Halil Dalkılıç: Gelo însan ê dev ji xwe berde?

Serokwezîrê Îtalyayê Conte, krîza koronavîrûsê (covîd-19) wekî “ji 2. Şerê Cîhanê vir de krîza herî dijwar“ bi nav kiriye.

Serokwezîr Conte belkî jî rastiyê van rojên ku mirovahiyê qet nedipa û niha jî di derbarê wê de nikane gotinekê bike, tîne zimên. Mirovahiyê ji nişka ve xwe di rewşeke wisa de dît ku him ji pirsgirêkên taybet û xweser qut bû û him jî nikane di derbarê dahatûyê de tiştekî bêje, tiştekî bifikire, pêşbîniyekê bîne zimên û planekî bike…

Kurdan ji ber vê belayê nikanîn coş û heyecana Newroza îsal bijîn…

Gorî daxuyaniyên hikûmetan, heta îro (22.03.2020)hejmara kesên ku ketine bin bandora covîd-19ê ji 300 hezarî derbas bûye û hejmara kesên ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane jî gîhiştiye 13 hezarî. Di nava welatên rojhilatî de Îran û di nava ên rojavayî û li Ewropayê jî bi taybetî dewletên li perava Derya Spîyê yên ku têkîlî û hestên civakî ji ên xelkên dewletên bakurê Ewropayê xurtir û pêştir e, ketine bin bandora vê nexweşiyê.

Îtalya wekî dewleta heta niha mirinên herî zêde(nêzî 5 hezarî) lê bûye bêçaretiya xwe nikane veşêre, Îspanyayê jî di hejmara qurbaniyan de li dû wê ye… 

Dema meriv ji radeya kesên ji ber covîd-19ê dimirin tîne ber çavên xwe, bi aşkereyî dibîne ku ji sedî 95î zêdetirê qurbaniyan kal û pîrên ji 60-65 salî mezintir in. Yanî ev merez bi taybetî nexweşan û kal û pîran dikuje.

Li hemberî van pêşketinan, berdevkên dewlet û hikûmetan ji xelkê re tenê banga derneketina ji malan dikin. Lê xelkê hê jî ji bo tiştên xwarin, vexwarin û paqijiyê xwe ji bazarê qut nekiriye.

Meriv ji daxuyaniyan mebest û armanca hikûmetan zêde fam nake. Lê tabloyê ku derdikeve holê rastiyekê radixe pêş çavan, ku sîstem him xwe ji kal û pîr û nexweşan, yanî xwe ji kesên êdî nema tevlî hilberînê bibin, xilas dike, him stokên xwe dihelîne, him temas û têkîliyên civakê ji hev qut dike û pêşiya piştgiriyê digire û him jî rewşeke wer radixe ber çavan; ku her kes bi fîzîkî û derûnî di nava dîwarên malên xwe de tê mehkûm kirin.

Li gelek welatan perwerdeya zarok û ciwanan êdî di malê de tê kirin û ji niha de gelek însan îş û karên xwe di malê xwe de dikin. 

Heta îro derketin û belavbûna nexweşiyê bi zelalî nehate aşkerekirin û niha jî li ser rastiya wê tiştekî zelal nayê gotin. Hinek dibên ev çaxê merezî ê heta çend mehan, hinek jî dibên ê heta çend salan berdewam bike. Em bi merezeke nepenî û dermanê wê jî belkî ê heta demeke nediyar were veşartin re rû bi rû ne…

Belkî pêşbîniyeke zû an jî şaş e; lê meriv nikane xwe ji fikrên wiha rizgar bike: Wekî ku mirovahî fêrî şêweyekî jiyaneke nû tê kirin. Jiyaneke bêhîs, bêhest, bêraman, bêmeraq, bêtêkilî, bêpiştgirî û bêhevkarî…

Jiyaneke ku mirov ê tenê daxuyaniyên berdevkên hikûmetan guhdarî bikin û gorî fermanên wan tevbigerin… 

Helbet ji bo filitîna ji vê merezê gereke tedbîrên pêwîst bêne girtin.

Eger niha çare ji bo xwe jêparastinê derneketina ji malê û bisînorkirina têkîliyên civakî be, divê helwest gorî van tedbîran be. Lê divê însan fêrî bêmanebûna civakê, bêfikirîna li ser hest û helwestên civakî û jiyaneke bêtêkilî jî nebe. 

Di vîdeoyekî van rojan di medya civakî de tê belavkirin de ciwanekî Kurd di malê xwe de ji bo pîrozkirina Newrozê televîzyona xwe ya ku di ekranê wê de agirekî gur dişewite, daniye erdê û di ser re hildavêje.

Ev dîmen belkî îro komedî ye, lê xem ev e ku di siberojê de normal an asayî bê dîtin û wek şêweyekî jiyanê bê dûbarekirin e…

İlginizi çekebilir