nacî Kutlay

 

Encam

Piştî serobinobûna rewşa polîtîk li herêmê êdî em dikarin bêjin ku Sînega Êzdiya ji sala 1920an vir de heta niha jî bê êzîdî dimîne. Rengekî etnîkî yê herêmê êdî diçilmise. Ji vê çandê tenê çend kilam, çend wêne û du tekstên dirêj ji me re şunda dimînin. Di dema amadekirina vê nivîsê de ew kilamên Şeroyê Biro, Ordiyê Kotê, Aramê Tîgran û Hozan Şemdîn yên li ser Sînegê min bi dehan caran guhdar kirin. Çend wêne û fotoyên xweşik jî ez hercar birime Sînegê. Bêgûman zêdetir tekstên Çerkez Bakaev û Qaçaxê Mirad ji min re rêberî kirin. Li jor bi alîkariya van herdu tekstên kurdî ku ji aliyê Çerkez Bakaev (1983) û Qaçaxê Mirad (1981) de hatine nivîsîn, me bala xwendevanan kişande ser war û stareke kurdên êzdî ya berî sedsalan: Sînega Êzdîya. 

Pêvek:

Lînka kilama Sînegê (Aramê Tîgran)

https://www.youtube.com/watch?v=JnffYLm7A-Qç

Lînka kilama Gundê Mistê Kalo (Şeroyê Biro)

https://www.youtube.com/watch?v=g3ZhiiFvQUw&list=RDg3ZhiiFvQUw&start_radio=1

Lînka kilama Şevavê (Şeroyê Biro) 

https://www.youtube.com/watch?v=HjPXot9H-qk

Jêrenot:

1 Kavkazskij Kalendar Na 1910 God, Tiflis, rûp.201, 365.

2 Harun Aydın & Meryem Aydın, Cumhuriyet Döneminde Tutak İlçesinin İdari Yapısı ve Nüfusu (1923-1970), İnsan ve Toplum Bilimleri Araştırmaları Dergisi, nr 7/2018, rûp.2571.

3 Zekeriya Kurşun, Mehmed Hurşid Paşa’nın Seyehatnâme-i Hudud Adlı Eserine Göre XIX. Yüzyıl Ortalarında Bâyezid Sancağı, Türk Kültürü İncelemeleri Dergisi, nr 2/2000, rûp.111.

4 Ç. X. Bakaev, Osnovi Kurdskoy Orfografii, Izdatelstvo Nauka, 1983, rûp.202-235.

5 Qaçaxê Mirad, Min çi dît? 1981, Sovetskaya Grog, rûp.148-235.

6 Ahmed Aras, Evdalê Zeynikê, 1996, Weşanên Deng, rûp.55-56.

7 Pîr Dîma, Êzdîyên Serhedê, 2011, Weşanxaneya Do, rûp.95.

8 Ahmedê Gogê, Dengê Kal-Bavê Me, 1997, Erevan, rûp.16.

9 Erebê Şemo, Şivanê Kurmanca, 2009, Weşanxaneya Lîs, rûp. 118-124.

10 Mücahit Özden Hun, Iğdır Sevdası II, 2002. rûp.215.

11 Celadet Bedirxan di binê helbesteke xwe de peyva torin ji aliyê gramatîkî de dide nasîn. Çawa hin deng ketine û peyva tovrind di zimanê devkî de paşê çawa bûye torin wiha şirove dike: “Tovrind: ştexaliyê de torin tête gotin. Eslê wê tovrind e, yê ko tovê wî rind û pak, malbata wî nas. Tîpa –v- ji navê û -d ji paşiyê ketine”. (Herekol Azîzan, Bêriya Botan, Hawar, nr 25/1934).

12 Rohat Alakom, Şemsedinov Kürtleri, Kürt Tarihi, nr 1/2012, rûp.30-35.

13 Angorî agahiyên devkî Huseyîn Axa gelek xurt bûye, bona vê yekê navê wî danîne Huseyîn Axayê Çong-Deve. Binêre: Rohat Alakom, Torin-Arîstokratên Serhedê, 2009, Avesta, rûp.60-65.

