Mordem Zel: Kûçik

(Ji bo bîranîna Kûçikê min ê nemir Êriş…) 

   Kûçik ango Se, mensûbê famîleya kûçikan ê bi mezinahî û dîtbariya xwe cûda, heywanekî bi guhan ê zêdetirî 400 cûreyên xwe heye. Yek ji cûreyên gurê boz e û tevî çeqel û rûviyan ji heman malbatê ye. Di nav belavbûna erdnîgariya dinyayê de tevî pisîkan yek ji heywana herî zêde tê kedîkirinê ye. Li gor lêkolîna di sala 2001’an de hatiye kirin di dinyayê de zêdetirî 400 milyon kûçik hene. 

 Kûçik, ji zêdetirî 12 hezar sal berî niha ve weke hevkarê nêçîrê, parastvan û hevalê însanan e. Li gor pêdiviyên cihê, di peresendiya cûreyên kûçikan de rola însan cihekî girîng digire. Kûçikên ewilî, kûçikên nêçîrê yên bi çav û bêhna xwe tûj kûçikên serkeftî bûn. Însanan, ji hevnasîna ewilî ya bi kûçikan re û virda bi mendîsiya genetîkî gelek taybetmendiyên bifêde yên kûçikan kifş kirine û bûne sebebê zêdebûna cûreyên wan. Weke mînak 7-9 hezar sal berî niha ku cara ewilî heywan di çewlikan de hatin kedîkirin, kûçikan dest bi şivaniyê kirin û di vî alî de bûn bijareyên çêker. 

Îdraq û fonksiyona kûçikan ji civakê cihê ne. Di Misira antîk de kûçik pîroz dihat hesibandin. Di roja me ya îro da, li gelek welatan weke çavdêr û nator têne bikaranîn. Li welatên rojavayî, bi piranî weke hevalên malê û nobedar têne kedîkirin. Xizmet û derameta ji bo kûçikan, li van welatan bi milyon dolaran bûye weke endustrî. Ji bilî vana kûçik ji bo kesên asteng, lêgerîn û rizgarkirinê jî têne kedîkirin. 

Beytar, car caran gotina Kûçik tenê ji bo kûçikên nêr bikartînin. Ji kûçikên mê re dêlik dibêjin. Ji çêlikê wam re cewr, cewrik ango boc, bocik tê gotin. 

 Li Kurdistanê, di lîteratora zimanê kurdî de bangkirina kûçik Bocî Bocî Bocî, ango Kûço Kûço Kûço tê gotin. Ev bang jî dişibin navê Kûçik. Di zimanê Rûsî de gotina Kobel di wateya kûçikê nêr de tê gotin.  

Nîşana neqşên ser kevira qebra fîravûnê Misirê yê duyem Antef, nêzikê BZ dawiya 3 hezar salan e. Ji ber ku di Misira kevnare de kûçik pîroz dihat hesibandin, tenê destûra kedîkirina kûçikan ji bo malbata kraliyetê dihat dayîn. 

Nêzikî 60 milyon sal berî niha li Asyayê guhaniyeke biçûk a dişibiyan bûkaniyê dijiya. Ev zindiyê ku weke Miacis dihat binavkirin bavkalê famîleya kûçikan, (Kûçik, Gur, Çeqel û Rovî) ye. 

30-40 milyon sal berê, yekemcar kûçikê ewilî yê bi navê Cynodictis ji Miacis hat çêkirin. Ev zindî bi mezinahiya xwe asayî, bi dirêjiya xwe ji bilindiya xwe zêde, boça wî dirêj û guhaniyekî bi pûrt bû. Di nav hezar salên paşî de Cynodictis li şaxên Efrîqa û Avrasyayê belav bû. Şaxê Avrasyayê Tomarctus; bavkalê kûçik, gur û roviyan e. Hin çavkaniyên genetîk ên aydê 16.300 sal berê hene, li Çînê ji bo xwarina goşt, gur hatine kedîkirin. 

Kûçikên ewilî, ji vir 12-14 hezar sal berê li herêmeka Hindistanê, ji şaxekî Gurê boz hatiye çêkirin. Piştra cûreyên ev Gurê Boz li Ewropa, Asya û Bakurê Emerîqayê hatiye belavkirin. Ji bilî vê îhtimale ku li Efrîqayê, ji guran bêtir bavkalê cûreyên kûçikan çeqel bin. 

Li gor qeydên fosîlan, beriya serdema zîvî (BZ 4500) li dinyayê pênc cûreyên kûçikan hebûn. Mastîff, kûçikên dişibin guran, tajî, tûle û kûçikên şivaniyê. 

