SOHR: Di êrîşa Dêrezorê de fermanderekê Pasdaran û nêzî 50 kuştî û birîndar hene

Çavkaniyên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihandin ku hejmara kuştiyên bombebarana esmanî ya nenas heta niha li ser hin bingehan li Dêrezorê, Elbûkemal û derdora wê gihîştiye 15 kesan, di nav de 14 jê pasdarên Îranê ne, yek jê Şêwirmendê “Pasdaran” e, ku Generalekî “Pasdarên Şoreşa Îranê” ye ku berpirse ji berpirsê têkilî û veguhastinan, her wiha 2 ji zêrevanên wî.

Li gor SOHR, 9 ji wan xwedî nasnama Îraqî ne, û 2 xelkê Sûriyê ne, yên ku bi Pasdarên Îranê re li Sûriyê kar dikin û endaziyarekî sivîl yê Sûrî.

Di êrîşê de dîsan 34 kes birîndar bûne, ji birîndaran 24 milîtanên çekdar yên Îranê ne li Sşriyê û 10 kes ji li derdora Vîlla birîndar bûne, lê yên din li herêmên weke Dêrezor, Elbukemal û gundewarê Dêrezorê birîndar bûne.

Piştî nîva şevê, balafirên şer yên “nenas” Vîla Ebdul Monim Şehab, ku milîsên Pasdarên Şoreşa Îranê weke baregeheke ragihandin û veguhastinê bikar tîne li taxa Vîlayan li bajarê Dêrezorê, herwiha baregeheke nêzîkî devera El-Ebbas, û du cihên li El-Bûkemal li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê armanc girtbûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanyayê ye, ragihand ku ti agahî li ser wê yekê nîne kanê kê êrîş pêk anîye.

Îsraîl di dema borî de bi sedan êrîş pêk anîne ku komên alîgirên Îranê yên ku li bi hêzên Beşar Esed şer dikin di şerê navxweyî yê Sûriyê de ku zêdetirî 10 salan e, kirine armanc.

Vê dawiyê Amerîka jî hin êrîş li dijî komên ku Îran piştgirîya wan dike li rojhilatê Sûrîyê pêk anîne ku ew wan bi êrîşkirina berjewendîyên Amerîkî li Iraq û Sûrîyê di dema şerê Îsraîl-Hamas de li Gazayê tawanbar dike.

Medyaya nêzîkî hikûmeta Sûriyê ragihand ku êrîşên dawî ji aliyê Amerîka ve hatine kirin.

SOHR got ku tenê yek ji çekdarên di vîllayê de hatine kuştin Sûrî ne. Wê got ku 10 sîvîlên Sûrî yên li derdorê dijîn di nav de bêtirî 30 birîndar bûn.

Hemûd el Cibûr, yê ku kêmtirî 100 metreyan dûrî vîllaya armanckirî dijî, got, “Me dengê teqîneke bihêz bihîst û bi dengê ambûlansan şiyar bûn.”

“Ew yek ji wan êrîşên herî mezin bû ku min heta niha bihîstiye, camên mala min şikandin, elektrîk li gelek taxan qut bû û rêyên sereke hatin girtin.”

Çavkaniyê got ku berî çend demjimêran, firokeyeke barhilgir ya Îranî ji Şamê ber bi bajarê Dêrezorê yê rojhilatê Sûriyê bi rê ketibû û alavên teknîkî û leşkerên Pasdarên Şoreşa Îranê hilgirtibûn.

Piştî ku balefir ber bi wê herêmê rêket, bûyer pêkahîte, weke çavkaniyên SOHR dibêjin.

 

/Jêder: VOA-Kurdi/

İlginizi çekebilir