Hasbey Köksal: Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv- P

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

 Rêzenivîs: 16                                                                               

                                                         P

Paç û pûç

Paç:1. Paçik.

  1. Desmal, dismal, patek, xewlik, peçete. Parçeyêk caw.
  2. Ginçir, qerpal, kincir.     
  3. Maç, ramûs, lêvlêdan.

 Pûç:bnr.”pûç”. 

Mane: Kevnik, kevn û kurt,  gincir mincir, cilik milik.

            Paçik, qerpal, kincik.

Mînak: Paç û pûç bi gûlîyê dara zîyaretê ve girêdan.

 

Paçik û pûçik = Paç û pûç.

Pal û kaş

 Pal:1. Zem, hîcv, niç, buxtan. (mecazî)

  1. Mû, pirç. (pal û pirç)
  2. Quntara çîyayê, quntarpalk, hewraz, berpal, kendal, terazîn, asê.
  3. Mîl yan pişt.
  4. Gav, pêgav, pêngav.
  5. Alî, hêl, pî, çîhet.
  6. Kêlek.
  7. Kulîmek, hestîyê qorikê.
  8. Hilpesartin, dangivandin. Tiştek dan ber tiştekî.

 Kaş:1. Berwar, paser, bergaz, hevraz, kendal.

Mane: Kaşûkûş, hewraz, berpal.

Mînak: Em di pal û kaşan da vekişîyan û me xwe avêt sertara çîyayê  Gebarê.

 

Pal û berpal

Pal:1. Zem, hîcv, niç, buxtan. (mecazî)

  1. Mû, pirç. (pal û pirç)
  2. Quntara çîyayê, quntarpalk, hewraz, berpal, kendal, terazîn, asê.
  3. Mîl yan pişt.
  4. Gav, pêgav, pêngav.
  5. Alî, hêl, pî, çîhet.
  6. Kêlek.
  7. Kulîmek, hestîyê qorikê.
  8. Hilpesartin, dangivandin. Tiştek dan ber tiştekî.

 Berpal:1. Berwar, bergaz, kendal.

  1. Hevraz, kaş.
  2. Berjor, berbejor.

Mane: Çîya û banî, şax û çîya, kaş û kûş, derbejêr û derbejor.

Mînak: Ew jeolog e, bi pal û berpal digere; di pêvajoya teşebûna erdê de, kevir û madenan lêkolîn dike.

 

Pal û pirç

Pal:1. Zem, hîcv, niç, buxtan. (mecazî)

  1. Mû, pirç. (pal û pirç)
  2. Quntara çîyayê, quntarpalk, hewraz, berpal, kendal, terazîn, asê.
  3. Mîl yan pişt.
  4. Gav, pêgav, pêngav.
  5. Alî, hêl, pî, çîhet.
  6. Kêlek.
  7. Kulîmek, hestîyê qorikê.
  8. Hilpesartin, dangivandin. Tiştek dan ber tiştekî.

               Pirç:1.Mû.

  1. Pûrt.

Mane: Mû, pirç, mû û pûrt.

Mînak: Pal û pirçê pisîngê waşîyaye ser xalîçe yê.

 

Pan û pûç

Pan:1. Pelixandin, perçiqandin, mericandin.

  1. Panik, pehn, pehnik.

                Pûç:bnr.”pûç”.

Mane: Pelîxandî û xirab.

            Panikî  û kerîkî , pehnikî û parçekî.

            Pelçomelçoyî, xwarvîço. 

Mînak: Di encama qezayê trafîkê da wesayît pan û pûç bû. 

 

Pars û pûrs

 Pars:1. Parsek, xwestek, xwestok. Ji xelkê pere, xwarin…hwd. xwastin.

  1. Ji famîlyayê pilingan  leopar. (Felîs perdûs)

                  Pûrs:1. Ji “pars”ê pûrs. Peyvekî muhmel, bi serê xwe bêwate ye.

Mane: Pars, Xêr ji xelkê xwastin.

             Dest vekirin.

