Osman Şahin: Sê Bûyerên Tarî!

Di nava sê hefteyên dawî de, 3 pêşêngên civaka Êzidî, li Başûrê Kurdistanê li herêma Welatşêx bi awayên cûrbecûr hatin qetilkirin. 

Koçek Mîran, Beşîr Kûriya û Şêx Paşa Mehmûd. Koçek Mîran ji komelgeha Mahatê ya Welatşêx, Beşîr Kûriya ji gundê Mişrifê yê Komelgeha Babirê, Şêx Paşa Mehmûd jî xelkê Şengalê bû.

Koçek Mîran oldarekî civaka Êzidî bû. Kesên Koçek ew kes in ku xwe ji bona civakê dişkênin û xizmeta baweriya Êzdayetî û civaka Êzidî dikin. Ji wan re dibêjin „Şikestî“. 

Kesên ku nexweşiyên derûnî, tendurûstî û pirsgirêkên civakî bi wan re derdikevin, hewl didin ji wan re bibin derman û çareserî. Di nav civakê de pir tên heskirin û cihekî wan ê taybet heye. 

Koçek Mîran heya roja ku hat qetilkirin jî, li gora felsefe û baweriya Êzdayetiyê û deftera Melek Fexreddîn tev geriya û hemû zanistiya xwe tevlî xizmeta civak û baweriya Êzdayetiyê kir. Ji bona yekitî û tifaqa malbatan herdem yek û yek di nava hewldanan de bû. 

Kesayetekî pir dilnizm û xwedî taybetmendiyên avakar bû. Ji aliyê hemû civaka Êzidî ve dihat hezkirin. Di nav civakê de xwedî rêz û hûrmet bû. Gotin û şiretê wî dihatin guhdarkirin û qabûlkirin. Koçek Mîran di 21.09.2020’an de, ji aliyê xizmekî xwe va li Welatşêx hat qetilkirin.

Beşîr Kûriya jî karsazekî civaka Êzidî bû û di karê xwê da gelekî serketî bû. Ne tenê di aliyê malê dinyayê de dewlemend bû, her wiha bi dil û rehma xwe ya mezin jî dewlemend bû. 

Di hemû cejnên olî de bi sedan sawal ji bo kesên xizan serjêdikirin û li wan belav dikirin. Bi tena serê xwe 360 zarokên ku piştï Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji destê DAİŞ’ê hatîn rizgarkirin û bêkes mayîn xwedî dikirin, li wan xwedî derdiket û ji bona wan stargeh ava kir. 

Hemû karê ku di karsaziya xwe de dikir li kesên xizan û yên ku pêwistiya wan pê hebû belav dikir. Bi taybet jî hewl dida hemû pêwistiyên koçberên Şengalê bicih bîne. Ew jî mîna Koçek Mîran, ji aliyê tevahiya Welatşêx û Şengaliyan ve dihat hezkirin. 

Ne tenê ji aliyê Êzîdiyan, her weha ji aliyê civak û gelên din jî dihat hezkirin û cihê rêzê bû. Xwedî xîret û bi ojdan bû. Beşîr Kûriya di 03.10.2020’an, li Bêbanê, di dema ku ji sersaxiya Bavêşêx vegeriya, di encama kemînekê de hat qetilkirin. Qetilkirina wî di nav civaka Êzidî de bû cihê xemgîniyek mezin.

Şêx Paşa Mehmûd piştî êrîşa Çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê bi rêya dost û hevalên xwe ji bo malbatên Êzidî ku di nava çadiran de li Başûrê Kurdistanê diman û rewşa wan ya madî ne baş bû, xêr kom dikir û li ser wan belav dikir.

Her weha bi rêya ragihandina civakî, bûbû dengê koçberên Şengalê yên di kampên Başûrê Kurdistanê.

Li ser rewş, pirsgirêk û pêdiviyên wan, nûçe û bername çêdikirin. Bi vê yekê bal dikşand ser wan. Şêx Paşa çalakvanekî civakî jî bû û pêşengî ji civakê re dikir. Bi karên xwe navdar bû kesekî çalakvan bû. Di 12.10.2020’an de, li navçeya Sêmêlê a ser bi Duhokê , ji aliyê kes yan jî kesên nenas ve hate qetilkirin

Koçek Mîran, Beşîr Kûriya û Şêx Paşa Mehmûd her sê jî pêşêngê civakê bûn. Ji bona civakê Xebat û xizmet dikirin. Dihatin hezkirin. Cihê rêz û hûrmetê bûn û li ser civakê xwedî bandor bûn. 

Koçek Mîran di warê ruhî, derûnî û di çareseriya pirsgirêkan da xwedan hewldan û rol bû. Li ser felsefeya ola Êzdayetî de, bi rol û misyona xwe ya olî de radibû û pêşengî dikir. Şêx Paşa Mehmûd bûbû dengê koçber û xizanên Şengalê û çalakgerekî civakî bû. 