Bi dehan cûreyên se û kûçikan hene bi rengên xwe cuda ne. Weke mînak kûçikekê Kangal û Qerebaş ji heman cûreyî ne û bi taybetmendiyên xwe dişibin hev. Tevahiya kûçikan xwedî 39 cot kromozom in. Wekî 23 cot kromozonên însan, yên kûçikan jî her cot kromozon ji dayik û bavekî tên. 

Ji bilî yên bê boç, di laşê kûçikan de 319 hestî hene. Şiklê qas û tendonê wan dişibin yên însan, lê jorê laşê wan berevajî yê însan bi qasî jêr hêzdar in. Giraniya laşê wan di navbera çaqên paş û pêş de hema hema yeksan belavbûyî ye. Kûçik jî, weke hirçan berevajî heywanên ku li ser paniya piyê xwe dimeşîn, li ser pêçiyên xwe dimeşin. Berevajî însanan kemberê wan ê mil tune ne. 

Kûçik, zindiyên pergalî ne. Lewra jî jiyana bi însan an jî bi kûçikan re tercîh dikin. Li gor pisporan bavkalê kûçikan Gur e. Digel hezar salane ku bi hevperîna bijarte ya însanan bi însanan re fêrî jiyanê bûne, li gor xebatekî tovî ya di sala 1950 û 1960 an de hatiye kirin, kûçikên di biçûkî de têkiliya wan bi însanan re hatibe birandin, berevajî kûçikan dixwazin bi însanan re bijîn. 

Kûçik jî weke gurî xwedî hişmendiya xwedî cih û war e. Ji ber ku gur heywanekî kovî û nêçîrvan e, dibe ku hakîmiyeta herêmeke berfireh di destê wan de be. Qada hakîmiyetê ya kûçikan li gor hawirdora xwediyê xwe sînordar e û berevajî ya gurî bêtir teng e. Kûçik, ji bo nîşankirina herêma xwe, mîza xwe li derdorê dike. Gava kûçik li cihên bêteref rastî hevdû bên ewilî hevdû bên dikin, hêdîka xwe kerekaşo dikin, boça xwe dileqînin û bi dîtbariyekî xas aydê xwe silav didin. 

Tevî vê, Dêl jî ji bo parastina çêlikên xwe li cihên bêteref jî êrîşî kûçikan dikin. Kûçik, lingekî xwe ya paşî bilind dikin û dimîzin, Dêl jî herdû çokên xwe dişikîne û dimîze. 

Kûçik, ji bo têkiliyê xwedî repertuarekî berfireh a  dengderxistinê ne. Xwediyê kûçik, li gor dengderxistina wî fêm dike, bê ka çi dixwaze. Nîşaneya cewrikan a destpêka xweseriyê dema bi cewrikên din re bilîze û biewçe ye. Dema kûçik bitirse an tengezar bibe dikin xirînî. 

 Diranên hemû heywanên goştxwar dişibin hevdû. Diranên şîr ê kûçik 28 yên mayînde 42 heb in. Li jor û jêr du diranên dirêj ên tûjik hene li gor diranên din bêtir dirêj in. Diranên kûçikan jî weke yên hemû heywanên goştxwar tûjik û bilindtacî ne. Van diranan ji bilî goştxwarinê weke çek jî têne bikaranîn. Kûçik, bi gelemperî diranên xwe ji bo cûtinê bi kar naynin, bi piranî xwarina xwe nacûnin û diquritînin. Pêvajoya diran derxistina cewrikan bi êş derbas bibe. Goştê diranê wan diêşe, diwerime û carna jî îştaha wan tê birîn û vîjiko dibin. 

Kûçikên ewilî gotîk û pozdirêj bûn. Di roja me ya îro de xwedî gelek cûre û gewdeyî ne. Kûçik, heywanekî bazdar e. Masûlk, mil û estiyên qoreka pirî cûreyan ji bo bazdanê guncan in. 

Weke mînak tajiyê Afganî dema di eraziyeke bi kevir de bi dû nêçîrê bikeve, di kurtenavberekî de xwedî vegerekî lezdar e. Gurê Elmanî gava baz dide, meriv dibêje qey difire, lê yek ji linga wî miheqeq li erdê ye. Tajiyê ku ji bo pêşbirkan hatibe peresendkirin, milê wan bêtir qayîşokin û di bazdanê de her çar lingên wan li erdê têne birîn. 

