Osman Şahin: Ferman û qirkirina Şengalê 

Li ser ferman û qirkirina Şengalê re 6 sal derbas bûn. 

Ev şeş salin ku tîrên zilmê hîn jî di laşên me de diçin.

Ev şeş salin ku hêviyên me, tev xwîna me ji bedenên merovahiyê diherikê.

Ev şeş salin ku awirên me di termên zarokên ku di çolê de li ber nikilên teyran de, asê man.

Ev şeş salin ku êş û qîrîna jinên Şengalê di hêstirkên çavên me de diherikin û ev şeş salin ku guhên me li benda mizgîniyek azadî, wekhevî, yekitî û tifaqê ye. 

Berî ku ez van şeş salan binirxînim ez neçarim vegerim 3 Tebaxa 2014’an, da ku çi bû?

Bi hezaran Êzidî li bar çavên dinyayê, di ekranên televizyonan de di weşanên zindî de dihatin kuştin. Bi hezaran keç û jinên êzidî hatin revandin, bi sedhezaran însanên me dest ji war û milkên xwe berdan û xwe avêtin çiya û çolan. 

Bi hezaran zarok ji tîbûn û birçîbûnê mirin. Bi sedhezaran Êzidî ji hev tert û belav bûn kû şopa gelekan ji wan hîna jî ne diyar ê. Bi hezaran ji wan ji ax a bav û kalan qetiyan û hîna di kampên mîna zindan û dojehê de dijîn. Şengal a ku dihat vateya navenda gerdûnê û civaka wê ya ku xwe ji perçeyek xwezayê didîtin an go Êzidî, hîna jî di bin metirsiya êrîşa dagirkeran û hevkarên wan de ne.

Di van 6 salan de bi sedhazaran Êzidî li Cîhanê belav bûn û bûn penaber.

Armanca hêzên faşîst û qirker pêk hat, ew di daxwaza xwe ya tûnekirina Êzidiyan û valakirina Êzidxanê de, ji sedî 90 bi serketin. Ev, armanc û kiryarên derveyî malê bûn. Niha em vegerin nav malê.

Piştî 6 salan, hîna jî stratejiyek hevbeş ya hêzên Kurdî di derbarê civaka Êzidî de pêk nehatiye. Bi gotinek din wan dev ji stratejiya xwe ya berê bernadene û di vê yekê de bi îsrar in. Di dawiya vê gotarê de, ezê dîsa werim ser vê mijarê.

Lê mijara vê gotarê ya esasî ew e ku, ya piştî 3’ê Tebaxê reaksiyon û helwesta Kurdên misilmanbuyî, bê nirxandin û zelalkirin. Bendewariya Civaka Êzidî ji gelê Kurd bi giştî çi bû? 

Çima ev bendewarî ji aliyê gelê Kurd ve bicîh nehat? 

Kiryar û siyaseta qirkirinê, ya îslama faşîst xwe di 3’ê Tebaxê de carek din dûbare kir!

DAİŞ’a ku nûnertiya İslama siyasî û faşîst ya 1400 salî dike, çi anî serê civaka Êzidî û ji bo wan çima qirkirin û kiryarên li hemberî vê civakê girîng bûn? 

Wan xwestin bi vê yekê çi bi dest bixin û çima ji bo îdeolojiya wan, êrişa li hemberî Ezdayetiyê ewqasî giring û pêwîst bû? 

Berî her tiştî DAİŞ’ê di dema 3’ê Tebaxê û piştî hingî çi siyaset û kiryar li hember jin, zarok, zilam, pîramêr, pîrejin û nirxên Êzidiyan pêk anîn û xwestin bi vê yekê çi peyamê bidin Êzidiyan û alîgirên xwe? Bê ku ez DAİŞ’a ku di dest dagirkeran de wek alavek dagirkerî, talan, erka siyasî a Dewletên desthilatdar û hêzên emperyal binirxînim ezê di vê gotarê de li ser armanc, karakter û kiryarên DAİŞ’ê rawestim.

DAİŞ’ê piştî ku êrişî Şengal û Civaka Êzidî kirin, jin, zarok, Mêr û yêxtiyar ji hevdû veqetandin. Jin û zarok birin cihên taybet. Yekser yêxtiyar kuştin, ji ber ku li gorî armanca wan, wê ti feyda yêxtiyaran li dewleta İslam tunebûya. Piştre xwestin ku xort û mêrên navser bibin misilman û şahdeya xwe bi Îslamiyetê bînin. Piraniya xort û mêrên navser ev yek red kirin.

