CPJ: Sala çûyî 99 rojnamevan hatin kuştin

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku ji 99 rojnamevanên sala 2003’yan hatine kuştin 72’yan di şerê Îsraîl û Hamasê de canên xwe ji dest dane.

CPJ dîyar kir ku 12 mehên dawî jibo medyayê hema bêje dema herî kujer ya 10 salên dawî ye.

Li gor CPJ’ê ger li Gaza, Îsraîl û Lubnanên rojnamevan nehatina kuştin ewê kuştina rojnmevanan li gor sala borî daketa.

Wê rêxistinê dîyar kir ku li Somalî û Filîpînan jî kuştina rojnamevanan dom kiriye.

Benzer haberler

Hejmara rojnamevanan kuştî ji sala 2015’an vir ve di asta herî bilind de ye û li gor hejmarên 2022’yan 44 ji sedê zêde bûye.

CPJ dide zanîn ku di şerê Gaza de hejmara rojnmavanên kuştî yên sê mehên pêşîn ji ya salekê ya welatekî zêdetir e.

Ji alîyê din ve Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, îro Pêncşemê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de 28,663 kes hatine kuştin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza da zanîn ku 24 saetên dawî di êrîşan de 87 kes canên xwe ji dest dane.

 

/Jêder: voa-kurdi/

İlginizi çekebilir