Mînak: Ew kesê xizan pars û pûrsê dike ancax aborîya xwe pêk tîne.

 

Pars û pirûs= Pars û pûrs.

 

Pars û pisêl = Pars û pûrs.

Paş û pêş

Paş:1. Dijber, pêş.

  1. Pişt.
  2. Dû, dûv, paşî, pêy, par.
  3. Dawî, dûmahîk.
  4. Pişt, piştevan (mecazî).

               Pêş:1. Dijberî paş.

  1. Ber, bersîng, alîyê rû.
  2. Pêşmalk, pêştemal.

Mane:  Pişt û sîng, pişt û rû.

Mînak: Li paş û pêş mêze nekirin(1).  

 

Pel û pot

 Pel:1. Per, belçîm, pelçîm, pelçim,  Parçeyên çaqên daran.

  1. Darik, ço, çogan.
  2. Pelik. (Di kutandina tiştê madenî da parçeyê ku jê dipeke.)
  3. Tîm, taxim, kom.
  4. Caw, paç, paçik, tiştên hûrûmûr, kelûpel, kirtûpirt, kalûmal,cilûcor.
  5. Tîk, tîkî, tîkanekî.

 Pot:1.  Dûrîna qumaşê da qermiçîn, qurmiçîn.

  1. Gotina tewş.
  2. Bejn kin, kesên bejn kurt.
  3. Caw, qumaş, cil.

Mane: Kincên kevnik, cil û bergên kevn.

Mînak: Di kincdank/cildankê de çiqas pel û pot hene ez ê bavêjim û kincên nû bikirim.

 

Per û bask

   Per:1. Pel, belg, belçîm.

  1. Bask, çepl, şax, çeng, qanat.
  2. Alî, hêl, pî.   

 Bask:1. Per, şax, ceng, çepl, perik, mil.

Mane: Şax û per, mil, perik, pîl û per.

Mînak: Per û baskê min hebûya,

             Ez ê bilind bifiriyam.

             Li ser deşt û zozanan,

             Xwezîya ez bigerîyam(2).

  

 Perçem û bisk

   Perçem:1. Bisk, puçik. Porê ku dikeve ser enîyê,

  Bisk:1 .Porê ku dikeve ser gepan. (Taybetî yê jinan.)  

Mane: Punçik û zilf. 

Porên ku dikeve ser enîyê û gepan.

Mînak: Perçem û biskê delala min mîna rengê tavê ye.

 

 Perîşan û purêşan

 Perîşan:bnr.”pêrîşan”.

 Purêşan:1. Jandar, êş û azar, dilbikul, xembar, biderd, derdnak, dilbiêş.

Mane: Rewşa pir xirab,  rewşa nebaş.

             Tengezar, bêhal, derdnak, bêçare.

              Xax, rezîl, hewcedar.   

Mînak: Ji ber ev derdê hanê pêrîşan û purêşan in.

 

Pesn û wesn

Pesn:1. Met, meth. Bi gotinê mezinkirina kesekî.

  1. Pest, pestgotin.( Ji xeyîbê xeber dan.)

Wesn:1. Ji “pesn”ê wesn. Peyvên muhmel, bi serê xwe bêwate.

Mane: Met, methiye, sena.

Mînak: Di kovar û rojnameyan da gelek pesn û wesnê wê romanê hat dayîn.

 

Peya û pêxas

 Peya:1. Bi ling, bi pîyan.

  1. Kesên ku bi pîyan diçin, terin.

 Pêxas:1. Pêxwas.

  1. Bê sol, bê pêlav. Yên ku sol di pîyê wan da tune ye.

Mane: Birçî, bê cil û mal û milk, pir feqîr.

             Bi pîyan û bê pêlav.

Mînak: Li vê derê peya û pêxas bûn, çûn bajêr bûn xwedîyê qesr û qonaxan.

 

Pê û par

Pê:1. Pî, ling, nig. Herdu parçeyên laş ê ku meriv pê dimeş e.

