Îro Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ye: Çîroka vê rojê çi ye?

Roja Jinan a Cîhanî roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye.

Neteweyên Yekbûyî sala 1857an roja 8ê Adarê wekî Roja Jinên Kedkar a Cîhanî pejirand.

Her çend ev roj di asta navneteweyî de salên 1970yî de hatibe pejirandin jî bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya wekî rojeke hevbeş a jinên cîhanê rastî salên 1800î tê.

8 Adara sala 1857an jinan li New Yorkê grevek li dar xist.

Jinan bi greva xwe xwest ku saetên wan a kar dakevin 8 saetan û heqdestekî wekîhev bistînin.

Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hat şewitandin û bi qasî 100 jinî di encam vê bûyerê de mirin.

Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabe pejirandin jî têkoşîna birêxistinî ya ji bo mafên jinan, salên 1900î dest pê dike.

Sala 1903yan li Amerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî “Koalîsyona Sendîkayên Jinan” hat sazkirin.

jinên sosyalîst yekşema dawî ya sala 1908an li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêk anî.

Her wiha ev roj wekî yekem xwepêşandana “roja jinan” tê pejirandin.

Li Amerîkayê ji bo lêgerîna jinan a ji bo mafên xwe, sala 1909an bi beşdariya 2 hezar kesan xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî dest pê kir.

Karkerên jin, di greva xwe dixwest ku şertûmercên xebata wan werin başkirin û heqdestekî baş bistînin.

Koalîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da.

Têkoşîna Jinên Amerîkayî bandor li jinên Ewropayê jî kiriye.

Sala 1910an li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî ya Duduyan hat lidarxistin.

Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan a cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hat pejirandin.

Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehat diyarkirin, yekem Roja Jinan a Cîhanî 19 Adara 1911an li Almanya, Awistralya û Danîmarkayê hat pîrozkirin.

Giringiya vê rojê ew bû ku paşayê Prusyayê sala 1848an hin reform mohr kiribûn û li gorî van reforman jinan dê karîba mafên xwe yên dengdanê bi kar bînin.

Lê belê ev reform nehat pêkanîn.

Pîrozkirina 8 Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanî jî sala 1972yan bi rêxistineke mezin a bi navê “Tevgera Adarê” ya li Sidneyê dest pê kir.

Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbêra salên 1975-1985an wekî “Deh Sala Jinên Neteweyên Yekbûyî” îlan kir, 16 Kanûna Pêşîna 1977an jî 8 Adarê wekî “Roja Jinan a Cîhanî ” îlan kir ku were pîrozkirin.

Salên piştî vê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî 8 Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanî pîroz kir.

 

/Çavkanî: Wîkîpediya-rd/

İlginizi çekebilir