Yên ku ev yek red kirin, bi awayekî herî hovana di cih de hatin kuştin. (Tenê li gunde Koço, nêzî 600 kesî bi awayekî komî hatin kuştin.) Êzidiyên ku ji neçarî misilmanî qebûl kirin sax hatin hiştin. (Lê ev jî beşa herî hindik yên ji fermanê xilas bibûn bûn.) 

Jinên zewicî û xwedî zarok, ji jinên ciwan veqetandin ku piraniya wan jinên ciwan hîna di temenê 8-16 salî de bûn. Tevda hîna zarok bûn. Zarokên kurik û xortên 10-15 salî jî, ji yên din cûde kirin.

Bi navê cariyetiyê dest bi tecawûzî jinan kirin û di bazaran de firotin. Wek mîna beriya sadê salan (Li gorî wan ew jin, kole, cariye û xanîmeta şer bûn û pêwîstî bi mahre nikaha cîhadî jî nebû). 

Jinên pir ciwan û ‘xweşik!’ ji yên xwedî zarok û temen mezin veqetandin, ji ber ku li gorî wan bûhayê wan diviyabû hin zêdetir be. Yên bi zarokî temen dirêj, bûhaye wan hin kêmtir bû! 

Her jinek ji wan rastî wehşet û tecawûzê dihat. Ji bilî tecawûzê jî ew mîna koleyan di nav malê de wek dihatin şixûlandin. Bi wan û zarokên wan hovîtiya ku qet neyê hişa mirovan kirin. Li ber çavên wan tecawûzî zarokên wan kirin, êşkence ya di rûyê erdê de nehatiye dîtin li wan kirin û gelek ji zarokên wan jî li ber çavên wan bi hovane kuştin.

Goştê zarokên wan, bi wan dan xwarin. Vê yekê ne tenê DAİŞ’iyên zilam dikirin, jinên wan DAİŞ’î yan jî ne kêmî mêrê xwe êşkence û zilim anîn serê zarok û jinên Êzidî.

Keça Êzidî ya 14 salî Ya bi navê Şikriye serpehatiye xwe ya ku di dojeha DAİŞ’e de dîtî weha ji rojev 24 rê re vegotibû; 

DAIŞ, derbazî gundê me yê Koço bû û xuşik, dayîk û bavê min birin Mûsilê. Ji wê derê ez û gelek keçên din em ji malbata me veqetandin û em birin avahiyekê li Sûriyê û di nava wê avahiyê de em di bazar û nirxên cuda de li ser serçeteyan belav kirin. Ez li behra, çeteyekî Tacikistanî ketim û wî ez piştî çend rojan firotim çeteyekî Tirk bi navê Ebû Decan û ev kes min bire Reqayê.

Li wir 45 rojan min xistin zindanê û rojane tecawiz li min dikir û tevî vê yekê wêne ji min digirt da ku min bi wan lewaz bike. Ebû Decan wêneyên min ji kesekî Sûidî yê bi navê Ebû firqan re şand û li ser min bazar kirin. Ebû firqan piştî 42 rojan ez firotim çeteyekî bi navê El-dişamî ku rojane tecawiz û zilm li min dikir. Piştî derbasbûna 27 rojan wî jî ez firotim kesekî bi navê Ebû Hemze ku bi xwe Iraqî bû. Min firsend dît ku ji destên vî çeteyî bazdim û ber bi kolanan ketim.

Ez rastî jinekê hatim û min alîkarî jê xwest. Lê ew jin jî ji ber ku DAIŞ’î bû, ji min re got ku tu Kafirî û ez derbasî malê kirim û lêdan li min kir. Dema ku hevserê wê yê bi navê Ebû ebdilmelik hat, wî bi xertûmê avê li min da, heta ku xwîn ji laşê min herikî. Paşê, Ebû ebdilmelik xwest ku min bifroşe, lê kesekî qebûl nekir, vê carê bi hevjîna xwe re li min êşkence û tecawiz kir. Çîroka Şikriye tenê yek ji hezaran çîrokan e.

Gelek ji wan kirin bombe û ew di nav xelkê de teqandin. Gelek ji wan jî, bi destên xwe serê bav û birayên xwe jê kirin.