  1. Bi wê, bi wan, bi wî.
  2. Li pê tiştekî, pey.
  3. Oxir, pênaw, vexêr, qadem.
  4. Pîvanek. (mîn: Dirêjîya  salona muzexaneyê pênce û yek pê ye.)

           Par:1. Hêse, pay, beş, parçe.

  1. Ders (mecazî). (mîn: Poza wî jî şewitîya, para xwe girt.)
  2. Paş, pişt, dû, dûv, şûnve.
  3. Sala çû yî, sala berî îsal an jî  berî vê salê.
  4. Sisêyan de yek ê şevê. 

Mane: Oxir, yom, xêr, qencî.  

Mînak: Bûka me,  pê û par anî mala me.

 

Pê û pêgav

Pê:1. Pî, ling, nig. Herdu parçeyên laş ê ku meriv pê dimeş e.

  1. Bi wê, bi wan, bi wî.
  2. Li pê tiştekî, pey.
  3. Oxir, pênaw, vexêr, qadem.
  4. Pîvanek. (mîn: Dirêjîya  salona muzexaneyê pênce û yek pê ye.)

            Pêgav:1. Gav. Rêya ku bi livîna lingekî tê girtin. (Nêzikî 73 cm tê hesibandin.)

  1. Pêngav, hengav.

Mane: Pêngav, hengav, hemle.

             Pê avitin, ling avitin. (ji bo cara pêşin çûna cihêkî.)

Mînak: Hetanî roja îro me pê û pêgavê te li zevîyê nedît!

 

Pêçan û girêdan

Pêçan:1. Tiştek bi tiştekî badan. Kirin nav tiştekî. Tiştek lê alandin.

  1. Niximandin. Tiştek pê dadan.
  2. Cil û pêçan, cil û berg, kinc. Tiştên ku meriv li xwe dike.

                         Girêdan:1. Bestin, girê kirin, dabestandin, lehiqandin.

Mane: Cil û pêçan, cil û girêdan.

             Hemû cilên ku meriv li xwe dike.

Mînak: Ew kesana balê dide pêçan û girêdana xwe.  .

 

Pêçî û tilî

               Pêçî:1. Pêçik, tilî, tilîk, bêçî, pêçîk. Ûvûzên zirav yên  ku bi serê dest û lingê mirovan ve ye û her yêk dest û ling da pênc lib e.

  1. Pîvanek. (Nêzikî 25.4 mm.)

               Tilî:1. Bêçî, pêçî, pêçik.

Mane: Bêçî, pêçî, tilî.

Mînak: Pêçî û tilîyên bi hine, dişibin desteyek gul û gulistanan. 

 

Pêş û paş = Paş û pêş.

 

Piç û parî

Piç:1. Parî.

  1. Pîçek, kêm, hindik.
  2. Çîp, lib.  

Parî:1. Kerî, parçe, pirt.

  1. Pişk, beş.

Mane: Pirt û parçe. Piçek, hindik.

             Kerîbikerî, parîparî, parepare. 

             Ji hev parçe kirin 

Mînak: Bi hêrs kaxiz ji dest girt piç û parî kir

 

Pil û pêrîşan

Pil.1. Lîme, tîke, lîme lîme.

  1. Per perîşan.
  2. pêyê pêşin yan jî ling. (mîn:Pilê îskemleyê.)
  3. Fîske, tilî fîsk.
  4. Şil û pil.
  5. Qure, pozbilind.

                    Pêrîşan:1. Belengaz, beligaz, bêhal, feqîr, jar, hejar, reben, goyîn, şerpeze, rezîl, riswa.

  1. Bêçare, xax, aciz, xizan, muhtac, bêserûbar, tengezar, hewcedar.

Mane: Pêrpêrîşan, belengaz, jar, xax, bêçare, peregende, bêpergal.

Mînak:Sêwî, li ber destan pil û pêrîşan dibin.

 

Pir û hindik

                  Pir:1. Gelek, zaf, zêde.

