Halil Dalkılıç: Bo ‘yekîtiyê’ çav ê li ser Başûr bin…

Nîşaneyên ji niha ve xuya dibin, hîsên wer di meriv de peyda dikin ku sala 2021an ê ji sala çûyî cûdatir be. Di 2020an de li herêma ku Kurdistan di navendê de ye ji her hêzên siyasî yên navdewletî re vekirî bû û her kesî hespê xwe lê bezand û enerjiyekî mezin xerc kir ku bandorê li pêşketin û avakirina statûkoyekî nû yê siyasî bixin.

Kurdan jî him li hemberî van êrîş û lîstikên siyasî, leşkerî û dîplomatîk li ber xwe dan ku destkeftiyên xwe biparêzin û him jî mixabin tansiyona navmalî heta radeya ‘birakujî’yê bilindtir kirin…

Di sala çûyî de careke din pir aşkere derket holê; ku Kurd hê jî nikanin wek aktorekî hevgirtî helwesteke ‘netewî’ nîşan bidin û piraniya enejiyê xwe li dijî hevdû xerc dikin. Ji bo avakirina helwestekî netewî hinek hewldan hatibin pêşxistin jî, ew gişt bêencam man. 

Îro sê parçeyên Kurdistanê (Bakur,Başûr, Rojava) di bin bandora heman pêşketinên siyasî, leşkerî û dîplomatîk de ne. 

Bi pêşketinên ji salên 1990’î vir ve her çiqas siyasetên Kurdî nêzî hev bibin jî, van pêşketinana bandoreke mezin li têkîliyên rêxistinên Kurdî ên bi dewletên serdest re jî kir. Rêveberiya Başûr ji hêla dewletên serdest ve hate naskirin û wan xwe di nava siyaseta serdestan de dîtin. 

Siyaset bi yek rengî û bi yek dengî nabe. Her tevgera siyasî dikane bi her hêzên siyasî re têkîliyan deyne û herwiha bi dewletan re têkîlîdanîn pêdiviyeke girîng û teqez e. Lê di vê meseleyê de tiştê ku li ser guftugo bê kirin, şêwaz û encamên têkîliyan e. 

Eger têkîlî ji bo berjewendiyên gel bibin û şêwazê wê bi tu awayî zirarê nede xelkê, nirxên civakî, têkîliyên navxweyî û yekîtiyê; wê çaxê mirov dikane wan, wek têkîliyên asayî pêşwazî bike.

Lê eger şêwazê têkîliyê zirarên psîkolojîk û pratîkî dide beşeke xelkê an jî xelkên li beşeke din a Kurdistanê, wê çaxê mirov nikane wê siyasetê wek siyaseteke Kurdî û Kurdistanî binav bike.

Siyaseta ku destê neyaran bihêztir û hêza Kurdan lewaztir dike, ne siyaseteke Kurdî û Kurdistanê ye… 

Rêya bihêzbûnê jî ji yekîtiyê û aramîkirina têkîliyên navxweyî re derbas dibe. Yanî Kurd ê bi hevdû re bihêztir bin. Partî û rêxistinên Kurd gişt di derbarê vê yekê de têra xwe xwedî tecrûbê ne.

Têkiliyên di navbera hêzên Kurdî yên li Başûr wek katalîzorê yekîtiya Kurdî ya netewî ne. Bûyer û pêşketinên li wir pir zelal radixe pêş çavan ku hêzên Kurdî ji ‘yekîtiyê’ û bipêşxistina helwestekî ‘netewî’ hê jî pir dûr in.

Bi taybetî helwest û siyaseta serdest a li Başûr him ji yekîtiyê û him jî ji hişmendiya netewî dûr e. 

Pirsgirêka ‘yekîtiya Kurdî’ di siyaseta Başûrî, bi taybetî jî di siyaseta PDKê ya teng de xitimî ye. Çapemeniya Kurdî jî ji her hêlan ve benzînê dirijîne ser agirê di nava hêzên Kurdî de û tansiyonê gurtir dike. Û ev pêşketinana tenê zirarê didin destkeftiyên Kurdan û pêşeroja wan…

Eger di serî de helwesta PDKê û di hişmendiya siyaseta giştî ya Başûr de guhertinek çê nebe, wer xuya ye; Kurd nikanin hiş û helwestên xwe ji siyaset û lîstikên dewletên dagirker rizgar bikin. Û bi wê ve girêdayî; ew nikanin destkeftiyan garantî bikin û demokrasî û aramiyeke Kurdistanî ava bikin…

Civak û sosyolojiya Kurdî diguhere û pêwîst e; her hêzên Kurdî jî gorî guherîn û pêşketinên nûjen ên herêmî û cîhanî siyasetên xwe sererast bikin… 

Di siyaseta navxweyî de feraseta serdestiyê zirarê dide yekîtiya netewî û eger wer dewam bike, ew ê Kurdan bi zirarên hên girantir re rû bi rû bihêle. Rexnekirin û rexnedan ji bo her siyasetên Kurdî pêwîstiyek e. Lê di polîtîkayên navxweyî de hevkarî, rêzdarî, piştgirî û zimanekî Kurdistanî divê…

Yekîtiya netewî li Başûr xitimî ye û ev girêk ê li wir bê vekirin. Belkî ji bo yekîtiyê li Rojava pêvajoyek li dar e, lê wer xuya ye ku îsal çav û guhê Kurdan ê hê zêdetir li ser pêşketinên li Başûr be…

İlginizi çekebilir