Jinên ku hemû cura êşkence, eziyet û tecawûz li wan hat kirin, piraniya wan eqlê xwe winda kirin û ji bîr kirin ku ew Êzidî bûn. Êdî ev kiryar ji wan re bûn kiryarên ji rêzê û destpêkirin tecawûzker û qatilên xwe, wek xwedî û zilam ji xwe re bibînin! Berovajî, dema ku yek ji tecawûzker û qetilî wan, li gor yekî din hindik êşkence û hovîtî bi wan kiribûya, wan dest pê dikir ku ji wî qetilî hes bike. Ji bîr dikir ku ew tecawûzker e. Ji bîr dikir ku wî bav, bira, dayik, zarok, xwişk, bapîr û dapîrê xwe serjê kiriye. 

Mêrên navser yên ku sax man, çi bi wan çêbû? 

Li aliyekî êşkence li zaroka hat kirin, li aliyê din jî bi dersa quranê dixwestin mêjiyên wan bişûn û ji wan kujer çêkin. Hinek ji wan jî wisa kirin. Piraniya wan zarokan zimanê xwe, navê xwe, yê dê û bavê xwe ji bîr kirin. Di navbera demek kurt de jibîrkirin ku ew Êzidî ne. 

Ew jî, ji bo ku sax bimînin şehda xwe bi ola îslamê anîn. Lê kiryar û hovîtî ewqasî dijwar bû ku, nema zanîbûn ku ya li wan tê kirin êşkence û hovîtî ye. Wan digotin “şikir ji xwedê re ku hatine ser rêya heq!” 

Belê misilmankirina wan bi tecawûz, êşkence, kuştin, serjêkirin, wêrankirin, talankirin û bi koletî bû. Lê wan ev yek wek hatina ser ‘rêya heq’ didît. Destpêkirin û gotin ‘Elhamdûlleh em misilmanin’. Ev yek di navbera çend meh û salan de pêk hat.

Êzidiyên ku hemû cûre hovitiya ku qet nayê eqil û hişa mirovan dîtin. Digotin, şikir ji xwedê re ku em li ser rêya heqin. Dûa ji qirker û kujerên xwe re dikirin. 

Hîna bi hezaran Jin û Zarokên Êzdiî di nav destên wan de ne. Gelek ji wan li kampên Rojava ku DAŞİ’î tê de ne hatine bicîhkirin. Lê belê li ser wan ewqas bandor çêbûye ku ditirsin bûyerên bi ser wan de hatine bêjin. Ew Êzidî ne. Li rexmî ku DAİŞ ji bo niha têk çûbe jî. 

Ji bona DAİŞ’e civaka Êzidî ‘kafir’, ‘xwedê nenas’, ‘hov’ û ‘nexweşî’ bû. Ji ber wê yekê xwestin avakirina bingeha dewleta Îslam, bi tunekirina vê civakê bidin destpêkirin. Hemû hov û wehşên li welatên cûr be cûr û li cîhanê bi vê armancê di nav xwe de kom kirin. 

Kiryarên li ser civaka Êzidî, ji wan re bû prototîpa dewleta islamê. Êzidî ji xwe re hem kirin bingeha dewletê û hem jî laboratûwarek zindî ya sîstema xwe. 

Hejmara Êzidiyên ku bi darê zorê hatine misilmankirin îro ne kêmî 20 milyonî ye!

Îslama faşîst a 1400 Salî, heman kiryarê bi heman cûreyî li ser kesên ku ne misilman û bi darê zorê kirin misilman meşandin, bi taybetî jî li ser civaka Êzidî. 

Li gorî zanyariyên Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan, heya sedsala 20’an 1,8 mîlyon Êzidî bi darê zorê hatine misilmankirin û 1,2 jî jê hatine kuştin.

Eger em 1,8 mîlyon kesî, li gorî hejmara wê demê ji mirovên li cîhanê hesab bikin, ev yek herî kêm dibe 12-15 milyon kesên roja îro. Li aliyê din divê em zanibin ku rêjeya gelê Kurd li gorî hejmara li cîhanê pir bilindtir e. Ger em vê yekê li ber çavan bigrin, ev hejmar li gor nifûsa îro tekabûlî 20-25 milyon kesî dike…

Bendewarî û hêviyên civaka Êzidî, ji gelê Kurd Piştî Fermana 3’ê Tebaxê û çima xemsariya gelê Kurd di asta herî jor de ye?

