Mazlum Abdî Tirkîye bi Êrîşên Dijî Sîvîlan Tawanbar Kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî Tirkîye bi êrîşên dijî sîvîlan tawanbar kir.

Mazlum  ji medyaya Amerîkî re got ku êrîşên esmanî yên Tirkîyê zararê dide têkoşîna HSD’ê ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ).

Abdî dîyar kir ku Tirkîye dixwaze bi tevgerên xwe aborîya wan pûç bike.

Benzer haberler

İsrail Dışişleri Bakanı Katz: Erdoğan anlaşmaları ihlal…

MSD Eş Başkanı: Suriye’de çözümün parçasıyız, diyaloğa…

‘’Piranîya budçeya me ji qadên me yên petrolê tê, lê jiber ku Tirkan êrîş birin ser wan qadan nîvê pir ya budçeya me hinda bû.’’

Berdevikekî Pentagonê roja Pêncşemê gotibû ku ew ji êrîşên Tirkîye yên ser herêmên sîvîl yên bin kontrola HSD’ê ne agahdar e û ser girjîya HSD’ê û Tirkîyê ti şirove nekiribû.

Çaverê ye rêvebirîya Biden jiber erêkirina endamtîya Swêdê ya li NATO destûr bide ku Tirkîye firokên F-16 bikire, lê Abdî gotiye ku ew bi fikar in hêzên Tirk bi wan firokan êrîşan bibin ser şervanên wan.

 

/Jedêr: voa-kurdi/

İlginizi çekebilir