Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-X

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

Rêzenivîs : 23                                                                             

                                                                         X        

 Xal û xwarzî

Xal: 1. Birayê dayikê.

  1. Şanik, deq.
  2. Cîh.
  3. Nuqte ( li dawîyê hevokê tê danîn.)
  4. Bend, birg, made.

Xwarzî: 1. Zarokên xwîşka kesekê/ kesekî.

Mane: Birayên dayikê û zarokên vê dayikê.

Mînak: Neçe şerê xal û xwarzîyan, neke hawar û gazîyan(1).

 

Xan û man

Xan: 1. Avahî, mal, xanî.

  1. Karwanseray, hotêl, qonax, qesr.
  2. Dewlemendî, hebûn, xanûman.
  3. Mîr, key, serok, birêveber, şah, qral.
  4. Sifre.
  5. Qonax, qedem, gav, ast, rewş.

Man: 1. Ji cîhêkî neçûn, li cîhêkî sekinîn.

  1. Li cîhêkî rûniştin, lêrûniştin, îkamet kirin.
  2. Xilasnekirin, bidawînebûn.
  3. Nemirin, jîyana xwe domkirin.
  4. Kar û îş şûn ve avetin.
  5. Bermayî, jibermayî.

Mane: Mal û melal, mal û malat, mal û hal, sermiyan, milk, kapîtal.

Sing, sîng, sing û ber ( mecazî ji bo jinan)

Mînak: Hîna ew qas xan û manê wan jî li parêzgeha Dîlokê heye.

 

Xanim û xatûn

Xanim: 1. Xatûn, stî, hêja. (bi tenê bo keç û jinan.)

  1. Banî, hêja.

Xatûn: 1. Banî, melîke, stî, qeralîçe. ( bi tenê bo keç û jinan.)

Mane: Xanimok. 

Keç yan jî jinên rûmetdar, rêzdar.

Mînak: Xanim û xatûnên rêzbar hûn bi xêr hatine civîna me.

Xem û keser

Xem:1. Derd, ezab, araz, êş, kovan, nexweşî, kul, qisawet, ezyet.

  1. Jan, îza, xemgînî, nîgeranî, elem, bêhntengî, dilgiranî.

Keser: 1. Xem, kul, kovan, derd.

Mane: Derd, qisawet.

Dilêş, jandar.

Mane: Yêzdayê mezin xem û keseran nede dilê netewa me.

 

Xar û xes

Xar: 1. Sinc, stirî, sîx.

  1. Berbijêr, kevanikî.
  2. Gogên hûr. ( Bi taybetî yên ku zarok pê dilîzin.)
  3. Qefîle, qefle, kom , kerî. (mîn: xara siwaran.)
  4. Êriş, hicûm.

 Xes: 1. Marûl, kaho, kahû.

  1. Xesandin.

Mane: Qirşûqal, gelaş, gilêş, xaşak.

Mînak: Ware em vê xas û xesê  ji ve baxçe paqij bikin.

 

Xaret û xîret

 Xaret: 1. Werzîmendî, xîret, xeyret.

  1. Hewl, cehd.
  2. Heysîyet, rûmet, şeref, qîmet, rêzdarî.

 Xîret: 1. Werzîmendî, xaret, xeyrer.

  1. Hewl, cehd, kêfaret.
  2. Ezîm, ezm, taqet, têkoşîn.
  3. Namûs, şeref, rûmet, nirx.

Mane: Heysîyer, namûs, şeref, rûmet.

Mînak: Xaret û xîreta xwe kire pênc qurîş..

 

Xatir û qîmet

Xatir: 1. Dil.

  1. Giramî û hezkirina ku ji yekîra tê xweyîkirin.
  2. Hal û ehwal.
  3. Bo, ji bo, ji ber ( ji bo xatirê wî)
  4. Weda, silava dema ji hev veqetînê, xatirxwazî, xatirxwastin.

