Di 99’Mîn Salvegera Destpêka Serhıldana Şex Said û Hevalên Wî de li Amedê Daxwiyaniya Çapemeniyê Hat Dayîn

Li Amedê, bi minasebeta salvegera destpêka serhildana Şêx Saîd û rêvehevalên wî li Komeleya Şêx Saîd daxuyanîya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberê komelê û di heman demê de hevşaredarê navçeya Erxenîyê Ahmet Kaya ve hat xwendin. Daxuyanî bi kurdî û bi tirkî hat dayîn.  

 Di daxuyaniyê de behsa roja destpêkirina serhildanê û encamên ku bi xwe re heta roja me ya îro aniye hat kirin.  

 “JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE.. 

 Îro 13’ê Sibatê 99’min salvegera destpêka serhildana Şêx Saîd Efendî û hevalên wî ye. 

Ew yek ji girîngtirîn bûyerên dîroka me ya nêzîk e ku di 13’ê Sibata 1925’an de dest pê kir û hetanî roja me ya îro şopên kûr li dû xwe hişt. Em di salvegera Serhildanê de ne, ku Şêx Saîd Efendi û hevalên wî bi awayeke çalakvarî daxwazên mafdar ên miletekî anîne ziman.  

Serhildana Şêx Saîd Efendî û hevalên wî ku 99 sal berê îro li Pîronê bi provokasyonekê dest pê kir û bi bertek nîşandana Şêx Saîd Efendî û hevalên wî pêşket, yek ji stûnên bingehîn ên Têkoşîna Neteweyî ya Kurd a îro ye.  

 DI 13’Ê SIBATA 1925’AN DE LI PÎRONÊ ÇI QEWIMÎ? 

BI KURTASÎ EM BIBÎRBÎNIN. 

 Bi Şerê Cîhanê yê Yekem û piştre bi dagirkirina parvekirina axê re, welatê Kurdan; Ji aliyê dewletên Tirk, Ereb û Farisan ve bi piştgiriya emperyalîzma Îngîlîz hat dagirkirin û parvekirin. Kurd ji ax û yekparebûna xwe ya netewî hatin qutkirin û bûn çar parçe. Siyasî, çandî, dîrokî û sosyolojiya kurdan ji nedîtî ve hat û înkar û îmha hat meşandin. 

Mistefa Kemal û rêveberiya wî ku berî wextan sozê xweserîyê dabû kurdan, li ser sozê xwe nasekinîn, têrê nake medreseyên ku wek saziyên perwerdehiya kurdan bûne jî digirin û kurdan bi pêvajoya asîmîlasyonê ve rûbirû dihêlin. Kurd, di vê pêvajoyê de li ser navê Rêxistina Azadî hatibûn rêxistinkirin û xebatan dabûn destpêkirin. Wê demê  yek ji serok û pêşengê Rêxistina Azadî Xêlid Begê Cibrî û parlamenterê berê yê Bilîsê Ûsiv Ziya Beg têne girtin û bi girtina wan re serî li îfadedayîna Şêx Saîd Efendî jî tê dayîn. Li ser vê Şêx Saîd Efendî dikeve nav liv û tevgerê û ji Xinûsê berê xwe dide Pîronê. Di rêwitiya xwe de bi gelek êl û eşîr û kesên zanyar re hevdîtinan dike û biryara serîrakirinê dide. Yek ji van hevdîtinan jî li Pîronê, li mala birayê xwe Şêx Evdirehîm dike. Di vê hevdîtinê de yek serhildêrê serdemî Nebîyê Gimgimî û hevalekî xwe jî cih digirin. Di dema civînê de li ser îstîxbaratê esker bi ser mala civînê de digirin û ji Şêx Saîd Efendî daxwaza radestkirina Nebî û hevalên wî dikin. Şêx, li ser daxwaza serefserê eskeran Hesen Hiznî van gotînan dike:   

“Binêre Hesen Hiznî beg, baş guhdariya min bike, tu me baş nasdikî. Tu bi urf û adetên me baş dizanî. Di urf û adetên me de mêvan nayên teslîmkirin. Divê tu heta niha vê bizanibûna. Koka min û malbata min bê jî ez mêvanên xwe radestî te nakim.” 

Li ser van gotinên Şêx Saîd Efendî, leşker bi çekan midaxeleyî xelkê Pîronê yên li dora malê kombûyî û mêvanên ku hatine cem Şêx Saîd Efendî dikin. Çek diteqînin, ev provokasyon weke serhildanekê tê nîşandan û daxwazên rewa yên Şêx Saîd û hevalên wî bi serhildanê re tên nîşankirin û zemîna destwerdaneke leşkerî ya mezin tê avakirin. 

 Ev bûyera ku di 13’ê Sibata 1925’an de li Pîronê diqewime, li gelek bajarên Kurdistanê dibe sedema nerazîbûnên tund. 

 Bingeha liberabûn û serhildana Şêx Saîd Efendî û têkoşîna heta îro hatiye kirin, di nav xwe de, nasname, ziman û mafên din ên însanî, civakî û siyasî yên kurdan dihewîne. 

 Kurd jî wek neteweyên din doza mafên xwe yên bingehîn ên mirovî dikin. Ev daxwaz daxwazên însanî ne û ji bo demokrasiyê pêwîst in. 

 Di aliyê paşguhkirin û tunehesibandina mafê Kurdan de ferqa sala 1925’an û îro tune ye.  

 Tunehesibandina zimanê neteweyekî, hebûna neteweyekî, bi êrişkirinê, girtinê, koçkirinê û komkujiyan re rûbirû hiştin ne dînî, ne ujdanî û ne jî hiqûqî ye. Bi tu awayî nayê qebûlkirin.” 

 Her wiha yek ji neviyê Şêx Saîd, Şêx Qasim Firatê kurê Şêx Elî Rîza jî axivî û balê kişand ser komplo û provokasyonên di dîrokê de ji bo pirsgirêka kurd bûne sebebê xitmandin û astengiyan. Şêx Qasim, di domdarîya axaftina xwe de got; di çarçoveya yekbûnîyê de li dijî zilm û zordarîya li ser mileta kurd û asîmîlasyonên têkbirinê divê kurd piştevaniya hevdû bê şert û şihûd bikin û sekneke netewî nîşan bidin.  

 

/ Nûçe: Mordem Zel- Amed/

İlginizi çekebilir