  1. Ji bo derbazbûnê rêya ser avê.

                  Hindik:1. Kêm, piçek, ne bes.

Mane: Kêm û zêde.

Mînak: Guh nede pir û hindik nebêje, bide bila here.

 

Pirç û pal = Pal û pirç.

 

Pis û pismam

 Pis:1. Kur, law, kurê lawê mam.

  1. His û pis.

                     Pismam:1. Kurê mamê, lawê apê.

                     2, Nevîyê mamê bavê meriv, nevîyê birayê bapîrê meriv.

Mane: Kurmam, kurap. 

             Lawikên ap, kurên birayê bavê meriv.

             Kûrê lawê mamê bavê meriv.

Mînak: Pis û pismam bi hevre masîvanîyê dikin.

 

Pişt û penah

  Pişt:1. Di paş laşê mirov heywanan da, navbera mil û hêt.

  1. Dijbera pêşîyê.
  2. Şûtik, piştik.
  3. Pey, paş. (Bo dema piştî bûyerê.)

   Penah:1.Stare, stargeh. Cîhê ewle.

  1. Piştgirî, piştevanî, alîkarî, destek.
  2. Gazî, hewar, hêvî, rica, tika.

Mane: Destek, piştevanî, piştgirî, alîkarî.

Mînak: Pişt û penaha Kurd û Kurdistanê, dîsan Kurd û Kûrdistan e.

 

Pîl û bask

 Pîl;1. Mil, bask, pî.

  1. Alî, pî, hêl, ber, mil.
  2. Batarî, akû.

 Bask:1. Per, şax, çelp, perik, mil.

Mane: Şax û per, mil, perik, per û bask.

Mînak: Pîl û bask lê şikîya.

 

Pîl û Pirtî

Pîl;1. Mil, bask, pî.

  1. Alî, pî, hêl, ber, mil.
  2. Batarî, akû.

               Pirtî:1. Pirtû, pertal, tekstil, manîfatura.

              2.Kerî, kerîyê hûrik. Kerî kerî, lîme lîme, pirtik pirtik. 

  1. Boçika cixarê.

Mane: Hemû cureyên qûmaşan.

Mînak: Pîl û pirtîyê xwe barkir ji vir çû.

 

Pîr û kal

             Pîr:1. Dapîr, pîrik.

  1. Kokim, extîyar, kalejin û kalemêr, kalepîr, rûsipî.
  2. Edepdar, cêribdar, agahdar.
  3. Serok, rêber. (Taybetî rêberê elewî û ezdîyan.)

 Kal:1. Bapîr, kalik, pîr.

  1. Hişk.

Mane: Dapîr û bapîr.

Kokim, extîyar, rûsipî.

Mînak: Hey dinyayê! min digot qey ez ê pîr û kal nabim.

 

Pîr û pegal

 Pîr:1. Dapîr, pîrik.

  1. Kokim, extîyar, kalejin û kalemêr, kalepîr, rûsipî.
  2. Edepdar, cêribdar, agahdar.
  3. Serok, rêber. (Taybetî rêberê elewî û ezdîyan.)

 Pergal.1. Sîstem, nîzam. Awa û şêweya kirina tiştekî.

  1. Alav, alet, hacet, navgîn.
  2. Hal, rewş, statû.

Mane:  Edep, tecrûbe, şerde,terbîye

             Rê û dirb, rê û rêzan.

Mînak: Meriv bi ger û xwendinê pîr û pergala xwe zêdetir fireh dike. 

 

Pîr û şinûlk

Pîr:1. Dapîr, pîrik.

  1. Kokim, extîyar, kalejin û kalemêr, kalepîr, rûsipî.
  2. Edepdar, cêribdar, agahdar.
  3. Serok, rêber. (Taybetî rêberê elewî û ezdîyan.)

               Şinûlk:1. Marîfet, hostatî.

              2.Zanist.

Mane: Edep, tecrûbe, şerde,terbîye

 Rê û dirb, rê û rêzan.

