Halil Dalkılıç: Raperîna li Îranê, krîza li Tirkiyê û hêviya kurdan…

Dewletên wekî Îran û Tirkiye herçiqas bi xwe di nava krîzên siyasî, civakî û aborî de bin jî, êrîş û tundiya li ser kurdan bênavber dewam dikin. Ev herdu rejîm li hemberî rastiya kurdî û kurdewariyê binesaziya xwe saxlem nabînin. Bi hişmendiyeke nûjen a însanî li meseleyê mêze bikirana; ne ew tim di nava kaos û pirsgirêkên girêkîbûyî de ase diman, ne jî kurd diêşiyan. Berovajî; enejiyê kurdan û ê xelkên din ê bi zêdeyî têra ji bo avakirina aramiyeke geş a herêmî dikir û feydeya wê bi aramiya tevahiya cîhanê re jî dibû.

Dema mirov li bûyer û pêşveçûnên li seranserê cîhanê û hişmendiya siyasî ya serdestên cîhanê dinêre, jê zêde nagîhêje tu hestên hêvîdar. Dîsa jî raperîna li seranserê Îran û li rojhilatê Kurdistanê mirov ji hêvîyê jî dûr naêxe. Profesorê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Abbas Welî ji Ajansa Mezopotamyayê re gotiye, ku “ev serîhildan ne mîna yên berê ye û ji ber vê yekê rejîm nikane wê vemirîne! Jin pêşengiya vê rapêrînê dikin û dixwazin him xwe û him jî civakê azad bikin. Heta îro ne li Rojhilata Naverast û ne jî li seranserê cîhanê rewşeke wer pêk hatibû…”

Abbas Welî balê dikişîne bandora vê rapêrînê a li herêmê û li ser siyaseta navdewletî û analîzekî wiha dike: “Xelkên din ên Îranê jî di serhildanan de piştgiriya xwe ya bi kurdan re diyar dikin û dibêjin, ‘Kurdistan roniya çavê me ye!’ Eger ev raperîn bi serkeve, ew ê bandoreke mezin li ser hevsengiya siyaseta herêmê bike. Herwiha balansa siyasî ya li çar parçeyên Kurdistanê û siyaseta navdewletî ya Amerîka, Rûsya û Çînê jî ê ji encamên guherîneke li Îranê tesîrê werbigirin. Helbet siyaseta Tirkiyê jî ê ji van pêşketinan para xwe bistîne. Binêrin; rêveberên Tirkiyê ji rapêrîna xelkên Îranê ne razî ne. Tirkiye naxwaze rejîma zordest a Îranê hilweşe…”

Benzer haberler

Günay Aslan: Celal…

Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Amadekarîyên Hilbijartinên…

Tirkiye bi taybetî jî ji bo kurd xwedî mafên xwe yên însanî, civakî û siyasî nebin, helbet naxwaze rejîma mollayan hilweşe! Ji ber vê yekê ye, ku ew çiqas di nava krîzeke aborî, siyasî û civakî de be jî bi Îranê re bi ahengiyê êrîşî kurdan dike. Êrîşên Tirkiyê bi serhildanên li Îranê ve hê zêdetir bûne. Li Bakur tundiya li ser kurdan gîhiştiye wê radeyê, ku parlamenterên kurd bi talîmata wezîrê karên hundirîn ê Tirkiyê rastî êrîşa polîsan tên û tên birîndarkirin. Herwiha Rojava û Başûr bi rojane ji hêla wesayetên hewayî yên bêînsan ê Tirkiyê ve tên bombekirin; li Rojava xelkê sivîl û li Başûr kurdên bakurî yek bi yek ji hêla Îstîxbarata Tirkiyê ve têne kuştin.

Ji destpêka raperînê ve Îran jî bênavber bi dijwarî êrîşî kurdên rojhilatî dike û di heman demê de sînora başûrê Kurdistanê û parezgehên partiyên rojhilatî yên li Başûr bombebaran dike. Îran jî wekî Tirkiyê di her firsendî de serweriya başûrê Kurdistanê binpê dike û hewldide destkeftiyên kurdan lewaztir bike. Piştî biryara fermandariya hêzên hevpar ên operasyonan a Iraqê, ku dixwaze hêzên kurd ji Xaneqînê vekişin; hêzeka mezin a Haşdî Şabiya girêdayî Îranê bi çekên giran ketiye nava Xaneqînê. Li Rojava jî Îran li dijî mafên kurdan bi rejîma Sûriyê ve tevdigere…

Kaos û krîzên giran ên li Îran û Tirkiyê kurdan ji bo gîhiştina mafên xwe yên civakî û siyasî hêvîdar bike jî, rewşa siyasetên kurd a belawela, parçe parçeyî û li hemberî hev ‘dijminane’ vê hêviyê di qirika xelkê de dihêle. Li ber çavan e; ku xêreke Tehran, Ankara, Bexda û Şamê ne ji xelkên xwe re û ne jî ji kurdan re heye. Lê kurd neçar in; ji vî kaosî li ser pê û saxlem derkevin. Li seranserê cîhanê slogana kurdî “jin, jiyan, azadî” tê qîrîn, lê siyasetên kurdî xwe tenê bi siyaseta rejîmên dijkurd re angaje kirine. Di siyaseta kurdî de pêwîstiya bi hişmendiyekî kurdistanî ji ê her demê pirtir heye…

İlginizi çekebilir