Halil Dalkılıç: Çare perspektîfeke giştî ya Kurdistanî ye…

Hikûmeta Tirk nahêle ku Kurd rojeveke serbixwe ya siyasî bi pêşve bixin. Her siyaset û dîplomasiya xwe; çi li hundir û çi li derve, li derdora Kurdan û siyaset û dîplomasiya bi Kurdan ve girêdayî çerx dike.

Ji ber ku her gavên rejîma Tirkî Kurdan di metirsiya mayîn û nemanê de dihêlin û tehdît û êrîşê dihundirînin, Kurd û siyaseta Kurdî jî ji bo pêşxistina rojevên serbixwe û xweser zehmetiyê dikişinin û bi neçarî xwe tim di pozîsyoneke xweparastinê û bersivdana hewldanên Tirkiyê de ase dihêlin. 

Helbet ev yek ne daxwaza siyaseta Kurdî ye. Lê aşkere ye ku siyaseta heyî ji bo bipêşvebirina rojevên serbixwe têrê nake û ji bo derketina ji vî kaosî nîşandana hewldanên giştî û hûnerekî bibandor ê siyasî û dîplomatîk divê.

Rêveberîya Tirkiyê bi her saziyên xwe ve li dijî Kurdan di êrîşê de ye û herwiha parlamento û  daraz jî tenê wekî amûrên pesendkirina talimatên hikûmetê yên dijkurd tên bikar anîn. Di her êrîşa hikûmetê ya li qadekî jiyanê dibe tekane rojeva Kurdan û Kurd di çemberê siyaseta bi dewleta Tirk ve girêdayî de ase dimînin. Mînakên herî balkêş êrîşên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) in. 

Dewletê wer kiriye ku rolê HDPê êdî hatiye lewazkirin. Him li parlamentoyê û him jî li kolanan dest û piyên wê hatine girêdan. Bi êrîşa bi navê ‘operasyona Kobanê’ ya di hefteya çûyî de pêk hat, hinek şaredar jî di nav de, 17 siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Piştî van girtinan, dewletê heta niha dest danî ser 59 şaredarên HDPê yên ku di hilbijartina 31ê Adara 2019an de hatibûn hilbijartin. 

Di bin rejîma Tirk a îroyîn a nijadperest, dijdemokrasî, dijkurd û otoriter de HDPê ê bikane rolekî çawa bilîze, ne diyar e! Him pirsa Kurdî û him jî berxwedan û têkoşîna Kurdan a li çar parçeyan û diyasporayê bi hevdu ve aliqiye û êdî nema ji hevdu cuda bên hesabkirin.

Di rewşeke wisa ku êdî mijara siyaseta navdewletî û navnetewî ye, barekî ku HDPê bi tenê bikane rake ser mile xwe li holê tune ye. Ji ber vê yekê perspektîfeke giştî ya Kurdî ya siyasî û dîplomatîk divê. 

Helbet divê HDP wekî sengereke mezin a parçeyekî berxwedan û têkoşîna Kurdî bê parastin û qadê ku HDP an aktorên wekî wê rolekî bilîzin, vala neyî hiştin. Lê Kurd nikanin hemû enerjiyê xwe bi tenê li dûv mijarên siyaseta Tirkiyê ya hundirîn û tenê bi çerxbûna li derdora mijara HDPê tune bikin. Perspektîfeke giştî ê barê HDPê jî siviktir bike…

Tirkiye destê xwe dixe nav her meseleyên li derdora xwe û dema mesele gur dibe, ji bo paşdegavavêtinê an jî dernexistina problemeke nû, jiholêrakirina hebûn û destketiyên Kurdan dike mijara bazartiya xwe ya dîplomatîk. Ev demek e, Tirkiye meseleya Qerebax a di nav Ermenîstan û Azerbaycanê de dixwurîne.

Gorî agahiyên çavkaniyên navnetewî çeteyên selefîst ji Suriyê dibe wir û bi navê arteşa Azerbaycanê li dijî Ermenîstanê dide şerkirin. Tirkiye bi xwe şerê li wir gurtir dike û ev politikaya xwe ya qilêr jî ji bo destûrstandina êrîşên li dijî Kurdên Rojava dike mijara dîplomasiya xwe ya bi Rûsyayê re.

Ji ber vê yekê ye ku rayedarên Rojavayê tim raya giştî ya cîhanî hişyar dikin, ku Tirkiyê hê jî dev ji dagirkirina axa Rojava û jiholêrakirina destketiyên Kurdan bernedaye…

Pirsgirêk û metirsî mezin e, lê enerjiyê Kurdan û hêza siyaseta Kurdî jî ji wê ne kêm e. Ji dîmena heyî xuya ye; ku mesele belavelebûyîna siyaseta Kurdî, xweasehiştina di rojevên siyaseta parçeyî de û nebûna perspektîfeke giştî ya Kurdî ye… 

Qasî mijûlbûn û enejîxerckirina ji bo meseleyên hundirîn ê Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê, herwiha mijûlbûna bi rojevên navmalî û sererastkirina rewşa navmalî ya Kurdî û Kurdistanî jî divê.

Çare; lihevhatin, rengdar, dengdar û demokratîkkirina siyaseta Kurdî ya navxweyî û xizmetkirina perspektîfeke giştî ya Kurdistanî ye. 

 

İlginizi çekebilir