Hasbey Köksal: Şêmûga Mêrdînê

Li ser erdnîgariya Kurdistanê, gelek deverên taybet, balkêş û bêhempa hene. Yek ji van cîhên balkêş jî Şêmûga Mêrdînê ye. Ji vê derê ra Şêmûga Mêrdînê, Şêmûga Mêrdîn û Midyadê, Şêmûga Mêrdîn – Midyad û Kircewsê jî tê gotin. Piranî  bi navê “Şêmûga Mêrdînê” tê nasîn.

Jeolog û cografîzan,ji vê deverê ra “Platoya Mêrdînê” , yan jî “Platoya Midyadê” dibêjin û bi nav dikin.

Şêmûg,dikeve aliyê çepê yê rêgeha Riha û Mêrdînê û weke dîwarekî bilind dibe. Di heman demê da Deşta Mezra Botana jêr û jor jî, ji hev vediqetîne.

Ev plato; ji alîyê rojavayî ve, ji çîyayê Qerecedaxa volkanîk dest pê dike, ber bi rojhelatî ve dirêj dibe û li gelîyê Dîcleyê bi dawî dibe.

Platoya Mêrdîn – Midyadê, li gorî rêzeçîyayên Torosan û rêzeçîyayên Zagrosan ewqas bilindtir nine. Bilindîya vê deverê kêm zêde di navbera 1200 û 1300 metreyan da diguhere.

Plato;  ji alîyê bakurî ve bi korta(hewzeya) Amedê, ji alîyê rojhelatîve bi çîyayê Gabarê, ji alîyê rojavayî ve bi platoya Riha- Wêranşar û ji alîyê başûrî ve bi deşta Qoser û Nisêbînê ve dorpêçandî ye. Rûxala vê platoyê 9000 m2  (metreçarçik) e.

Çemê Dîcleyê, ku ji bakurî ve tê û di keviya bajarê Amedê da derbas dibe, 8 km şûnda di navbera Şêmûga Mêrdînê û korta Amedê da ber bi rojhilatî ve dizivire û diherike. Piştra avên robara  Stewr û Goksûyê digire nav xwe û berê xwe dide başûr. Dîsa di heman da dinavbera çîyayê  Gabar û rojhelatê Şêmûga Mêrdînê da xwe berdide rasta Cizîrê û digîhîje başurê Kurdistanê.

Li gor jeologan; ev şêmûg, ji ber dewsa plaqaya erabîstanê, bi bilindbûna plaqaya Pêşasyayê encam bûye.

Şêmûga Mêrdîn- Midyadê di dîrokê da bi gelek navan hatîye nasîn. Bêguman, nave herî bi nas Tûr Abîdîn e. Yanê çîyayê ku evdîtî, benîtî dike. Çîyayê ku îbdet dike, perestîş dike.

Plato; bi daristan, berî, kêm zêde zîraetgeh û terazîn e. Gelek  cûreyên darên mazî lê hene. Di newalên robar û robarokan da pir zêde plantasyonên spîndaran hene. Ji ber bilindahiyê, li gorî derdora xwe zêdetir şilîyê digire.

Şêmûga Mêrdînê, di navbera Mezra Botana jêr û jor da wek derbazgehek jî tê hesibandin. Ji ber vê jî pir qewm û olên van qewman li vê deverê bi cîh û war bûne. Yan lê hêwirîyane û çûne, yan jî mayînde bûne. Her netew, her ol û bawerî çand û hunera xwe disinga şêmûgê da nexşandine.

Kurd, Êzdî (Kurd), Şemsî, Sûryanî,  Ermenî, Cîhû, Ereb, Domî, Tirk her gel; Şemsî,  Êzdî, Cîhûyî, Xiristîyanî, Mislimanî her dîn û bawerî di vê derbazgehê da çand dane hev û girtine. Di aliyê debarê da piştgirî dane hev û ji bo aborî, ol û bawerî, cîh û war,şer û aştî kirine. Ji xwe dîroka însanetîyê jî ne ev e..!? (Wak dewerên din, hinek dîn û bawerî wak netewek yan jî netewek wak dîn û bawerîyek hatîye qebûlkirin.)

Bi kurt û kurmancî, Şêmûga Mêrdîn – Mîdyadê ji alîyê xwezayê ve pir çêşîtdar, ji alîyê çandî ve pir rengîn û ji alîyê ednigarîyê ve gelek balkêş e…

 

İlginizi çekebilir