Halil Dalkılıç: Krîzên navnetewî dibin sebebê êşandina kurdan…

Di van rojên havînê de di siyaseta navnetewî de jî germahiyek xwe dide der. Şerê Rûsya û Ûkraynayê êdî ji hêla raya giştî ya cîhanê ve wekî bûyereke asayî bê pêşwazîkirin jî, bandorên vî şerî bi taybetî li Ewropayê, him di jiyana civakî û him jî di siyasetê de roj bi roj hê girantir tên hîs kirin. Ji niha ve bandora neyînî ya bûhabûnê di jiyana rojane de dibe sedemê nerazîbûna xelkê. Rojeva siyasetê ya sereke jî birrîna gazê ya ji hêla Rûsyayê ve ye. Li hemberî vê krîzê di serî de dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê û hikûmetên din ên êwropî psîkolojiya xelkê ji rojên hê dijwartir re amade bikin jî, ji niha ve li Hollanda û li çend welatên din xelk derketiye kolanan û çalakiyên girseyî yên nerazîbûnê li dar dixin.

Enerjî, Corona, avhewa û enflasyon bi hev re wekî nîşaneya krîzeke giştî ya sîstemî li dû hev jiyana tevahiya mirovahiyê xistine bin bandora xwe. Li seranserê cîhanê xurmînî û mirmirandin roj bi roj zêdetir tê bîhistin. Ji Srî Lankayê bigire heta Arjantînê, ji Albanyayê bigire heta Kazaxîstanê protestoyên girseyî hikûmetan bi hilweşînê re rû bi rû dihêlin. Li rejîmên wekî Tirkiye yên despotîk jî dengê civakan bi tirsandin û zordestiyê dibirrin…

Li Rojhilata Naverast jî him xelk û him jî siyaset ji vê germahiyê para xwe distîne. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden di rojên 13-16ê tîrmehê de li Îsraîl û li Erebîstana Siûdî ê bi lîderên 9 welatên ereb re hevdîtinan pêk bîne. Beriya serlêdana Bîdenî, senatorê Amerîkî Lindsey Graham serdana Enqere, Hewlêr û rojavayê Kurdistanê kir. Di derbarê vê gerê de daxuyaniyên aşkere nehatibin kirin jî; kurdan ev serdan bi temkînî û endaze pêşwazî kirin. Graham berê wer aşkere kiribû; ku ew dixwaze “di navbera Tirkiyê û rêveberiya bakurê Sûriyê (Rojava) de di mijarên aborî û  ewlehiyê de rewşeke bi qezenc bide pêşxistin.” Graham herwiha aşkere kiribû, ku ji bo pratîzekirina vê yekê; “çareseriya herî gengaz parastina berjewendiyên netewî yên Tirkiyê ne.” Di analîza Graham de aşkere dibe, ku di hişmendiya wî de ne ewlehî, ne qezenceke aborî û ne jî garantiyeke siyasî ya ji bo mafên kurdan heye…

Serdana Serokê Amerîkayê Joe Bîdenî ya Rojhilata Naverast, him ji bo pêşxistina hevkariyeke ji bo pirsgirêkên heyî yên herêmê û him jî wekî amadekariya “NATOyekî Rojhilata Naverast” tê analîzkirin. Tê gotin, ku armanca tîfaqeke wekî NATOyê ya li vê herêmê dê rolekî ji bo hevkariya dewletên ereb û Îsraîlê bilîze. Ji xwe berê jî bi “Peymana Brahîm” çar dewletên ereb bi Îsraîlê re tîfaqek çêkiribûn…

Benzer haberler

Helwesta serdestên cîhanê ya li hemberî krîzên ku tevahiya mirovahiyê ketiye bin bandora wan, ji lêgerîna aramiyê wêdetir, nîşaneyên pêşxistina siyasetên biçekbûn û şer radixin pêş çavan. Her kes li hemberî êrîşên Rûsyayê bahsa biçekkirina Ûkrayanayê dike, lê kesek bahsa lêgerîna çareseriyeke bi rêyên diyalog û dîplomasiyê nake. Li Rojhilata Naverast jî niha bahsa avakirina NATOyekî û helbet bi wî ve girêdayî, bahsa biçekbûnê tê kirin. Lê tu kes bahsa bidawîanîna şerên li herêmê, avakirina aramî û jiyaneke normal li vê herêmê nake. Wer xuya ye; çekên wan çiqas bibandor, bihêz û wêranker bibin jî, ew bi xwe ewqas lewaz û bêçare ne… 

Mixabin piraniya krîzên navnetewî bandorê li kurdan jî dikin. Şerê li Ûkraynayê, endambûna NATOyê ya Swêd û Fînlandê, krîza penaberan a li Ewropayê û firotina petrolê Iraq û Sûriyê gişk dibin sedema zilm û zordestiya li dijî kurdan a dewletên wekî Tirkiye, Îran û a yên din. Êdî krîzên NATOyê jî bi zordestiya li dijî kurdan ve tên çareserkirin. Ji bo firotina petrolê Başûr û Rojava ji kurdan serîtewandina li hemberî êrîşkariya Tirkiyê û Îranê tê xwestin…

Gereke dengê civakan û ê siyaset û dîplomasiyê hê bilindtir derkeve; him ji bo kurdan û him jî ji bo tevahiya mirovahiyê…    

İlginizi çekebilir