Halil Dalkılıç: ‘Pêvajoya yekîtiyê’ mîna ‘pêvajoya çareseriyê’ dimeşe

Li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê operasyonên li siyaseta legal a Kurdî, yên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têne kirin, li bajarên rojavayê Tirkiyê zêdebûna êrîşên nîjadperestên Tirk ên li dijî Kurdan, êrîşên arteşa Tirk ên li sê parçeyên Kurdistanê, zêdebûna hatinûçûna dîplomatên Amerîkî û Rûsî û li hinda van pêkhateyan ji hêla hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve zêdekirina livûtevgera leşkerî û avakirina baregehên leşkerî li ser sînora Başûr-Rojava û li Rojava berdewamkirina hevdîtinên Kurdî-Kurdî yên di navbera Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Suriyê (ENKS)…

Metirsî û hêvî di nav hev  de ne, lê metirsî tim ji hêviyê bibandortir e…

Jiber ku pirsgirêka Kurdî pirsgirêkeke dîrokî û civakî, pirsgirêkeke navnetewî û navdewletî û pirsgirêkeke ku destê herkesî têde ye; siyaset û dîplomasiya bi Kurdan re elaqedar tu caran zelaliyekê ranaêxe pêş çavan. Çavê mirov di her hewildan û gavê de li hêviyekê digere, lê daxuyanî, pratîk, rûdan, hatinûçûyîn, dîplomasî, pevçûn û bûyerên pêk tên, tu hêviyê nadin. Ji bo hêviyeke çareserî, aramî û azadiyê pir bedel bêne dayîn jî, bona hilweşandina destketiyan û şikenandina hêviyê bi tenê gotinek têrê dike…

Rûdanên rojên vê dawiyê hestên wisa di mirov de peyda dikin ku hêviyeke piçûk û metirsiyeke mezin di nav hev de ne…

Êrîşên Tirkiyê, astengiyên hikûmeta Başûr û dîplomasiya Amerîkayê wekî ku di çarçoveya konseptekî de bi hev re tên bi rê ve birin. Eger em êrîş û dagirkeriya Tirkiyê deynên hêlekê, hewildanên hikûmeta Başûr ên bi pêşvebirina hevdîtinên Kurdî-Kurdî yên li Rojava di heman demê de tên kirin, hewceyî nirxandinê ye. Li hêlekê hêviya yekîtiya netewî tê bilindkirin, lê li hêla din ev hêvî tê şikenandin. 

‘Pêvajoya yekîtiya netewî’ ya ku li Rojava di nava PYNK û ENKSê de tê pêşvebirin dişibe ‘pêvajoya çareseriyê’ ya di salên 2013-2015an de di nav PKK û dewleta Tirk de pêk hatî. Wê çaxê jî li hêlekê daxuyaniyên aştiyane dihate dayîn, Tevgera Kurdî çalakiyên leşkerî dabû sekinandin, bahsa bidawîanîna têkoşîna çekdarî dihate kirin, lê di heman demê de hêzên dewletê bênavber di nava provokasyonan de bûn, bi provokasyonan gerîla neçarî pevçûnan dihate kirin, dewletê li Bakur lez dabû avakirina qerekol, kalekol û baregehên leşkerî û hêzên xwe yên leşkerî li Bakur zêdetir û zeximtir kiribû…    

Îro jî ji hêlekê ve bahsa pêşvebirina pêvajoya yekîtiya netewî tê kirin, him nûnerên PYNKê û him jî yên ENKSê daxuyaniyên ku hêviyê bilind dike, didin. Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl aşkere kir ku amadekariyên ji bo avakirina Merciyê Bilind ê Kurd ê ku bibe berdevkê giştî yê Kurdan tewaw bûye û ew amade ne ku kursiyên rêveberiyê bi ENKSê ve, di nav xwe de parve bikin…

Lê li hêla din; pratîkên hikûmeta Başûr xemê dixe dilê mirov û hêviya ji hevdîtinên yekîtiyê yên li Rojava bilind dibe, vedimirîne. Piştî ambargo û dorpêçkirina Kampa Mexmûrê, niha jî Rojava tê dorpêçkirin, kanalên bêhnstandinê têne girtin. Li ser sînora Rojava livûtevgera pêşmergeyan hatiye zêdekirin, baregeh û qereqol têne avakirin, kozik têne kolandin, çavdêriya leşkerî tê zêdekirin. Yanî Rojava ji Başûr tê qutkirin…

Ji her hêlan ve ev wekî hewldanên provokatîf in û ne nîşana xêrê ne.

Di vî karî, ku Kurd bi destê Kurdan tên dorpêçkirin, ji hev tên dûrxistin û hêviya yekitiyê tê vemirandin de bîna pîsîtiya hişmendiya dijkurd a dewleta Tirk tê. Wer xuya ye ku ev aqlê dewleta Tirk e û provokasyonên di ‘pêvaya çareseriyê’ de tîne bîra mirov. 

Mixabin ‘pêvajoya yekîtiya Kurdan’ mîna ‘pêvajoya çareseriyê ya bi Tirkiyê’ re dimeşe. Her roj provokasyonek… Hêzeke Kurdî bi pratîka xwe çiqas dilê dewleta Tirk a dijkurd şa dike, divê herî kêm bi pratîkên ji bo yekîtiyê ewqasî dilê Kurdan jî şa bike. Tu mafê hêzeke Kurdî tune  ye ku tim dilê dijminê Kurdan şa bike û Kurdan di metirsiyê de, bi êrîşan re rûbirû û bêhêvî bihêle!..

Hêvî ev e; ku encama ‚pêvajoya yekîtiyê‘ nebe wekî encama ‚pêvajoya çareseriyê‘…
İlginizi çekebilir