 Qîmet: 1. Nirx, biha, fiyat, bihagiranî, heq.

  1. Rûmet, rêz, qedr, namûs, şeref.

Mane: Qedr û qîmet, nirx, rûmet.

Mane: Ew kî ye ku xatir û qîmetên dê û bavê xwe nizane?

 

Xav û kelî

Xav: 1. Xag, nebiraştî, nekelandî.

  1. Bêxwê.
  2. Sist, ne xurt, ne zîrek, ne çeleng. (mecazî)
  3. Cahîl, nezan, xişîm. ( ji bo meriv û gotinên nebaş)
  4. Teze (ji bo şîr, şîrê teze)

Kelî: 1. Li kelê (ava ku hîna dikele)

  1. Kelîyayî, kelêjî, kelandî, zerav.
  2. Bêxwê, kêmxwê, neşor.

Mane: Tamsar, bêtam, bêçêj, bêtahm û bêxwê.

Mînak: Di dawetê da xwarina xav û kelî dan ber me.

 

Xax û bend

Xax: 1. Rezîl, riswa, pêrîşan, bêhal, reben, feqîr, belengaz, hejar, jar.

  1. Bela, bûyerên nebaş.
  2. Bend:1.Dîwarê ku bi keviran hatîye çêkirin (bo av, bax û baxçe)
  3. Partî, hîzb
  4. Qeyde, made.
  5. Dezî, ben.
  6. Sekn, hêvî.
  7. Qeyd û bend, zend û bend.
  8. Çarîn.
  9. Peywend, têkilî.

Mane: Bela, bûyer, bûyerên nebaş.

Mînak: Xax û bendên giran anîn serê hev.

 

Xax û pax = Xax û bend.

 

Xax û lek

Xax: 1. Rezîl, riswa, pêrîşan, bêhal, reben, fekîr, belengaz, hejar, jar.

  1. Bela, bûyerên nebaş.

 Lek: 1. Leke, pîsî, qirêj, qilêr, genî.

  1. Mîka, melamîn.
  2. Yekîneyên leşkerî yan mezin. (tumen)

Mane: Kirinê helez. 

             Karên enteresan, tevelok.

Mînak: Xax û lekên kû anîn serê wî, qet nahatîye serê tu kesîyan. 

 

Xax û lelek = Xax û lek.

 

Xax û gosartme

Xax: 1. Rezîl, riswa, pêrîşan, bêhal, reben, fekîr, belengaz, hejar, jar.

  1. Bela, bûyerên nebaş.

Gosartme: 1. Rezîl.

Mane: Rezîl û riswa.

Mînak: Ew bûye Xax û gosartme.

 

Xebat û lebat

Xebat: 1. Xizmet.

  1. Şixul, kar, çalakî, kiryar. 

Lebat: 1. Tevger, liv, leqîn.

  1. Li cîhekî nesekinîn, li cîhekî ranewestîn.

Mane: Kar û bar, kar û kirin, şixûl û liv û leqên vî şixulê.

Mane: Ji ber xebat û lebatê ev bû çend salin min bêhna xwe nedaye. 

 

Xefik û xapan

Xefik: 1. Dek, tepik, kemîn.

  1. Fêl, fend, xap.

Xapan: 1. Xapîn.

  1. Xap, desîse, fend.

Mane: Hîle xurde. 

            Bi xapînê dafikê ketin.

Mînak: Hê tu bi xafik û xapanê dijmin nehesîyayî?

 

Xelk û alem

Xelk: 1. Alem, mirov, însan, civak, civat, dinya.

  1. Gel, milet.
  2. Rûniştvan, niştecîh ( xelkê wê deverê. Mîn: Tu xelkê kîjan bacarî yî?)
  3. Merivên din, alem.

 Alem: 1. Dinya, cîhan, derdûn.

  1. Xelk, meriv, însan, civak, civat.

Mane: Hemû dinya. 

Di wateya bîyanî da “xelk.”

