Hevpeyvîn: Adnan Gok û muzîka wî

Cara pêşî Qasimê Xeîlî strana wî ji min re şandibû. Dema min lê guhdarî kir ez gelekî mest bûm. Muzîk, deng û gotin pir xweş li hev hatibû. Pişt re min guh da stranên wî yên din jî. Stranên din jî mîna ya pêşî serkeftî bûn.

Mihyedîn Nahrîn

Dengê Adnan Gok meriv aciz nake û wekî demê hêdî û bi têsîr bandorê li merivan dike. Wisa dixwîye ku bi demê re dê navê gelekî belav bibe.

Me xwest em cenabê wî nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe jê kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikarî behsa jîyana xwe bikî? Gelo Adnan Gok kî ye?

Sî û du salî me, ji gundekî Heskîfê me. Heta bi deh salîya xwe li gund bûm, jê û pê de me bar kir em hatine bajêr. Yanî ev bîst û du sal in li Batmanê dijîm. 

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda? Ev çend sal in tu vî karî dikî?

Evîna muzîkê û strandinê hê di zarokatîya min de jî hebû. Helbet min weke hobîyê dest bi tembûrê kir lê gava  ewil min di 2007an de avêt; şaxvedanek hebe ji bo min ew sal bû. Wê salê min tembûrek ji xwe re stend û çûme kursa tembûrê. Bi kelecan û eşqeke mezin diçûmê. Heta cara ewil dema ku min bi tembûrê sitrandî, lêxistna min a tembûrê nîvcoyî jî bû lê ez gelekî bi kelecanî bûm. Hewqasî tam û şîranîya wê lêxistinê û sitrandinê hebû hê jî ku tê bîra min kêfxweş dibim. Axir ev nêzî panzdeh salan e bi vê mijûlahîya şîrîn re eleqedar im. 

 

Dema te xwest bi muzîkê re eleqedar bibî, ji derdor û ji malbatê çi bertek hatine dayîn? Di vê rê de kî ji te re bû alîkar?

Weke min gotî, dema min dest bi kursa tembûrê kir gelekî kelecanî û kêfxweş bûm lê mixabin nikarim behsa heman kêfxweşîyê ji bo malbatê bikim, ji wî alî ve bêsiûd bûm. Piştgirî û alîkarîya wan li dera ha, gelek bertek jî dane min. Min gelekî li ber xwe da hete min xwe bi malbatê da qebûlkirin. 

 

Navbera te û enstrumanan çawa ye? Bêhtir tembûr di destên te de dixwîye. Ji bilî tembûrê tu dixwazî li kîjan enstrumanê bidî?

Di vî karê muzîkê de evîna min a ewil tembûr e. Hevrêya min a ewil jî ew e. Niha bi tenê li tembûrê dixim û hestên xwe pê tînim zimên, lê bi rastî meyla min li ser gîtarê jî heye. Hêvî dikim rojekê di destê min de hûn ê wê jî bibînin. 🙂

Piranîya stranên te bingeha xwe ji helbestan digirin û piranî jî te stranên xwe ji helbetên Qasimê Xelîlî û yên Remezan Kavak çêkirine. Ji bilî van helbestvanan te helbestên Bro Omerî, Berken Bereh û Rojan Barnas jî bi awayekî serkeftî strandine. Tu ji kîjan helbestvanan hez dikî û tu dixwazî helbestên kîjan helbestvanên dî bikî stran?

Ez wek aşiqekî helbestê û aşiqekî kurdî me. Xwedîlêderketina helbestvanên me pir grîng dibînim, lewra li temamê cîhanê çandên serdest bi saya edebiyata xwe gihane astekê, vêca ya xelkê carekê girîng be xwedîlêderketina edebiyatê ya me qat bi qat girîngtir e ji bo me. Jixwe dema helbestêkî dixwînim bi hessasiyeteke mezin nêzîkî wê dibim. Dema di wê helbestê de hestên xwe dibînim te hew dît pê re pê re, cur bi cur newayên xweş dikelin di hişê min de. Beste min didin dû xwe û ez didim dû besteyan… Pêvajoyeke bi lezet e bi rastî.

Di albûma min a bi navê “Tofan”ê de çar helbestên mamoste Qasimê Xelîlî hene, her weha helbestên mamoste Remezan Kavak, Kadir Büyükkaya jî hene. Erê bi rastî heta weke niha ez bêhtir li ser helbestên Remezan Kavak û yên Qasimê Xelîlî xebitîme. Lê helbêstên gelek helbestvanan dixwînim û li ser wan ji hêla muzîkê ve dişixulim weke Berken Bereh, Arjen Arî, Cegerxwîn… Mesela niha helbesteke Arjen Arî ya bi navê “Dem Payîz e” min beste kirîye û di demeke nêz de em ê wê stranê jî parve bikin. Her weha helbesteke Cegerxwîn jî amade ye ku ez dikarim bibêjim huner ji helbesta rehmetîyê nemir difûre. Xwezîya min li wî kesî ku li helbestên xwe, li helbestvanên xwe û ya kin li edebiyata xwe bibe xwedî.  