Mînak: Bi pîr û şinûlkê, rêya adet û marîfetan dizane (3).

 

Pîr û pêşeng

Pîr:1. Dapîr, pîrik.

  1. Kokim, extîyar, kalejin û kalemêr, kalepîr, rûsipî.
  2. Edepdar, cêribdar, agahdar.
  3. Serok, rêber. (Taybetî rêberê elewî û ezdîyan.)

                  Pêşrew:1. Pêşrew, rêber, pêşewa, rêveber, serok.

Mane: Pêşîkêş, rahşan, rêpêşandêr.

            Rêber, serek, mezin.

Mînak: Evdalê  Zeynikê, pîr û pêşengê dengbêjan e. 

 

Pîrût û çîprût

                      Pîrût:1. Pî tazî,  ling xwesî, bê cil û pêlav. 

                      Çîprût:1. Ling xwasî, çeqrût,şeqrût, pêxwas, bê cil, bê kinc.

Mane: Pêxwas, rantazî, çêkrût, ebeboz.

Bêkinc û bêsol.

Mînak: Hetanî pîrût û çîprût hayî ji pîyê xwe nebin, dê halê wan wiha be. 

 

Pîs û pas

Pîs:1.Qirêj, qirêjî, qilêrî, gemarî, lewitî, kirêt.

  1. Ne paqij.
  2. Karê pintî û pîs.

 Pas:1. Jeng, zeng, jengar, jengal.

  1. Serpas.
  2. Bi ber hevalê xwe ve top avêtin. (Di sporê de.)
  3. Ji “pîs”e pas.

Mane: Pîs, pîsî, pîsayî,kirêj, gemar.

Mînak:Bi kedekî mezin, di nav pîs û pasê de nanê xwe qezenc dike.

 

Pol û poşman

 Pol:1. Cîhê ku wane tê dîtin. (mîn: Ew di pola  çaran da dixwîne.)

  1. Dendikê fêkîyan.
  2. Hestîyê bêrikê. Mil, serpî.
  3. Pere. Pereyê  metal ê ku  berê bi kar dianîyan. Pûl, Pereyê bênirx.
  4. Perçivandî. Tiştê ku tê de hewa tijîye.
  5. Kozir, koz.
  6. Di biwêja “pol û poşmam”ê de “pol” pir zêde poşman.

                       Poşman:1.Poşîman, peşîman, pîşman. Kesa/ kesê ku tişt kirin yan jî gotinê xwe nexwezî  kirin û ji ber xemgîn bûyîn.

Mane: Hezar caran poşman bûn.

             Hezarê bi hezaran poşman bûn.

Mînak: Bîle heq û  sebep mala xwe xira kir, nika pol û poşman e.

 

Pol û pere

 Pol:1. Cîhê ku wane tê dîtin. (mîn: Ew di pola  çaran da dixwîne.)

  1. Dendikê fêkîyan.
  2. Hestîyê bêrikê. Mil, serpî.
  3. Pere. Pereyê  metal ê ku  berê bi kar diwanîyan. Pûl, Pereyê bênirx.
  4. Perçivandî. Tiştê ku tê de hewa tijîye.
  5. Kozir, koz.
  6. Di biwêja “pol û poşmam”ê de “pol” pir zêde poşman.

  Pere:1. Pare, diraf, dirav. Amûrê kirîn û firotinê.

Mane: Pere, dirav, pûl.

Pere û pûl.  

Mînak: Heke armanc xwendin be, pol û pere di çavê me de nayê.

 

Por û gijik

  Por:1. Mûyên serî mirov. Gijik. pirçên ser kur.

  1. Navê firindeyek. Kewa por (Francolînûs)
  2. Girtî, dapoşî, nixun.

 Gijik.1. Porê gevel, porê  tevlihev, porê hejgol, porê gijwal.

Mane: Por û şeklê porê.

Mînak: Por û gijikê wî  rûyê şe nedîtî ye.  

Por û rî

Por:1. Mûyên serî mirov. Gijik. pirçên ser kur.