Bi rastî civaka Êzidî li bendê bû ku kurdên ku hatin misilmankirin, piştî Fermana 3’ê Tebaxê vê yekê bibînin. Ji ber ku her tişt zindî li bar çavên wan çêbû. Da ku ji xwe bipirsin û bêjin; ev yek çawa û ji bo çi çê dibe. Hêz û olek ku hatibe, bav, dê, bira, xwişk û hemû kesên min qetil kiribe, tecawûzî dayîka min kiribe û ez jê re bêjim ‘şikir ji xwedê re ku te ev yek bi min kiriye’! Bi vê yekê nesekine û ew bixwe heman kiryaran li hember mirovên din û bi taybetî jî li hember civaka Êzidî bike.

Civaka Êzidî ew civake ku gelê Kurd ji nav vê civakê derketiye. Rexmî vê yekê jî gelê Kurd bi xwe bi hezaran caran heman kiryarên hovana anîn serê Êzidiyan û bi vê yekê ew bûn qatile eslê xwe. Di eslê xwe de ew bi xwe qurbanî bûn, di nava demê de bûn kujer û sûcdar. 

Me Êzidiyan hêvî dikir ku hemû kesên ku bêjin “ez Kurdim” û hatine misilmankirin, vê yekê ji xwe bipirsin û kûmê xwe li pêşiya xwe deynin û bi rastiya xwe re rû bi rû bimînin.

Me ev hêvî ji hemû dîroknas, sosoyolog, Psîkolog, Pedagok, Siyasetvan û hemû cûre û zanyarên Kurdistanî dikirin. Me ev hêvî, ji hemû Partî, rêxistin, tevger û saziyên civaka me Kurdan dikirin. Me ev hevî, ji dost û tevahiya tevgerên ku ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne dikir. Me ev hêvî, ji kesên ku tov û hêviya jiyanê ji bav û kal, dê û dapîrên xwe yên Êzidî wergirtibûn dikir. Me ev hêvî, ji her kesên ku ji xwe re digot em bi nirxên mirovahî û bi humanîzmê ve girêdayîne dikirin. 

Lê mixabin ji bilî hindik kes û hêzan tu kesî ev yek nekir. Gelê Kurd wek dihat xwestin, tu kiryarek pratîkî pêk ne anî û her kesek bi wê zîhniyet û baweriya ku ev yek li hember wê/î pêk anî bû re ma û hîna jî bi wê re dijîn. Kesî bi zanyariyek dîrokî ev yek, wek hovîtiyek li dijî mirovahiyê, li dijî xweza û xwedayên tevahiya baweriyan nedît û tenê bi hestên xwe ve sînordar man.

Ev 6 salin civaka Êzidî, yek bi yek ji Kurdên hatin misilmankirî, vê daxwaz û hêviyê dike. Me hîna jî hêviya xwe qut nekiriye û li benda vê helwestê ne. 

Lê bi ya min diviyabû ne li ser hêvî û daxwazên me ev yek bihata kirin. Pêwîst bû wê ji bo derûnûya xwe rêbazek wisa pêk bianîna. Ji bona tenduristiya hişmendiya xwe, ji bona vekirin û zelalkirina mejûyê xwe, wê ev yek kiribûna. 

Bi hezar mixabinî, mirov dikare bêje ku ev yek karê mirovên xurt û xwedî bawerî ye. 

Kurdên hatin misilmankirî, qelsin, lawazin, bê bawerî ne. Hişmendiyek wan ya hevpar an jî hevbeş ya bê hisbûnê û bê hişek (hişmendî) dîrokî ava bûye. Dibe ku ev jî îroniyek dîrokê be lê bi rastî dema miro bi hîş û zanyariya dîrokî û mirovahiya pêşverû lê binêre, dilê miro bi wan dişewite. Ji ber ku ew, ewqasî qels û lawazin. Di şûna ku bi rastiyê re rû bi rû bimînin û ji xwe pirsan bikin, dîrok û rastiyê ji nedîtî ve tên û bi vê yekê jî qelsbûna xwe vedişêrin. Ji ber ku ew ditirsin ku bi rastiyê re rû bi rû bimînin. Da ku wê çaxê ew di bin de bimînin û xwe winda bikin.