Ji bona ku Êzidî li hevdû xwedî derkevin û piştgiriya hevdû bikin xebatek gelekî xûrt dimeşand. Beşîr Kûriya jî hemû hebûn, derfet û dewlemendiya xwe kiribû xizmeta zarokên bêkes û xizanên Êzîdxanê. Ji bona ku civaka Êzidî destê xwe li ber xelkê veneke û nebe muhtacî xelkê tiştê ku jê dihat dikir. Di vê derbarê de bûbû mînak û hêvî. 

Hersê pêşengê civaka Êzidî, ji aliyê hişmendî, paşverûtî û kesayetiya kujer ku di nav civakê de hatî çandî hatin qetilkirin û bûn armanca tinekirinê. Ti bingeh û sedema ku ev pêşeng bên armanckirin tûnebû. Wan ne li dijî civakê û ne jî li dijî kesekî ti kiryarên neyênî pêk anîbûn. 

Koçek Mîran li hemberî tû kesî tiştek nekiribû, dijminatî û pirsgirêkên wî li hemberê kesekî nebû. Beşîr Kûriya şirîkê kesekî din bû û bi awayekî ku mafê wî nexwe, dawî li şirîkatiyê anî bû. Ti hesabekî ku di vê derbarê de jê bihata xwestin tûnebû. 

Şêx Paşa Mehmûd bixwe tevlî tû bûyeran nebûbû, beriya 2 salan bira û xizmê wî tevlî kuştina kesekî temen dirêj bûbûn. Lê belê Şêx Paşa ji destpêka bûyerê heya roja ku hat qetilkirin li dijî bira û xizmê xwe derket û tiştê ku wan kirî bi biryardarî red û mahkum kir.

Tevî vê yekê çima di nava 3 hefteyan de li herêma Welatşêx ya Başûrê Kurdistanê, hersê xîretkêş, xêrxwaz û pêşengê civaka Êzidî ji aliyê endamê vê civakê ve bûn armanca tinekirinê? 

Ji aliyê kê û kîjan derdoran ve, ji aliyê paşverû û kujer yê di nav civakê de, di vê demê de tê zindîkirin û pêşxistin? Berjewendiya kê û kîjan derdorê di zindîkirina vê hişmendiya kujer û qirker de heye? 

Çima kes û derdorên xwedî gotin yên di nav civaka Êzidî de, ji bona pêşîgirtina van nexweşî û bûyeran nakevin nav hewldanan? Mirov dikare van pirsan hîn jî zêdetir bike û bipirsê bê çima berpirsyar û serdestên li Başûrê Kurdistanê ji bona pêşî li van bûyeran bigrin bê helwest û hewldan dimînin û bi erka xwe ranebin? 

Lê mixabin hişmendî û felsefeya li Başûr li şûna ku pêşî li van bûyeran bigre, bi hişmendiya feodal û desthilatdar pêşî li van bûyeran vedike û ji rêzê dibîne. Bi vê yekê civak û gel li şûna ku li dijî van bûyeran bisekinin, bêdeng dimînin û dibin pişt.

Ji bona civakek wek civaka Êzidî, qetilkirina van kesên pêşeng, di pêvajoya qirkirinê de wê felaketên hîn mezintir bi xwe re bînê û bibe malxerakirin.  Xûrtkirina hişmendiya paşverû û kujer di nav civakê de, wê nexweşî û pirsgirêkên di nav civakê de kurtir û xûrttir bike. 

Ev yek jî wê bêtifaqî û tekçûnan xwedî bike û hêviya jiyanek azad di nav aşîtî û aramiyê de têk bibe. Êzidî wê hîn zedetir ji ax û welatê xwe qutbibin û berê xwe bidin xeribiyê. Yên ku li ser axa xwe jî bimînin, li şûna ku ji bo nasname û mafê xwe têbikoşin, wê jiyana bi koletî berdewam bikin û bibin xulamê xelkê. 

Sedem nîşandana pirsgirêk û nexweşiyên şexsî, malbatî û civakî, dibe bêhelwestbûn û erêkirina van bûyeran. Divê civak van sedemên ku qaşo mafê kuştinê rêva dike qabûl neke û li dijî vê yekê xwedî helwest û biryar be. 

Li dijî vê yekê di sêrî de, Heyeta Ruhanî, hemû Oldar, Rûspî, Rewşenbîr, Akademîker, sazî, rêxistin, ciwan û bi taybet jî jinên Êzidî xwedî helwest û tekoşîn bin.

Berpirsyariyek mezin jî dikeve ser milê ragihandina civaka Êzidî. Divê ragihandin, li dijî hemû aliyên paşverû ku civakê têk dibin, bername û nûçeyên ji bo hişyarî û baldariya civakê çê bike û li ser rêyên çareseriyê civakê ronahî û agahdar bike.

İlginizi çekebilir