Halil Dalkılıç: ‘Dolmabahçe’ û kirasê Kurdî…

Komara Tirkiyê ji salên damezrandinê heta îro piraniya enejiyê xwa yê siyasî, leşkerî, aborî, dîplomatîk û civakî ji bo tunekirina hebûn û hêviyên Kurdan xerc kir. Kurdan ji vê siyaseta ‘înkar û îmhayê’ pir zirar dîtin, asîmîle bûn, êşiyan, war û welatê wan hate hilweşandin.

Lê di dawiyê de desthilatdarên Tirkiyê negîhiştin encameke mayîne. Kurd hene û wekî sosyolojiyekî zindî, li her qadê jiyanê birêxistinî û bibandor li ser pê ne…

Tirkiye wek cara yekê, heyşt sal berê, neçar ma ku di meseleya xwe ya bi Kurdan re de, li şûna rê û rêbazên zordestî û leşkeriyê, rêya diyalogê biceribîne. Di 3ê çileya 2013an de parlamenterên Kurd ên ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)Ahmet Turk û Ayla Akat Ata serdana Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan ê li Grava Îmrali girtî kirin û bi vê serdanê ve ‘pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk’ dest pê bû.

Di ‘pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk’ de (2013-2015) li ser pirsgirêka Kurdî ya li Tirkiyê belkî her tişt hate gotin. Hişmendî û nasnameya dewletê, siyaseta dewletê ya li dijî kêmneteweyan, ziman, hiş û naveroka qanûna bingehîn, rolê leşkeriyê, maf, tevlîbûn û temsîliyeta Kurdan a di pergala dewletê de, rewş û hişmendiya civakê û amadekariyên ji bo pêvajoyê nû û hwd. her tişt hate guftûgokirin…

Di encama hevdîtinên dewlet û Tevgera Azadiyê ya Kurdî û niqaşên raya giştî yên di du salan de, di roja 28ê sibata 2015an de li Qesra Dolmabahçeyê ya li Stenbolê di navbera nûnerên Hikûmeta Tirk (wezîrê karên hundirîn, alîkarê serokwezîr, berdevkê partiya desthilatdar û misteşarek)  û bi navê hêla Kurd, sê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de mutebakatek hat îmzekirin û ji raya giştî re hat aşkerekirin…  

Di deh xalên mutebakatê de bahsa jinûve nasandina nasnameya dewlet û hemwelatiyê, ji bo dewletê pergalekî nû, ji bo Kurdan xweseriya demokratîk, bêçekkirina şervanên Kurd, bipêşxistina rêxistinên civaka sivîl, azadiya jinê û wekheviya civakî, xizmet û perwerdeya bi zimanê dayikê û ji bo mîsogerkirina van xalan û wekheviyeke mayînde amadekirina makezagoneke nû hate kirin…

Paşê derket holê ku çarçoveya vî kirasî li Tirkiyê pir fireh hat. Encamên hilbijartina wê salê (2015) ya di 7ê hezîranê de pêk hatî de ev rastî pir bi aşkereyî raxist pêş çavan. Di wê hilbijartinê de HDPê, ku wek temsîliyeta Kurdan tê naskirin, ji 13,1ê dengan wergirt. Lê partiya desthilatdar AKPê bi wergirtina ji sedî 40,9ê dengan, piştî 13 salan, desthilatdariya bi serê xwe tenê, wenda kir…

Di pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk a ku desthilatdarên Tirkiyê bi xirecirê tenê kanîn bi du salan bidin ajotin de potansiyela hêz û enerjiya Kurdî xwe da der û mezinbûna wî potansiyelî desthilatdarên Tirk tirsand. Ew wer pê hesiyan; ku eger pêşiya Kurdan bê vekirin, bandoreke Kurdî a berbiçav ê xwe bide der û ew ê bandorê li nasname û rêveberiya dewletê û sosyolojiya Tirkiyê bike…  

Û ji ber ku desthilatdar, sosyolojî û dînamîkên dewleta Tirk bi rastiyeke wisa re ne amade bûn, pêvajo bi şerekî dijwar ê li dijî Kurdan hate hilweşandin.

Rewşa siyasî û civakî ya Tirkiyê ya îroyîn ji ya 6 sal berê pir dûr e. Hêvî û hewesê Kurdan di qirikê de hate hiştin. Dewletê zordestî û xerabiya ku di sed salên vê dawiyê de li Kurdan kirî, di şeş salan de careke din dûbare kir. Kurdan qasî êşa ku sed salan de kişandin, di şeş salan de jinûve jiyan. 

6 sal piştî mutebakata Dolmabahçeyê, îro dewlet ji her demê hê zêdetir xitimî ye. Garê ev rewş pir bi zelalî raxist ber çavan. Belkî jî çare, wekî ku parlamenterê HDPê Tayîp Temel gotiye; “jinûve vegera mutebakata Dolmabahçeyê ye.“ 

Rewş ji ya dema Dolmabahçeyê (2015) cûdatir e. Êdî rejîma Tirkiyê ne tenê ji bo Kurdên bakurî, herwiha ji bo yên başûrî û rojavayî jî meseleyeke jiyanî ye. Wer xuya ye; ku eger mutebakateke nû bibe rojev; ew ê ne tenê Bakur, herwiha Başûr û Rojava jî elaqedar bike. Her tişt Kurdan ji bo pêşerojê neçarî helwesteke hevpar a Kurdistanî dike…

İlginizi çekebilir