Halil Dalkılıç: Demîrtaş û her kurd divê dengê xwe bike

Belkî di nava hengameyên rojane de zêde balê nakişîne; lê rastiyeke kurdan a ku xem û metirsiyê zêdetir dike, her diçe hê zêdetir dîtbar dibe. Bi taybetî di mijarên siyasî de, kurdên xwedî nêrînên cûda hewldidin dengê kurdên ku mîna wî/wê nafikirin bibire. Tonê rexneyan pirî caran di astê ‘dijminatiyê’ de ye û kurd ji neyarên kurdan zêdetir bi zimanekî tûj û hişk hevdû rexne dikin.

Mirov vê rewşê bi çavekî objektîf analîz bike; ê wê herî kêm wekî kêmasiya kultura demokrasiyê binav bike.

Kurd dema gotin û pratîka hevdu rexne dikin; bi hişmendiya neyarên kurdan, bi ziman û feraseta wan helwestê nîşan didin û pozber an raqîbê xwe dixin şûna wek ‘dijminê’ xwe. Zimanê rexneyê, tewanbarkirin û argûmentên ku li dijî hevdu bikartînin, mixabin bi yên neyarên kurdan ve heman ziman û heman şêweyî ne.

Ev helwesta ‘jihevdûrketinê’ di cejin, şahî, şîn, bibîranîn û pîrozbahiyan de jî bi aşkereyî xwe dide der. Alîgirên partiyekî tevlî çalakiyên ‘netewî’ ên alîgirên partiyên din nabin. Ala, reng û sembolên ‘netewî’ yên her partiyekî cihê cihê ne. Neyarên kurdan kurd kirine çar parçe; lê kurdan bi xwe jî xwe kirine deh parçe!

Partiyên siyasî yên kurd (Rojava li derve dihêlim) di siyaseta navmalî, yanî di siyaseta bo aramîkirina jiyana civakî de xitimîne û tu bersivê nadin jiyana dem û çaxê. Belkî nirxandina siyasetên giştî yên partiyan mijareke zehmet e; lê bandor û taybetmendiyên erênî yên siyaseta wan a li ser jiyana civakî jî ne diyar e. Rewşeke wekî, ku civaka kurd di nava siyasetên partiyên kurdî û ya rejîmên tirk, faris û ereb ên dijkurd de ase maye li dar e.

Ez wer texmîn dikim; ku kesekî ji derve vê rewşê binirxîne, ew ê wer bifikire ku qey alîgirên her partiyekî kurd, endamên neteweyeke cûda ne!..

Van rojan raperîneke mezin li seranserê Îranê û li rojhilatê Kurdistanê tê jiyîn. Heta îro ji sedî zêdetir çalakvan di êrîşên hêzên rejîmê de canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî hatine girtin. Her însanê nûjen, mirovhez û demokrat dixwaze rejîma zordest a mollayan hilweşe. Her kurd dixwaze kurdên li vî parçeyî ji zilma rejîma îslamî ya mollayan rizgar bin û bigîhijin azadiya xwe û mafên xwe yên netewî û civakî. Lê mixabin, li hemberî pêşketineke wisa a dîrokî, partiyên siyasî yên kurd li şûna ku helwestekî bibandor ê siyasî, dîplomatîk, netewî û civakî nîşan bidin; tenê hevdu bi hevkariya bi rejîma zordest a mollayan ve tawanbar dikin.

Ev helwest li Bakur jî bi awayekî din tê jiyîn. Li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê li sala pêşiya me hilbijartina giştî heye û partiyên tirk û ên kurd ji bo vê yekê amadekariyê dikin. Serokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji zindanê nêrînên xwe bi rêya parêzêran ve ji raya giştî re aşkere dike. HDPê jî nêrînên xwe di derbarê pirsgirêk û pêşketinên li Tirkiyê dike. Lê ji gotinên wan re beriya xwediyên rejîma tirk, rexne ji kes, kom û partiyên siyasî yên kurd tê. Rexne bi islûbekî wer tê kirin; ku tê xwestin Demîrtaş qet neaxive û HDP di her mijarê de nêrînên xwe aşkere neke! Ev helwest mixabin kopîyekî lewaz ê siyaseta rejîmên dijkurd bi xwe ye.

Di vê serdemê de divê siyaseta kurdî pêşiya herkesî veke û xelkê wer motîve bike; ku herkes li ser meseleyên civakî û netewî dengê xwe bike, pêşniyarên xwe diyar bike û di taxa kurdî de kultura gengeşî û demokrasiyê geş û xurt bibe. Pêwîstî heye ku her kurd li ser pirsgirêkan dengê xwe bike û dengê tu kesî jî neyê birrîn. Bira xema tu kesî nebe; dengkirina xelkê, analîz û pêşniyarên Demîrtaş û xebatên HDPê hêviya kurdan geştir û destê siyaseta kurdî jî bihêztir dike…

İlginizi çekebilir