14 Mehmed Hurşîd [Paşa], Seyâhatnâme-i Hudûd. Çevrimyazı: Alâattin Eser, 1997, Simurg, rûp.264.

15 Ahmed Aras, rûp.55-56.

16 Mehmed Hurşîd [Paşa], rûp.264.

17 Ahmedê Gogê, rûp.17.

18 Generalên kurd Gulî Cewar Axa, kurê wî Elî Eşref Paşa hin caran çûne Zozana Sînegê: “Bi gotina Qeymezê Miho, di şerê Lorîs Mêlîkov de (ewî şerê rûsan-tirka yê li salên 1876-77-an re usa digot) ew 20-25 salî bûye. Ew li gundê Baysizê li Ermenîstanê ji dayîkê bûye. Qemezê Miho navê gênêralê rûsan yê bi eslê xwe ve kurd Gulî Cewar Axa Şemşedînov baş dizanibû. Lê kurê Gulî Cewar Axa – Elî Eşref Beg, ku di sala 1851-ê hatîye dinê, kalkê Qeymez li sala 1914-an ew dîtibû û bi wî re dabû-standibû. Elî Eşref Beg Şemşedînov wî çaxî bi rutbê gênêralê eskerên rûsan bûye. Qeymez Miho bîr danî, wekî berî şerê cihanê yê yekemîn, hukum û tesîra Elî Eşref Beg li Serhedê zor bûye, li çayên Sînegê û Tendûrekê girtî hetanî deşta Îdirê, her waha berpala başûr-rojavayê çîyayê Elegezê jî di bin bandûra wî de bû. Elî Eşref Beg gênêralê rûsan bû, terbîyet-torê wî bi qanûnên dewleta Nîkolayê Padşê rûs bûn”. Binêre: Prîskê Mihoyî, Qeymezê Mihê Pîrê 120 salî ye, Malpera Avesta, 16/9 2012.

19 Seîdê Îbo, Rêwî, 1979, Sovetskaya Grog, rûp.4.

20 Seîdê Îbo, rûp.72.

21 Seîdê Îbo, rûp.188.

22 Spasî lêkoler Mucahît Hun dikim bona ku wî bala min kişande ser koka peyva Sînegê. Bi rûsî peyva sneg tê wateya berf (bi swêdî jî berfê re snö dibêjin), ji peyva sneg peyva snejniy jî hatiye efirandin.

23 Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, Zargotina Kurd I, Izdatelstvo Nauka, 1978, rûp.412.

24 Li herêma Qaxizmanê jî gundekî bi navê Zerebxane heye.

25 O. C. Calîlov, Stranên Kurdaye Tarîqîyê, 2003, Sankt Petersburg. rûp. 455-457.

26 Ahmedê Gogê, Dengê Kal-Bavê Me, rûp.16.

27 Kavkazskij Kalendar Na 1910 God, Tiflis, rûp.201, 255.

28 Di hin çavkaniyan de wek Sînek derbas dibe.

29 O. C. Calîlov, Stranên Kurdaye Tarîqîyê, rûp. 455-457.

30 Ahmet Çolak ji Îdirê di meha Tirmixê/2020an çû gundê Zerebxaneyê zîyaret kir û çend wêneyên vî gundî û gundên cînar kişand, ji me re şand. Gelek spasî wî dikim.

31 Ç. X. Bakaev, rûp.203.

32 Ç. X. Bakaev, rûp.213

33 Ç. X. Bakaev, rûp.234.

34 Ç. X. Bakaev, rûp.235.

35 Qaçaxê Mirad, rûp.49.

36 Qaçaxê Mirad, rûp.57.

37 Qaçaxê Mirad, rûp.61.

38 Qaçaxê Mirad, rûp.62.

39 Qaçaxê Mirad, rûp.118.

40 Qaçaxê Mirad, rûp.122.

41 Naci Kutlay, Anılarım, 1998, Avesta, rûp.12.

İlginizi çekebilir