Heft bavan ji hev dûr.

Mane: Di nav xelk û alemê da xwe rezîl kir.

 

Xem û xiyal

 Xem: 1. Derd, êş, kisawet, ezyet, jan, xemgînî, kul.

  1. Pirsgirêk, endîşe. (Mînak: Xem meke!)
  2. Armanc (mecazî)( Mînak: Xema min ew nîn e.)

 Xiyal: 1. Xeyal.

  1. Tiştên ku meriv di hiş û mêjiyê xwe da diafirîne, disêwirîne û çêdike.
  2. Mirad, hêvî.

Mane: Derd, êş û miraz û hêvî.

Mînak: Di nav xem û xiyalan da di xew re çû. 

 

Xeml û Xêz

 Xeml: 1. Xemil, zewêr, kok, zînet.

 Xêz: 1. Xet, xîç, rêz.

Mane: Xemil, xemil û memil.

Mînak: Bi xeml û xêz çû nik destgirtîya xwe.

 

Xeml û meml = Xeml û xêz.

 

Xerîb û xurbet

 Xerîb: 1. Derveyî, ecnebî, bîyanî, bêganî.

  1. Ne normal, ecêb, ne asayî.
  2. Nenas.
  3. Bêrî, hesret. ( daxwaza dîtinê ji kesekî xerîb bûn.) 

 Xurbet: 1. Bîyanî, xerîbî, biyanîstan, dûrwelat, derbiderî, dîyaspora.

Mane: Cîhê ku ne war û welatê meriv e. 

Cî û warê nenas û ecnebî, dîyaspora.

Mînak: Xerîb û xurbetî êşa dil e.

 

Xerîwî û xerîwîstan

Xerîwî: 1. Xerîbî, sirgûn, mîşextî, awaretî, derbiderî, bîyanî.

  1. Kocberî, penaberî.

  Xerîwîstan: 1. Bîyanîstan, dîyaspora. cîhê ku war û welatê mirov nîn e.

Mane: Deverên bîyanî.

             Welatên xerîbî.

             Xurbet .  

Mînak: Çi heyf ! Dîsa xerîwî û xerîwîstan bû para me.

 

Xew û xewn

  Xew: 1. Xewîn, xewtin, razan, raketin.

  Xewn: 1. Tiştên ku mirov di xewê de dibîne. Di dema raketin/razayê de tiştên ku dibîne.

  1. Nîgaş, xiyal. (mecazî)
  2. Hêvî. (mecazî)

Mane: Di daxwaza nepêkan/nemimkin da bûn.

Mînak: Ew kesa di xew û xewnê da ye.

 

Xewn û xeyal

Xewn: 1. Tiştên ku mirov di xewê de dibîne. Di dema raketin/razayê de tiştên ku dibîne.

  1. Nîgaş, xiyal. (mecazî)
  2. Hêvî. (mecazî)

Xeyal: 1. Wêne, raman û bûyerên ku mirov di hiş û mejîyê xwe de diafirîne an jî çê dike. ( Bi taybetî yen ku nehatine dîtin û qewimîn.)

  1. Mirad, hêvî.

Mane: Nepêkan, bêderfet, bêmefer.

Mirad kirin, bi hêvî.

Mînak: Leylayê ji Mecnûnê re got: Ez aşiqê Mecnûnê xewn û xeyalên xwe me… 

 

Xêr û bêr

Xêr: 1. Başî, qencî, 

  1. Xêrik, zekat, sedeqe.
  2. Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
  3. Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
  4. Berhem, deramet, ber, dahat. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
  5. Ji bilî.

Bêr: 1. Li zozan û çoltaran pez şarkirin.

  1. Alava kolandinê. Alava ku pê tişt tê avetin.

Mane: Bereket. 

Bi ber û bereket.

Mînak: Bi xêr û bêr me genimê xwe biavetana embarê!