Gelo têkilîyeke çawa di navbera helbest û stranê de heye?

Têkilîyeke miezzem heye. Carinan tu helbestekê dixwînî, hew te dît bi wê xwendinê re newaya wê jî tê li derîyê dilê te dide. Têkilîyeke germ e; ew têkilî carinan mirovî dibe ber bi çîrokekê ve, carinan ber bi serpêhatinekê ve, carinan ber bi cîhaneke rengîn a xeyalî ve… Axir dema ew têkilîya bêhempa bi destê te girt û tu bi xwe re birî ber bi rêwîtîyekê  ve, helbet bê dîyarî û destevala te venagerîne, te dît ew helbest dibe sitran û li ser zimanê  te dialiqe.

Her stran xwedî çîrok e. Ez çîroka strana “Dara Bêhêvî” meraq dikim. Çîroka vê stranê çi ye? Ev stran çawa derket meydanê? Bê hêvî jîyan dikeve çi halî?

Bi rastî di jîyana xwe de ez ne kesekî reşbîn im, lê te dît di jîyana her kesî de meriv bivê nevê carinan mirov bi kêlîyên teng û tirş û tehl re rû bi rû dimîne. Di wan kêlîyên reş de dîsa meriv bivê nevê carinan bayê bêhêvîtîyê bi ser mirovî de tê. Çîroka vê sitranê jî ya kêlîyeke bi vî rengî bû. 

Te heta niha bi Bamerd Jan re duetek çêkirîye. Tu dixwazî bi kîjan hunermendî/ê re xebatên hevapar çêbikî?

Belkî nikarim navên tevan li vir bidim lê bi rastî gelek gelek hunermendên li ber dilê min ezîz hene ku ji dil û can dixwazim bi wan re karên hevpar bikim, ji behra hunera wan siûdê wegirim. Heger pêdivî bi navekî hebe, wê ew nav Mehmet Atli be.

Herî bêhtir tu li kîjan hunermend û albuman guhdarî dikî?

Weke min gotî cihê Mehmet Atli ji bo min cuda ye. Lê wekî din çi klasîk çi modern li her cureyê muzîka kurdî guhdarîyê dikim. Yanî ji dengbêjîyan bigire heta bi Ciwan Haco û weke Hîvronê… Bi taybetî jî hewl didim albûmên nû tevan bişopînim û guhdarî bikim.

Deng û stranên te xweş in û meriv nabetilînin. Lê dîsa jî tu bêhtir bi kîjan strana xwe serbilind î?

Belkî klîşe be lê ji dil ez ti ferqîyê naxim nav sitranên xwe, bela ku hemû jî ji hestên min welidîne lê gava guhdarvanek min pîroz dike ez pê serbilind dibim.

Di avakirina nasnameya netewî de muzîk rolek çawa dilîze?

Bi min roleke mezin e, nexasim ji bo me kurdan. Ne ez vê dibêjim, rastî ev e. Hişmendîya kurdîtîyê bi saya muzîka kurdî gihaye astekê û bi min hê jî ev rol wê cihekî girîng bigire. 

Heger cara dawî wextê te hebe tu dixwazî li kîjan stranê guhdarî bikî?

Ciwan Haco, Min Navê Xwe Kola Li Bircên Diyarbekir

Ji bo pêşerojê xewn û xeyalên te çi ne?

Ji bilî karê xwe yê rojane û berpirsîyarên navmalbatî, rojê herî zêde ez li ser afirandina sitranên xwe dixebitim. Bi hêvîya ku arşîveke baş amade bikim ji bo siberojê. Vêga nêzî 30 besteyên min hene. Bawerîya min bi min heye ku ez ê di vê xwesteka xwe de bi ser jî bikevim.

 

Ji bo şopandin û guhdarîkirinê:

Youtube: https://www.youtube.com/@adnangok 

Spotify: https://open.spotify.com/artist/2GhpBUyxqarZ3Db1nI9MQR 

Instagram: https://www.instagram.com/_adnangok/ 

Facebook: https://www.facebook.com/adnan.gok.1654 

Twitter: https://twitter.com/adnangok94?t=LSqTneRUr11A4aCPMcKAIA&s=08 

İlginizi çekebilir