Hasbey Köksal: Helbest û Nîgaş

Helbet zimanê helbestê, ji ber xwezayiya helbestê girift û nîgaş e. Îmayî ye. Tiştê ku qal dike, rast e rast navê wan tiştan nabêje. Li derdora wan tiştan û hestan digere, bi amûr û objeyên din wan tiştan û hestan bi bîrdixine, şikl, reng, dirûv, razber û şênberiya wan dişibînê tiştên din, bi rêyên tiştên din tîşt û hestan rave dike û dinasîne. Herhal û ehwala dilîn, di navbera ezman û erdê da her tevger û livîn, hemû bûyer, qewimîn, xuyanek û hwd. mijar, xemil, hêmaya helbestê ye. Bi çînê girift û nîgaşî, helbest dibe helbest. Zorî û kûriya helbestê jî jixwe ji wir tê. Her çiqas zimanê helbestê awarteyî, lêzêdekî û dererastî yanê surrealîst bibe jî, rûzemîna bingeha helbestê rasteqîn e. Yanê,  mijar hatiye jiyîn, tê jiyîn, an jî bê jiyîn. Di bin xemila girift û nîgaşiyê helbestê da rehenda sê deman, mekan û dekor, kirdar û kirin li ber çavan û zelal e.

Zoriya helbestê, di tevna çînkirinê da giriftî û nîgaşiyê di rêzikan da bi hev ve helandin û mijandin e. Her peyv, wek rengek, şiklek, dûrivek hilbigire û  bibe manedayî, bibe çalakger û kirar. Yanê, di hevoka helbestê da peyvek ne zêde, ne jî kêm be. Di rêzikê da her çeku, li gorî dirûva rêzikê ji wate û kirina xwe ya xwezayî  derkeve, wateyekî din bi birbixine yan jî hilbigire. Bi îmajekî din, nîgaşiyê têr bike. Va veguharîna girift, herikbariya rêzikê jî xirabe neke. Kûriya helbestê jî, ji zimanê nîgaşiya helbestê tê. Bi du sê mînakên helbestên klasîk û  helbestên nûjen da, em dikarin di helbestê da mijara giriftî û nîgaşî vebikin û binirxînin.

Mînak -1: Ji Dîwana Melayê Cizîrî, du risteyên klasîk

……………………………………………………..

Muftî me mey û ney e û ney qewlê qedîm in

Bawer te nihin guh bide ber çeng û rebabê

………………………………………………………..

Şirove: Muftiyê me mey û ney e, ney ku qewlê qadîm e. Bawer ku nakî (baş, rind) guh bide çeng û        rebab(ê)                                   

Di ev du risteyê xwe da Melayê Cizîrê; ” mey û ney” di hukmê muftî da wek rê û rêzik nîşander, “çeng û rebab” jî di wê rê û rêzikê da çalakiya xwe ya mîna firindeyekî bask vekirin û semah girtina xwe ya jidil ra şahid nîşan dide. (Ceng, navê amûrkî muzîkêye jî) Di felsefeya Wahdetê Wicûd da nîgaşa “mey” ( bi eşqa îlahî) sermestiyê, “ney” ( li ber îlahî ser danîn, ram bûn)  dilnermiyê, “qewlê qedîm” jî (ta zemanê berê da) li ser sonda xwe mayînê rave dike. Bi wî sermestî û dilnermî li ber mûzikê bask vekirin û reqsandin, di dil û hişê xwe da ber bi afirmend, aliyekî ve jî ber bi xwe ve meşîn e. Di felsefeya Wahdet da  afirînende û afirandî di dilê hevda ne. Di hev da xuya û peyda bûne û dibin. Afrandî famkirin, afirînende famkirin e, Afirînende famkirin afirîn famkirin e.

Mînak-2: Ji Dîwana Feqiyê Teyran, ji  helbesta “Beyta Dilî”, çarîna pêncemîn.

………………………………………………………….
Binêr Baxwoy û ferwarî

Binêre çerx û ruzgarî

Li te roj hate êvarî

Te ne eql e ne hişyar e.

…………………………………………………..

Şirove: Binêr Xwedê ( Êzda) û ferwerî (serwerîyê  Xwedê – afirînende) 

              Binêre çerx û zemanê ( çerx û dema felekê) 

              ( Li ser) te roj  hate ( bû) êvar.