 

Xêr û xaş

Xêr: 1. Başî, qencî, 

  1. Xêrik, zekat, sedeqe.
  2. Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
  3. Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
  4. Berhem, deramet, ber, dahat, semere. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
  5. Ji bilî.

 Xaş: 1. Xweş. 

  1. Li gorî dil.
  2. Bi tahm.
  3. Tendurist, sehet, sax.

Mane: Başî û xweşî.

Başî, xweşî û silametî.

Mînak: Xêr û xaşî li te barî, kevir û kuçik li min barî (2).

 

Xêr û gune

Xêr: 1. Başî, qencî, 

  1. Xêrik, zekat, sedeqe.
  2. Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
  3. Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
  4. Berhem, deramet, ber, dahat, semere. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
  5. Ji bilî.

Gune: 1. Guneh.

  1. Liberketin,  dilpêşewitîn, êşîn, pêşîn.
  2. Libat û karên ku ji hêla olî ve suc e.
  3. Bervale, belengaz, reben,rebenok, bêkes, evdal (mecazî).
  4. Webal, obal.

Mane: Xêrûxêratî û libat û karên nebaş. 

Nebaşî, nerindî. 

Mînak: Xêr û guneyên wan kire stûyê xwe.

 

Xêr û bereket

 Xêr: 1. Başî, qencî, 

  1. Xêrik, zekat, sedeqe.
  2. Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
  3. Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
  4. Berhem, deramet, ber, dahat. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
  5. Ji bilî.

 Bereket: 1. Zêdehî, gelekî, gumrehî, berhemdarî, zehfî, boşahî.

  1. Zêde bûn.

Mane: Boşahî, Pir zêde bûn.

 Bi ber û bereket, xêr û bêr.

Mane: Malxweyê malê ji nîvanê xwe ra got, ” tu bi xêr hatî, te xêr û bereket anî mala me.”

 

Xêr û şer

Xêr: 1. Başî, qencî, 

  1. Xêrik, zekat, sedeqe.
  2. Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
  3. Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
  4. Berhem, deramet, ber, dahat. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
  5. Ji bilî.

              Şer: 1. Ceng, herb, cewşen.

  1. Lec, gengeşî. (mecazî)
  2. Lêkdan, pevçûn, lihevxistin.

Mane: Baş û xirabî, xêrik û xirabî.

Mînak: Di bawerîyên Kurdên kevn da tarî û ronahî wake xêr û şer dihatin qebûlkirin.

Xêr û xêrat

 Xêr: 1. Başî, qencî, 

  1. Xêrik, zekat, sedeqe.
  2. Ne guneh. (li gorî hin dîn û bawerîyan)
  3. Baş, bikêr, bimafa (mizgînî).
  4. Berhem, deramet, ber, dahat. (mîn: Qet xêr di vî karî de nema.)
  5. Ji bilî.

 Xêrat: 1. Ji bo gel tiştên ku hatine çêkirin, gel jê xêrek bibîne.

Mane: Xêrik û tiştên ku ji bo xêr hatine çêkirin.

Mînak: Ji gor adetên xwe xêr û xêratên mirîyên xwe dan.

 

Xêz û rêz

Xêz: 1.Xet, xîç, rêz, xîşk.

  1. Bi pênûsê xêzik kişandin.
  2. Alî, hêl.

 Rêz: 1. Xet, xîç, xêz.

  1. Hêl, alî.
  2. Dor, ger, sira.
  3. Rêç, rêbaz, rê, rêçik, qeyd.
  4. Rûmet, qedr, qîmet, nirx, giranî, gramet.

Mane: Rêzandin, rêzikî. Ahengdar.

Mînak: Eskeran, bi xêz û rêz silav didan fermandarê xwe.

 

Xil û xar

Xil: 1. Kevira  topik a qasî girmikê.

  1. Bazdan, qevezdan, tûldan, vecinikîn, hilpekîn.

  Xar: 1. Sinc, stirî, sîx.

