Osman Aytar: Hizirkirineke ahdîwefayî li ser ekola KİP/DDKD ya 45 salî

Li welatê rojê û agir sal 1975, meh Nîsan û roj rojên dawîn ên mehê bûn… 

Tarîtîya darbeya 12 Adara 1971an êdî belav bûbû, yên ku ji zîndanan derketibûn, yên ku li welatên xerîbîyê bûn vegerîyabûn, yên ku ji ber zilm û zordestîyan bêdeng mabûn di nava lêgerînan de bûn. Hest û daxwazên ji nû ve zîndîkirina xebatên sîyasî ji bo welatê rojê û agir her germtir dibûn…

Ji rêhevalên Dr. Şivan grûbeke dildarên welatê rojê û agir, Ahmet Okçuoğlu, Ziya Avcı, Necmettin Büyükkaya, Ömer Çetin, Dilşêr, Ahmet Karlı û Hafiz Tugan bi van hestên germ li Wanê bûn.

Armanc, ala azadî û rizgarîyê dîsa bilindkirin bû û ji bo doza rewa kar û têkoşînê domandin bû. Li Kela Wanê di pey sohbet û munaqeşeyan de bîryar hate dayin ku li ser mîrasa Dr. Şivan tevgereke nû bê destpêkirin…

Ew karwana rîya doza rewa bi vê biryara rêhevalên Dr. Şivanî ya di van rojan de bi daxwaz û hêvîyên rewa dîsa kete rê…   

Piştî bikaranîna navê partîya dema Dr. Şivanî ji bo demeke kurt navê Partîya Şoreşa Netewî yê Kurdistanê hate bikaranîn, lê ji ber ji bo bûyereke girtinê ku ew nav ”deşîfre” bû, nav hate guherandin û navê Partî Karkerî Kurdistan (Kürdistan İşçi Partisi-KİP) hate qebûlkirin. Ev nav jî pirr dizî hate girtin û di pirr çerçeweyeke mahdûd de ma. Di şûna bi navê partîya sîyasî karkirinê de di 28ê Îlona 1977an de, ji bo yekîtiya rêxistinî û tevgerî ya ciwanên Kurd û Kurdistanê, bi navê Devrimci Demokratik Kültür Derneği (DDKD), yanê Komeleya Kulturî ya Demokratik a Şoreşger, ku navenda wê li Diyarbekirê bû, rêxistineke navendî ya sivîl a ciwanan hate avakirin.

DDKD di nava demeke kurt de li gellek dewerên Kurdistanê xurt bû, nav û dengê wê oleke mezin da. DDKD perçeyekî ew tevgera siyasî bû ku wê demê bi navê Demokratên Şoreşger û Partiya Karkerî Kurdistan (KİP) kar dikir…

Yên ku wan salên 1977-1980 dizanin şahîd in ku çawa pêlên azadî û rîzgarîya Kurd û Kurdistanê li Kurdistana Bakur rabûbûn û KİP/DDKD di van salan de li seranserê Kurdistana Bakur xwedîyê ekoleke Kurd û Kurdistanî bû…

KİP/DDKD an jî tevgera Demokratên Şoreşger ku di warên legal de zêdetir ev nav dihat bikaranîn, ne tenê di warê ciwanan de, herweha di warê jinan de Devrimci Demokratik Kadınlar Derneği (DDKAD), yanê Komeleya Jinan a Demokratik a Şoreşger ava kir.

Di platformên mamoste, karker, xwendekar, karmendên din û her wekî weha jî, bi navê wekî Mamosteyên Demokratên Şoreşger, Karkerên Demokratên Şoreşger, Xwendekarên Demokratên Şoreşger, Muhendîsên Demokratên Şoreşger, Karmendên Tenduristî yên Demokratên Şoreşger, û her wekî din kar dikirin…

Devrimci Demokratik Gençlik (Ciwanîya Demokratîk a Şoreşger), Tirêj û Jina Nû bi aşkerayî li welêt, Armanc li dervayê welêt û Pêşeng bo Şoreş jî wekî organa KIPê derdiket. Medya Güneşi ya ku kovara yekemin a Kurdan ku li piştî 12ê Îlona 1980an di 22ê Nîsana 1988an de li Îstanbulê derket jî rûbareke vê ekolê ye…

Di şertên darbeya 12ê Îlonê de hin problemên hundirîn ên KİP/DDKD zêde bûn û ji hev perçebûn hate holê. Di rûbarên cuda de kar hatin meşandin. Partiya Pêşeng a Karkerî Kurdistan (PPKK), Partiya Karkerî Kurdistan (KIP), Partiya  Karkerî Kurdistan – Komîteya Yekîtî ya Muwaqet (KIP-GBK), Tevgera Demokratên Şoreşger (TŞK) û Komeleya Kurdî ya Demokrat a Şoreşger (DDKD), bi temamî li ser mîrasa DDKD/KIPê ava bûn.

Di Partiya Yekbûyî ya Gel a Kurdistanê (YEKBÛN), Partiya Yekbûyî ya Sosyalîst a Kurdistanê (PYSK), Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê (PADEK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) de jî, di gel rêxistin û kesayetiyên ji mîrasên cuda, rêxistin û kesayetiyên ji mirasa KİP/DDKDê wekî yek ji sitûnên yekîtîyan beşdarê pêvajoyê bûn. Beyî van partî û rêxistinan, wekî grub jî carnan kes derketin holê, hin kes nuha jî di nava partî û rêxistinên cûda yên Kurd û Kurdistanê de cih digrin. Ji bo ku neheqîyek ji bo kesan nebe, navê van rêxistinan nadim…

Bêşik kil û kêmasî jî pirr bûn, lê divê bi ahdîwefayeke vekirî bê qebûlkirin ku gellek endam û dilxawazên KİP/DDKDê heta nuha jî, bi nav û rengên cuda bin jî, yeko yeko di nav partî û rêxistinên siyasî û sivîl ên cuda bin jî, xwediyê rol û mîrasên ku, mirov dikare sitûneke yan jî tradîsyoneke bingehîn a tevgera azadî û serxwebûna Kurdistanê bihesibîne. Taybetî di pêşdebirina axaftin û nivîsandina Kurdî de jî ekola KİP/DDKD xwedîyê ciheke pirr hêja ye…

Çewtî û kêmasî her bûne û dibin jî, lê ya girîng ji wan ders derxistine; xwedî li hêjayî û serkeftinanên xwe xwedî derketine. Ez her tim bi endametiya xwe ya DDKDê ku di 1978an de li Sêwregê dest pê kir û di war û sewîyeyên cuda de di nav hin rêxistinên ku min li jor nave wan anî ziman de dewam kiriye, serbilind bûme, her hewl daye ku li gor zanîn û îmkanên xwe, ji bo doza Kurd û Kurdistanê kar bikim an jî alîkar bibim. Ew tişt nuha jî derbas dibe û dê her weha be jî…

Bi van hestan 45 salîya ekola KİP/DDKDê ji kûrahîya dil û ruhê xwe pîroz dikim, bi germayîyaya 45 salên çûyî ku ew sal carnan marûzê ba û bahozan jî hatin pirr spasîya wan hevalên ku çirûskên azadî û rizgarîya welatê rojê û agir li Kela Wanê 45 sal berê di van rojan de pêxistin dikim; ew hevalên ku di dem û cihên cuda de ji nav me çûn jî jidil bibîrtînim…  

İlginizi çekebilir