              Te ne aqil ( girte serê xwe) ne ( jî xewa kûr an jî ji xefletê) hişyar ( î)

Di bingehê risteyên Feqîyê Teyran da jî felsefeyê Wahdetê Wicûd bi hemû zindîtiya xwe heye. Di bin çavdêrî û parastina  afirîner da, dewr û dema kû afirînende daye me, bê aqil û di xewa çavvekirî da xerçdikin. Qiymeta xwe, zeman û tama dinê û maneya jiyînê, di jiyînê da li xwe, di xwe da rehenda afirîna xwe seh nakin û lê nagerin. Bi kurtasî we nasnakin. Xwe nenasîn, ristim bûne. Ji Êzda dûrketine, ji aliyekî ve jî ji xwe dûrketin e. Feqîyê Teyran di çarîna xwe da, xerçkirina demê bi nigaşiya “çerx û zeman”, famkirina dereng ketinê bi nîgaşa “Li te roj hate êvarê” poşmanî, qehirî û hişardayina xwe bi nîgaşê “Te ne aqil e ne hişyar e” aniye zimîn.

Mînak-3: Ji helbestên nûjen, helbesta Gula Sor a Qedrî Can, beyta yekemîn.

Gula sor ;

Hilbû jor ;

Bîn da dor …

Gula sor …Gula sor ..

Li paş çayê Qaf şên bû,

Alem jê re evîn bû

Her çîqas ev helbesta Qedrî Can wek helbesta evîne bê zanîn jî, di rastiya xwe da ji bo Şoreşa Komarên Sovyetên Sosyalîst hatiye nivîsîn. Qedrî Can di risteyên helbestê da sosyalîzm, ji ber stêrka sor, şibandiye “gula sor”. Bi nîgaşa “hildayinê”, serkeftina sosyalîzmê  bilinde jor, dîsa bi nîgaşa “bîn da dor” bîn dayina gul û ronî dayina sosyalîzmê yek û yeksan dike. Ji ber ew bîna xweş, yanê ronîya sosyalîzmê,  “… paş çayê Qaf şên”, alemê jê ra bi nîgaşa “evîn” heyran dike.

Mînak- 4. Ji helbestên nûjen, helbesta Arjen Arî ya Şêrgele. Beyta heftemîn.

şêrgele hene; kefen ezmanê sayî

şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî

şêrgele hene şevçirax û heyve-ron

li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!

Arjen Arî, helbesta Şêrgele li ser şehîdên Kurdistanê nivîsîye. Ew koma lehengên Kurdistanê  bi nîgaşa “şêrgele” nav dike û dişibîne koma şêran. Di helbestê da bi nîgaşa “kefen ezmanê sayî”, bedena şehîdên axa xwe, bi ezmanê şîn dipêçe û kefen dike. Hejmar û piriya şêrgeleyan  bi  “qasî stêrkên rijyayî” rave dike û dijberî dagirkeran û tarîtîya wan;  çirûsîna şêrgeleyan dişibîne “şevçirax û heyve- ron”.  Li çiyayên welatê  xwe, gornên şehidên şêr û  şêrgeleyên bênav, bi nîgaşa ” bê kêl û gorn wendayî” dike abîde.

Mînak-5: Ji helbestên nûjen,  di pirtûka Kilamên Bêdeng da  çarîna Hasbey Koksal 

Min serê xwe yî qefilî daniya ser sînga te,  (Nîgaş: ser qefilî)                           

Bila biherikîya dengê dilê te di guhê min de.  (Nîgaş: herikîna deng)

Dengê ba û baran, mar û mûran, teyr û tûran. (Nîgaş:Dengê, ba, baran, mar, mûr, teyr, tûr)                                                                                                  

Xemd û xeyal hev biqelibiyana di xew û xilmaşiyê de. (Nîgaş: hev qelibîn)

Li ber çavane ku di risteyên her pênc helbestan da jî, tek peyvek, tek nîgaşek ne kêm ne jî zêde hatiye nivîsîn. Di ristekî da peyvek bê jê derxistin, bê veguharîn yan jî bê lê zêde kirin, kîmyaya nîgaşê, ji ber vê kimyaya helbestê xirabe dibe. Di rêzikan da qelebelixiya peyvan tine û helbest di zêdetiya nîgaşan da nehatiye xendiqandin. Her peyv, her nîgaş di cih da, bi qirar helbestê têr dike. Helbest, nîgaş e. Nîgaş di cih da xweş e û helbestê xweş dike.

İlginizi çekebilir