Dîrokê nîşanî me da ye ku azadî ne jiyana tirsonekan e. Yên bi tirs dijîn tu carî nikarin azad bin. Ez dibêjim heya hûn ji ve yekê bitirsin hûne ne azad bin û azad jî nebin. Hunê ne rehet bin û rehet jî nebin. Hunê ne aram bin û nekaribin aramiyê jî ava bikin. Ne di nava xwe de, ne jî ji derdora xwe re. Pêwîstî bi demek zû û ne dereng pê heye ku hun xwe ji van qeyd û bendan rizgar bikin. Dest pê bikin empatiyê di nava xwe de biçînin. Carek din bibin xwedî hest û xwedî xwe. Bi bawerî û zanyariya xwe a dîrokî bijîn.

Bê hest û bê empatî bûn hem we dikuje, hem jî me dikuje. Ji ber ku hûn vê yekê nakin, hun dixwazin me jî wek xwe bikin û ji rastiya sedîn salan dûrkevin. Bi vî şêweyî nabe ku em jî bibin wek we, ku dîsa jî wê pirsgirêk çareser nebin. Tenê wê manipûlekirin berdewam bike û em jî bibin wek we û herdem nexweş û lawaz bin. 

Ka ji 20-25 milyon kesê Kurd ku bi darê zorê buyî misilman, çend jê ketin nav lêgerîn û lêkolînek wisa? 

Bê gûmanû û ez di zanebûna wêde me ku ev yek bi serê xwe nabe û ne karê kesên welatiyan e. Ev kar, karê zanyar, siyasetvan, pêşeng, dîroknas, civaknas, oldar, sazî, rêxistin, tevger û partiyan e. Tenê zanyar, siyasetvan, pêşeng, dîroknas, civaknas, oldar dirakin hişmendiyek dîrokî di nav civakê de ava bikin û sazî, rêxistin, tevger, partî dirakin wan biparêzin û li ser astek azad û demokrat de jiyana wan ewle bikin.

Çend Sosyologên Kurd, destpêkirin encam û tesîrên ferman, qetilkirin û bi darê zorê misilmankirinê ya li ser civaka Kurd şirove bikin û binirxînin. Çi bandora vê yekê li ser sosyolojiyê, malbatê û kesan çê bûye? Guhertinek çawa bi xwe ra aniya? Bandora vê yekê li ser têkiliyên civakan çêbûye? Di hîşmendiya hevbeş bandorek neyênî ya çawa bi xwe re aniye? Mirov dikare van pirsan hîn jî zêde bike. 

Psîkologan gelo çiqasî derûniya civak û kesan di encama ferman û qirkirinê de nirxandiye? Gelo çiqasî bandora vê yekê li ser xwe dîtine û li xwe mikûrhatine? Çima ewqasî kesên Kurd ku derûniya wan xerab bûbe, zehmetiya dikşîne ku vê yekê qebul bike? Gelo têkiliya vê rewşê bi ferman, qirkirin û darê zorê misilmankirinê re nine? 

Rêber û qehremanê gelê Kurd, kujer qirkerê civaka Êzidî ne!

Kesekî dîroknas çiqasî erkên xwe bicîh aniye û destpêkiriye ji nû ve dîroka gelê xwe li ber çavan derbas bike? Ma qey nabînin ku di dîroknivîsa wan de bandorek mezin a misilmantiyê heye û di nav vê dîrokê de civaka Êzidî qet tûneye. Bi gotinek din, dîroka ku wan nivîsiye, dîroka Kurdên hatine misilmankirin û yên misilmanan e û ne ya tevahiya gelê Kurd e.

Nivîskarê Êzidî Selim Biçûk, li ser vê mijarê wiha dibèje, “Divê rûpelên dîrokê ji bermayên xwîn û komkujiyan paqij bibin, ew jî bi lixweveger, poşmanî û lêborînê çê dibe. Di dîroka Kurdistanê de hin kujer, talanker û fermankarên mezintir ji DAIŞ’ê hene ku, hîn jî wek simbolên netewî pîroz tên naskirin, peykerên wan li kolanên vî welatî tên çêkirin.”

Mînakên vê yekê Mîr Bedirxan û Mîr Mohammed Rawandûz in (Mîrê Kor). Herdû Mîrên gelê Kurd komkujî û malwêrankirina herî mezin anîn serê Civaka Êzidî. Ji bona civaka Êzidî ew qirker û kujerin. Wan koka Êzidiyan qeland. Lê belê mixabin ku li cem gelê Kurd û tevgerên Kurdî ev qehraman û rêberin! 

