Halil Dalkılıç: Encamên hilbijartinê ji kurdan re çi got? 

Hilbijartina Tirkiyê ya ku ji hêla çapemeniya cîhanî ve wekî ‘hilbijartina sedsalê’ hatibû binavkirin, hate kirin. Li Tirkiyê her aliyê siyasetê û kurdan jî gorî xwe wateyeke dîrokî dan vê hilbijartinê. Ji beşa hilbijartinê ya serokkomariyê encamek derneketibe holê jî, bi giştî encamên vê hilbijartinê hêjayî analîzên kûr û hûr e. Mirov ê çawa li ser encamên hilbijartineke di bin tundî û zordestiya desthilateke despot û di rewşeke ne demokratîk de hate kirin de analîzeke rast bike; ev meseleyeke din e. Lê dîsa jî meriv dikane li ser helwesta aliyên siyasî û encamên ku hatine aşkerekirin çend gotinan bike. 

Beriya hilbijartinê di pêşdîtinên hemû lêpirsînan de encamên cûda dihatin diyar kirin, lê encamên hatine aşkerekirin hêviya xelkê ya guherînê di qirikê de hişt. Ne Erdogan ê ku xwedî ajandayeke rejîmeke sultantiyê ya bi rengê nasyonalîst-îslamîst û dijkurd e, ji sedî 49,5 û namzetê opozîsyonê Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 45 ray standin. Namzetê din ê ji hêla hişmendiyê ve ultranasyonalîst û dijkurd Sînan Ogan jî ji sedî 5ê dengan girt. Belkî Kiliçdaroglu di hilbijartinê de bi ser neket, lê hem dengên li ser navê Erdogan û hem jî ên li ser navê Sînan Ogan hatine diyarkirin wekî reqamen gumanbar in.

Ji ber ku her erk û saziyên dewletê ji bo serketina Erdogan xebitîn, derxistina rastiyê ne mimkûn e û jixwe xuya ye, ku îtîraza tu kesî jî jê re nîn e. Eger encamên niha wekî rastîyê werin qebûlkirin, bi serketina namzetê opozîsyonê û yê kurdan Kemal Kiliçdaroglu ne hêsan e.  Tabloyê heyî serketin û serwerîya nasyonalîzma tirkî û tengbûna kanalên bêhnstandina kurdan nîşan dide.


Desthilateke nasyonalîst-îslamîst û opozîsyoneke nasyonalîst-îslamîst! Kar û barê kurdan êdî hê girantir e. Yek ji ên barê kurdan hê girantir dike jî rewş û helwesta kurdan a belavele bi xwe ye.  

Benzer haberler

Dewlet û hikûmeta tirk ji bo lewazkirina hêza kurdan her cûre êrîş, tundî û hîle kir. Siyasetmedar, rojnamevan û aktîvîstên kurd hatin zindanîkirin. HDPê bi tehdîda girtinê re rû bi rû hate hiştin û neçar ma bi navê Partiya Çep a Keskê (Yeşîl Sol Partî) tevlî hilbijartinê bibe.  

Helbet di nirxandina encamên hilbijartinê de, li hinda teşhîrkirina zordestiya dewletê, ji aliyê siyaseta kurdî ve helwestekî rexnedanî neyê nîşandan, mirov nagîhije tu analîzên rast.   

Siyaseta kurdî li hemberî êrîşan nikanî stratejiyekî serbixwe yê hilbijartinê birêvebibe. Hem bi hevkariya bi partiyên tirk û hem jî bi ya bi partî û komên kurd re nikanî hevahengî û helwesteke xurt nîşan bide û hêvîya xelkê geştir bike. Di biryara piştgirîdayîna Kemal Kiliçdaroglu de hesap tenê li ser têkbirina Erdoganî hate kirin. Hevkariya bi partiya çepa tirk TÎPê (Turkiye Îşçî Partîsî) bi xwe ji xwe re kir barekî xwe yê din û wekî li Antalyayê pêk hatî, ev li hinek bajaran bû sedema wendakirina hejmarek parlamenteriyê. Siyaseta kurd namzetên xwe bi metodekî şefaf û demokratîk destnîşan nekir.

Nêrîna xelkê dîsa tevlî pêvajoyê nehate kirin. Yanî siyaseta kurdî ji bo vê hilbijartinê siyaseta xwe ya klasîk a rewşên awarte dûbare kir. Encam jî nîşan dide, ku bandora siyaseteta klasîk a kurdî roj bi roj li ser xelkê hê lewaztir dibe. Hejmara hilbijêrên giştî gorî hilbijartina 2018an 5 mîlyon zêdetir be jî, dengên YSPê (HDP) ji 6,146 mîlyonî daket 4,8 mîlyonî, yanî siyaseta kurdî 1,35 mîlyon deng wenda kir. Hejmara parlamentaran jî ji 67ê daket 62yê. 

Di 28ê gulanê da hilbijartina serokkomariyê ê bê dubarekirin. Tirkiye siyasî, ekonomîk û dîplomatîk ji her hêlan ve dewletekî xitimî ye. Sibê çi dê pêk were, mirov nikane pêşbîniyekê vebêje. Rewşa kurdan jî ji her hêlan ve bi rewşa xitimî ya Tirkiyê ve hatiye girêdan û ev yek siyaseta kurdî jî bi xwe re ase dike. Eger siyaset tenê di şopandina hilbijartinên Tirkiyê de bê asekirin, metirsiya mehkûmbûna çerxekî bêsûd û marjînalîzebûnê heye. Jiyan valahiyê efû nake… 

İlginizi çekebilir