 Laşê kûçikan, bi piranî pûrto ne û eyara germahiya laşî dikin. Kûçikekî navsere xwedî germahiyeke bi dirinceya 38 – 39.2°C (100.5 – 102.5°F) ye. Kûçik, dibe ku xwedî rengên cuda û pûrto bin. Lê, hin cûre hene weke Tûleyê Çînê hema bêje bê pûrt in. Bi taybet, yên pûrtê wan rengvekirî û tazî zêde nikarin li ber tavê bisekinin û bi şewatê re rû bi rû dimînin. 

Hin cûreyên kûçikan hene, weke kûçikê şivanan ê Elmanî, li gor yên din bêtir xwedî taybetmendiya bêhngirtinê ne. Yên kûçikan jî weke yên însan pênc sehekê wan hene. Di nav van da, ya herî pêşketî bêhngirtin e. Di nav hemû cûreyên wan de pêşketina bêhngirtinê çêbûye û li gor ya însan bêtir baş e. Hin cûreyên weke gurê Elmanî hene, bêtir xwedî taybetmendiya bêhngirtinê ne. Van cûreyan ji bo dîtina tiştekî hişbir û depreman tên perwerdekirin. Tama devê wan li gor însan bêtir hindik e. 

 Mekanîzmaya dîtinê ya kûçikan, bi qasî bêhngirtinê ne pêşketî ye. Bi pîranî meriv dikare bêje tenê bi şevê ji însan baştir dibînin. Di ronahiyeke zêde de bi qasî însan baş nabînin. Eyara zelaldîtinî, jihevderxistina rengan û eyara dûrahiyê kêm e. Ji ber ku çavên wan ber bi kêlekê ve ne ji însan zêdetir xwedî dîtbariyê ne. Dîtbariya tajiyên Afganî yên di dûrahiyekî dirêj de ku nêçîrê ji hev derdixin, li gor yên din bêtir baş e. Di çavê kûçikan de, zarekî weke qapaxeke sêyem tê zanîn heye. Ev jî çavê wan ji madeyên zerardar diparêze. 

Di dîrokê de kûçikê herî zêde emr kiriye, kûçikekê ber gamêşan ê Awûstiryayî ye. Ev kûçik di sala 1910’an de hatiye dinyayê û 29 sal û pênc meh emr kiriye. Di heman demê de ev kûçik di nav agahiyên Pirtûka Reqoran a Gûînnessê de jî cih girtî ye. Emrê kûçikan li gor cûreyên wan diguhere. Li gor pêşketinên beytarî yên sedsala 20’an emrê wan bêtir zêde bûye. Li Kurdistanê ev bi 12,13 salan sînorder e. Bi piranî cûreyên biçûk, li gor yên gir bêtir emr dikin. 

 

DÊL 

 

Dêlikên nêçîrê yên Efrîqayî ne tê da, tevahiya dêlikan salê du caran çêle tînin. Cûreyên wek yên Efrîqayî di yek carî de 10-12 heb çêle tînin. Têgihîştina cînselî ya kûçikan, di navbera 6-12 mehan da, têgihîştina pergalî 2 sal e. Kûçikên biçûk, li gor yên gir zûtir digîne têgihîştina cînselî. 

Dêlikên cûreyên gir, bi piranî di 8-9 mehî de hilorî dibin. Dêlik, perîyoda ewilî di navbera 6-18 mehî de dibînin û piştra di salê de du car li hev sor dibin. Weke nimûne, tenê dêlikên şivanên Efrîqayî carekî diwelidin. 

Di memikên dêlikan de bez heye û pê cewrikên xwe dimijînin. Bi piranî cûreyên dêlikan heşt memikî ne. Ev hejmar dibe yek kêm ango zêde be jî. 

Têgihîştina kûçik a cînselî di şeş mehan de çêdibe û piştra her gavî dikare hevperê. Cûreyên mezin bi derengî digîn asta têgihîştina cînselî. Kûçik, ji hêkên dêlikê yên dema ostrûsê zêdetir avikê çêdikin û hetanî bimirin jî dikarin hevperî bibin. Dêlikên weke teriyerê Yorkshîre her carê 2-3, yên mezin carê 10-12 cewrik tînin. Li gor lêkolînên hatine kirin, Dêlika herî zêde cewrikan aniye, mastîffa Napolî ye. Di sala 2004’an de li Qraliyeta Yekbûyî 24 cewrik anî ye. 

Hêkên dêlikan, nêzî 48 seetan di rewşa avikbûnê de dimînin. Avik, di navlingê dêlikê de çend rojan dimîne. Piraniya wan xwezayî diwelidin. 

