Osman Özçelik: HDP bi ku ve diçe?

Di van demên dawî de, li ser medyaya civakî gelek rexneyên giran li rêveber û parlamenterên HDPyê, têne kirin. 

Hin kes dibêjin; Partî ji dest çûye, “Turkiyeyîbûn” Partî kiriye partiyeke sîstemê, tu cudahî di navbera AKP-CHP û HDPyê de nemaye. 

Kurdên mutedeyyîn xwe ji qadroyên çepgirên tirk, aciz dikin.

Ên ku dibêjin AKPyê Parlamento bêbandor kiriye, Parlamento êdî bi kêrî tu karî nayê. Hevserokên me yên berê, parlamenterên me, şaredarên me û bi hezaran endam û rêveberên me hatin zîndankirin, dest danîn ser şaredariyên me…

Hêj em li benda çi ne? Dibêjin. Parlamenterên HDPyê vê rewşê dibînin, dîsa jî li kêfa xwe dinêrin, bi pêy maeşê xwe ketine, ji ber wê ye ku venagerin nava gelê xwe. 

Ên ku çareseriyê di kongreyeke nû de dibînin jî hene. Di wê baweriyê de ne ku, Hevserok û Meclîsa Partiyê werin guhertin dê pirsgirêk çareser bibe. Wisa bawer dikin, an hêviyeke wan a wisa heye.

Hinek pirr aciz bûne, qehirînê, xeyidîne. Ew jî dibêjin, nema em careke din dengê xwe didin HDPyê ku bila dersekê bistînin û bi ser hişê xwe ve werin.

Ez dizanim rexnegirên wisa, ji kezebşewatiyê wisa dibêjin. Dixwazin Partî çalaktir be, li gelê xwe, li nirxên xwe xwedî derkeve. 

Dibe ku gel, di rexne û daxwazên xwe de bi tundî tevbigerin, rexneyên giran ên neheq jî bikin. Kesên doza pêşengtiya civakekê, rêbertiya gelekî dikin, divê bêhnfireh bin. Guhê xwe bidin ser gelê xwe, rexneyên maqûl ên di di cî de, binirxînin, polîtîkayên xwe, tevgerên xwe, di ber çavan re derbas bikin, bi gel re têkiliyên xwe xurttir bikin, çalaktirbin.

Dem ne dema şer û pevçûnê ye.

Frantz Fanon, teorîsyenek û çalakvanekî navdar ê dijî dagirkeriyê, mêtingeriyê ye. Li Behra Karayiban, li girava Martînîk a ku di bin dagirkeriya Fransayê de bû, hatiye dinyê. Tevahiya jiyana xwe li dijî mêtingeriyê (kolonyalîzm) borandiye.

Di berhema xwe ya bi navê “Les damnés de la terre” ku tirkiya vê berhemê bi navê “Yeryüzünün Lanetlileri” hatiye weşandin de, mealî wisa dibêje. “Endamên welatên dagirkirî, ji dagirkeran nefret dikin, di dilê wan de kîn û nefreteke mezin

peyda dibê. Gava hêza wan têra şerê dagirkeran nake, vêca wê kîna xwe arasteyî birayên xwe dikin, dest bi şerê navxweyî, şerê birakujiyê dikin.” 

Bo wê dibêjim, dem ne dema şer û pevçûnê ye. Divê em hevdu fam bikin, em hevdu neêşînin.

Em nikaribin bi dagirkeran, ma em nikarin bi xwe jî? 

Di destê me de çekekî bi hêz heye. Ziman…

Lêxwedîderketina ziman, çand, huner û dîrokê; ji çekên herî giran bêtir hêzekî diafirîne ku tu kes nikare li hember vê hêzê raweste. Hêzeke demokratîk, hêzeke aştiyane…

Heke em ê rexneyekê li HDPyê bikin, divê di serî de, em rexneya, “çima ew li van nirxên me qenctir xwedî dernakevin,” bikin. Wê gavê dê rexneyên din jî watedartir bin. 

Wek rêveberekî, ji destpêka HEPê heta HDPyê, ez li ser pirsgirêka me ya ziman rawestiyam. Di vî warî de, pêşveçûnek hebe jî, mixabin nikarim bêjim em biser ketin.

Belê kêfxweşiyeke din heye ku teva cangiraniya siyasetê, ciwanên me, ji berê bêtir bi kurdî dixwînin û dinivîsîn. Di medya civakî de kesên ku bi kurdî dinivîsin niha bi hezaran e.

Piştî vê nivîsa piçekî reşbîn, werin em piçekî bikenin an bibişirin.

Sala 1999an de bi navê, “PÎNE” (Kovara qerfî û wêjeyî) kovareke xwerû kurdî ya mîzahî dest bi weşanê kir. Çi heyf ku di nîvê sala 2001an de weşana Pîne rawestiya. Min jî di quncika xwe ya “Dilop” ya di PÎNE de, nivîsên mîzahî dinivîsî.