  1. Berbijêr, kevanikî.
  2. Gogên hûr. ( Bi taybetî yên ku zarok pê dilîzin.)
  3. Qefîle, qefle, kom , kerî. (mîn: xara siwaran.)
  4. Êriş, hicûm.

Mane: Bêpergal  hewlogewlo,  xuloxwari, xwaropêç, xingalkî.

 Vir û viç, derew, derew, vir û viz.

Mane: Feqîrê barkêş, di bin barê giran da  xil û xar bûye.

 

Xip û xweş

Xip: 1. Peyvekî muhmel, bi serê xwe bêwate. 

  1. Tişta/tiştê ku li gora dilê meriv e.
  2. Bitahm.
  3. Saxlemî, bijîndar, saxî, sehet.
  4. selamet.

Mane: Spisax, bi temamî sax, çipcanî, 

çîpcanî, ter candar.

Mane: Bapîrê wan li cem xwedê sal û roj nehiştîye, hîna jî xip û xweş e!

 

Xir û cir

Xir : 1. Pevçûn, pevçûn û hegame, xir û gir, gengeşe.

  1. Xirt, kirt, tik.
  2. Sist, xirek, leqok, livok.
  3. Kîr, cûc.
  4. Gilover, girover, gilor.

 Cir: 1. Xûy, xislet, tabîet.

  1. Rû, sûret.
  2. Miamele.
  3. Xûynepak, bêxulk, bêcir, cirnexweş.
  4. Bûn xerab, bûn nebaş ( kese dikeve rêya xerab.)

Mane: Teşqele, geremol, alozî.

 Pevçûn, lihevxistin, qal û qir, hengame, heyleme.

Mînak: Ev kesa diçe kuderê xir û cirê xwe jî bi xwe ra dibe.

 

Xir û xalî

Xir : 1. Pevçûn, pevçûn û hegame, xir û gir, gengeşe.

  1. Xirt, kirt, tik.
  2. Sist, xirek, leqok, livok.
  3. Kîr, cûc.
  4. Gilover, girover, gilor.

  Xalî: 1. Xwelî.

  1. Xalîçe.Nivîna ku binê male tê raxistin.
  2. Xwerû, pak, pakij, zelal, tisî, bêqatix.
  3. Bêdeng, tenha, tenahî.
  4. Vala ( di hindir da kesek tine), tazî ( di hindir da tiştek tine)
  5. Mirî (mecazî)

Mane: Tip û tal, vik û vala, viç û vala.

             Bêdengî.

Mînak: Newala xir û xalî mişk lê dibe walî (3).

 

Xirp û çû

              Xirp: 1. Xaftila, ji xaftilan, ji nişka ve.

  1. Bêteşe, tiştê ku bi awayekî serobero hatîye çêkirin.

              Çû: 1. Ber bi cîhekî ve bûn.

  1. Ji cîhekî veqetîn.
  2. Ji karekî derketin.
  3. Encama rewşekî ( Mînak: Dawîya ev karana dê çawa be!)
  4. Here.
  5. Meşîn, Bi rê da çûn.

Mane: Ji xafil rabûn û meşîn, ji nişka ve çûyîn, xaftila çûyîn, req û çûn.

Mînak: Li cem me rûniştîbû, ku ew dît rabû xirp û çû(4).

 

Xiş û xal

             Xiş: 1. Hûr û hû bûn, xirab, belawela, ji hev da ketin.

  1. Razamendî, razîbûn, li hesabê hatin.
  2. Zîpik, xişik, tîrî, xilor.

             Xal: 1. Birayê dayêkê.

  1. Şanik, deq.
  2. Cîh.
  3. Nuqte ( îşareta ku datînîn ser tîp û paşîya hevokê.)
  4. Bend, birg, made.

Mane: Xurdexaş, parçewesle, xirdûxan.

             Westîyayî û ji pertavketî.

Mînak: Arebe di qezayê da xiş û xal bû.