  1. Navê firindeyek. Kewa por (Francolînûs)
  2. Girtî, dapoşî, nixun.

            Rî:1. Mûyên ku li gep û çenikê mêran derdikeve.

Mane: Mûyên serkur û gep û çenik. (ji bo mêran)

            Pirçên serkur , gep û çenik.   ( ji bo mêran)

Mînak: Por û rîyê Mordemî li hev ketibû.

 

Pot û qerpal

Pot:1.  Dûrîna qumaşê da qermiçîn, qurmiçîn.

  1. Gotina tewş.
  2. Bejn kin, kesên bejn kurt.
  3. Caw, qumaş, cil.

 Qerpal:1. Kincê kevn û qetîyayî. Gincir.

  1. Pejmûrde.

Mane: Paçik û pûçik.

Paç û pûçên kevn. 

Mînak: Ji ber çikotîyê,  pot û qerpalê heft salan li xwe kirîye.

 

Pot û pertal

 Pot:1.  Dûrîna qumaşê da qermiçîn, qurmiçîn.

  1. Gotina tewş.
  2. Bejn kin, kesên bejn kurt, qam kin.
  3. Caw, qumaş, cil.

 Pertal:1. Kerîyê mezin. Parçeyê mezin.

  1. Pirtû, pirtî, mensûcat.
  2. Pejmûrde.

Mane: Kinc û qumaşê ku kinc jê tên çêkirin.

 Pirtû, caw, tekstîl

Mînak: Xalê min li bajêr dikana pot û pertalan vekirîye.

 

Poz û bivil

                 Poz:1. Difin, lût, kepî, bêvil.

                 Bivil:1. Bêvil, poz, lût, kepî.

Mane: Difin, kepî.

Mînak: Jê  ra nema  di poz û bivilê wî de hat.

 

Pûç û vala

Pûç:1. Bêkêr, xirab, kêrnehatî, nebaş.

  1. Kerixinî, çilmisî, kevn bûn.
  2. Girmixî, alozî, helisî, petot, rizî. 
  3. Kevirê piçûk yê pan.

  Vala:1. Tal, boş.

  1. Betal, ne mijûl.

Mane: Bênavik, xilûxe, ne tijî.

             Bêkêr, nebaş, kêrnehatî.

             Tevizandî û tal.

             Çilmisî, xalî.    

Mînak: Dekûdolabê wî  pûç û vala der xistin.

 

Pûç û pehnî

 Pûç:1. Bêkêr, xirab, kêrnehatî, nebaş.

  1. Kerixinî, çilmisî, kevn bûn.
  2. Girmixî, alozî, helisî, petot, rizî. 
  3. Kevirê piçûk yê pan.

 Pehnî:1. Panî, gupik.

  1. Panikîtî, pehnikîtî, lêlatî, teqalî.

Mane: Dan berbayê, xerckirina beredayî, berhewa.

Mînak:Mal û milkê bavê xwe pûç û pehnî kir.

 

Pûk û Baran

Pûk:1. Berfa hûrik û zirav. Xedeb. Berf û ba. Bapûk.

  1. Pidî. Pidîyê didanan.
  2. Hay jê bûn.

Baran:1. Şilî. Ava ku ji ewran dikeve.

Mane: Berf û baran di hev de.

             Şilope, çelepe, baranê ku ligel berfê dibare.

Mînak:Pûk û baranê rê li me girt.

 

Pûk û badev

Pûk:1. Berfa hûrik û zirav. Xedeb. Berf û ba. Bapûk.

  1. Pidî. Pidîyê didanan.
  2. Hay jê bûn.

Badev:1. Bahoz, bager. Bayê sar, bayê cemidî, bayê sar û zuha.

Mane: Bahoz, bager, bablîsok.

 Bapêç, boraz, gilgileya  berfê.

Mînak: Li sertara çîyayê Cîlo, pûk û badev qet kêm nabe.

Pûk û xedew

 Pûk:1. Berfa hûrik û zirav. Xedeb. Berf û ba. Bapûk.

