Mihyedîn Nahrîn: Li gel Arya li ser wêneyan çend gotin

Wêne me di wê kêlîya nemir de dihêle. Her dema me berê xwe da wêne ew şahî an jî ew xemgînî tê û bi gîyanê meriv re dizeliqe. Wêne ji bo dîrokê û ji bo me dibe arşîvek.

Herkes dikare wêneyan bikşîne lê her wêne nabin wêneyên hunerî. Di navbera her duyan de hin nûans hene. Ya  wêne ji wênetîyê derdixe û dike huner wênegir e. Her tişt bi destê wênegir û bi perspektîfa wî/wê tê ber çavên me. Em ji neynika çavên wan li dinyayê dinerin.

Wênegirîya hunerî karekî zehmet û herkes nikare wî karî bike. Kesên di vî alîyê de pispor zêde kêm in. Kesên dixwazin tevlî vî karî bibin leqayî gelek zehmetîyan tên. Kesên zehmetîyê tam nekin jî  nikarin bi ser bikevin. 

Arya wênegirek ji Amedê ye û di nava zor û zehmetîyan de karên hêja dike û wêneyên hunerî dikşîne û wan bi însanan re parve dike. Ji kadraja wê tê famkirin ku dê di pêşerojê xebatên hêja bike.

Me xwest em cenabê wê nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe jê kirin û wê jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikarî hebekî behsa jîyana xwe bikî, Arya kî ye?

Ez Arya, havîna sala 1995an de li Çinarê ya navçeya Amedê hatime dinê û li gund dijîm. Ez karkerek demsalî me û wênekeşîyê dikim. Jîyana min pîranî bi kar û bar derbas dibe. Em karkerê pembû ne ji ber wê jîyana min li nava êrda û li nava xwezayê derbas dibe. Gava li karim wextê min hebe wenêyan digrim û xwe wênekeşîyek amator dihesibînim. Ji girtina wênayan gelekî hez dikim.

Evîna wênekêşîyê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu tûrîkê xwe ji wêneyan tije dikî? 

Wênekeşî wer di dilê min de hebû, gava hîn min makîne bi kar nedianî jî gelek caran min dixwest wêne bikşînim lê fersenda min tunne bû. Ez dikarim bibêm piranî ji 2019an vir de min xebata xwe da ser wênekeşîyê û bi amatorî an profesyonelî min gelek wêne girtin. Min çend kursê onlîne li ser wênekeşîyê stend dixwazim xwe hîn pêş bixwim.

Wêne û wênekêşî ji bo te çi îfade dike?

ji bona min wêne û wênekeşî wek belgeyekî ye. Çaxa ez wêneyek zarokekî/ê digrim dibêm: “Ew di wî wextî û bi wî halî bimîne bi salan”. Wênekeşî ji bo min bîn firehîye ez jê pir hez dikim û wek karek nabînim ji wer wê gava wênekeşîyê dikim xwe şa hîs dikim. 

Kameraya te ya pêşî kîjan bû? Tu niha bi kîjan kamerayê karê xwe dikî?

Kamera min a yekemîn û ya a niha yek e. 🙂 Min cara yekem bi telefona xwe wêne digirt û li ser medya civakî wêne parve dikir a rastî îmkanek min û kamera bikirim tunne bû paşî hevalê min yê wêneyê min diecibandin li ser twitterê bûn alîkar û kameraya Canon 2000D me kirî a niha jî wê makînê bi kar tînim.

Gelek wêneyên te hene lê bêtir li ser Xwezayê te wêne kişandine. Ev evîna Xwezayê ji ku tê?

Ez li gund dijîm; ji ber wêye jîyana min li nav xwezayê derbas bû. Em bihar, havîn û payîza li nav xwezayê kar dikin. Ew jî dibe ku em van demsalan dibin şahîdê û evîndarê xwezayê; gelek kêfxweşim ku wê hingavê wêneya digrim û dikim mîna belgeyek dîrokî. 

Li ser kevneşopîyê (folklor, cil û berg) û çanda kurda dixwazî wêneyan bikşînî?

Belê gelekî dixwazim lê a niha di destê min de îmkanek wîsa tunne.

Bêhtir li ser kîjan cureyê wêneyan (portre, xweza, çand, dîrok…) dixwazî bixebitî? 

A niha bêhtir ên xwezayê digrim ji ber jîyana xwe, hema dixwazim li ser çandê û portreyan bixebitim. 

Li ser dijîtalîzabûna wêneyan tu çi difikirî? Rêya klasîk e baş an ya modern?

Ez ji vêya ne acizim û li ser dîjîtalê gelek karê xweş hene. Bi ya min rêya modern çêtir e.

Li gorî te wêneyek li gorî kîjan krîteran dibe baş an jî dibe xirab?

Ji bo min krîter tunne; li çend teknîkê forografî dinerim paşî li rengê wêneyan (ê xwezayê bin) dinerim. Ew hîsa cara yekem dide min çi ye lê dinerim. Ez xwe pirspor nabînim ji ber wê ji bona ê xirab fikra min tunne. 🙂

Tu dixwazî ji wêneyên xwe pêşangehekî vekî?

Belê daxwazîya min heye lê a niha tiştek wîsa li pêşîya min tunne ye.

Felsefeya te ya jîyanê çi ye?

Jîyan bi her hawî derbas dibe diçe. Li pêşerojê nafikirim îro çi hebe ew e, li gorî wê dijîm.

Tu feyza xwe ya jîyanê ji çi digrî?

Ji evîna xwezayê, ji hez kirina wênekeşîyê, ji daxwazîya azadîyê.

Tu herî bêhtir ji çi aciz dibî?

Em li nav civakêk nêr dijîn ji vêya û ji zimanê nêrî gelekî acizim daxwazîya min jin xwe ji vê civakê xelas bikin û xwê pêş bixin.

Tu herî bêhtir ji kîjan biryara xwe bextewar î?

Min dev ji wênekeşîyê berneda, ev gelek min bextewar dike. Ev bîryara min jîyana min û fikra min hemû guherand; jê kêfxweş im.

Ji bo pêşerojê xewn û xeyalên te çi ne?

Dixwazim xwe li ser wênekeşîyê hîn pêş bixim. Dixwazim kamera û ekîpmanê xwe biguherimû ji bona hemû jinan jî azadî…

 

Ji bo şopandinê:

Twitter: https://twitter.com/arya_paleous 

Instagram: https://www.instagram.com/arya_paleous/?igshid=N2ZiY2E3YmU%3D 

İlginizi çekebilir