Gelo, sedema bindestiya me ne ew kesbin ku hişmendiya ferman û qirkirinê, di nav me de çandine? Gelek pirsê bê bersiv tên hişe mirov. 

Psîkolojiya zarokek ku dê û bavê wê/î hemû rastiya wê/î û civaka wê/î jê veşartibin wê çawa be? Ew zarok bi wê rastiya ku jê hatî girtin an jî jê hatî veşartin wê di jiyanê de çiqasî serketî be? Ger em rastiyê ji vê/î zarokê veşêrin û qet nezanibe, bê Êzîdî kîne û çima kesên hene ku zimanê wî xeber didin lê ne wek wî ne, ewa çawa toleranz û empatiyê bi wê/î re çê bike? Ewê çawa fêm bike ku Êzidî ne kafir û ne xweşî ne? Ewê çawa derxe zelaliyê ku zarokekî Êzidî xwe jê dûr dike û jê ditirse? Karê herî mezin dikeve ser pergala perwerdê ya civakê, ser desthilatdariye û ser milên Pedagok û dê û bavê zarokan. Divê vê berpirsyariya xwe bicih bînin. 

Ji aliyek din ve ragihandina Kurdî di vê derbarê de rola xwe çiqasî bicih aniye? Çend bername, belgefîlm, hevpeyvîn û nûçe pêk anîne? Di her salvegerê de dê Êzidiyan bidin axaftin. Ev yek baş e, lê belê ma ev tenê Êzidiyan eleqedar dike? Çima em destpê nakin civaka Kurd li ser vê yekê nadin xeberdan? Çima bandor û guhertinên li ser van niqaş nakin. Wan, piştî fermanê çiqasî pirs ji xwe kirin û xwe danîn dewsa wan zarok, xort, jin, mêr, pîremêr û pirejinên Êzidî, da ku di dojeha Islama faşîst ya DAİŞ”ê derbas bûn. Ji ber ku, di rastiya xwe de ew bi xwe ew in. Tenê dem, wext û cih hatiye guhertin.! 

Lêgerina civaka Êzidî, ya di asta herî jor de û rêyên çareseriyê!

Li vê derê dixwazim çend gotin û têbiniyan ji bo hêz, rêxistin, sazî û dezgehên Kurd û Kurdistanî jî raxim ber çavan;

A yekem, Êzidî ne yê berê ne û piştî Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya li Şengalê, kesekî ku ji xwe ne pirsî be, ne gotibe, da ka ez kî me? Ez çi me? Çima ev tişt bi serê min de hatin? Kê ev yek bi ser min, an jî bi ser me de anî ye?

A duyem, Êzidî ketin nav berteka parastinê, da ku carek din Ferman û qirkirin bi ser wan de neyê! Bê guman ji xwe dipirsin: Bê, ma çawa wê jiyanek hevbeş di serîde bi Kurdên misilman û bi civakên din re pêkan be! 

Yeka din, Êzidî li ser rêyên çareseriyê disekinin û nema dixwazin obje bin. Êzdî dixwazin bibin ozne. Êzidî dixwazin êdî yê xwe bin. Ji ber ku tenê bi vê yekê wê bikaribin xwedî li maf û çarenûsa xwe derkevin. 

Êzidî dibin xwedî hêz û hişmendiyek dîrokî. Lê em dizanin ku, hîna jî em di nav fermanê de ne. Li aliyê din em bûne xwedî derfet jî. Xwezî ku Êzidî ne li derveyî xaka xwe li ser xaka xwe bi cih û war bibûna! Lê êdî rastiyek heye û ew jî rastiya diyasporayê ya Êzidiyan e. Herçiqasî ev ji bo gel û civakekê xeteriyê bi xwe re bîne (an jî tîne jî) jî, dikare deriyan jî veke û destkeftiyan jî bi xwe re bîne. 

Hemû hêzên Kurd û Kurdistanî mecbûrin da ku erkên xwe bi cîh bînin. Di nav gelê Kurd de pêşengiyê bikin û bibin alîkar, da ku ew li xwe vegerin û xwe nas bikin. 

Pêngava yekem ber bi yekrêzî û bihevrejiyana aşitiyane a bi lêborîn û pakirina dîrokê dest pê dike. Pişt re jî bi Êzidiyan re bikevin nav dîalogê û gavên dîrokî ber bi Êzidiyan ve bavêjin.

