Mihyedîn Nahrîn: Romantîzm Tenê Ne Karê Mêra ye…

Romantîzm û kelecana evînê pir xweş e.

Herkes bi bayê evînê gêj û sermest dibe.

Xweşîya wê evîndaran dorpêç dike û wan wekî Dante derdixîne baxê bihuştê.

Di nava civakê de romantîzm wekî karekî zilaman tê qebûlkirin. Ev ji bo zilama karekî giran e. Her çiqasî karekî giran be jî karekî xewş e. Lê bi demê re meriv ji xweşîyê jî dibetile û dixwaze bêhna xwe vede.

Belê, zemanê berê jin hewqasî bi hêz û azad nebûn. Ji ber vê rewşê kar diket ser milê zilaman. Lewma di alîyê gotinên xweş û romantîzmê de zilam bûne pispor. Lê di dema îroyîn de femînîzm di her qadê de ji jinan re rê vekirîye. Jin çi dixwazin dikarin bikin. Jin êdî ne jinên berê ne û di her qadê de êdî azad in.

Êy jinên kurd! Hûn jî dikarin bibin romantîk. Hûn jî dikarin bi qasî zilaman di alîyê gotinên xweş û romantîzmê de bibin pispor. Derîyê romatîzmê êdî ji her kesî re vekirîye. Ji kerema xwe hûn jî têkevin hundir û romantîzma xwe nîşanî dildarên xwe bidin.

 

Gelî hevalên jin;

Kulîlk,

Çîkolata,

Helbest,

Hesabdayîn,

û dîyarî,

ne tenê karê me zilama ye. 

Hûn jî ji me re bistînin heyran.

 

Gotinên xweş û dîyarîyên buha me zilama jî bi kelecanî dike. 

Bi saya dîyarî û gotinên xweş dilê me jî geş dibe.

Bi romantîzmê em jî sermest dibin û ji eşqa difirin.

Mafê me jî heye ku em bi ser xwe herin, bi dîyarî û gotinên we hezkirina dilê we fam bikin.

Kerem bikin qad a we ye û hûn azad in. Ger dildarê we hebe evîna xwe veneşêrin û bînin ziman. Ger dildarê we hebe jêre gotinên xweş û dîyarîyên bi qalîte (bêqalîte jî dibe) bistînin. Bi hev re li gel dildarê xwe jîyanek xweş û romantîk ava bikin. Jibîr nekin romantîzm tenê ne karê mêra ye.

 

Ji demên berê ta heta niha tim zilam gav ber bi jinê avêtîye. Teklîfa evîndarî û zewacê ji alîyê zilam ve hatîye kirin. Êdî dem guherî, êdî dem dema jina ye. Dema we hez kir hûn jî teklîfa evîndarî û zewacê ji dildarê xwe re bibin.

 

Ji demên berê heta niha dema jin dikevin ser karekî nû bi çîkolata û kulîlkan têne pêşwazîkirin. Lê dema zilamek dikeve ser kar ne çîkolata heye û ne jî kulîlk. Ey hevalên jin bi qasî we em jî ji çîkolata û kulîlkan hez dikin. Dema birayê we, bavê we an jî dildarê we ket ser karekî nû ji kerema xwe hûn jî ji wan re çîkolata û  kulîlkan bişînin. Bi qasî we mafê me jî yê bextewarîyê heye.

 

Ji demên berê heta niha dîyarîyên buha tim bûna para zilaman. Belê, zemanê berê azadîya we ya aborî nebû û we nedikarî dîyarîyan bikirin. Lê di vê dema modern de hûn ji alîyê aborî ve azad in. Hûn jî wekî me dixebitin. Pere we jî heye. Lewma hûn jî dikarin ji zilaman re dîyarîyên buha bikirin. Dema hûn dîyarîyên buha bikirin bawer bikin dê keyfa zilama jî bê. Dîyarîyên buha tenê ne karê zilama ye. Hûn jî ji bira, bav û ji dildarên xwe re dîyarîyên buha bikirin. Bila ew jî ji hezkirina we fam bikin. Bila ew jî ji dîyarîyên buha bizanibin têne hezkirin.

 

Serê sibehê û êvaran tim zilam ji jinan re peyam dişînin an jî li wan digerin. Peyam û lêgerîn wek karekî zilaman tê qebûlkirin. Di hezkirinê de wekhevî û edalet lazim e. Divê jin jî ji hezkirîyên xwe re peyam bişînin û li wan bigerin. Her sibeh û êvar li bendî peyama “roj baş” û “şev baş”ê nesekinin. Hûn jî bikin bila kesê hemberî we bextewar bibe.

 

Helbest û name heta niha li ser pişta zilaman bû. Zilam mîrê peyvan bûn. Êdî dema azadîyê ye. Bila jin jî bibin “keybanûya peyvan” û xwe di warê helbest û nameyan de pêş bixin. Ey hevalên jin helbest û name tenê ne karê zilama ye. Hûn jî ji hezkirîyên xwe re helbest û nameyan binivîsînin. Bila dilê zilama jî xweş bibe.

 

Ji demên berê heta  niha zilam di şano, sînema, konser, xwarin û vexwarinê de tim hesab dida. Jin êdî di qada abaorîyê de xwe nîşan didin û çi karî dixwazin dikarin bikin. Ji ber vê yekê berîk û hesabên wan yên bankayê têra xwe tije ne. Ji kerema xwe hin caran hûn jî hesab bidin û hezkirîyên xwe bextewar bikin.

 

Êdî jin ne ew  jinên berê ne.

Êdî jin azad in.

Femînîzm di her qadê de azadî dîyarî jina kirîye.

Lewma ey hevalên jin! Tiştên zemanê berê li ser zilaman ferz dikirin êdî ji we re jî ferz e. Bi qasî we zilam jî dixwazin bêne hezkirin û hûn jî hezkirina xwe bînin ziman. Hûn jî bibin romatîkên baş. Bila dilê we jî xweş be û yên hevalên we jî.

 

Gelî hevalên jin;

Kulîlk,

Çîkolata,

Helbest,

Hesabdayîn,

û dîyarî,

ne tenê karê me zilama ye. 

Hûn jî ji me re bistînin heyran.

 

İlginizi çekebilir