Mihyedîn Nahrîn: Li Bakurê Kurdıstanê cejn çawa tê pîrozkırın?

Di van salên dawîn de şaxên modernîteyê di nav Kurdan de şaxên xwe vedane û ji xwe re cihekî zexm çêkirîye. Lê hîn jî li hin cihên Kurdastanê, wek demên berê li ser koka xwe maye û li gorî dewrên berê cejna xwe pîroz dikin. 

Li devera Tor, Botan û Behdînan hîn jî cejnên xwe li gorî ‘edatên berê pîroz dikin.

Her cejneke wan şahîyeke dewlemend e.

Her cejneke wan beramberî sed cejnên modern e.

AMEDEKARÎYÊN BERÎYA CEJNÊ

Li Welêt, ji cejnê re hîn du roj mayîn xebat dest pê dikin û heya nimêje cejnê jî xebat didomin.

Jin û mêr ji alîyekî ve, gundî û cînar ji alîyekî ve dest didin hev û amedakrîyên xwe temam dikin.

Rojên berîya cejnê bi navên Roja Cilan û Roja Katikan tê bilêvkirin. Roja sisêyan jî Roja Cejnê ye.

Her du roj jî li gorî xwe taybet in û mirov di van her du rojan de jî xebat û amedekarîyên cejnê  dikin.

 

i Amedekarîyên Roja Cilan…

 

Roja Yekê: “Roja Cilan”

Ev roj, roj paqijîyê ye.

Çawa ku pêxember dibêje: “Paqijî ji îmanê ye”. Millet jî hem bi îmanek ji dil û hem jî wekî paqijkerekî nexweş dikevin ber paqijî yê de. Malî, havîrdorê xwe wisa paqij dikin ku li ser rûyê erdê qirş û qalek jî namîne.

Wekî ku ji navê xwe dîyar e di vê rojê de cil tev tên şûştin. Hemû jin li hev kom dibin û diçin ser kanîyê. Li wê derê hem cilên xwe dişon û hem jî sohbeta xwe dikin.

Wextê cil dihatin şûştin vê car dor dighe mehfûran (xalîçe, kilîm). 

Li malê çiqas mehfûr hebin tên kom kirin. Li ser ban û an jî li ser cihekî bilind mehfûrên xwe li ba dikin û toza nava wan derdixin. Piştî toza wan hilweşandin vê car dikevin ber şûştina mehfûran û ji eyarekî dixin eyarekî din.

Piştî van xebatan dor dighe paqijkirina mal û hewşa malê, bi melkesê xwe yê darî jin dikevin ber paqijkirina mal û hewşê de. Heya danê êvarê xebata wan ev e û di dawîyê de hemû der û deşt wekî durrek giranbuha diberike. 

Ma çawa neberiqe ezbenî? Destên dayîk û xwişkan bighîje çi dibe zêr û diberiqe. Keda destên jinan pîroz û bimbarek e.

Berîya cejnê divê ew destên pîroz tevahîya mala tewaf bikin ku xêr û xweşî ji malê kêm nemîne.

Zilam jî di vê rojê de, ji bo cejnê diçin sûkê hem pêwendîyên malê û hem jî ji bo cejnê cilan  dikirin.

Roja Duduyan: “Roja Katikan” (Erefe)

Roja duduyan roja katika ye; katik cureyek nan e ku tenê di roja erefê de tê çêkirin.

Katik şeklê wê sêgoşe ye û hundirê wê tewaşkirîye.

Roja katikan millet diçe ser goristanên xwe û mirîyên xwe zîyaret dikin. Li ser qebra wan Yasîn an jî Qurana Pîroz tê xwendin.

Piştî zîyareta qebristanê, millet ji bo xêra mirîyên xwe li ser goristanê mewîj, bastîq, helîl, hêkên kelandî yên boyaxkirî û kulîçe belavdikin. Ev edat di demên berê de maye û niha li şûna wan tiştên febrîqasyon tê belavkirin.

Roja katikan ji bo zarokan cejna piçûk e, zarok wê rojê têra xwe şekir û tiştên xweş didin hev. 

Vê rojê katik beresirkî tê çêkirin. Her mal ji bo xêra mirîyên xwe, çend loqûm deynin ser katikan û li mala cîranên xwe belav dikin.

Heta danê êvarê kêmasîyên mayîn tên temamkirin.

Roja Cejnê

Roja cejnê serê sibê bi dengê banga şerîf re mezinên mala şîyar dibin û limêja xwe dikin. Piştî limêjê jin dest bi çêkirina xwarinê dikin û di ber re jî hem paqijîya malê dikin û hem jî paqijîya hewşa xwe dikin.

Mêr jî piştî amedekerîyên xwe, ji bo xûtba cejnê berê xwe didin mizgeftê. 

Hemû zilamên gundî li mizgeftê kom dibin û bi cemeet limêja xwe dikin. Piştî limêjê dikevin rêzê û yek bi yek cejna hevûdu pîroz dikin.

*Di Mezgeftê De Pîrozkirina Cejnê

 

Piştî pîrozkirina cejna hev, hemû zilam û tevlî melê berê xwe didin ser zîyaretê. Gava tên ser zîyarêtê, herkes diçe ser goristana nasên xwe û cejna wan pîroz dikin; ji bo wan Yasîn û Fatîhayê dixwînin.

Piştî pîrozkirina cejna mirîyan herkes diçe mala extîyarê gund û li wir herkes bi hev re xwarinê dixwe.

Roja Cejnê li her malê li gorî qeweta xwe sofreyek dewlemend tê raxistin. Çiqas nîmet di malê de hebin ji her nîmetî deynin ser sofrê û sofra xwe pê dewlemend dikin.

Piştî zilam xwarina xwe dixwin, hemû bi hev re yek bi yek li malê gund digerin û cejna gundî, nexweş û extîyarên xwe pîroz dikin.

Heta danê nîvroya zilam li cejnê digerin. Piştî nivroyê êdî dema jinan e û jin li cejnê digerin.

 

 

İlginizi çekebilir