Mihyedîn Nahrîn: “Me Tekmîl Dikir Ziman û Dewlet”- 2

Di çarçoveya avakirina nasnameya netewîyê de ziman cihekî girîng digire. Gelen xwedî dewlet vê yekê baş analîzkirine û li ser zimanê zikmakî ji dewletên dînî (ummetî) gav ber bi dewletên netewî avêtine. Gelê ku vê yekê baş analîzkirî û li gorî wê tevgerîyane hemû jî niha xwedî dewlet in.

Dewletbûna netewan piştî sala 1789an ango piştî Şoreşa Fransîyan dest pê dike. Piştî şoreşê jî sedsal 20an û 21ê dibe sedsala zêrîn ya dewletên netewî.

Çirûskên zimanê zikmakî û dewleta netewî di dema ronesans û reformê de derdikeve holê. Di vê dewrê de hukmê dînî (Xwedê) radibê û li şûna wê hukmê beşerî derdikeve. 

Nîetzscheyî gotibû: “Xwedê mir! Pêdivîya hukmê dînî jî nemaye û hewcedarî bi hukmê beşerî (medenî) heye”. Gelên Europeyî jî ev yek ji xwe re kirîye bingeh û li ser vê bingeha Nîhîlîst ji xwe re dewletên xwe û sazîyên ziman ava kirine.

Pêşîya dewletên rojhilatî kurdekî şahreza derket meydanê. Pêşîya Şoreşa Fransîyan fikrê dewleta netewbûnê û fikrê qîmeta zimên di berhema xwe ya bi navê Mem û Zînê de anî zimên. Berîya Şoreşa Fransîyan 94 sal berê berhema xwe nivîsîyê û meriv dikare bi serbilindî bêje ku “Bapîrê Fikra Dewletên Netewî” Xanîyê nemir bi xwe ye.

Herçiqasî fikir ji nav me Kurdan derketibe jî dîrok şaşîya tu kesî efû neke û şaşîya me jî efû nekir. Fikrê Xanî di çarçoveya dewletek dînî û netewî de bû lê fikrê rojhilatîyên bi temamî li ser dewletek laîk û netewî bû.

Xanî di Nûbihara Biçûkan de li ser girîngîya zimên wiha nivîsandibû: “Hemd û sena û şukranî ji bo wî Xaliqê Rehmanî / Ku fesehet û beyan daye lîsanî û lîsan daye insanî”. Bi vê beytê Xanî girîngîya zimên fam kirîye û xwestîyê vê girîngîyê li nav şagirt û biçûkên Kurdan belav bike.

Carek din Xanî di şahnameya xwe de nivîsandiye: 

“Safî şemirand vexwarî durdî

Manendê durê lîsanê Kurdî”. 

Bi vê gotina xwe Xanî dikeve pey nasnama xwe û ji bo temamkirina nasnamê li ser zimên disekine. 

Serwêjevanê wêjeya Kurdî di Mem û Zînê de dibêje: “Me tekmîl dikir dîn û dewlet”. Ji bo dewra wî fikrek orjînal bû bi wate bû lê di vê sedsala modern de cihê dîn nemaye. Hemû dewletên pêşketî bi awayekî laîkî tevgerîyane û qîmetek mezin dane zimanê xwe. Meriv dikare rehetî bêje; êdî fikra dewleta dînî nemaye û ev fikir ji bo vê sedsalê pêkan nîn e. Lewma hewcedarî bi guhertina hevokê heye û hewce ye em bêjin: “Me tekmîl dikir ziman û dewlet”.

 Ji bo sedsala me ya îroyîn hewcedarîya me bi fikrên nû hene. Ji bo van fikrên nû jî hewcedarîya me bi reformîstên kurdewar heye. 

Reformîstên me yên berê bi Ekola Hawarê û bi Ekola Sovyetê (Rêya Teze) rê li ber me vekirine û niha jî gellek nevîyên wan jî di rêka wan de diçin û ji bo tekmîlkirina ziman û dewletê ji can û dil dixebitin.

Fikir ji çirûskek biçûk derdikeve û ew çirûsk bi demê re geş dibe û agirê xwe xurttir dike. Gava tam kamil bû tu kes dê nikaribe li pêşîya wê bisekine. Ew fikir dibe ku îro an jî sibê, sibê nebe jî lê dê teqez bi ser bikeve.

Seydayê Cegerxwîn di avakirina dewleta netewî de qîmetê ziman fam kirîye û herçiqasî karê wî melatî bûye jî dev ji karê xwe berdeya berê xwe daye ziman. Di berhema xwe de gotîye: 

“Vejîne zimanê xwe ey xwendevan

Nebûye milletek hîç kesek bê ziman”.

Ya ku gela ji gelên din vediqetîne ziman û çanda wan e. Gellek caran gelên nêzî hev çanda wan jî wekî erdnîgarîya wan dişibin hev. Tişta ku me ji hev vediqetîne ziman tenê dimîne û zimana mirovan dike mirov û derîyê nasnameya netewîyê li ber mirovan vedike. Ziman mala mirovan bi xwe ye.

“Dinya bi dorê ye ne bi zorê ye”. Mirovên hêja êdî dewr dewra we ye, yên pêşîya we gellek xebat kirine. Hûn jî dîwarê xwe lêkin lewma “Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye”.

 
İlginizi çekebilir