 

Xişir û xal

  Xişir: 1. Zîwer, zînet, zêr û zîber.

  1. Gerdank, guhar, gustîl û tiştên ku bi taybetî jin bo bedewîyê bi xwe ve dikin. 

 Xal: 1. Birayê dayikê.

  1. Şanik, deq.
  2. Cîh.
  3. Nuqte ( îşareta ku datînîn ser tîp û paşîya hevokê.)
  4. Bend, birg, made.

Mane: Zîwer, xişr, zêr û zînet.

Mînak: Bûk bi xişir û xalan hate xemilandin(5).

 

Xof û xezeb

Xof: 1. Tirs.

  1. Saw, dehşet, xezew

Xezeb: 1. Neyarî, hêrs, gerûşe, kîn, nifir, nefret, dijminatî, bela, xişm.

Mane: Zalimî, teror, zordestî.

Mînak: Bi bombeyên kîmyewî ; di 16 ê meha Adarê ya sala 1988 an da  zalimên dewleta Irakê bi  Xof û xezeb  êriş birin ser Kurdên Helepçeyê. 

 

Xof û saw

 Xof: 1. Tirs.

  1. Xof, dehşet, xezeb.

 Saw: 1. Sam, sehm, tirs, xof.

Mane: Zalimî, teror, zordarî.

Tirs, endîşe, metirsî.

Mînak: Dîrok dibêje ku Moxoliyan, pêşî  xof û saw berdidan derdora devera ku çav berdanê û dû re êriş dibirin ser. 

 

Xurik û vexurik

                         Xurik: 1. Xwarin, xida, xiza, erzaq. Hemû tiştên xwarinê.

  1. Tamik (ji bo girtina masî û wakî wan)
  2. Qûtê ku çûçik ji çêlikê xwe ra dibe.

                         Vexurik: 1. Hemû tiştên ku tê vexwarin. ( Av û tiştên şilemenî,)

Mane: Xwarin û vexwarin.

Mînak: Me îro xurik û vexurikên çêlikên mirîşkan neda wan.   

 

Xurt û zexm

                    Xurt: 1. Bihêz, hêzdar, egît, çeleng, çalak, leheng, mêrxas, rewan, jêhatî.

                    Zexm: 1. Zexim.

  1. Gir, girs, giran, bilind û qelew, xurt, bihêz, qeyîm, biquwet.
  2. Qawî, bitaqet, qelew.

Mane: Bihêz, bikuwet, bi zend û bend, gir û qawî.

Mînak: Camêrekî xurt û zexm e.  

 

Xwar û çiv

                Xwar: 1. Jêr, binî, ne serî, ne jor. Beşa binê tiştekî.

  1. Berbijêr. Kevankî.
  2. Dirû, derewîn, xapînêr. ( ji bo merivan.)
  3. Çewt, xelet.

                Çiv: 1. Çov.

  1. Fetlanek, fetlok, çivane, veger, çerx, zivir, xwarpêçk, xilexwar, çivûçûr.
  2. Çivçivandin ( ji kar revîn.)
  3. Hildan, tûldan, xildan, veciniqîn, hilciniqîn, hilpetikîn.
  4. Candarî, geşedarî, şênbûnî.
  5. Tewan, tewikî.

Mane: Xwarûpêç, çelexwarî, xelexwarî.

            Çivçivandin, ji kar revîn.

Mînak: Çavê mêrik kar nebirîya vê carê xwar û çiv da xwe.

 

Xwar û pêçik = Xwar û çiv.

Xwar û vajî

                Xwar: 1. Jêr, binî, ne serî, ne jor. Beşa bînê tiştekî.

  1. Ber bi jêr. Kevankî.
  2. Dirû, derewîn, xapînêr. ( ji bo merivan.)
  3. Çewt, xelet.

                Vajî: 1. Tewş, ters, berevajî, rexê serî li binî û ye binî li serî.