  1. Pidî. Pidîyê didanan.
  2. Hay jê bûn.

                      Xedew:1. Xedeb, xezew.

  1. Xişm, hêrs, kîn, nifir, neyarî, bela, afet, gerûşe, kerb.

Mane: Ba û bapûk.

             Boran, hewayê bi berf û ba, bamişta dijwar.

Mînak: Meriv li hember pûk û xedewa  deşta  Gewerê dilerze  û diricife. 

 

Pûk û xezew = Pûk û xedew.

 

Pûk û bager = Pûk û badev.

 

Pûr û pincar

Pûr:1. Hûr û pûr.

  1. Pelên ku wake derzî ye; (wake pelên çam, ladîn, hevris…hwd).
  2. Bac. Pereyên ku didine dewletê.
  3. Tişt. Tişt û malên taybet.
  4. Erdê hişk yê ku nehatîye ajotin.
  5. Qafik, qalik, qaşqelik, tûkil, qaçil, çermik.  

  Pincar:1. Silq, silk, dîbsor. Riweke ku şekir jê tê çêkirin.

Mane: Di gotinê da, piranî ji bo karên  vit û vala tê gotin.

Mînak: Kalo memir bihar tê,

 Pîrê memir pûr û pincar tê (4).  

 

Pûş û pelax

Pûş:1. Gîya û pertikên hişk. Pelax.

  1. Pel, Belçîm.
  2. Çilûbergên şer.

                   Pelax:1. Gîyayê hişk. Gîyayê ku li ser hev hişk bûyê. Palax

  1. Pelixîn. Li bin tiştekî giran da pan bûn. 
  2. Mexelkî rûniştin(argo), pelax bûn, dirêjkî nûniştin.

Mane: Gîya û pertikên hişk. 

             Pûş û pelaş, pûş û pelûş.

Mînak: Pûş û pelaxê bexçê paqij kir.

 

Pûş û Pelaş

  Pûş:1. Gîya û pertikên hişk. Pelax.

  1. Pel, Belçîm.
  2. Çilûbergên şer.

 Pelaş:1. Pûş, pelax. Gîyayê hişk, gîyayê hişk bûyî.

Mane: Gîyayê hişk.

Qirş û qal.

Mînak: Bayê pûş û pelaş bi hewa xist.

 

Pûş û pelûş = Pûş û pelaş.

 

Pût û pelat

Pût:1. Alaf, debr, êm. ( ji bo ajal û sewalan).

  1. Pîvaneka giranîyê. ( mîn: Çar pût zêr.)
  2. Pûç, rizî. ( Ji bo dar û hwd.)
  3. Peyker, senem. Wêneyên ku ji keviran hatîye çêkirin. ( Di maneyê olî da “xweda”yê ne ras.)
  4. Mû, pirç.

Pelat :1. Ji ” pel”ê pelat, pirjimara “pel” ê.

Mane: Alif, depr, êm.

Xwarina ku didin heywanên kedî kirî. (ka, ceh, çilo…hwd.)   

Mînak: Vayê payîz hate ber derî, me hê pût û pelat nekirîye kadînê.  

 

Pût û pelat

Pût:1. Alaf, debr, êm. ( ji bo ajal û sewalan).

  1. Pîvaneka giranîyê. ( mîn: Çar pût zêr.)
  2. Pûç, rizî. ( Ji bo dar û hwd.)
  3. Peyker, senem. Wêneyên ku ji keviran hatîye çêkirin. ( Di maneyê olî da “xweda”yê ne ras.)
  4. Mû, pirç.

                  Pelat:1. Pirjimara “pût”ê.

Mane: Peyker, heykel, senem.

             Xwedayê nerast.

Mînak: Perestgeh, dor bi dor bi pût û pelat hatibû xemilandin.  

***

1- Biwêj.
2- Ji strana "Helîyam". Hozan Kawa.
3- Biwêj

4- Biwêj.

 

İlginizi çekebilir