Civaka Êzidî di lêgerînek di asta herî jor de ye. Berovajî, di nav gelê Kurd de xamsarî û nedîtinek dîrokê û Fermana 3’ê Tebaxê jî di asta herî jor de ye. 

Dema ku dû pêşketinê berovajî di asta herî jor de li hember hev bin, ev dibe sedema alozî û pirsgirêkan. Ji ber ku li aliyekî bendewarî pir bilindin, li aliyê din jî têgîna dîrokî, mirovahî û bicihanîna erkên xwe gelekî lewaz e. An jî mirov dikare bêje ku qet tûneye. 

Êzidî dixwazin ku gelê Kurd (ku ew jî parçeyek jê ne) xwe nas bike da ku bikare civaka Êzidî jî fêm bike. 

Divê rojek berî rojê, hevsengiyek werê çêkirin. Ger ev yek çênebê, wê em herdem hevdû winda bikin û ji hev qut bibin.

Hêzên Kurdî mecbûrin ku ji bo bendewariyên civaka Êzidî jî di nav hewldanên xûrt de bin. Baweriyê bidin wan û bi wan re li rêyên çareseriyê bigerin. Ev jî bi guhdarkirina tevahiya civaka Êzidî pêkan e. Bê ferq û cûdahî. Divê her hêz dev jê berdê û li aligirên xwe guhdar bike. Mirov dikare bêje ku kêm an jî zêde daxwazên Êzidiya wek hevin, tenê li wan guhdar bikin. 

Ji ber ku pirsgirêk û daxwazên Êzidiyan hevbeşin. Pêwistî pê heye ku hêzên Kurdî bi stratejiyek hevbeş bersiv bidin civaka Êzidî. 

Di 21.04.2020 57 sazi, rêxistin û komeleyên Êzidî, bi daxuyaniya hevbeş a bi navê, Êzidî di navbere xwefêmkirin û pêşdarizandinê de: Rêyên diyalogê, weka yek ji rêyên çareseriyê modêla Efrîqa Başûr pêşniyar kirin; 

“Ji aliyê dîrokî û sosyopolîtîkî ve, liserxebitîna vê ramanê, bi aqilane ye: Pêşiyên beşên mezin yên civaka Kurd ku îro Îslamê wek ola xwe dipejirînin, Êzidî bûn.. Eger gelek Kurd vê yekê red bikin an jî li dij derkevin, an jî zanîneke wan ya dîrokî tinebe jî, koka wan Êzidî ne. Ev mîrate tê wateya berpirsiyariya gişcivakî ji bo civaka Kurdî. Divê mirov bi vê berpirsiyariya xwe ya dîrokî rabe, ne mîrateya dîrokî têxe bin piyan. Ev yek vêga jî, li pêş paşpîlanan derbas dibe, ku vegûhestina baweriya Êzdayetiyê ber bi Îslamê ve, bi gelemperî ne, bê xwîn pêk hatiye û tenê di dusedsalên dawî de, bi sedhezaran mirovên Êzidî bûne qurban!

Ev jî bi heman awayî, wek heqîqeta dîrokî ku domdirêj nikari bû bêdeng bimîne pesend kiriye, cihê xemgîniyê ye. Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi nirxandinekê heye. Modêlên dîrokî yên mîna Komîsyona Heqîqetê, ku li Efrîqaya Başûr piştî bidawîbûna rejîma Apartheidê hat damezrandin, dikarin li vir wek mînakên erênî xizmet bikin. Divê ev wek projeyeke ji bo tevahiya civakê were fêmkirin û hemû komên din yên mîna Mesîhî, Elewî, Cihû, Asûrî, Kildanî, Aramî, Ermenî ûhwd. bigire nav xwe.”

Em teva bi hevdû re dikarin salvegera 3’ê Tebaxa îsal bikin wek destpêkekê ji bona vê yekê. Ji bo ku hevdû fêmkirin û pêşîgirtina qutbûn û ji hevdû dûrketinê ev yek girîng e. Li şûna ku em her sal bi rasthatina 3’ê Tebaxê, Êzidiyan didin xeberdan û ji wan ders û bandora fermanan dipirsin, werin em îsal vê yekê ji Kurdên hatine misilmankirin bipirsin û fermanê bêxin rojeva wan. 

Bi ya min û hêviyên min yên herî girîng ewin ku, ew xwe û diroka xwe di nav xwe û dîroka xwe a rastîn de bibînin û xwe li ber çavan derbas bikin û jê encaman derînin…

İlginizi çekebilir