  1. Dij, zid.

Mane: Xwarûwiçko, xwar û xudir, çelexwarî.

Mînak: Bê plansazî  bajarên xwar û vajî ava dikin.

 

Xwar û jêr

                Xwar: 1. Jêr, binî, ne serî, ne jor. Beşa binê tiştekî.

  1. Berbijêr. Kevankî.
  2. Dirû, derewîn, xapînêr. ( ji bo merivan.)
  3. Çewt, xelet.

                Jêr: 1. Xwarê, binî, ne jor, ne silal, ne serî, dijberî jor.

Mane: Teqrîben, nêzî, kêm zêde, hema, jêrejor.

Mînak: Bihayîya vî xanî Xwar û jêr  ev e.

 

Xwar û jor

                Xwar: 1. Jêr, binî, ne serî, ne jor. Beşa binê tiştekî.

  1. Berbijêr. Kevankî.
  2. Dirû, derewîn, xapînêr. ( ji bo merivan.)
  3. Çewt, xelet.

                Jor: 1. Haf, banî, ber bi bilindahîyê ve, serî, silal, dijî jêr.

Mane: Kêm û zêde, jorejêr, texmînî, hema hema.

Mînak: Li xwar û jorê malê tev xalî û xalîçe hebû.

 

Xwarin û vexwarin

                              Xwarin: 1. Zik têr kirin. kirin zikê xwe.

  1. Xerc kirin, serifandin ( mal yan pere.)
  2. Pê ketin, lêdan ( derp lêdan.)

                              Vexwarin: 1. Av yan jî tiştên şilemenî daqulandin.

  1. Kişandin ( bo cixarê û tiştên wiha.)

Mane: Xurik û vexurik.

            Nan û av.

Mînak: Her kesî heqê xwarin û vexwarinê xwe ji kîsê xwe da.

 

Xwelî û xîçik

                     Xwelî: 1. Ax, xak, erd, toz.

  1. Malwêranî, kembaxî, bela. (mecazî)
  2. Xulav.

                     Xîçik: 1. Xezik, xetik, xîçen hûrik.

  1. Xîz, xîzê hûrik.
  2. Xêz, xêzik, çixêz.
  3. Hejik, hijik mijik. ( Darikên hûrik. )

Mane: Axa bi xîz.  

Mînak: Xerca bi xwelî û xîçik dîwar nagire.

 

Xwest û west

                     Xwest: 1. Daxwaz, mirad, miraz, xwast.

                     West: 1. Westîn, vês, bêhnvedan.

  1. Zehmet, zorkêşî, xebat, ked.

Mane: Daxwaz, xwestek, kam, mirad, miraz.

Mînak: Xwest û westên xwe di daxwaznameya xwe da yek û yek nivîsîya.

 

Xwişk û bira

                    Xwişk: 1. Xweng, xûşk, xweh, xuh.

  1. Ji yek dê û bavê. Keça ku kek û birayê wî heye. 

                    Bira: 1. Ji yek dê û bavê lawê ku kek yan jî xwişka wî heye, lawikê qiçik.

Mane: Ji yek dê û bave gorî hev keçik û lawik.

Mane: Xwişk û bira bi hev ra çûn mala meta xwe.

 

Xwîn û xirar

 Xwîn: 1. Ava sor ya ku di laşê meriv û candarên da ye. 

  1. Xîn, xûn.

 Xirar: 1. Xaşe (tûrê kayê)

  1. Telîs ( çewala mezin.)
  2. Tûr.

Mane: Avxwîn, zûxav.

            Serî û çav di xwînê da mayîn.

Mînak: Serî û çav lê di xwîn û xirarê da hêştin.

**

1- Gotina pêşîyan.

2- Biwej.

3-Biwêj.

4-Xirp û hat, xirp û mir, xirp û got, xirp û gezkir…hwd.

5-  Xişr û xal, xeşr û xal.

İlginizi çekebilir