Pêvajoya sorbûna dêlikan 18-21 roj didome. Asta ewilî ya vê pêvajoyê werimandina navling û xwîn jê hatin e. Di rewşên asayî de 9 rojan didome, lê carna 2-3 roj jî dibe. Di vê pêvajoyê da, dêlik her çiqas kûçikan dilkêşî bike jî, şabûnê red dike. Di pêvajoya asta duyem da, mîqdara xwînê kêm dibe û reng pembeyî dibe. Navling fireh dibe, nerm dibe û di vê astê de êdî ji kirinê re amade ye. Ev ast 3-4 rojan didome, lê carna hetanî 11 rojan jî didome. Dêlik, piştî dawîbûna avikê, 1-2 rojan jî kûçikan berdide ser xwe. 

Piştî xilasbûna ostrûsê ku ev nêzî du hefteyan e, pêvajoya dawî yanî diostrûs destpê dike. Rengê nîmê tarî dibe, navling normalîze dibe û dêlik kûçikan red dike. Gava xwîn û werimandin biqede pêvajoya sorbûnê xilas dibe. Hege dêlik ducanî bibe, ev redkirin hetanî zayînê didome. Piştî xelasbûna pêvajoyan û welidînê, hetanî sorbûnekî din, ji vê navberê re di zimanê tibê de anostrus tê gotin. 

CEWR 

Cewrik, bi koranî girêdayî dayîka xwe têne dinyayê. Dêl, weke xweajoyî cewrikên xwe dimijîne û diparêze. Ji bilî kesên pê ewle tu kesî nêzikî wan nake. 10-14 roj piştî zayînê çav û gohên wan vedibin. Cewrik, cih û brayên xwe kifş dike û naxwazin cih li wan bê herimandin. Ev pêvajo ya 20 rojan, ji bo têgihîştina kûçik ji çar pêvajoyên krîtîk a sereke ye. Dêl, di vê pêvajoyê de kurtedemî çêlikên xwe bi tenê dihêle. 

Piştî hefteya sêyan cewrikên mereqdar hêdî hêdî dinyaya derê cihê xwe kifş dikin û dinasin. Di vê pêvajoyê de hege bibin heywana ber malê têkiliya wan a bi însanan re pir girîng e. 

Yên ku di vê pêvajoyê de bi însanan re têkilî çênekin tu caran nabin heywanên kedîkirinê û perwerdehiya wan zehmet dibe. 

Lê, di navbera 3-7 hefteyan de divê têkiliya cewrik bi dê û birayên wî re dewam bike. Di vê pêvajoyê de, dêlik tiştên xwaribe dike der û pê çêlikên xwe têr dike. Di her xwesteka çêlan de wan namijîne û hêdî hêdî wan ji şîr dixe. 

Piştî hefteya çaran meriv êdî dikare xwarinên nerm û bi av bide wan. Piştî hefteya şeşan cewrik êdî aktîv dibin û bi eleqedariya însanan kêfxweş dibin û bersivê didin. 

Pêvajoya krîtîk a sêyem di navbera 7 û 12 hefteyan de ye. Li gor pisporan ev pêvajo ji bo têkiliya bi însan re pêvajoya herî berdar e. Di vê pêvajoyê de cewrik dikarin keriya xweajoyê ya ku bi dê û birayên xwe re derbas kiriye bidin însanan. Xwediyê wî dikare bide fêrkirin ku kûçik xwediyê keriyê ye. Kûçik, fermanên ji rêzê pir bi hêsanî fêr dibe. Hewce bi dubarekirinê nadîne. 

Pêvajoya çaremîn a dawî ya krîtîk hefteya 12-16 an e. Cewrik xweseriya xwe îlan dike û bi wêrekî dikare bi her derê ve biçe. Di vê pêvajoya ku cewrik bi awayekî zîhnî û fizîkî bi awayekî lezûbez têdigihîjin de meriv dikare wan perwerde bike. Diranên wan ên mayînde dertên û car caran ji ber êşê dibe bala wan belawela bibe. Hege meriv pêlîstokên diran derxistinê nede wan, tiştên hawirdorê direvînin û dikojin. Di vê pêvajoyê de cewrik zêde go nadin meriv û bê xwestek tevdigerin. 

Şexsiyeta kûçik, hetanî têgihîştinê dewam dike. Kûçik jî weke însanan beriya bigî hestiyariya şexsî, digî têgihîştina cînselî. Di guran de têgihîştina cînselî bêtir bi rêkûpêk e. Kûçik, di 7-8 mehan de bi xwe baweriya wan kêm dibe û tirsa wan çêdibe. Hege pirsgirêk rakendî nebe, di navbera çend mehan de nîşane wenda dibin. Hege pirsgirêkeke rakendî hebe, ji bilî ne rihetiyê bi demê re dijwartir dibe. 

 

 

İlginizi çekebilir