Mihyedîn Nahrîn: Ji Bîranînan Dijwartir û Xweştir Tiştek Nîn e

Bi demê re dê jî dibe xwelî û bav jî dibe xwelî.

Yar jî dibe xwelî û temen jî dibe xwelî.

Ji xwelîyê pêve tiştek namîne. 

Ne bîranîn dimînin û ne jî kesek. 

Her tişt û her kes mîna çem û mîna dem diherike û diçe.

Di dawîya rojê de meriv destvala li şikefta dil tevlî bîranînan dimîne.

 

Ji bîranînan dijwartir û xweştir tiştek nîn e.

Carna dil û hinavan tîne xwarê.

Carna meriv kêfxweş dike.

Carna jî ji nû ve jîn dike.

Di hundirê xwe de kaosê û kozmosê bi hev re dihewîne.

Geh ava dike û geh hildiweşîne…

 

Jîyan ji zehmet û dijwarîyê pêk tê. Meriv çi bike  sermest nabe, kêfxweş nabe. Lewma çavên meriv tim li paş e. Dema meriv dest bi rêwîtîyekê dike meriv tim li paş xwe dinere. Dûrketin û ji derketina cîyê ewlehî tim bi xwe re tirs û zehmetîyan tîne. Ji ber tirsa dil meriv li şûna li pêş binere meriv berê xwe dide paş. Ev rewş bandor li ser çanda me jî kirîye. Ji berê de gotine: “Sal bi sal xwezî bi par”. Her çiqasî ya herî girîng ev dem be jî em tim li paş dinerin. Lê mixabin em çiqasî li paş binerin jî dara xwezîyê ti carî şîna nayê. 

Di nava pêlên jîyanê de em xwe timî di nava xewn û xeyalan, di nava bîranîn û xwezîyan de dibînin.

Em xwe timî dispêrê qeraxa bîranînan.

Dema kêfxweş dibin, dema bêhnteng dibin, dema sermest dibin, dema aciz dibin…

Di her rewş û halî de em xwe diavêjin hembêza bîranînan.

Bîranîn ji me re cîyê bêhnvedanê ye. Cîyê ewlehî û  kêfxweşîyê ye.

Bi heman awayî cîyê êş û kula ye. Cîye poşmanî û xwezîya ye.

Dema temen biçûk e û mirov leqayî zehmetîya tê meriv xwe dispêre hembêza dayîkê. Dema meriv mezin dibe yar dikeve dewrê. Êdî dê li alîyekî û yar li alîyekî ye. Meriv xwe bi temamî ji malbatê dişo û ji xwe re qibleyek nû ava dike û ew qibleya nû yar e.

Dema dem derbas dibe û meriv leqayî zehmetîyan tê meriv destê xwe vedike û ji Xweda alîkarîyê dixwaze û ji bo Xwedê meriv diçe secdê. Lê piştî naskirina yarê bi carekî meriv qibleya xwe ber bi yarê ve diguherîne. Êdî Yar ji Xwedê û ji malbatê mezintir e. Wekî Melayê Cizîrî gotî: “Dil yek e dê ‘işqi yek bit’ aşiqan yek yarî bes / Qible dê yek bit qulûban dilberek dildari bes”. Êdî qible û her tiştê meriv dibe yar. Dema meriv aciz dibe an jî kêfxweş dibe meriv xwe dispêre hembêza yarê.

Tirsekbûna dil zehmet e. Gelek caran ji ber tirs dil meriv gav naavêje. Dilê tirsonek ji sînga gewr timî mehrûm dimîne. Mehrûmbûna ji yarê zehmet e û dijwar e. Di destê dilê tirsek de tenê bîranîn dimînin.

Yên çûyî çiqasî dûr bin jî mîna lanetekî tim di hişê meriv de cî digirin.

Yên mîrîya zîndî dike û kesa dûr nêz dike tenê bîranînin.

Bi xêra bîranînan ew hene lê dema bîranîn çûn êdî tiştek namîne.

Em mirov bi xêra xeyal û bîranînan li ser pîyan disekinin. Bi xêra wan em jîyana xwe bi wate dikin. An jî di nava jîyanek bêwate de bi xêra wan jîyana me bi wate dibe. Li paş kesên çûyî tenê di destê me de xwezî, xeyal û bîranîn dimînin. Heta temen bibe xwelî meriv xwe li xwezî, xeyal û li bîranîn dipêçe…

 

 

İlginizi çekebilir