Halil Dalkılıç: Hestê Kurdiya nivîskî çiqas netewî ye?

Di rojên zaroktiya me, rojên derbeya leşkerî ya li Tirkiyê ya di sala 1980yî de me bi dizî stranên Kurdî guhdarî dikir. Tê bîra min; wê çaxê min kasetên Şivan Perwer dixist teybê û hem bi dehan caran guhdarî dikir hem jî hewl dida binivîsim ku stranên bi Kurdî ezber bikim. Strana li ser pêşengê şoreşa Sovyetan Lenîn ji wê çaxê heta niha di bîra min de maye: “Sala hezarûheşsedûheftê şîrîn Lenîn hatiye dinê…” 

Ji ber ku li hêla me, li bakurrojavayê Kurdistanê, vegotinên siyasî yên bi Kurdî zêde nedihate zanîn, hem famkirin hem jî nivîsandina bi Kurdî pir zehmet bû. Jixwe wê çaxê me alfabeya Kurdî jî nedizanî…

Di destpêka salên 1990î de(22ê Sibatê 1992) dema rojnameya yekemîn a bi Kurdî ya li Tirkiyê ‘Welat’ dest bi weşane kir, min li Dîlokê bi perwerdeya zanîngehê dewam dikir. Me, xwendekarên zanîngehê, bi kelecanekî mezin ew pêşwazî kir û hewl da alfabeya Kurdî (a Latînî) fêr bibin û Welatê bixwînin.

Heftenameya Welatê ji ber ku li Dîlokê li rojnamefiroşan kêm dihate firotin, belavkirina wê ji hêla şîrketa belavkirinê ve hate sekinandin.

Wê çaxê min bi navenda rojnameyê re têkilî danî û karê belavkariyê hilgirt ser xwe. Rojnameyên heftane dihatin û min ew di nava xwendekarên zanîngehê, sendîkaya mamosteyan (Egîtîm-Sen), partiya HEP-DEPê û firoşgehekî welatparêz de belav dikir. Ka dema ku çend nivîsên min wek name di rojnameyê de hatin weşandin, ji heyecanê wekî ku bifirim li min dihat… 

Havîna 1994an ji ber ku min berpirsiyariya rojnameya Ozgur Ulkeyê kiribû, hatibûm girtin û di zindana Bayrampaşa ya li Stenbolê de girtî bûm. Wê çaxê di zindanê de girtiyên siyasî yên Kurd ji bo pîrozbahiya 15ê Tebaxê pêşbirkek organîze kiribûn. Ji bo tevlîbûna pêşbirkê di beşa helbestên Kurdî de min bi Kurdiyeke hêsan helbestek nivîsî.

Lê ji ber ku hevalên desteya organîzasyona pîrozbahiyê bawer nekirin ku ez ê bikanibim helbestekî bi Kurdî binivîsim, helbestê min tevlî pêşbirkê nekirin! Ji ber ku ez ji herêma bakurrojavayê Kurdistanê, ji herêma ku polîtîkayên asîmîlasyona dewletê heta radeyekê bi serketî bû, hatibûm, hevalan zanîna min a bi Kurdînivîsînê bi pêşdarazî hilanîbûn dest. Paşê piştî ku ji bo desteya nivîsan hatim peywîrdarkirin, encax wê çaxê min kanî ku elaqeya xwe ya bi Kurdî nivîsandinê bi hevalan re bidim qebûlkirin…

Nivîsandin zimên mayînde, zindî û hevpar dike, zimên pêş dixe û dixe formekî ku herkes bikane fêr bibe û bide fêrkirin. Her çiqas pirsgirêkên Kurdî ên alfabe û standardîzasyonê hebin jî Kurdî hê zimanekî pir zindî û bibandor e. Digel kêmelaqeya partiyên siyasî ên Kurdî, rastî ewqas êrîş û astengiyên dewletan bê jî, zimanê Kurdî demsala xwe ya bihara dijî. Her berfirehtir dibe û şaxan berdide.

Nivîskar, mamoste, sazî, kovar, rojname, weşan û çalakî her zêde û berfirehtir dibin. Êdî tu hêz, tu dewlet, tu astengî nikanin pêşiya pêşketina Kurdî bigirin. Dîrok, bîr û hişê Kurdî û kurdewarîyê bi nivîsandin û bikaranîna Kurdî ji nû ve zindî dibe û Kurd hê bêtir bi xwe bawer dibin, xwedî li nirxên xwe yên civakî û netewî derdikevin.

Pirsgirêkê zimanê Kurdî pir in. Pirsgirêkên mezin ên xwedîderketina Kurdî û motîvasyona fêrbûn û axaftina bi Kurdî ne mijara vê nivîsê ye. Lê di mijara perspektîf û nêrînê de pirsgirêk hene.  

Ez nûserî û wêjeya Kurdî ya nivîskî bi têra xwe di asta ‘netewî’ de nabînim. Ji ber ku hê jî ji hêla hinek kes û sazîyan ve wek xebateke bi çend herêm û bajaran ve sînordar tê pêşvebirin. Ji Kurdiya nivîskî bi têra xwe hest û bêhneke netewî an jî Kurdistanî  derneketiye holê.

Elaqeyeke ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hinek rûda be jî; hest, kultur, bîr û hişê hinek herêman, bi taybetî jî yê bakur û bakurrojavayê Kurdistanê (ji Dîlok, Semsûr û Mereşê heta Meletî, Koçgirî û Dêrsimê) di nûseriya Kurdî ya nivîskî, bi taybetî jî di çapemeniya Kurdî de zêde xuya nake. Sedem hewceyî lêkolînê ye;  xemsarî an nezanî?!.

İlginizi çekebilir