Nivîsa min a di hejmara 31an (Reşemî 2001) de, bi sernavê LI HADEPÊ KURDÎ!.. hatibû weşandin, mîna ku îro hatibe nivîsîn rojane ye. Bi hinek nûkirinên sivik bi we xwendevanên NÛPELê re parve dikim.

LI HADEPÊ KURDÎ!…

Li Navenda Giştî ya HADEPê, Serokê Giştî û Cîgirên Serokên Giştî li hev rûniştin ku biryarekê bistînin. Mijara rojevê, axaftina bi kurdî ya li navendê ye.

 

Murat Bozlak (Konya-Kulu): Sayin arqadaşlar, gündema me ya hiro xeberdana kurmancî ye. Azadiya Welat me eleştirmîş dike û Pîne jî em hetikandine ku em tirkî qonişmîş dibinî.

Ahmet Türk (Mêrdîn-Dêrik): Ê min, ji min ri ferq nake, ez bi kurmancî karim xwe îfade bikim. Hema ez peyvê aqademîk nizanim. Du herfê’m heni, ew jî derhal xelas dibin. Li Carbekir mi xwest sîyasî bipeyivim, m’îstop kir. Mecbûr mam m’qeliband tirkî.

 

Feridûn Yazar (Ruha):  Lawo Ehmed, tu hîn nizanî bêjî Dîyarbekir, tu dibêjî Carbekir!.. Tê çito kurmanciya aqademîk şorê bikîyî. Kekê Osman, ne werga ye? Em rind ho tirkî nebûne, win dibên werin ho kurmancî bibin, em kurmancî şorê bikin. Em nikarin, bira her kes li şûna xwe rûnî.

 

Hamît Geylanî (Colemêrg-Şemzînan): Ezmanê me gelek ciwan û xaş e. Tebit em hemî ezmanê xo biaxifitin. Bo min kurdî axiftini niwîsîn gelek sanahîye. Verne lalî min ez kurmancîya Mîrên Colemêrgê nûşa heve bidim. Ez bo heve derikên edebiyatî kurmancî wekim.

 

Ahmet Tûran Demîr-Tirk- (Sêwaz): Arkadaşlar, dediklerinizden hiç bir şey anlamıyorum… Biraz Türkçe konuşsanız da biz de anlasak. Başkan! Gündemimize ne zaman geleceğiz? Îlanihaye burada böyle oturacakmıyız. Metal işçilerinin grevi sözkonusu, biz burada boş boş oturuyoruz. Laklakı bırakıp esas gündeme gelelim lütfen!

 

Murat Bozlak: Arqadaşlar gündem gerexî qonûşûyorlar…

 

Naci Kutlay (Agirî): Kîm demîş boş boş… Pîîî! Minê kurmancî xever bida, temam… Hevalno xeberdana me ya em xeber didin, gellekî mühîm e. Waxta Îttîhat Terakkîyan de malmezinên kurdan gedê xa ra kurdî xever didan. Pêra pêra me aha hat. Zarkî xanga min heye, zaryên cînarê xa ra kurmancî xever nade. Mijwîra got..

 

Mehmet Metiner (Semsûr): Arqadaşlar, ben bîr îslamcî demoqrat kürt olarak burada asıl Partînîn sîyasal ağırlığıni önemsîyorûm. Kendimi kürtçe ifade edemediğim için üzgünüm. Osman arqadaşla aynî evde qalîyoruz. Înşallah O bana öğretecek. Büyük âlim üstad Bediüzzeman Saidî Nursî de kürtçeye önem veriyordu.

 

Kemal Peköz (Melet): Ezî bi xa jî parîkî kurmancî dizanim. Kurmanciya ma asîmîle bûyî. Dayk û bavkên ma hevra kurmancî qise dikira, bi me ra Tirkî…

 

Nurhayat Altun (Kayseri-Sarız): Heval, ben de kürtçe qonûşamîyorûm. Bû sorûnû bîz çözemeyîz. Sorûnûn asıl sahîplerî var, gereken yapılır. Kadın şölenîne îlîşkîn hazırlıqlarî gözden geçîrmemîz gerekmîyormuydu!…

 

Osman Özçelik (Mardin-Dêrik): Ger mirov bi awayekî zanistî û bi şêwazeke tenduristî li ser mijara rêziman raneweste; dê lêker û cînavk û daçek tevli hoker û rengdêran bibin. Mirov nikare rengdêrên nependî ji yên xwedanî cuda bike. Meseleya tewangê di zimanê me de girîng e. Kesên ku tewangê nizanibin vêca…

 

Murat Bozlak: Daçekmîş, lêkermîş, cînavkmiç, hokermîş hohoo… Arqadaşlar bû gündemî bir daha açılmamak üzere kapatiyorum. Anlaşamîyorûz…

Üç aylık bîna kiramız birikti, mal sahibi ödeyemiyorsanız çiqin qardêşim diyor. Üç aylık elektrik ve telefon faturlarımızı da ödeyemedik. Walla elektîrîğî de sûyû da kesecekler. Bu konuda bir çözüm önerisi olan?..  

 

İlginizi çekebilir